ENQERE – Polîsan dayîna çay û taştê ji bo serokên baroyan ên li ber Meclîsê bendemayîna xwe didomînin asteng kir.
Serokên baroyan ên li ber deriyê Meclîsê ji bo hevdîtinên guhertina pergala baroyan a li Meclîsê bendemayîna xwe didomînin. Polîsan serokên baroyan dorpêç kiriye. Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê xwest çay û taştê îkramî serokên baroyan bike. Polîsan destûr neda ku şaredarî çay û taştê bide serokên baroyan. Di vê navberê de rojnamegeran dîmen û wêne girtin. Polîsan rojnameger jî asteng kir û ev astengî bû geneşî an go rageşiya navbera polîs û rojnamegeran. Polîs nahêlin rojnameger nêzî serokên baroyan bibin.