Stranbêjên Amedê: Giştînameya wezaretê stranbêjan mexdûr dike

  • rojane
  • 09:08 4 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Stranbêjên herêmî yên Amedê bal kişandin ser pirsgirêkên pê re rûbirû mane û gotin: “Kes rewşa stranbêjan nafikire. Stranbêj hem ji aliyê aboriyê, hem jî ji aliyê civakî ve mexdûr in.”

Ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) eywanên dawetan jî ji 19’ê adarê û vir ve girtî bûn. Di 1'ê tîrmehê de car din hatin vekirin. Wezareta Karên Navxweyî ji bo eywanên dawetan giştînameyek parve kir û tê de hin pîvan diyar kirine. Di giştînameyê de 14 xal hene. Xalek jî ew e ku di dawetan de ne lîstik, ne jî govend divê neyê gerandin. Yek ji bajarên ku dawetên wê qelebalix in jî Amedê. Li Amedê 110 eywanên dawetê û nêzî hezaran stranbêjên herêmî û sazbend hene. Stranbêjan anîn ziman ku li gor xalên hatine diyarkirin wê nikaribin tu karî bikin û mexdûr in.
 
‘DIVÊ REWŞA STRANBÊJAN NE WISA BE’
 
Stranbêj Yilmaz Kurttekîn ê ku 30 sal e karê muzîkê dike, diyar kir ku karê ku niha tê kirin berdêla wî nayê dayîn û wiha got: “Keda hevalên stranbêj ji xwe nedihat dayîn û rewşa wan nebaş bû. Piştî pêvajoya şewba vîrûsa koronayê derket asta birçîtiyê. Hinek hevalên me nikarî nan bibin malên xwe. Ji ber ku tu dahata wan nîne û ji aliyê pergalê ve jî tu ewlehiya wan tune ye. Gelek hevalên me ji bo alîkariyê serî li saziyên dewletê dan, lê li wan ne zivirîn. Ev pêvajoyeke wisa bû ku rewşa hinek hevalan derket asta xwe kuştinê. Hevalekî me divê ji bo zarokê xwe şîr kerîbûya lê pereyê wî tune bû. Ji ber vê yekê jî heta ku zarokê wî radize li ber derî dimîne. Ev rewşeke trajîk e. Divê rewşa stranbêjekê yan jî kedkarekê ne wisa be. Pêvajoya şewba vîrûsa koronayê bandoreke mezin li rewşa stranbêjan a aboriyê kir. Kes rewşa stranbêjan nafikire. Stranbêj hem ji aliyê aboriyê hem jî ji aliyê civakî ve mexdûr in.”
 
‘DÊ REWŞA BIRÇÎTIYÊ BERDEWAM BIKE’
 
Kurttekîn, bal kişand ser giştînameya ku Wezareta Karên Navxweyî li ser vekirina eywanên dawetan weşandî û wiha axivî: “Vekirina eywanên dawetan dê çawa be em nizanin. Stran dê werin gotin? Heke werin gotin dê çawa be? Ez naxwazim reşbîn bim lê muhtemelen rewşa birçîtiyê dê berdewam bike. Pirsgirêkên pir cidî di vê sektorê de hene. Heke ez di kargehekê de nikarim enstrumanekê lê bixim û berdêla keda xwe negirim wê demê ev kare qediya ye.” Kurttekîn, bang li hemû stranbêjan kir ku li gor pîvana karê xwe tevbigerin û wiha berdewam kir: “Divê ewlayiya hemû hevalan a civakî û dahateke aborî hebe. Em jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin bi diyalogê ev kar were çareser kirin. Heke ew nebe em ê weke stranbêjan li ser tu dîkan stran nebêjin. Wê demê em ê binêrin cihên kar wê çawa mûzîkê çêbikin. Stranbêj divê keda xwe binpê nekin û berxwe bidin.”
 
‘STRANBÊJ JI BO KU BIRÇÎ NEMÎNIN TÊDIKOŞIN’
 
Nûnerê Federasyona Hunermend û Stranbêjan ê Amedê Semîh Yildiz ê bi navê Rênas Pîro tê nasîn 30 sal e stranbêjiyê dike, niha li Komeleya Çandê ya Dîcle û Firatê xebatên xwe hunerî birêve dibe. Rênas Pîro jî, da zanîn ku stranbêjên herêmî bi dahatên rojane debara xwe dikin û wiha got: “Ji ber ku bi pandemiyê re karê stranbêjan sekinî weke masiyê ku tu ji avê derxînî lê hatin. Hevalên me hatine asteke wisa ku niha nikarin bêhnê bistînin. Niha ji bo ku hevalên me birçî nemînin têdikoşin.” Pîro, bal kişand ser bangên rayedarên dewletê yên derbarê şewba vîrûsa koronayê de û wiha bi lêv kir: “Baş ku dewletê got ‘herin li malên xwe rûnin.’ Lê qet nefikirî ku ev virov dê çawa li malên xwe bisekinin. Wê çawan debara xwe bikin. Ji bo vê yekê tu tedbîr nehatin girtin û hêj jî nayên girtin. Henekên xwe bi civakê dikin.”
 
‘HIKUMETÊ PANDEMÎ JI XWE RE KIR FERSEND’
 
Pîro, destnîşan kir ku giştînameya Wezareta Karê Hundir a derbarê eywanên dawetê de weşandî henekên xwe bi civakê kirine û wiha domand:"Hikumetê ev pandemî ji xwe re kir fersend. Li cem kurdan bê govend dawet çênabin. Heke guvend gerandin tune be, tu wateya dawetên me jî nîne.” Pîro, bi bîr xist ku dewletên Ewropayê bi tevdîrên şewba vîrûsa koronayê alîkariya civaka xwe kirin û got: “Li Tirkiyeyê, ger qedexe û tedbîr hebin divê alîkariya gel bê kirin.” Pîro, da zanîn ku hikumet ji aliyê aboriyê ve mecbûre ku piştevaniya stranbêjan bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibe ku em her roj derkevin qadan û pêşberî çapemeniyê. An jî em ê muzîkê boykot bikin û bêjin em êdî stranan nabêjin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç 
 

Sernavên din

05/07/2020
09:08 Ozturk: Mudaxaleya KCD'ê êrîşa pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye
09:06 26 salin li hestiyên bavê xwe digerin
09:04 Talankirina daristana li Çiyayê Cûdî didome
09:01 ‘Dixwazin ziyaretgeha Dizgun Bava hilweşînin’
09:00 Dadger biryara dozger betal kir û xwest lêpirsîn bidome
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2020'AN
04/07/2020
21:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 206
17:09 Rojîn Çetîn dê 4 rojên din di bin çavan de bihêlin
16:53 Tevlîbûna 8'ê Adarê sûc hesibandin
16:49 Serokwekîlê Koma AKP’ê ji ber bertekan twîtta xwe jê bir
15:24 Girtiyê nexweş Siddik Guler berdin
15:09 Ji bo girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul daxwaza tedawiya lezgîn kirin
14:54 Girtiyê nexweş Yildirim ê bi ‘Covid-19’ ketiye serbest berdin
14:45 Yek ji kesên ku li Farqînê birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtiyên li Wanê binpêkirinên mafan parve kirin
14:22 Raportorên NY'ê înfaza Abdollahpour şermezar kir
14:15 Baca berhemên titûn û alkolê zêde bû
13:53 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Vedat Aydin kirin
13:10 Serokên Baroyan li pêş meclîsê çalakiyê li dar dixin
13:03 ‘Sedemê cînayeta Vedat Aydin dewlet e’
12:34 Zeyneb Celaliyan sirgûn kirin: Min birine zindana Kirman
12:16 Demîrtaş: Êdî ez jî te dişopînim
11:42 Rojnameya Evrenselê dîsa ceza kirin
11:19 Di fabrîqeya fîşekên hewayî de hêj 3 kes winda ne
10:06 Yuksel Genç: Mohr li çareseriya pirsgirêka Kurd xistin
09:55 Serokên baroyan bi peyama ‘têkoşîna me wê bidome’ dawî li Nobeta Parastinê anîn
09:18 Ji ber biryara firotina malên şaredariyê betal kirin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Kursên Navenda Çandê ya Biharê dest pê kirin
09:13 SES'a Manîsayê: Dibe ku zivistanê rewş xirabtir bibe
09:12 Dayika Bûlût ê di greva birçîbûnê de: Tenê daxwaza wan av e
09:11 Dozger lêpirsîna der barê polîsan de bi 'neşopandinê' bi dawî kir
09:10 Parêzera girtiyê nexweş Aktaş: Bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin
09:10 Xezna Nebî: Dê fikr û felsefeya Ocalan esas bigirin
09:08 Stranbêjên Amedê: Giştînameya wezaretê stranbêjan mexdûr dike
09:06 Welatiyên bi şewbê ketin, ew roj vegotin
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2020'AN
03/07/2020
22:31 Rojnamevan Sîbel Hurtaş hat berdan
20:02 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Hejmara miriyên di teqîna fabrîkayê de derket 4’an
16:14 Polîsan bi tundî mudaxileyî serokên baroyan kir
15:47 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:07 Polîsan hem ceza li rojnamegeran birî û hem jî rojnamegerek binçav kirin
14:51 6 sal û 3 meh ceza li siyasetmedar Hamît Geylanî hat birîn
14:32 Serokên Baroyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:28 Nêzbûna Fransa û Almanyayê?
14:23 Polîsan li Licê 2 welatî binçav kirin
14:21 Doza Buyukada: Yek ji me bê cezakirin mafê me hemûyan tê binpêkirin
14:18 Rêxistinên tenduristiyê gazî hikumetê kirin
13:41 Berdevka HDP'ê Gunay: Operasyona KCD'ê kumpas e
13:11 Li Rihayê 2 kes hatin tahliyekirin
12:53 DFG: Hêj 97 rojnameger girtî ne
12:33 27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin
12:28 Di fabrîkaya fişekên hewayî de teqîn rû da
12:21 5 girtiyên din wê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:02 Eskeran baxçe û genimê welatiyan şewitand
11:45 Serokwezîrê Fransayê îstifa kir
11:44 Polîsan dayîna çay û taştê ya ji bo serokên baroyan qedexe kir
11:38 Rojnameger di bin gefan de ne: Bi zorê winda dikin û îdam dikin
11:36 Keştiya di Gola Wanê noqî avê bû: Hejmara miriyan derket 7’an
11:21 Danişîna Leyla Aydemîr dest pê kir
10:45 Mehmet Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
10:44 Nivîsa MHP'ê li ziyaretgeha Duzgun Baba nivîsandin
10:42 Tarik Ziya Ekîncî bang li parlamenterên HDP’ê kir
10:23 Leyla Guven ji Serokên Ewropayê re name şand
10:13 KCD çima ava bû? Çi kir? Çima kirin armanc?
09:51 Parlamenterê CHP’ê bi gumana koronayê rakirin nexweşxaneyê
09:26 Serokên baroyan li ber deriyê Meclîsê bendemayîna xwe didomînin
09:06 Jin wê meşa fînalê li Agirî û Dersimê li dar bixin
09:06 Ji bo bişibînin Maldîvê toza mermeran reşandin peravan!
09:05 Parêzerên OHD'î: Bila daxwazên Unsal û Tîmtîkê bên qebûlkirin
09:05 Fikara pêşerojê ya xwendekarên zanîngehê
09:01 Dede: AKP-MHP projeya FETO'yê pêk tînin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
02/07/2020
20:04 Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 167
19:31 Rêvebirê TÛAY-DER'ê Hayme hat berdan
16:23 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd: Divê nivîskar werin berdan
16:11 Li Bismilê 4 kes hatin girtin
16:00 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdin
15:59 Polisan mudaxaleyî bîranîna Sêwazê kir û 7 kes binçav kirin
15:47 Xizmetkarên tenduristiyê yên Amedê xwarin boykot kirin
15:40 Hejmara 15’an a Kovara Dilopê derket
14:59 Ciwan derbarê qedexeya medya civakî de çi difikirin?
14:49 Egîtîm Sen: Nûnerê hat binçavkirin û malbata wî hat tirsandin
14:33 Xebatkarê DEDAŞ’ê ji dîrekê ceylanê ket û jiyana xwe ji dest da
14:33 Rojek beriya çalakiya baroyan Walîtiya Enqereyê çalakiyan qedexe kir
14:28 Parêzeran li diji pir baroyan zincîra parastinê ava kirin
14:20 Komkujiya Sêwazê di sala 27’emîn de ye: Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin
14:02 Malbata Nivîskar Bezercî yê li Sêwasê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
14:01 Şewata li Gabarê vemirî
13:13 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:12 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 5 bajaran bi meşe
13:09 Danişîna Rojnameger Altan taloq bû
12:55 Li Milazgirê 50 mih di lehiyêde fetisîn
12:34 Keywan: Êdî bes e
12:27 Kûrtûlmûş, derketina ji Peymana Stenbolê anî rojevê
12:04 Danişîna 2 rojnamegeran hat taloqkirin
12:02 Gergerlîoglû ji bo ku çalakiyên lincê weke sûcên mirovahiyê bên nasîn pêşniyarqanûn da meclisê
12:02 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
11:36 Qurbaniyên komkujiya Sêwasê bibîr anîn: Bila kujer bên darizandin
11:13 Li Bîrtek û Baltan ên DBP’î her yek 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn