Evran: Bi destûra Amerîkayê êrişên li dijî Başûr hatine destpêkirin

  • rojane
  • 09:13 8 Tîrmeh 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Seyît Evran ê demek dirêje li Herêma Kurdistanê rojnamegeriyê dike bal kişand ser rewşa herêmên Rojava û Başûr û destnîşan kir ku êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmê bi beşek bi destûra Amerîka pêk tê û beşek din jî ya êrişan bi jî bi piştgiriya PDK’ê pêk tên. Evran got kurd li dijî êrişan dikarin bi avakirina Yekîtiya Neteweyî bi ser bikevin û destkeftiyên xwe biparêzin.  

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) par li dijî deverên Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi operasyona leşkerî kiribû. Hêj ev êriş didomiyan îsal jî TSK'ê di 15'ê hezîranê de li dijî heman deveran an go herêma Bradostê dest bi operasyona bejahî û hewayî ya leşkerî kir. Di êrişên Tirkiyê yên li dijî deverên Başûrê Kurdistanê de gelek welatiyên sivîl hatine kuştin û bi dehan gund ji operasyona Tirkiyê neçar mane werin valakirin. Her ku diçe êriş zêde dibin û li qadek berfireh belav bûye. Di van êrişan de ziyanek mezin li xwezayê dibe û gelek dever şewitîne. Her wiha di heman demê de êrişên Tirkiyê li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pêk tên. 
 
Rojnameger Seyît Evran ê ku demek dirêj e êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dişopîne derbarê van oprasyonan de pirsên ajansa me bersivand. 
 
Ji roja ku şoreşa Rojava dest pê kiriye heta niha hûn şer û qewimandinên li wir dişopînin. Niha li Rojava rewş çi ye û çi diqewim? 
 
 Bi kurtasî li Suriyê rewşeke awarte heye. Tirkiye jî dixwaze  ji vê aloziyê sûd werbigire û bi vî awayî polîtîkaya dagirkirinê pêk bîne. Lê armanca wan ya yekem ew e ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tune bikin. 
 
Li Rojava êrîşên ku bi destê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê tên meşandin, bênavber didomin. Di heman demê de li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî qirkirina kurdan jî berdewam dike. Li van herêman mirov tên revandin û beramberî vê fidye tê xwestin. Kesên ku ji hêla van hêzan ve tên îstîsmarkirin, pişt re jî tên qetilkirin. Ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve di nava rojê de bi dehan mirov tên revandin. Dewleta Tirkiyê û çeteyên Ebu Rasayn ango Zergan, li  Til Temîrê û hin herêmên Kobanê bombebaran dikin. Di êrîşan de sîvîl dibin armanc û tên qetilkirin. Di nava rojê de bi dehan êriş pêk tên. Tevî lihevkirina Rusya û Tirkiyê ya derxistina çeteyên ji Idlibê jî ew dernexistin û gelek hêz û alavên zirxî ji Idlibê re tên şandin da ku piştgiriya wan çeteyan were kirin. Li herêmê notkeyên çavdêriyên heyî yên nû hatine zêdekirin. Cihên ku hatin dagirkirin ên mîna Idlibê, Efrîn, Azez, Raî, Exterîn, Jerablus û Bab derbasî pereyên tirk  bûn. Li van herêman dibistan hatin vekirin. Avahiyên PTT’ê hatin vekirin. Hemû sazî û dezgehên dagirkeriyê hatin vekirin. Bi piştgiriya Rûsyayê ev pêk hatin. Her çiqas Rûsya vê înkar bike jî ev tişt bi destê wan pêk tê. Rûsya wek alternatîfa Beşar Esed kurê xalê wî Ramî Maxlûf derxistin holê. Ev rewşe di nava rêveberiya Sûriyê de jî bû sedemê parçebûyinê. Beşar Esed hemû mal û milkên Ramî Maxluf desteser kir. Îranê daxuyand ku ew piştgiriyê didin Beşar Esed. Amerîka jî dixwaze hêzên xwe li hin deran bicih bike. Bi kurtasî li Suriyê rewşeke awarte heye. Tirkiye jî dixwaze  ji vê aloziyê sûd werbigire û bi vî awayî polîtîkaya dagirkirinê pêk bîne. Lê armanca wan ya yekem ew e ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tune bikin. 
 
Gelek deverên girêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê, Kampa Maxmûr û Şengal tên bombebaran kirin. Di van êrişan de sivîl dibin armanc û tên kuştin, li gorî nêrîna we armanca van operasyonan çi ye û çima sivîl dibin armanc? 
 
.Di vê pêvajoyê de tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê pêk neanîn, dewleta Tirkiyê dixwaze pêk bîne. Bi van êrişan dixwaze ji gelê Maxmurê tola xwe bistîne.
 
Jixwe ji berê ve heta niha qadên sîvîl tên bombebarankirin. Lê di rojên dawî de, ev êriş zêde bûn. Şengal û Maxmur pirî caran hate bombebarankirin. Di vê pêvajoyê de tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê pêk neanîn, dewleta Tirkiyê dixwaze pêk bîne. Bi van êrişan dixwaze ji gelê Maxmurê tola xwe bistîne. Li gel hevkariya  PDK’ê dixwazin ku gel bikêşin ser xeta xwe. Niha ne tenê ev her du herêm, di heman demê de gundên Şeladizê, Sîda û Çemço jî tên  bombebarankirin. Li van deran welatiyên sivîl tên qetilkirin. Li Metînayê gundê Gulka jî tê bombebarankirin û ciwan tên qetilkirin. Li Silêmaniyê cihên seyranê Kunemasî di seatên ku herî zêde qelebalix bû hat bombebarankirin. Bêgûman bi van êrişan dixwazin ku gel bitirsînin û bi vê rêbazê jî dîl bigirin. 
 
 Hikûmeta Iraqê çima leşkerên xwe li ser sînorê herêmê bi cih kirin û sedema vê bicihkirinê çi ye gelo? 
 
Jixwe cihên ku leşker hatin bicihkirin, êrişên dagirkeriyê pêk nayên. Ev yek bêyî destûra DYA’yê nehatin bicihkirin. Li vir pirsek dikeve hişê mirovan, ew jî ew e ku li vir Amerîka bi Tirkiyê û Iraqê re li hev kiriye û biryar da ku statûbûna Başûr ji holê rake.
 
Iraqê 30 sal berê leşker şandin wê herêmê. Ango piştî di serhildana sala 1991’an de leşker hatin bicihkirin. Cihên ku leşker lê hatine bicihkirin ne sînor e. Lê pişt re hat dîtin ku armanc ne ji bo sekinandina êrişên Tirkiyê bû. Jixwe cihên ku leşker hatin bicihkirin, êrişên dagirkeriyê pêk nayên. Ev yek bêyî destûra DYA’yê nehatin bicihkirin. Li vir pirsek dikeve hişê mirovan, ew jî ew e ku li vir Amerîka bi Tirkiyê û Iraqê re li hev kiriye û biryar da ku statûbûna Başûr ji holê rake. Hêzên Amerîka di nava yeksengiyê de ne. Ji ber wê jî mirov nikare bibêje ku ji bo Iraq û Tirkiyê yeksengî bike biryareke bi vî awayî da. Lê li gel şandina leşkeran tu tê armanckirin mirov nikare wê bibêje. Dibe ku bi vê pêngavê dixwazin ku Tevgera Azadiya Kurd bêbandor bikin. Lê baş tê zanîn ku piştî van êrişan wê hemû rêxistinên kurd bibin armanca êrişan. 
 
Ji bo yekrêziya kurdî ya di navbera hêzên Rojava de Amerîka û Fransayê çima xwest pêşengiyê bike û bi vê rêbazê çi kirine armanca xwe?  
 
 Li gorî çavderiyên min Amerîka li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û dixwaze kesên ku polîtîkayên wê esas digire bike tifaq. Lê berevajî vê kesên ku azadiyê dixwazin û ji bo vê tedikoşîn, nahêle bibin yek û yekitiya wan asteng dike.
 
Li gorî min Amerîka ji bo avakirina yekitiya gelê kurd di nav hewlêdanekî de nîne. Li gorî çavderiyên min Amerîka li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û dixwaze kesên ku polîtîkayên wê esas digire bike tifaq. Lê berevajî vê kesên ku azadiyê dixwazin û ji bo vê tedikoşîn, nahêle bibin yek û yekitiya wan asteng dike. Pêngava ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat destpêkirin, Rêveberiya Xweser a Demokratîk û PDK’ê nêzî hevdû nake û li gorî min ji bo ku gelê kurd ji Tevgera Azadiyê dûr bikeve di nav hewlêdanan de ne. Jixwe li gel erêkirina Amerîka li dijî gelê kurd êriş zêde bûn. 
 
 Li Herêma Kurdistanê hêzên kurd nexwedî yekrêziyek kurdî ne, sedemên ku hêzên herêmê nabin yek çi ye gelo?
 
 Ji ber vê yekê jî hêzên Başûr bi tu awayî nabin yek. Lê tişta din a girîng jî ew e ku hêzên mêtînger nahêlin ku ev yekitî ava bibe. Ango Tirkiye bandoreke mezin li ser PDK’ê dike û ev jî yekitiya PDK’ê, YNK’ê û PKK’ê asteng dike.
 
Çend sedemên vê hene. Sedema yekem ew e ku nakokiyên dîrokî hene. Lê dema ku mirov lê dinêre jî di navbera wan de nakokiyeke bîrdozî tune ye. Ango ji xeynî ku navbera xwe de îqtîdarbûyinê parve bikin, li dijberî wê li ser hevdû îqtîdarbûnê ava dikin. Ji bo ku hevdû biqedînin û tune bikin dixebitin. Ji ber vê yekê jî hêzên Başûr bi tu awayî nabin yek. Lê tişta din a girîng jî ew e ku hêzên mêtînger nahêlin ku ev yekitî ava bibe. Ango Tirkiye bandoreke mezin li ser PDK’ê dike û ev jî yekitiya PDK’ê, YNK’ê û PKK’ê asteng dike. Her wiha ji aliyeke din ve jî bandora Îranê li ser YNK’ê heye û ev jî dibe sedemê nelihevhatinê. 
 
Tê îdiakirin ku li qadên ku hêzên Peşmerge lê hene leşkerên tirk hatine bicihkirin, ger ku tiştek wiha hebe sedemê vê yekê çiye gelo? 
 
Jixwe leşkerên ku li herêmê hatin bicihkirin, tev ji kurdên herêmê pêk tê. Ji ber vê yekê jî ez bawer nakim ku li ser kurdên herêmê êrîşeke teybet hebe. Ji xeynî wê peşmergeyên ku li wir hatine bicihkirin, eşîrên herêmê ne. Jixwe navbera wan û PDK’ê nebaşe. Her wiha eşîrên ku li wê herêmê, di dîrokê de heta roja me ya îro, tu wextan desthilatdarî qebûl nekirine. PDK’ê ji bo ku xwe nêzî wan bike, ji wan pêşmerge afirandin. Lê rastiyek heye, peşmergeyên wê herêmê tu caran bi fermana PDK’ê tevnegeriyan. Ger ku tiştek wisa hebûya wê di navbera PDK’ê û Tevgera Azadiya Kurd de pêvçûnên dijwar biqewimiyana. 
 
 Demek dirêj e Yekîtiya Neteweyî ya Kurd di rojeva hêz û siyaseta gelê kurd de ye, li gorî rewşa heyî wê gelê kurd serkeftinek çawa bi dest bixe? 
 
Gelê kurd bi avakirina Yekitiya Neteweyî dikare serkeftineke mezin bi dest bixe. Ger ku gelê kurd nebe yek, wê serkeftinên heyî jî têk biçin.
 
Gelê kurd tenê bi Yekîtiya Neteweyî dikare bi ser bikeve. Ez dixwazim bi gotineke gelê herêma başûr vê şîrove bikim 'Dijminên gelê kurd çiqas dijminên hev bin jî dema ku mijar dibe gelê kurd şerê dijberî hev didin sekinandin.' Lê em kurd çima nabin yek? Gelê kurd bi avakirina Yekitiya Neteweyî dikare serkeftineke mezin bi dest bixe. Ger ku gelê kurd nebe yek, wê serkeftinên heyî jî têk biçin. Wê hikûmeta Iraqê statûya heyî ji holê rake. Îran wê binpêkirina mafên kurd zêde bike. Ji xwe hikumeta Tirkiyê hebûna kurdan qebûl nake. Niha yekem hedef ew e ku Tevgera Azadiya kurd têk bibin û bi darbeya duyemîn jî bi destê rêveberiya Başûr, Başûr bide tunekirin. Vî tiştî gelê başûr jî û siyasetmenderên heremê jî baş dizanin.  
 
MA / Zeynep Dûrgût - Mujdat Can
 
 

Sernavên din

10/07/2020
20:31 23 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:23 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayîka Taybet hat vekirin
17:00 Ciwanan ji bo 33 qurbaniyan ‘meşa edaletê’ li dar xist
16:26 Di Doza Nisêbînê de cezakirina 47'emîn
16:04 SES: Li nexweşxaneyan şewba Covît 19 ji sedî 51 zêde bû
15:26 Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an
15:24 Parêzer meşiyan
14:53 Polîsan 4 kes li Amedê binçav kirin
14:14 Onlu ji bo betalkirina îhaleya nêçîra pezkoviyan daxwazname da Wezareta Daristanê
14:08 Di bîranîna Garê de ji bo Pirsûsê bang kirin
13:46 Gunay: Li dijî êrîşên cudakariyê nakin divê em bi hevre têbikoşin'
13:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn: Berpirsiyar dewlet e
12:48 Ferda Îldan di serdegitina malê de hat binçavkirin
12:31 Serokê Baroya Îzmîrê Yucel: Bi vê guhertinê civakê çavtirsandî dikin
12:26 Ji bo kesên hatin binçavkirina hevdîtina parêzeran qedexe kirin
11:51 Di keştiya noqî avê bû de hejmara miriyan derket 16'an
11:38 'Bi peymana Îstanbulê wekheviya jinan dikin armanc'
11:29 Hevdîtina Îlham Ehmed û Ann Lînde Tirkiyê aciz kir
11:23 Bi ser avahiya HDP'ê ya Hezoyê de girtin
10:54 Kanên komirê yên çem qirêj dikin ceza kirin
10:49 Tecrîdkirina Ocalan bir rojeva Meclîsê
10:37 Parlamenterên HDP’ê: Di doza malbata Şenyaşar de kî çi vedişêre?
10:29 Serokên baroyan şeva xwe li ser bank û kaşûnka derbas kirin
09:04 BEKSAV ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyayeke hunerî li dar dixe
09:04 Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî: Me çinareke sedsalî winda kir
09:04 Ma wê jineke extiyar û nexweş çawa karibe bireve?
09:04 ‘Heger tiştek neyê kirin wê Denîz jiyana xwe ji dest bide'
09:04 Bênavber êrîş birin hem ser miriyan hem jî goristanan
09:04 Korona û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Botanê jî dike
09:04 'Şaredarî pirsgirêka ava taxan çareser nake'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Polîsan li Edene û Mêrsînê derî şikandin û gelek kes binçav kirin
09/07/2020
21:39 Parêzerê Şenyaşaran: Îdianame ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin
20:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 300
17:31 Dayik Şenyaşar: Hecî li ber çavên min kuştin
16:45 Serdozger: Derbarê hejmara kesên di kelekê de gotinên hevnegirtî hene
16:14 Ji bo rojnameger Azîz Orûç edalet hat xwestin
15:19 Dolmîşa karkerên çandiniyê qelibî
15:11 Jinan got: Heya Meclîs bê girtin em ê di nobetê de bin
15:11 Serokên baroyan ku gihîştin Enqereyê dîsa hatin dorpêçkirin
15:06 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang li Dadgeha Bilind kirin
14:31 TMMOB’ê bang li DEDAŞ’ê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin
13:58 Hevşaredarê Cizîrê Zirig ji doza ‘pesnê’ hat beratkirin
13:17 ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê diyar bû
12:46 Li Sakaryayê teqîn: 3 leşker mirin
12:41 Encumenên Şaredariya Farqînê negirtin civînê
12:24 ÎHD: Girtîgeh ji bo jiyana Ozbek û Oyûnlû bi rîske
12:15 Danişîna malbata Şenyaşar dest pê kir
11:57 Daneşîna Bîlgen taloq bû
11:45 Serokên Baroyan parêzer vexwendin Enqerê: Em ê di nobetê de bin
11:01 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:43 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:18 Walî ji xwişka Doku re got: Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be
09:56 Ji ber ku daxwazname nenivîsand girtî ‘endamê aktîf ê rêxistinê’ hat hesibandin!
09:24 'Em ê li dijî îşkenceyê îsyana xwe mezin bikin’
09:24 Berdevkê Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir:Vegera Şêniyên Şengalê li dijî êrişan bersiva herî xurte
09:23 Heskîfa 12 hezar salan 'bi awayê wê yê nû' hat rûxandin
09:22 Akademiya Uvercînkayê vebû
09:22 Serokê Baroya Mêrsînê: Pir baro projeyeke FETO'yê ye
09:21 Ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyaya 'edaletê'
09:20 ‘Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine'
09:20 ‘Gavên tên avêtin hemû divê ji bo yekîtiyê bin'
09:19 Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiya lez daye xebatên xwe
09:10 Ji Ma Muzîkê projeyeke nû: Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08/07/2020
20:13 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 282
16:11 Piştî mehekê kelemçeya di piyê Alinak de hat vekirin
16:06 Ji bo jinên ku wezaretê dagir kiribû daxwaza girtinê hat kirin
15:56 Keleka ku li Gola Wanê noqî avê bûbû di kûrahiya 107 metreyan de hat dîtin
15:36 HDP’ê bi protestoyê dest bi hevdîtinên teklîfa pir baroyan kir
14:48 Dema bidawîbûna çalakiya xwe ragihand hat binçavkirin
13:56 Beyî ku bibe qeyûm çû!
13:56 Girtiyan bi xwesteka bên dermankirin dest bi grevê kirin
13:08 Dayika Aştiyê Ozbek bi hêceta ‘gumana revê heye’ nehat berdan
12:43 Ozsoy: PKK ne li Sûriye û Iraqê li Enqereyê hat damezrandin
12:19 Ala tirk li ser deriyê mala wê xêz kirin
11:26 Ji bo danişîna ku sibê bê dîtin banga piştevaniyê kir
11:22 Li Rihayê 3 siyasetmedar hatin binçavkirin
11:15 5 ciwanên HDP’yî hatin girtin
11:14 Li Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin
10:58 Li Licê mayîn û topên hewanê yên neteqiyayî hatin dîtin
10:57 Aydin: Îqtîdar ji hêza baroyan ditirse
10:37 8 daîreyên Dadgeha Bilind tên girtin
10:24 Li Panosê Xeta Mor vebû
10:17 'Sitargeh û dewlet jinan naparêz in’
09:52 Kesek din ji ber teqînê hat girtin
09:20 'Em bi hev re pêşî li şewitandina pirêzeyan bigirin'
09:19 Kesa li şaredariya qeyûm 'îhaleya xeyalî' çêkiribû jî ji peywirê hat girtin
09:19 Dûrmûş: Di tazmînata kidemê de daxwazên îqtidar û sermayeyê li hev dertên
09:18 Serdaroglû: Heger pêşnûma berpêşî Meclîsê bê kirin wê bi milyonan karker bimeşin
09:17 Doza gorên komî birin AYM'ê
09:17 Yuce: Têkoşîna jinan ne di avahiyan de ye, li qadane
09:16 Di karê xwe yê 25 salan de bedêla keda xwe nagire
09:15 Patron cudakariya sendîkayan li karkeran dike
09:13 Evran: Bi destûra Amerîkayê êrişên li dijî Başûr hatine destpêkirin
09:11 Li Wanê heqê kîraya xaniyan 2300 TL derbas kir
09:00 ROJEVA 08'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:51 Di şewata daristanê de 6 kes mirin û 9 kes birîndar bûn