HDK: Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser civakê dike

  • rojane
  • 13:12 7 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL - HDK'ê ragihand ku tecrîda li Îmraliyê ya li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê ferzkirin bandorek neyînî li tevahiya civakê dike û got: "Bi qanûna înfazê ya newekhev re tecrîd girantir bûye."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) encamên 3'emîn Civîna Meclîsa Bajarê Stenbolê a Serdema 10'emîn ku di 5'ê tîrmehê de pêk anî, bi daxuyaniyekê eşkere kir.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku faşîzma AKP-MHP'ê her ku rewabûna xwe ya civakî winda dike, hîn bêhtir polîtîkayên milîtarîst, zordar, tekperest û zayendîperest dixe meriyetê, bêhtir êrişê dibe ser destketiyên jinan.
 
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku Meclîsa Jinan a HDK'ê ya Stenbolê wê li dijî van polîtîkayan, têkoşîna jinan a yekbûyî li her qadê xurt bikin, ji bo jinan jiyaneke bêtundî, bêmêtingerî û jiyaneke wekhev ava bikin, bi vê armancê têkoşînê mezin bikin.
 
POLÎTÎKAYA ŞER
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser "înkar û tunekirina Kurdan" tê meşandin û wiha hat gotin: "Meclîsa me diyar kir ku polîtîkaya şer a faşîzma AKP-MHP'ê li derve jî li ser tunekirina Kurdan bi êrişên li Zînî Wertê, Mexmûr û Kobanê dewam dike. Meclîsa me destnîşan kir ku li dijî tifaqa AKP-MHP'ê ku polîtîkayên dijminatiya li gelan kiriye hinceta hebûna xwe, divê têkoşîn bê xurtkirin."
 
Di daxuyaniyê de êriş û operasyonên li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Bi krîmînalîzekirina van saziyan re di çarçoveya polîtîkaya tepisandinê de gavên nû yên êrişkariyê avêt. Bi dehan siyasetmedar û aktîvîst hatin destgîrkirin. Meclîsa me êrişên li ser van saziyên civakî şermezar dike. Bersiva me ya li desthilatdariyê, wê mezinkirina rêxistiniya civakî be."
 
'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'
 
Di daxuyaniyê de têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî wiha hat gotin: "Tecrîda ku îro di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de hatiye girankirin, li tevahiya qadên civakî belav bûye. Bi qanûna înfazê ya newekhev a li girtîgehan re tecrîd girantir bûye. Rejîma despot a ku mûxalefeta civakî ji nedîtî ve tê û xwedî pirsgirêka demokrasiyê ye, kesên ne ji xwe weke meseleyeke man û nemana xwe dibîne. Daxuyaniya ku TUHAY-DER'ê xwest li nûnertiya xwe ya li Stenbolê li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bide çapemeniyê, bi rengekî bêhincet hate astengkirin. Em piştgiriyê didin daxuyaniya çapemeniyê ya TUHAY-DER'ê û careke din dibêjin 'Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye'."

Sernavên din

07/07/2020
20:02 19 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:01 Ferhat Ateş ê HPG’î li gundê xwe hat definkirin
16:52 Rojbîn Çetîn piştî îşkenceya 12 rojan girtin
15:11 Dozger bi daxwaza girtinê Rojbîn sewqî dadgehê kir
14:53 Şîraz Hemo: Rola jinan di şoreşê de sereke ye
14:49 Şeker ê HPG'î di gora bavê xwe de hat definkirin
14:24 Baroyan pêşnûmeya ‘Pir Baroyî' şermezar kirin
14:12 Jinên ku wezaretê dagir kirin daxwaza ‘ewlehiyê’ kirin
14:03 Dadgehê 8 sal û 9 meh ceza li Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr birî
13:58 Haber Sen: Emê bimeşin Enqereyê
13:45 Çetîn a bi kuçikan îşkence lê hat kirin sewqî edliyê kirin
13:24 Ji 69 parlamenterên PE ji bo Tirkiyê hişyarî
13:12 HDK: Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser civakê dike
13:09 Yek ji sextekarekî zêrînger ê din hat girtin.
13:00 Sancar: Ji bo avakirina demokrasiyê em tên cem hev
11:39 Şaredariya Giyadinê dest bi avakirina Bazara Ked a Jinan kir
11:39 Akademîsyenên Aştiyê Fîncanci û Gursoy hatin beratkirin
11:14 Bavê Akhamûr ê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
11:14 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
10:54 Waliyê Rihayê hemû çalakî û şahî xedexe kir
10:40 Dewletê nekarî jina ciwan Zeynep biparêze
10:18 Eskeran li bejayiya Omeriyanê dest bi operasyonê kirin
10:17 Vedat Aydin sembola wêrekiyê bû
10:16 Beriya ku pêşniyarqanûna baroyan bibe qanûn serlêdana baroyeke nû hat kirin
09:42 Li Sakaryayê 4 kes têkildarî teqînê hatin girtin
09:41 Di binçavan de zexta ‘An hez bike, yan jî terk bike'
09:13 'Ji bin peymanê rakirina îmzeyê tê wateya rewakirina şidetê'
09:13 Erdemol: Li Lîbyayê wê nehêlin Tirkiye bi tena serê xwe wê pasteyê bixwe
09:12 Bi Mala Tenûrê debara xwe dike
09:11 Koçerên li Zozanê Nebirnavê: Em fêrî vê jiyanê bûne
09:11 Navê Omedya li keça xwe ya ku pê re ket girtîgehê kir
09:00 ROJEVA 07'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Welatiyê ku ji Stenbolê vegeriya malê hat binçavkirin
07:28 Li Tirkiyeyê kesên bi vîrûsê mirin gihişt 5 hezar û 241 kesan
06/07/2020
19:09 Hunermendan gora Dengbêj Seyîtxanê Boyaxcî ziyaret kir
16:45 Qeyûm bi îhaleyan bi milyonan TL îsraf kir
16:01 Hevserok, hevşaredar û endamên meclîsê yên HDP’ê hatin binçavkirin
15:56 Xebatên lêgerîna Gulîstan Dokû rawestandin
15:25 Ji jinan bernameya xwendina pirtûkan
15:22 Alîkariya Şaredariya HDP'ê dabû Amedspor Qeyûm paşve xwest
15:17 ‘Li herêma ku 10 hezar karker lê dixebitin bergiriyên vîrusa koronayê tunene’
14:55 ESU’yê bertek nîşanî operasyonên Tirkiyeyê da: 20 gundên Asûriyan vale bûn
14:49 Olûç: Hiqûqa Bûrhan Kûzû li Tirkiyê ferz dikin
14:40 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Îskenderûnê aşkere kir
13:42 Li Êlihê rojê tenê 250 test tên kirin
13:39 Li dijî istismara zarokan kampanya ‘Qurdeleya Şîn’ hat destpêkirin
13:32 Rojbîn Çetîn 11 rojin di bin çavan de ye
13:22 Piştî 10 rojan biryara girtinê hat dayîn
13:18 18 rêxistinên mafên mirovan: Tirkiye li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê sûcê komkujiya nîjadî dike
12:46 Di doza Tuncel de beraet: Dadger nikare bi xwendina niyetê tevbigere
12:43 Li Wanê şahî û çalakî carek din hatin qedexekirin!
12:11 Kujerê Karaman dîsa negirtin
Dayika Karaman: Hûn her roj me qetil dikin
12:07 Cenazeyên 2 karkerên agiriyî 4 roj in li Cezayîrê tên sekinandin
11:28 HDP di pêngava duyemîn de dest bi Hevdîtinên Demokrasiyê dike
11:02 21 salin heman polîtîka: Zarokên kurd ên terorîst!
10:40 Avê Arpê gel perçe kir lê dîrok û bîranînên wan perçe nekir
10:13 Bi mehan e qargoyan nadin girtiyên li Girtîgeha Patnosê
10:12 Cenazeyê paneberek din jî li Gola Wanê hat dîtin
10:07 Serokên Baroyan vegeriyan bajarên xwe: Her tişt nû dest pê dike
09:54 Hevserokê HDP’ê yê berê Alturk jiyan xwe ji dest da
09:06 'Hesreta me bûye dilopek av'
09:06 EGE TUHAY-DER: Girtiyên nexweş li ber mirinê ne
09:05 Xizmetkarên tenduristiyê dê serlêdana sûc bikin
09:04 Hatîmogullari: Dixwazin me bikin yek tîp
09:04 Qeyûm gelek AKP'î li ser 'Lazimî heye' xistin karê şaredariyê
09:04 ‘Bi van êrîşan hewl didin statûya kurdan asteng bikin’
09:04 12 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya Girtîgeha Rihayê didome
09:00 ROJEVA 06'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:31 Komîsyona Edaletê daxwaza pergala Pir-Baroyî qebûl kir
05/07/2020
22:24 3 kesên xwestin xwe hênik bikin xeniqîn
21:39 5 hezar û 225 welatî mirin
21:25 Rêxistinên ciwanan dê qurbaniyên Pirsûsê li Guvenparkê bibîr bînin
20:56 Dayika Gulistan dilorîne:
Nizanim Gulistana min çi kirin
Birîndar kirin
Weyla li minê weyla li minê weyla li minê lê biçûka minê
20:28 Jinan li dijî tundiyê dest bi kampanya ‘Em dikevin tevgerê' kirin
19:49 Rêxistinên civakî li dijî tecrîdê daketin qadê
18:41 Hêjmara kesên di teqîna fabrîqeya de mirin bû 6
17:00 Pêkhateyên Şengalê şandeya hikûmeta Iraqê ku Şengal ziyaret kir protesto kir
16:53 Careke din li Elbakê lehî rabû
16:37 Serokê Baroyan cubbe diyarî endamên komîsyonê kir
16:34 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî spartin axê
15:53 SOHR: TSK'ê hêzeke din a mezin şand Idlibê
15:44 Rêveberiya Xweser tedbîrên nû li dijî Covît-19 girtin
15:12 Heywanên gundiyan ji bêavî mirin
15:11 Rêveberên TUM BEL-SEN'ê Îkram Mihyaz ê 26 sal berê hat kuştin bibîr anî
13:40 Di teqîna li Efrînê de kesek mir
13:38 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî jiyana xwe ji dest da
13:20 'Em ê li Peymana Stenbolê xwedî derkevin'
12:00 2 karkerên bi karebayê ve zeliqîn mirin
11:48 Prz. Arin: Eger peymana Stenbolê betal bikin dê tundî zêde bibe
11:44 ‘Heya ku pêşnûme paşve bê kişandin em ê têbikoşin’
11:16 Li Girê Dûpişkê şer dijwar bû
10:37 Banga koronayê li Şirnexiyan kirin: Bergiriyên xwe bigirin
09:52 DÎSK: Li ser daxwaza patronan qerantîna rakirin
09:23 'Heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin ewilî dê jin ji kar bên derxistin'
09:22 Hem nexweşî zêde ye hem av tune
09:20 Dozger zaroka 13 salî kir endama rêxistinê û hewce bi doza kuştinê nedît
09:18 Parêzvanê mafê mirovan: Dadgehê li rezîltiya xwe mikur hat
09:15 Karker: Betalkirina tazmînata kidemê fermana mirina me ye
09:12 Dolmîşvan li ber şaredariya AKP'î di çalakiyê de ne
09:10 Hevjîna Prof. Dr. Halûk Savaş: Ên piştgirî dan îqtidarê û bêdeng man jî berpirsiyar in