Di binçavan de zexta ‘An hez bike, yan jî terk bike'

  • rojane
  • 09:41 7 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Tacettîn Kardaş ê di serdegirtinên malan ên navçeya Sûrê de hatibû binçavkirin û li qereqolê hatibû îşkencekirin, diyar kir ku fermandarekê dibin çavan de zexta "An hûnê vê derê hez bikin, an jî hûnê terk bikin. Hûnê vê axê terk bikin û biçin."

Tacettîn Kardaş ê 52 salî, Feyzî Çetîner ê 51 salî, R.K. ê 17 salî û Halîl Aslan ê 25 salî yên di 30'ê Hezîranê de li gundê Zorava yê navçeya Sûr a Amedê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin û dûre hatibûn berdan, tiştên jiyan vegotin. Welatiyan, diyar kirin ku ji ber parvekirên medya civakî yên salên 2014 û 2015'an hatin binçavkirin. Welatiyan dest nîşan kirin ku li Qereqola Leşkerî a Amedê, leşkeran gef li wan xwarine, heqaret li wan kirine û îşkence bi wan kirine. Tacettîn Kardaş, ê berê jî ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî hatibû binçavkirin û derbarê wî de bi îdîaya "progandeya rêxistinê kirin" doz lê hatibû vekirin, di dema binçavkirinê de heman pirs jê pirsîne. 
 
Kardaş ê piştî îfadeya wî hat girtin û şûnde serbest hat berdan, diyar kir ku li qereqolê zexta "An hûnê vê derê hez bikin, an jî hûnê terk bikin, hûn berazin û li vê derê cihê we tuneye. Hûnê vê axê terk bikin û biçin" li wan hatiye kirin.
 
'HEQARET LI ZAROKÊN WÎ KIRIN
 
Kardaş, anî ziman ku leşkerên li wî xistin li ser demanceyên wan alên MHP'ê hebûn û wiha axivî: "Leşkeran ji min re gotin 'em du zarokên te kuşt, em ê yê sêyan jî bikujin. Wê cenazeyê wê jî ji te re we re.’ Leşkeran ji malê heya qereqolê li min xistin. Li qereqolê jî eskerekî pispor heqaretan min kir û ji min re got, 'an hûn ê ji vir hez bikin an jî hûn ê terk bikin. Hûn beraz in, cihê berazan li vir tune ye. Hûn ê ji ser vê axê derkevin herin.’ Dûre, heqaret li zarokên min Mizgîn Kardaş a YPJ'î ku di 8’ê Adara 2015’an de, di şerê li dijî DAIŞ’ê li bajarê Til Temir ê Rojava  û Hebûn Kardaş ê HPG’î ku 15’ê Nîsana 2020’an li navçeya Licê  jiyana xwe ji dest dabûn kir."
 
'DEWLET HEMAN POLÎTÎKAYAN BI RÊVE DIBE'
 
Kardaş, da zanîn ku ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî tê darizandin û wiha bilêv kir: "Ev ne hincetên binçavkirinê ne. Zextên derûnîn e. Di salên 90’î de jî diavêtin ser malên me, li ber çavên zarokên me, îşkence li me dikirin. Çûyîna zarokên min jî, ji ber wan pêkanînan bûn. Niha jî dewlet heman polîtîkayê bi rêve dibe. Heqaretên mezin li me kirin. Ji min re gotin ‘hûn ji ku dera zirare bizivirin kar e. Sê heb zarokên te çûne.’ Min jî jê re got ‘ji kîjan zirarê vegerim ka bêjin. Zarokên min ji ber van polîtîkayên we çûne. Ev serê sibê de esker li ber çavên zarokên min heqaretê li min dikin. Zarokên min dê ji we zêdetir nefret bikin.'" 
 
'ARMANCA BINÇAVKIRINÊ ÇOK DANÎNE'
 
Kardaş, da xuyan kirin ku ji bo şopên derpê yên li ser laşê wan jê biçin ew 6 saetan rawestandin û wiha bi dawî kir: "Piştî 6 saetan em birin nexweşxanê. Bijîşkî got, ‘stûyê wî aliyê rastê hatiye derpkirin. Armanca binçavkirina wan çok danîna erdê ye. Ji me re gotin ‘hûn ê dengê xwe nekin û îtaat bikin.’ Min jî ji wan re got ‘ez ê tu car îtaat nekim.’ Bi vê xwestin peyama 'tu mafê we tuneye' bidin me."
 
'KES ALIKARIYA RÊXISTINÊ DIKE?'
 
Feyzî Çetîner ê 52 salî jî, da zanîn ku ji parvekirinên ku di sala 2015’an de yên medya civakî hatin binçavkirin û wiha got: “Piştî ku eskeran bi ser mala me de girtin mal ser û bin kirin. Ji min re gotin ‘were îmzeyekê biavêje girtenameyê ji bo ku tiştên we zirar neditî ye.’ Min jî got heta ez li tişta nenêrim ez îmze na avêjim. Pişt re em birin qereqolê. Li wir wêneyên sê kesan nîşanî min dan got te ev parve kiriye. Min jî got ev min parve nekiriye. Gotin ‘wê demê yekî din ketiye hesabên te van parvekirinan dike.’ Pişt re pirsa zarokên Tacettîn Kardaş ji min kirin. Gotin ‘du zarokên Tacettîn hatine kuştin, kes alîkariya rêxistinê dike?’ Piştî ku min got kes alîkarî nake got baldar bin.”
 
MA / Fahrettin Kiliç - Fethi Balaman 
 

Sernavên din

07/07/2020
20:02 19 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:01 Ferhat Ateş ê HPG’î li gundê xwe hat definkirin
16:52 Rojbîn Çetîn piştî îşkenceya 12 rojan girtin
15:11 Dozger bi daxwaza girtinê Rojbîn sewqî dadgehê kir
14:53 Şîraz Hemo: Rola jinan di şoreşê de sereke ye
14:49 Şeker ê HPG'î di gora bavê xwe de hat definkirin
14:24 Baroyan pêşnûmeya ‘Pir Baroyî' şermezar kirin
14:12 Jinên ku wezaretê dagir kirin daxwaza ‘ewlehiyê’ kirin
14:03 Dadgehê 8 sal û 9 meh ceza li Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr birî
13:58 Haber Sen: Emê bimeşin Enqereyê
13:45 Çetîn a bi kuçikan îşkence lê hat kirin sewqî edliyê kirin
13:24 Ji 69 parlamenterên PE ji bo Tirkiyê hişyarî
13:12 HDK: Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser civakê dike
13:09 Yek ji sextekarekî zêrînger ê din hat girtin.
13:00 Sancar: Ji bo avakirina demokrasiyê em tên cem hev
11:39 Şaredariya Giyadinê dest bi avakirina Bazara Ked a Jinan kir
11:39 Akademîsyenên Aştiyê Fîncanci û Gursoy hatin beratkirin
11:14 Bavê Akhamûr ê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
11:14 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
10:54 Waliyê Rihayê hemû çalakî û şahî xedexe kir
10:40 Dewletê nekarî jina ciwan Zeynep biparêze
10:18 Eskeran li bejayiya Omeriyanê dest bi operasyonê kirin
10:17 Vedat Aydin sembola wêrekiyê bû
10:16 Beriya ku pêşniyarqanûna baroyan bibe qanûn serlêdana baroyeke nû hat kirin
09:42 Li Sakaryayê 4 kes têkildarî teqînê hatin girtin
09:41 Di binçavan de zexta ‘An hez bike, yan jî terk bike'
09:13 'Ji bin peymanê rakirina îmzeyê tê wateya rewakirina şidetê'
09:13 Erdemol: Li Lîbyayê wê nehêlin Tirkiye bi tena serê xwe wê pasteyê bixwe
09:12 Bi Mala Tenûrê debara xwe dike
09:11 Koçerên li Zozanê Nebirnavê: Em fêrî vê jiyanê bûne
09:11 Navê Omedya li keça xwe ya ku pê re ket girtîgehê kir
09:00 ROJEVA 07'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Welatiyê ku ji Stenbolê vegeriya malê hat binçavkirin
07:28 Li Tirkiyeyê kesên bi vîrûsê mirin gihişt 5 hezar û 241 kesan
06/07/2020
19:09 Hunermendan gora Dengbêj Seyîtxanê Boyaxcî ziyaret kir
16:45 Qeyûm bi îhaleyan bi milyonan TL îsraf kir
16:01 Hevserok, hevşaredar û endamên meclîsê yên HDP’ê hatin binçavkirin
15:56 Xebatên lêgerîna Gulîstan Dokû rawestandin
15:25 Ji jinan bernameya xwendina pirtûkan
15:22 Alîkariya Şaredariya HDP'ê dabû Amedspor Qeyûm paşve xwest
15:17 ‘Li herêma ku 10 hezar karker lê dixebitin bergiriyên vîrusa koronayê tunene’
14:55 ESU’yê bertek nîşanî operasyonên Tirkiyeyê da: 20 gundên Asûriyan vale bûn
14:49 Olûç: Hiqûqa Bûrhan Kûzû li Tirkiyê ferz dikin
14:40 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Îskenderûnê aşkere kir
13:42 Li Êlihê rojê tenê 250 test tên kirin
13:39 Li dijî istismara zarokan kampanya ‘Qurdeleya Şîn’ hat destpêkirin
13:32 Rojbîn Çetîn 11 rojin di bin çavan de ye
13:22 Piştî 10 rojan biryara girtinê hat dayîn
13:18 18 rêxistinên mafên mirovan: Tirkiye li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê sûcê komkujiya nîjadî dike
12:46 Di doza Tuncel de beraet: Dadger nikare bi xwendina niyetê tevbigere
12:43 Li Wanê şahî û çalakî carek din hatin qedexekirin!
12:11 Kujerê Karaman dîsa negirtin
Dayika Karaman: Hûn her roj me qetil dikin
12:07 Cenazeyên 2 karkerên agiriyî 4 roj in li Cezayîrê tên sekinandin
11:28 HDP di pêngava duyemîn de dest bi Hevdîtinên Demokrasiyê dike
11:02 21 salin heman polîtîka: Zarokên kurd ên terorîst!
10:40 Avê Arpê gel perçe kir lê dîrok û bîranînên wan perçe nekir
10:13 Bi mehan e qargoyan nadin girtiyên li Girtîgeha Patnosê
10:12 Cenazeyê paneberek din jî li Gola Wanê hat dîtin
10:07 Serokên Baroyan vegeriyan bajarên xwe: Her tişt nû dest pê dike
09:54 Hevserokê HDP’ê yê berê Alturk jiyan xwe ji dest da
09:06 'Hesreta me bûye dilopek av'
09:06 EGE TUHAY-DER: Girtiyên nexweş li ber mirinê ne
09:05 Xizmetkarên tenduristiyê dê serlêdana sûc bikin
09:04 Hatîmogullari: Dixwazin me bikin yek tîp
09:04 Qeyûm gelek AKP'î li ser 'Lazimî heye' xistin karê şaredariyê
09:04 ‘Bi van êrîşan hewl didin statûya kurdan asteng bikin’
09:04 12 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya Girtîgeha Rihayê didome
09:00 ROJEVA 06'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:31 Komîsyona Edaletê daxwaza pergala Pir-Baroyî qebûl kir
05/07/2020
22:24 3 kesên xwestin xwe hênik bikin xeniqîn
21:39 5 hezar û 225 welatî mirin
21:25 Rêxistinên ciwanan dê qurbaniyên Pirsûsê li Guvenparkê bibîr bînin
20:56 Dayika Gulistan dilorîne:
Nizanim Gulistana min çi kirin
Birîndar kirin
Weyla li minê weyla li minê weyla li minê lê biçûka minê
20:28 Jinan li dijî tundiyê dest bi kampanya ‘Em dikevin tevgerê' kirin
19:49 Rêxistinên civakî li dijî tecrîdê daketin qadê
18:41 Hêjmara kesên di teqîna fabrîqeya de mirin bû 6
17:00 Pêkhateyên Şengalê şandeya hikûmeta Iraqê ku Şengal ziyaret kir protesto kir
16:53 Careke din li Elbakê lehî rabû
16:37 Serokê Baroyan cubbe diyarî endamên komîsyonê kir
16:34 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî spartin axê
15:53 SOHR: TSK'ê hêzeke din a mezin şand Idlibê
15:44 Rêveberiya Xweser tedbîrên nû li dijî Covît-19 girtin
15:12 Heywanên gundiyan ji bêavî mirin
15:11 Rêveberên TUM BEL-SEN'ê Îkram Mihyaz ê 26 sal berê hat kuştin bibîr anî
13:40 Di teqîna li Efrînê de kesek mir
13:38 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî jiyana xwe ji dest da
13:20 'Em ê li Peymana Stenbolê xwedî derkevin'
12:00 2 karkerên bi karebayê ve zeliqîn mirin
11:48 Prz. Arin: Eger peymana Stenbolê betal bikin dê tundî zêde bibe
11:44 ‘Heya ku pêşnûme paşve bê kişandin em ê têbikoşin’
11:16 Li Girê Dûpişkê şer dijwar bû
10:37 Banga koronayê li Şirnexiyan kirin: Bergiriyên xwe bigirin
09:52 DÎSK: Li ser daxwaza patronan qerantîna rakirin
09:23 'Heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin ewilî dê jin ji kar bên derxistin'
09:22 Hem nexweşî zêde ye hem av tune
09:20 Dozger zaroka 13 salî kir endama rêxistinê û hewce bi doza kuştinê nedît
09:18 Parêzvanê mafê mirovan: Dadgehê li rezîltiya xwe mikur hat
09:15 Karker: Betalkirina tazmînata kidemê fermana mirina me ye
09:12 Dolmîşvan li ber şaredariya AKP'î di çalakiyê de ne
09:10 Hevjîna Prof. Dr. Halûk Savaş: Ên piştgirî dan îqtidarê û bêdeng man jî berpirsiyar in