Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî: Me çinareke sedsalî winda kir

  • rojane
  • 09:04 10 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Hevalên Seyîdxanê Boyaxcî yên dengbêj ku li Amedê dimînin qala Boyaxcî kirin û gotin: “Seyîtxan, dengbêj û dîrok bû. Me çinareke sed salî winda kir.”

Dengbêj Seydo Şîmşek ku wekî “Seyîdxanê Boyaxçî” û “Bilbilê Amedê" dihat naskirin di sala 1923’an de li gundê Lêxerî yê girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê tê dinê. Boyaxçî ku gava 2 salî bûye dayika xwe û gava 4 salî bûye jî bavê xwe winda dike, ji aliyê apê xwe ve tê mezinkirin û zarokatiya wî bi şivaniyê derbas dibe. Boyaxçî, di 15 saliya xwe de li navenda Amedê bi cih dibe û li navçeya Sûrê dest bi boyaxkirina pêlavan dike û tam 25 salan vî karî dike. Piştî ku kar û barê, şer tû mercên zor zehmet êdî êdî tenê dengbêjiyê dike. Boyaxçî, li Mala Dengbêjan a li Sûr a Amedê her roj distrê, lê belê piştî salên dûr û dirêj dengbêjiyê, rewşa tenduristiya wî nebaş dibe. Piştî tedawiyek giran, rewşa wî girantir dibe û felcî dibe û di demên xwe yê dawî de di nav ciya de dimîne. Boyaxçî, bi qasî salekê di nav ciyan de dimîne û di 5’ê Tîrmeh a 2020'an de jiyana xwe ji dest dide. 
 
Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî yên dengbêj ku li Amedê dimînin der barê jiyana wî de axivîn. Hevalên wî diyar kirin ku çinareke sedsalî û dîrokek winda kirin. 
 
DÎROKEK WINDA KIRIN
 
Dengbêj Emerê Entaxî, anî ziman ku Seyîdxanê Boyaxçî di sala 1999’an de naskiriye û got: “Ez di sala 1999’an de li Deriyê Çiyê bûm, biraziyekî min hat got ‘apo îşev bernameyeke dengbêjan li Deriyê Çiyê heye tu nayê em herin wê derê.’ Min jî hez dikir ku herim û em çûn. Min kasetên Seyîdxan guhdar kiribûn lê min ew rû bi rû nas nedikir. Em çûn wir, biraziyê min got ‘Seyîdxan ev e.’ Seyîdxan weke ku em hev nas dikin gazî min kir got ‘lawikê licêyî ka were.’ Ez çûm me bi destê hev girt. Got ‘tu ji kû yî? Min bihîst ku tu dengbêjiyê dikî. Dê bikarî em bi hev re kilamekê bêjin.’ Piştî ku min pirsên wî bersivandin, di wê bernameyê de me bi hev re kilama 'Îbo Begê Parsînî' got. Wê şevê me hev nas kir. Dû re em bi hev re li Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê bûn, pişt re di sala 2007'an de Mala Dengbêjan vebû, me li wir dewam kir. Demekî nêzîk em 40 dengbêj gihiştin hev û rojê 3-4 dengbêjan kilam digot.”
 
‘ÇIQAS QALA XEBATA BIKIN HINDIK E’
 
Entaxî, anî ziman ku hezkiriyên Seyîdxan Boyaxçî zêde bûn û got: “Xwestokên wî pir bûn. Mirovekî mutewazî bû. Nefsa wî tunebû. Xwe biçûk didît. Ji ber wê her kesî jê hez dikir. Kes nikare bêje Seyîdxan dengbêjekî nîvçe bû. Dareke çinarê ya sedsalî me winda kir.” Entaxî, bilêv kir ku bi mehan jî qala xebatên Seyîdxan Boyaxçî bikin hindike û ev tişt lê zêde kirin: “Seyîdxan bi sêwîtiya xwe hatiye Amedê. Ne ziman, ne çand û ne jî dengbêjiya xwe ji bîr nekir.” Entaxî, bibîr xist ku roja Boyaxçî jiyana xwe ji dest dayî malbata wî ew agahdarkirine û got: “Roja ku Seyîdxan jiyana xwe ji dest dayî, lawê wî li min geriya, xemgîn bû. Min zanî ku tiştek heye. Got Apê Hecî bavê min wefat kiriye. Em çûn ser goristanê me defin kir. Me dîrokek û dengbêjek winda kir. Xwedê wî efû bike.” Entaxî, axaftina xwe bi kilama 'Îbo Begê Parsînî' bi dawî kir.
 
‘EW WERE KES JI ME NIKARE BISTRÊ' 
 
Dengbêj Eliyê Qerejdaxî (Ali Acun) yê 57 salî ku di 14 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kirî ye jî diyar kir ku Seyîdxanê Boyaxçî bi kilama “Hiso û Nazê” nas kiriye û got: “Wexta di sala 2003’an de Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê vebû, em li wir rûniştin û qala dengêjan hat kirin. Min jî ji hevalan re got dengbêjekî pir xweş heye. Navê wî Seyîdxanê Boyaxçî ye. Ew dengbêj were kes ji me nikare kilaman bibêje.” Qerejdaxî, anî ziman ku wexta li Mala Dengbêja ew û Seyîdxan Boyaxçî tim bi hev re bûn û axaftina xwe bi kilama “Hiso û Nazê” bi dawî kir.
 
‘ME GELEK TIŞT JI BOYAXÇÎ GIRT’
 
Yûsûfê Gocxarî (Yusuf Mizrak) yê 62 salî ku di 12 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye jî qala serpêhatiyên xwe û Seyîdxanê Boyaxçî kir û got: “Ez di zaroktiya xwe de Xalê Seyîdxan nas dikim. Wexta hêj televîzyon tune dihat li Parka Koşûyolûyê ji me re kilam digot. Mamosteyekî mezin bû. Bi mezinan re mezin bi biçûkan re biçûk bû. Me gelek tişt ji wî girt. Dengbêjekî kevin bû. Weke rêberekî bû. Mirov jê aciz nedibûn. Kesên ku navê wî bihistî dihatin pê re wêne digirtin. Wî jî ji wan re kilam digot.” 
 
Gocxarî, anî ziman ku piştî di sala 2007’an de Mala Dengbêjan vebûye Seyîdxanê Boyaxçî êdî li wir kilam gotine û got: “Di dema Mala Dengbêjan de em bi hev re bûn. Ji min re digo ‘Sedîqê Dudeng lingê xwe rakiriye te daniya şûna wî.’ Rehma Xwedê lê be mirovekî baş bû. Dikaribû her kilamê bibêje.” Gocxarî, Seyîtxanê Boyaxçî ji bo neyê ji bîr kirin di bernameyên dengbêjiyê de were bibîranîn û axaftina xwe bi gotina kilameke ku bi Seyîdxanê Boyaxçî re digot bi dawî kir.
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Engîn Çaglar
 

Sernavên din

10/07/2020
20:31 23 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:23 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayîka Taybet hat vekirin
17:00 Ciwanan ji bo 33 qurbaniyan ‘meşa edaletê’ li dar xist
16:26 Di Doza Nisêbînê de cezakirina 47'emîn
16:04 SES: Li nexweşxaneyan şewba Covît 19 ji sedî 51 zêde bû
15:26 Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an
15:24 Parêzer meşiyan
14:53 Polîsan 4 kes li Amedê binçav kirin
14:14 Onlu ji bo betalkirina îhaleya nêçîra pezkoviyan daxwazname da Wezareta Daristanê
14:08 Di bîranîna Garê de ji bo Pirsûsê bang kirin
13:46 Gunay: Li dijî êrîşên cudakariyê nakin divê em bi hevre têbikoşin'
13:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn: Berpirsiyar dewlet e
12:48 Ferda Îldan di serdegitina malê de hat binçavkirin
12:31 Serokê Baroya Îzmîrê Yucel: Bi vê guhertinê civakê çavtirsandî dikin
12:26 Ji bo kesên hatin binçavkirina hevdîtina parêzeran qedexe kirin
11:51 Di keştiya noqî avê bû de hejmara miriyan derket 16'an
11:38 'Bi peymana Îstanbulê wekheviya jinan dikin armanc'
11:29 Hevdîtina Îlham Ehmed û Ann Lînde Tirkiyê aciz kir
11:23 Bi ser avahiya HDP'ê ya Hezoyê de girtin
10:54 Kanên komirê yên çem qirêj dikin ceza kirin
10:49 Tecrîdkirina Ocalan bir rojeva Meclîsê
10:37 Parlamenterên HDP’ê: Di doza malbata Şenyaşar de kî çi vedişêre?
10:29 Serokên baroyan şeva xwe li ser bank û kaşûnka derbas kirin
09:04 BEKSAV ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyayeke hunerî li dar dixe
09:04 Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî: Me çinareke sedsalî winda kir
09:04 Ma wê jineke extiyar û nexweş çawa karibe bireve?
09:04 ‘Heger tiştek neyê kirin wê Denîz jiyana xwe ji dest bide'
09:04 Bênavber êrîş birin hem ser miriyan hem jî goristanan
09:04 Korona û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Botanê jî dike
09:04 'Şaredarî pirsgirêka ava taxan çareser nake'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Polîsan li Edene û Mêrsînê derî şikandin û gelek kes binçav kirin
09/07/2020
21:39 Parêzerê Şenyaşaran: Îdianame ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin
20:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 300
17:31 Dayik Şenyaşar: Hecî li ber çavên min kuştin
16:45 Serdozger: Derbarê hejmara kesên di kelekê de gotinên hevnegirtî hene
16:14 Ji bo rojnameger Azîz Orûç edalet hat xwestin
15:19 Dolmîşa karkerên çandiniyê qelibî
15:11 Jinan got: Heya Meclîs bê girtin em ê di nobetê de bin
15:11 Serokên baroyan ku gihîştin Enqereyê dîsa hatin dorpêçkirin
15:06 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang li Dadgeha Bilind kirin
14:31 TMMOB’ê bang li DEDAŞ’ê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin
13:58 Hevşaredarê Cizîrê Zirig ji doza ‘pesnê’ hat beratkirin
13:17 ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê diyar bû
12:46 Li Sakaryayê teqîn: 3 leşker mirin
12:41 Encumenên Şaredariya Farqînê negirtin civînê
12:24 ÎHD: Girtîgeh ji bo jiyana Ozbek û Oyûnlû bi rîske
12:15 Danişîna malbata Şenyaşar dest pê kir
11:57 Daneşîna Bîlgen taloq bû
11:45 Serokên Baroyan parêzer vexwendin Enqerê: Em ê di nobetê de bin
11:01 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:43 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:18 Walî ji xwişka Doku re got: Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be
09:56 Ji ber ku daxwazname nenivîsand girtî ‘endamê aktîf ê rêxistinê’ hat hesibandin!
09:24 'Em ê li dijî îşkenceyê îsyana xwe mezin bikin’
09:24 Berdevkê Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir:Vegera Şêniyên Şengalê li dijî êrişan bersiva herî xurte
09:23 Heskîfa 12 hezar salan 'bi awayê wê yê nû' hat rûxandin
09:22 Akademiya Uvercînkayê vebû
09:22 Serokê Baroya Mêrsînê: Pir baro projeyeke FETO'yê ye
09:21 Ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyaya 'edaletê'
09:20 ‘Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine'
09:20 ‘Gavên tên avêtin hemû divê ji bo yekîtiyê bin'
09:19 Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiya lez daye xebatên xwe
09:10 Ji Ma Muzîkê projeyeke nû: Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08/07/2020
20:13 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 282
16:11 Piştî mehekê kelemçeya di piyê Alinak de hat vekirin
16:06 Ji bo jinên ku wezaretê dagir kiribû daxwaza girtinê hat kirin
15:56 Keleka ku li Gola Wanê noqî avê bûbû di kûrahiya 107 metreyan de hat dîtin
15:36 HDP’ê bi protestoyê dest bi hevdîtinên teklîfa pir baroyan kir
14:48 Dema bidawîbûna çalakiya xwe ragihand hat binçavkirin
13:56 Beyî ku bibe qeyûm çû!
13:56 Girtiyan bi xwesteka bên dermankirin dest bi grevê kirin
13:08 Dayika Aştiyê Ozbek bi hêceta ‘gumana revê heye’ nehat berdan
12:43 Ozsoy: PKK ne li Sûriye û Iraqê li Enqereyê hat damezrandin
12:19 Ala tirk li ser deriyê mala wê xêz kirin
11:26 Ji bo danişîna ku sibê bê dîtin banga piştevaniyê kir
11:22 Li Rihayê 3 siyasetmedar hatin binçavkirin
11:15 5 ciwanên HDP’yî hatin girtin
11:14 Li Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin
10:58 Li Licê mayîn û topên hewanê yên neteqiyayî hatin dîtin
10:57 Aydin: Îqtîdar ji hêza baroyan ditirse
10:37 8 daîreyên Dadgeha Bilind tên girtin
10:24 Li Panosê Xeta Mor vebû
10:17 'Sitargeh û dewlet jinan naparêz in’
09:52 Kesek din ji ber teqînê hat girtin
09:20 'Em bi hev re pêşî li şewitandina pirêzeyan bigirin'
09:19 Kesa li şaredariya qeyûm 'îhaleya xeyalî' çêkiribû jî ji peywirê hat girtin
09:19 Dûrmûş: Di tazmînata kidemê de daxwazên îqtidar û sermayeyê li hev dertên
09:18 Serdaroglû: Heger pêşnûma berpêşî Meclîsê bê kirin wê bi milyonan karker bimeşin
09:17 Doza gorên komî birin AYM'ê
09:17 Yuce: Têkoşîna jinan ne di avahiyan de ye, li qadane
09:16 Di karê xwe yê 25 salan de bedêla keda xwe nagire
09:15 Patron cudakariya sendîkayan li karkeran dike
09:13 Evran: Bi destûra Amerîkayê êrişên li dijî Başûr hatine destpêkirin
09:11 Li Wanê heqê kîraya xaniyan 2300 TL derbas kir
09:00 ROJEVA 08'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:51 Di şewata daristanê de 6 kes mirin û 9 kes birîndar bûn