WAN - Di keştiya li Gola Wanê noqî avê bû de hejmara miriyan derket 16'an. Serê vê sibê cenazeyê 2 penaberên din jî hat dîtin
Li Gola Wanê, di 27’ê hezîranê de keştiyek tê gotin 70-80 penaber lê siwarkirî noqî avê bûbû. Ji wê rojê ve xebatên lêgerîna penaberan dewam dike. Di saetên serê sibê de dîsa dest bi xebatên lêgerînê hatin kirin. Di encama xebata îro de cenazeyê 2 penaberên din jî, hat dîtin. Bi vî awayî hejmara penaberên jiyana xwe li dest dan, derket 16'an.