Bênavber êrîş birin hem ser miriyan hem jî goristanan

  • rojane
  • 09:04 10 Tîrmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî "pêvajoya çareseriyê" hat bidawîkirin ezyeta li cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane û êrîşên li ser gorên wan zêde bûn. Di salên dawî de bi qasî hatiye tespîtkirin herî kêm 47 caran êrîşî goristanan hatiye kirin û hewldanên hiqûqî yên di vî warî de jî bê encam mane. 

Piştî "pêvajoya çareseriyê" ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dihat kirin, di Adara 2015'an de bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê ku  Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan red kiribû, pêvajoya şerî cardin dest pê kiribû. Bi vê pêvajoyê re li gelek bajran ezyet li cenazeyan hat kirin û êrîşî goristanan hat kirin. Goristanên ku cenazeyên PKK'yî, YPG'yî û YPS'yan gelek caran hem bi helîkopteran hatin bombeberankirin hem jî bi kerane û kepçeyan hatin xerakirin. 
 
CENAZE DI BIN PEYARÊYAN DE VEŞARTIN 
 
Li Amed, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Sêrt, Colemêrgê gelek caran goristan hatin texrîbkirin. Bi taybetî jî êrîşa li ser goristan û cenazeyan piştî qedexeyên derketina derve yên li bajarên herêmê hatibûn îlankirin zêde bûn. Herî zêde goristanên li Licê û Geverê hatin texrîbkirin. Di vê pêvajoyê de 282 cenazeyên PKK'yiyan ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û ew biribûn li kîlyosê di bin peyarêyekê de veşartibûn. 
 
Ji Cotmeha 2015'an heya niha biq asî hatiye tespîtkirin herî kêm 47 caran êrîşî goristanan hatiye kirin. Her wiha hwldanên hiqûqî yên di vî warî de jî bê encam man. 
 
Ji êrîşên hatine tespîtkirin hin jê ev in: 
 
* 2015; Li Çiyayê Bagokê "Şehîdgeha Agîd Sûrûc" hat rûxandin. 
 
* 17'ê Cotmeha 2015'an; eskeran "Şhîdgeha Şehîd Cûma û Şehîd Binefş" a li herêma Çiyayê Cûdî texrîb kir. 
 
* 18'ê Cotmeha 2015'an; "Şehîdgeha Sûna Çîçek û Dixtor Baran" a li gundê Zagê yê Dersim ku cenazeyên PKK'iyan lê hatibû definkirin û hestiyên kesên di Komkujiya 38'an a Dersimê de jiyana xwe ji dest dabûn lê bûn, bi helîkopterê hat bombeberankirin. Her wiha cemxaneya li goristanê jî hat rûxandin. 
 
* 18'ê Cotmeha 2015'an; "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê hat texrîbkirin. 
 
* 22'yê Cotmeha 2015'an; "Şehîdgeha Mawayê" ya li sêgoşeya sêrt, Mêrdîn û Êlihê de bi kemçeyan hat rûxandin. 
 
* 4'ê Mijdara 2015'an; goristana li Taxa Pirêjman a navçeya Pîran a Amedê û mizgeft û mêvanxaneya li goristanê hat bombebarankirin. 
 
* 12'ê Mijdara 2015'an; "Şehîdgeha Şehîd Kûrtay Feraşîn" a Meydana Kolya ya Bêşebaba Şirnexê hat bombebarankirin. 
 
* 22'yê Mijdara 2015'an; "Şehîdgeha Şehîd Harûn" a li Licêya Amedê bi wesayîtên zirxî hat texrîbkirin.  Di êrîşê de mizgeft, eywana bêhnvedanê, pirtûkxane, kanî û tabela serobino bûn, ji 140 goristanên HPG'iyan 78 jê texrîb bûn. 
 
* 1'ê Gulana 2016'an; polîsan gorên PKK'yî, HPG'yî û YPG'yiyên li Goristana Yenîkoy a Amedê texrîb kirin. 
 
* 16'ê Sibata 2017'an; Kêlikên 23 gorên li Goristana Îkîztepe ya Êlihê bi fermana dozgerî û şaredariya qeyûm tayinî wê hatiû kirin hatin guherandin. 
 
* 21'ê Sibata 2017'an; gorên li Goristana Yenî Mahalle ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat texrîbkirin. Li ser gelek goran nivîsa "T.C." hat nivîsandin. 
 
* 7'ê Nîsana 2017'an; bi talîmata walî û qeyûm Osman Kaymak eskeran gora Sancar Bûlûç û Baran Çetînkaya yên HPG'Î yên li gundê Surekê yê navçeya Mazgîrt a Dersimê texrîb kirin. 
 
* 28'ê Nîsana 2017'an; goristana li Taxa Orman a navçeya Gever a colemêrgê hat texrîbkirin û polîsan li ser kêlikên goran "leş" nivîsandin. 
 
* Mijdara 2017'an; "Şehîdgeha Şehîd Kûrtaya Feraşîn" careke din hat rûxandin. Her wiha li kêleka wê baregeheke eskerî hat çêkirin. 
 
* 12'ê Hezîrana 2017'an; li Dersimê gora bîrdariyî ya Sakîne Cansiz ku di 9'ê Çileya 2013'an de tev, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê bê hatibû kuştin, hat texrîbkirin. 
 
* 26'ê Hezîrana 2017'an; "Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed" a li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê ji aliyê eskerean ve hat rûxandin. Her wiha 2 konteynerên ku wekî mêvanxaneyê dihatin bikaranîn jî hatin rûxandin. 
 
* 14'ê Îlona 2017'an; komeke nijadperest êrîş birin ser gora Hatûn Tûglûk (Dayika Aysel Tûglûkê). Liser vê êrîşî cenaze ji gorê hat derxistin û li Dersimê hat definkirin. 
 
* 29'ê Cotmeha 2017'an; polîsan gorên li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê texrîb kir. 
 
* 1'ê Mijdara 2017'an; "Goristana Şehîd Resûl û Şehîd Azîme" ya li herêma Herekolê ya Sêrtê hat texrîbkirin. 
 
* 19'ê Kanûna 2017'an; Ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê cenazeyê 282 PKK'yiyan hatin derxistin, goristan hat rûxandin. 
 
* 26'ê Kanûna 2017'an; Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê careke din hat texrîbkirin. Kêlikên goran bi makîneyên spîralê hatin texrîbkirin. 
 
* 29'ê Adara 2019'an; li gundê Haciya Kurda yê Bismilê eskeran gorên HPG'yî û YPG'iyayn texrîb kir. 
 
* 4'ê Hezîrana 2019'an; "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê careke din hat texrîbkirin. 
 
* 30'yê Îlona 2019'an; gora Mahmût Alinbay a li Pîran a Amedê, cara 6'an hat texrîbkirin. 
 
* 4'ê Nîsana 2020'an; li gundê Hespîs ê navçeya Hezex a Şirnexê, eskeran kêlikên 6 gorên PKK'yiyan perçe kirin. Her wiha eskeran di sala 2016'an de jî heman gor rûxandibûn û piştî rûxandinê gundiyan dîsa ew çêkiribûn. 
 
* 17'ê Nîsana 2020'an; Kêlikên gorên HPG'yiyan ên li hin gundên Mazgirt a Mûşê û navendê hatin şikandin. 
 
* 18'ê Nîsana 2020'an; li Kanîreş a Çewligê ji malbata Zamanî Çakmakê HPG'î ku di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dabû, hat xwestin ku kêlika gorê rakin. 
 
* 24'ê Nîsana 2020'an; Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê telefonî malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane kir û ji wan xwest ku kêlikên goran bişkînin, tîpên alfabeya kurdî X, W, Q'yê jê bibin. 
 
* 26'ê Nîsana 2020'an; Li Gever a Colemêrgê goristana li Taxa Ormanê cara 6'an hat texrîbkirin. Goristana Suleyman Aksû ku li Pirsûsê tevî 32 hevalên xwe di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû jî hat texrîbkirin. 
 
* 22'yê Gulana 2020'an; Goristana li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê hat texrîbkirin. Mermerên ku navê kesên jiyana xwe ji dest dayî hatin perçekirin. 
 
* 25'ê Gulana 2020'an; Goristana li Gundê Şemsê yê Heskîf a Êlihê careke din hat texrîbkirin, alaya tirk bi darên goristanê ve hatin daliqandin. 
 
* 8'ê Hezîrana 2020'an; Wêneyê li ser gora nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr hat rakirin. Akdemîr, di sala 1992'yan de di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû. 
 
* 10'ê Hezîrana 2020'an; Goristana li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê hat texrîbkirin. 
 
* 12'ê Hezîrana 2020'an; Li mezrika Goçxar a gundê Balicnê yê Licê ya Amedê gora Ridvan Mûtlû û Mehmet Mûtlû yên HPG'î hatin texrîbkirin. 
 
* Li Karakopru, Wêranşar û Pirsûsê ya Rihayê goristana HPG'iyan û gorên kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin texrîbkirin. 
  
* Li Taxa Olûklû ya Meletiyê kêlika gora Volkan Bora hat şikandin. 
 
* Li navçeya Edîş a Wanê, gorên gelek HPG'iyan hatin texrîbkirin. 

Sernavên din

10/07/2020
20:31 23 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:23 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayîka Taybet hat vekirin
17:00 Ciwanan ji bo 33 qurbaniyan ‘meşa edaletê’ li dar xist
16:26 Di Doza Nisêbînê de cezakirina 47'emîn
16:04 SES: Li nexweşxaneyan şewba Covît 19 ji sedî 51 zêde bû
15:26 Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an
15:24 Parêzer meşiyan
14:53 Polîsan 4 kes li Amedê binçav kirin
14:14 Onlu ji bo betalkirina îhaleya nêçîra pezkoviyan daxwazname da Wezareta Daristanê
14:08 Di bîranîna Garê de ji bo Pirsûsê bang kirin
13:46 Gunay: Li dijî êrîşên cudakariyê nakin divê em bi hevre têbikoşin'
13:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn: Berpirsiyar dewlet e
12:48 Ferda Îldan di serdegitina malê de hat binçavkirin
12:31 Serokê Baroya Îzmîrê Yucel: Bi vê guhertinê civakê çavtirsandî dikin
12:26 Ji bo kesên hatin binçavkirina hevdîtina parêzeran qedexe kirin
11:51 Di keştiya noqî avê bû de hejmara miriyan derket 16'an
11:38 'Bi peymana Îstanbulê wekheviya jinan dikin armanc'
11:29 Hevdîtina Îlham Ehmed û Ann Lînde Tirkiyê aciz kir
11:23 Bi ser avahiya HDP'ê ya Hezoyê de girtin
10:54 Kanên komirê yên çem qirêj dikin ceza kirin
10:49 Tecrîdkirina Ocalan bir rojeva Meclîsê
10:37 Parlamenterên HDP’ê: Di doza malbata Şenyaşar de kî çi vedişêre?
10:29 Serokên baroyan şeva xwe li ser bank û kaşûnka derbas kirin
09:04 BEKSAV ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyayeke hunerî li dar dixe
09:04 Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî: Me çinareke sedsalî winda kir
09:04 Ma wê jineke extiyar û nexweş çawa karibe bireve?
09:04 ‘Heger tiştek neyê kirin wê Denîz jiyana xwe ji dest bide'
09:04 Bênavber êrîş birin hem ser miriyan hem jî goristanan
09:04 Korona û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Botanê jî dike
09:04 'Şaredarî pirsgirêka ava taxan çareser nake'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Polîsan li Edene û Mêrsînê derî şikandin û gelek kes binçav kirin
09/07/2020
21:39 Parêzerê Şenyaşaran: Îdianame ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin
20:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 300
17:31 Dayik Şenyaşar: Hecî li ber çavên min kuştin
16:45 Serdozger: Derbarê hejmara kesên di kelekê de gotinên hevnegirtî hene
16:14 Ji bo rojnameger Azîz Orûç edalet hat xwestin
15:19 Dolmîşa karkerên çandiniyê qelibî
15:11 Jinan got: Heya Meclîs bê girtin em ê di nobetê de bin
15:11 Serokên baroyan ku gihîştin Enqereyê dîsa hatin dorpêçkirin
15:06 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang li Dadgeha Bilind kirin
14:31 TMMOB’ê bang li DEDAŞ’ê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin
13:58 Hevşaredarê Cizîrê Zirig ji doza ‘pesnê’ hat beratkirin
13:17 ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê diyar bû
12:46 Li Sakaryayê teqîn: 3 leşker mirin
12:41 Encumenên Şaredariya Farqînê negirtin civînê
12:24 ÎHD: Girtîgeh ji bo jiyana Ozbek û Oyûnlû bi rîske
12:15 Danişîna malbata Şenyaşar dest pê kir
11:57 Daneşîna Bîlgen taloq bû
11:45 Serokên Baroyan parêzer vexwendin Enqerê: Em ê di nobetê de bin
11:01 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:43 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:18 Walî ji xwişka Doku re got: Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be
09:56 Ji ber ku daxwazname nenivîsand girtî ‘endamê aktîf ê rêxistinê’ hat hesibandin!
09:24 'Em ê li dijî îşkenceyê îsyana xwe mezin bikin’
09:24 Berdevkê Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir:Vegera Şêniyên Şengalê li dijî êrişan bersiva herî xurte
09:23 Heskîfa 12 hezar salan 'bi awayê wê yê nû' hat rûxandin
09:22 Akademiya Uvercînkayê vebû
09:22 Serokê Baroya Mêrsînê: Pir baro projeyeke FETO'yê ye
09:21 Ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyaya 'edaletê'
09:20 ‘Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine'
09:20 ‘Gavên tên avêtin hemû divê ji bo yekîtiyê bin'
09:19 Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiya lez daye xebatên xwe
09:10 Ji Ma Muzîkê projeyeke nû: Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08/07/2020
20:13 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 282
16:11 Piştî mehekê kelemçeya di piyê Alinak de hat vekirin
16:06 Ji bo jinên ku wezaretê dagir kiribû daxwaza girtinê hat kirin
15:56 Keleka ku li Gola Wanê noqî avê bûbû di kûrahiya 107 metreyan de hat dîtin
15:36 HDP’ê bi protestoyê dest bi hevdîtinên teklîfa pir baroyan kir
14:48 Dema bidawîbûna çalakiya xwe ragihand hat binçavkirin
13:56 Beyî ku bibe qeyûm çû!
13:56 Girtiyan bi xwesteka bên dermankirin dest bi grevê kirin
13:08 Dayika Aştiyê Ozbek bi hêceta ‘gumana revê heye’ nehat berdan
12:43 Ozsoy: PKK ne li Sûriye û Iraqê li Enqereyê hat damezrandin
12:19 Ala tirk li ser deriyê mala wê xêz kirin
11:26 Ji bo danişîna ku sibê bê dîtin banga piştevaniyê kir
11:22 Li Rihayê 3 siyasetmedar hatin binçavkirin
11:15 5 ciwanên HDP’yî hatin girtin
11:14 Li Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin
10:58 Li Licê mayîn û topên hewanê yên neteqiyayî hatin dîtin
10:57 Aydin: Îqtîdar ji hêza baroyan ditirse
10:37 8 daîreyên Dadgeha Bilind tên girtin
10:24 Li Panosê Xeta Mor vebû
10:17 'Sitargeh û dewlet jinan naparêz in’
09:52 Kesek din ji ber teqînê hat girtin
09:20 'Em bi hev re pêşî li şewitandina pirêzeyan bigirin'
09:19 Kesa li şaredariya qeyûm 'îhaleya xeyalî' çêkiribû jî ji peywirê hat girtin
09:19 Dûrmûş: Di tazmînata kidemê de daxwazên îqtidar û sermayeyê li hev dertên
09:18 Serdaroglû: Heger pêşnûma berpêşî Meclîsê bê kirin wê bi milyonan karker bimeşin
09:17 Doza gorên komî birin AYM'ê
09:17 Yuce: Têkoşîna jinan ne di avahiyan de ye, li qadane
09:16 Di karê xwe yê 25 salan de bedêla keda xwe nagire
09:15 Patron cudakariya sendîkayan li karkeran dike
09:13 Evran: Bi destûra Amerîkayê êrişên li dijî Başûr hatine destpêkirin
09:11 Li Wanê heqê kîraya xaniyan 2300 TL derbas kir
09:00 ROJEVA 08'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:51 Di şewata daristanê de 6 kes mirin û 9 kes birîndar bûn