SAKARYA – Li Sakaryayê 4 kes têkildarî teqîna fabrîkaya fişekên hewayî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Li navçeya Hendek a Sakaryayê têkildarî teqîna fabrîkaya fişekên hewayî 4 kesên hatibûn binçavkirin duh bi şev bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Yek jê midurê berpirsiyar, yek jê pisporê ewlehiya kar û 2 serkarger bi sûcdariya “bi qestî bûne sedemê mirina kesan û birîndarkirina gelek kesan” ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Hendekê hatin girtin.
Di teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû.