Parêzerê doza mexdûrên Serêkaniyê: Faîlan nediar dihêlin

  • rojane
  • 13:37 21 Tîrmeh 2020
  • |
img

RIHA –  Parêzerê mexdûrên doza  Serêkaniyê ku piştî 2 polîs hatin kuştin û ev yek kirin sedema xerakirina pêvajoya “Çareseriya Demokratîk", Prz. Eyyüp Sabri Tinaş, diyar kir ku dosya ji aliyê polîsan û rayedarên cemaweriyê ve terkî nediyariyê kirine û faîlên dosyayê nediyar dihêlin. 

 
Di ser kuştina 2 polîsên ku li Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatin kuştin re 5 sal borîn. Piştî li Serêkaniyê di 22'ê Tîrmeha 2015'an de 2 polîs li malên xwe hatin kuştin, hikûmetê pêvajoya “Çareseriya Demokratîk" bi dawî kir û ev yek kirin sedema şer. Bi vê bûyerê re ji nûve şer îlan kirin. Beriya bûyera Serêkaniyê, di 20'ê Tîrmeha 2015’an de li Navçeya Pirsûs a Rihayê 33 ciwanên sosyalîst ên xwestin polîstokan bibin ji zarokên Kobanê ji aliyê endamên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Îqtîdara ku dixwaze ser komkujiya Pirsûsê veşerê, kuştina 2 polîsan kir hinceta şer. Piştî kuştina 22 polîsan TSK'ê di 24'e Tîrmehê de li dijî Qandîlê êrîşên hewayî pêk anîn û şer îlan kirin. 
 
Piştî di 22'ê Tîrmehê de polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Acar li malên xwe yên li Serêkaniyê hatin kuştin, li navçeya Serêkaniyê polîsan 10 welatî binçavkirin û di binçavan de îşkence li 10 kesên kirin. Piştî sewqî dadgehê kirin, heyetadadgehê ji 10 kesan 7 kes girtin û şandin girtîgehê. Waliyê wê demê yê Rihayê û Midûrê Polîsan ê Rihayê polîsekî 3’emîn nîşan dan û diyar kirin ku di kuştina 2 polisan de tiliya polîsekî din heye. Lê li gel vê yekê Serokomar  Tayyip Erdogan israr kir ku bûyer bi destê PKK'ê pêk hatiye. Her çend di lêpirsînê de polîsan îfadeyên bi nakokî dan jî bûyer nehat ronîkirin û lêpirsînek berfireh nekirin. Dîsa şopê tiliyan ên polîsên ku li mala 2 polîsên hatin kuştin hatin ditin esas nehat girtin. Dozger û dadgerê ku 7 welatiyên eleqeya wan ji meseleyê tune girtin û şandin girtîgehê, piştre ji doza Fethullah Gulen hatin girtin. 
 
Di 4’emîn û 13’emîn danişîna dozê de kesên mexdûr Lutfi Abîr, Murat Abîr, Omer Kiliç, Sedat Aydin, Hasan Aydin, Huseyin Aydin û Nacî Yilmaz  hatin berdan û piştî darizandinê beraet kirin. Derket holê ku tu eleqeya wan ji bûyerê tune ye. 
 
ÇEWAL XISTIN SERÊ ME
 
Mexdûr Sedat Aydin ku di pêvajoya 5 salan de 2 sal û 8 mehan girtî ma, qala neheqiya lê hatiye kirin vegot. Sedat Aydin, diyar kir ku piştî bûyerê polîsan bi ser malê wan de girt û çewal xistin serê wan û bi wî awayî binçav kirin. Aydin wiha got: "Em bi sucdariya cînayetê binçav kirin. Ji bo em sûc qebûl bikin îşkenceya giran li me kirin. Hêj çend saet di ser cînayet re derbas nebûn em li malê binçavkirin. Diyar bû ku li qurbanekî digeriyan. Ev per aşkere diyar bû ku kujer dizanin, lê li qurbanekî din digerin. Polîsên ku îşkence li me dikirin jî aşkere ev yek digotin. Lê digotin tiştekî em bikin tune, divê hûn vê yekê qebûl bikin." 
 
‘BI BERAETÊ DIXWAZIN DOSYAYÊ BIGIRIN
 
Aydin, anî ziman ku 14 caran derket pêşerî dadger û her carê bi şanoyek cuda re rû bi rû ma û wiha lê zêde kir: "Bi salan danişîna dozê berdewam kir. Lê dadgehê tu delîlên şênber bi dest nexist. Dadgehê darizandin bi beraetê bi encam kir.  Ji bo ser dozê û dosyayê bigirin em beraet kirin. Li cihê bûyerê şopa 6 tiliyên polîsan hatin dîtin. Ger ku dozê berdewam kiribûya dê rastî derketa holê. Biryara beraetê ji bo dosyayê bigirin dan. Kesên bi rastî bixwazin dosyayê ronî bikin di karin di nava çend rojan de ronî bikin. Kesên di dosyayê de delîl tune kirin sucdaran diparêzin."
 
 
'KUŞTINA 2 POLÎSAN  KOMPLO BÛ' 
 
Parêzerê dozê Eyyup Sabrî Tinaş jî anî ziman ku ji bo pêvajoyê xera bikin ev bûyer pêk anîne û wiha axivî: "Ev bûyer komplo bû. Ji ber vê yekê ji destpêkê de em şopdarê dozê û dosyayê ne. Tu eleqeya muwekilê me û cînayetê bi hev tune bû. Ev yek ji şiklê binçavkirina wan diyar bû. Delîl û girtek tune kirin. Me diyar kir ku Midûriyeta TEM'ê ya Polîsan a Rihayê delîlan ava dike û me xwest der barê vê yekê de lêpirsîn bê vekirin. Heta salekê der barê naveroka dosyayê de biryara veşarî hebû. Piştî salek şûnde doz vekirin. Delîl tune kirin. Li gel ku şopên tiliyên polîsan hatin dîtin, lê ev delîl li ber çavan negirtin û lêkolîn nekirin. Şopa tiliyên 3 polisan hatin dîtin. Lê ev belge ji aliyê midûriyeta polîsan ve hatin veşartin. 
 
ŞOPA TILIYÊN 3 POLÎSAN JI WÊ MALÊ DERKET 
 
Tinaş, anî ziman ku balkêş e beriya lêpirsînê îfadeya wan polîsan hatiye girtin û wiha bi dawî kir: "Gotin meseleyek navxeyî ye û îfadeya wan hatibû girtin. Polîsekî di îfadeya xwe de gotibû; ‘6 meh in em neçûbûn wê malê. Lê ji wan polîsan şopa tiliya 3 polisan li wê malê derdikeve. Dîsa xwediyê marketa binê wê mala ku polîs lê tê kuştin Şeyhmus Saglam, diyar kir ku 2 polisên hatin kuştin û 5 polîsên din bi hevre hatin marketê. Kola û dendik stendin. Ev beriya bûyerê pêk tê. Şopa tiliya 3 polîsan di nava 5 polîsên ku hatin marketê de derketiye. Me xwest der barê wan polîsan de lêpirsîn bê vekirin. Piştî me ev yek daxwaz kir, dozger der barê dosyayê de mutalaa xwest û biryara dosyayê da. 
 
 
MA / Bariş Polat
 
 
 
 

Sernavên din

22/07/2020
15:14 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Recep Orûç berdin
14:45 Tecawizkar Mûsa O. jî gotiye ‘min alkol vexwariye’
14:28 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
14:06 Malpera danûstandina bi kurdî: Gumgumok
13:29 Emrê wan têr nekir ku edaletê bibînin
13:11 ‘Em ê destûrê nedin ku Cemal Metîn Avcî bê efokirin’
13:02 Serokê TTK’ê Ahmet Yaramiş îstîfa kir
12:43 Tirkiye ku li Sûriye negihişt armanca xwe çav berda Libyayê
12:06 Hevşaredar Demîr ê hatibû binçavkirin anîn Amedê
11:45 Ûmût Bûlût spartin axê
11:26 Agahî ji Eylema 16 salî nayê girtin
11:18 Koçyîgît: Tetîkkêşê resen AKP ye!
11:17 Dadgehê cerdevanên ku Hamdiye Şik kuştin şandin girtîgehê
11:02 Ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş serî li AYM’ê da
10:55 ‘Dewlet armanc dike ku komkujiya Pirsûsê bide ji bîrkirin'
09:30 Hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê kirin, bi gel re dihilberîne
09:29 ‘Ceza li ser cezayê pêk tê, tecrîd li ser tecrîdê pêk tê’
09:28 Birayê wê axivî: Xwişka min bi zexta civakî hat kuştin
09:28 Bendavê felaketê aniye serê gundiyan
09:27 Piştevaniya Mor kampanya ‘Em dikevin tevgerê’ da dest pê kirin
09:09 Ji bo şandina pereyê girtîgehê 41 rûpel îdîname hat amadekirin
09:05 Ûgûrlû: Heke pêşiya Ocalan were vekirin wê Tirkiye bêhnê bistîne
09:03 Avahiyên Rûmenan en li Gîresûnê bi tunebûnê re rûbirû ne
09:01 Ocalan: Bi Lozanê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî winda kirin
09:00 ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2020'AN
21/07/2020
21:35 Li Tirkiyê îro jî ji ber koronayê 18 kes mirin
19:48 Hevşaredarê Êlihê Demîr hat binçavkirin
19:11 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li şûna tecawizkaran jinên têkoşer digirin
18:00 Daxwaza berdana Oyûnlû û 2 pitikên wê hat redkirin
16:53 Qedexeya 2 hezar û 35 rojin li Wanê dewam dike, hat dirêjkirin
15:27 Dema binçavkirina 48 kesan hat dirêjkirin
14:50 AKP’ê pêşniyaza ‘medya civakî’ pêşkêşî meclisê kir
14:47 Wêneyê sercerdevanê hevjîn û zarokê xwe kuşt ê bi walî re derket holê
14:35 Ji Meclisa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’
14:16 Cezayê girtîgehê li 32 endamên KESK'ê birîn
14:15 Sancar: Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemekê bi xwîn bû
13:37 Parêzerê doza mexdûrên Serêkaniyê: Faîlan nediar dihêlin
13:32 Prof. Dr. Pala li ser gilîkirina Walîtiyê parastin da
13:02 Rojnameger Orûç nehat berdan
12:44 Di şewata li Çiyayê Gabarê de bi hezaran dar û devî şewitîn
12:26 Dibe ku nesla hirçên cemserê di vê sedsalê de tune bibe
12:19 ÎHD: Bi lez kesên di bin çavan de berdin
12:16 Li Merîwanê 2 kolber hatin qetilkirin
12:09 HDP'ê encamnameya 'Hevditina Edaletê' aşkere kir
11:37 101 porsipiyan ji bo îtîfaqa demokrasiyê bang kirin
11:35 Doza darizandina rojnameger Azîz Orûç dest pê kir
11:34 Dadgehê cezayê “reşkirina ekranê” rawestand
11:12 Di Edliya Edenê de şer derket
10:55 Dadgeha Mêrdînê serlêdana Ahmet Turk red kir-
Qeyûm ji bo fêda civakê erênî dît
10:28 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç hat girtin
10:11 Cenazeyê Pinar Gultekîn a winda bû hat dîtin
09:40 42 kesên polîsan di bîranîna Pirsûsê de binçavkiribûn hatin berdan
09:28 ‘Di kuştina jinan de bi aqilê hevpar tevdigerin'
09:27 Dayikên Şemiyê 800 hefte ye li edaletê digerin
09:26 Ewilî gilî kir û pişt re jî bi çekên cerdevaniyê dayik û kur hatin kuştin
09:15 Li Şirnexê heta niha hezar û 600 kes bi koronayê ketine
09:14 Betona ku Qesra Biçûk ‘diparast’ jî hilweşiya
09:13 Hespên gundê Wezê bi nav û deng in
09:13 Bi Peymana Lozanê re şikestina dîrokî
09:12 Jiyana hîndekariya milyonek 440 hezar û 577 xwendekar di rîskê de ye
09:11 Ergezen a derhêner: Pêdiviya me ne bi asayîbûnê bi azadiyê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2020'AN
20/07/2020
22:37 Li Colemêrgê 2 esker hatin kuştin
20:48 Li Tirkiyê 17 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:50 Li Enqere û Stenbolê gelek kes di bîranîna 33 qûrbaniyan de hatin binçavkirin
19:30 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
19:19 KESK: 18 hezar û 100 dosya li benda biryarê ne
17:01 HDP'ê Tuma Çelîk îxrac kir
16:28 ‘Tirkiye ji bo zarok û jinan bûye welatekî talûke'
16:28 3 girtiyan li dijî 'hejmara li ser piyan' dest bi greva birçîbûnê kirin
15:41 Ji Aytaç û Tîmtîk re nameyên piştevaniyê şandin
15:26 ‘Komîsyona OHAL’ê sûc dike’
15:20 Ji Dîlokê bang kirin: Hûn nikarin HDP’ê biqedînin
14:59 KCD, DBP û HDP’ê gelê Giyadînê ziyaret kirin
14:53 Polîsan mudaxileyî malbatên xwestin daxwazname bidin Dadgeha Bilind kirin
14:21 HDP: Bila meclîs komkujiya Pirsûsê ronî bike
14:16 ‘Rêwiyên Xeyalan’ li ser gorên wan bi bîr anîn
14:07 Ji bo Tîmtîk û Unsal daxwaza edaletê kirin
13:37 Ji HDK, DBP û ÎHD’ê daxuyaniya pirsûsê
13:31 Dê HDP di 27’ê tîrmehê de li Qada Gundogdûyê be
13:04 Nameya Î.E. ku çawişê pispor tecawizê wê kiribû derket holê
13:01 Derbarê Yuksekdag de lêpirsînek nû hat vekirin
12:37 Polîsan mudaxaleyî çalakiya bîranîna Pirsûsê kirin
12:32 Birîna ceyranê birin darazê
12:19 Ji bo Rojnameger Azîz Oruç banga piştevaniyê
12:08 Di bûyera 2 kes têde hatin kuştin de, çekên cerdevanan hatine bikaranîn
11:40 Li Mêrdînê hejmara pêketiyan nêzîkî 5 hezaran bû
11:03 Li ser rêya Amed û Çewlikê qezaya trafîqê: 12 birîndar hene
11:02 Gergerlîoglu: Kesên muhafazakar bêtir sosyalist û Kurd fan kirin
10:57 Bi hatina her girtiyî re pêvajoya qarantînayê dirêj dibe
10:54 Piştî ku leşkeran gule barandin şewat darket
10:28 Cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin, li goristana bêkesan hatin definkirin
10:11 Destpêkê tecawiz û piştre jî qetil kirin
09:00 ‘Necezakirina êrişkarên bûyerên zeyendî rê li ber bûyerên nû vedike’
09:00 Kovara ZEND’ê tevî zextan jî 26 sal in tê weşandin
09:00 ‘Xeyalên zarokên me yek bi yek pêk tên’
09:00 Nameyên ji dayika xwe re şandiye kirine sûc
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2020'AN
19/07/2020
20:48 Li Tirkiyê 16 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:35 Gunay: Em li dijî êrişên zayendî li qadan e