Ciwan HDP’ê wek ‘navnîşana çareseriyê’ dibînin

  • rojane
  • 14:17 23 Tîrmeh 2020
  • |
img
AMED – Navenda Lêkolînên Sosyo Polîk ên Qadê li 6 bajarên Bakurê Kurdistanê lêkolînek li gel ciwanan kir û ji sedî 56 beşdar dibêjin HDP dikare pirsgirêkan çareser bike û ji sedî 86 jî li dijî “Pergala Serokkomariyê” derdikevin. 
 
Navenda Lêkolînên Sosyo Polîk ên Qadê li Amed, Mêrdîn, Wan, Şirnex, Colemêrg û Êlihê yên bi 580 ciwanên temenê wan di navbera 15-34 salî de bi rêya online û telefonê anket ango lêkolînek pêk anî. Anket di navbera 6-16’ê tîrmehê de hatiye kirin. Di vê ankete de nêrîna ciwanan a li ser polîtîkayê, ramana polîtîk û çavkaniya helwest û tevgerên wan û pirsgirêkên li welat hatine tespîtkirin. Li ser nêrîna ciwanan gelek mijar hatine pîvandin. 
 
Beşdar ji sedî 60 zilam in û ji sedî 40 jin in. Ji sedî 35,4 temenê wan 30-34 e, ji sedî 8,5 temenê wan 15-19 ye, ji sedî 63,9 zanîngeh kuta kirine, ji sedî 54,4 gotine ew tu karekî nakin, ji sedî 27,9 jî gotine ku ew li kar digerin. Ji sedî 20,2 jî xwendekar in, ji sedî 4,4 jî karkerên nav malê yên bê heq dişuxilin, ji sedî 1,3 jî ew ne di halê karkirinê de ne û ji sedî 0,6 jî bi KHK’iyan hatine îxrackirin. 
 
DI NAVA MALÊ DE BI KURDÎ TÊ AXAFTIN 
 
Ji beşdaran ji sedî 68,3 diyar kirine ku ew bi zaravayê kurmancî diaxivin, ji sedî 27,7 jî gotine bi tirkî diaxivin, ji sedî 3,8 jî eşkere kirine ew bi zaravayê kirmanckî zazakî diaxivin û ji sedî 0,2 jî gotine bi sûryanî daixivin.
 
Ji beşdarên ankete rewşa siyasî ya welat jî hatiye pirsîn. Ji sedî 88,3 beşdaran gotiye ku rewşa welat “nebaş e” û ji sedî 11,6 jî gotine rewşa welat “baş e” û di temenê ciwan de tê dîtin ku rewşa welat nebaş dîtine. 
 
KES BAWERIYA XWE BI TSK’Ê NAYNE 
 
Ji beşdaran saziya herî zêde baweriya wên pê tê kîjan e hatiye kirin. Ji sedî 54,2 bêşdaran gotine “baweriya me bi tu saziye naye” û ji sedî 13,1’ gotine baweriya wan bi HDP’ê tê.  Jisedî 5,2 jî gotine baweriya wan bi ÎHD’ê tê. Ji sedî 4,8 jî gotine ew bi Wezareta Tenduristiyê bawer in û ji sedî 3,1 jî “TSK” wek saziyek bi ewle û bawer dîtine. 
 
PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG PIRSGIRÊKA KURD E 
 
Ji beşdaran pirsa “Li gorî we pirsgirêka herî girîng a Tirkiyê kîjan e” hatiye kirin. Ji sedî 45,6 ên beşdaran bersiva “Pirsgirêka kurd” daye. Ji sedî 17,3 gotine pirsgirêk aborî û bêkarî ye, ji sedî 14,2 jî gotine nebûna demokrasiyê, ji sedî 5,6 jî diyar kirine ku rewşa pergala hiqûqê ya heyî û ji sedî 5 jî “Pergala Serokkomariyê” wek pirsgirêk diyar kirine û ji sedî 4,6 jî hikumetê wek pirsgirêk nîşan dane. 
 
‘HDP DIKARE PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE’ 
 
Pirsa “Li gorî we kîjan partiya siyasî dikare pirsgirêkên Tirkiyê çareser bike” ji beşdaran hatiye kirin. Ji sedî 56 beşdaran gotiye “HDP”, ji sedî 24,2 gotiye “ne tu partî”, ji sedî 8,5 jî gotiye “AKP”, ji sedî 3,8 jî gotine “CHP”, ji sedî 2,7 gotine “bersiv tune, fikrê min nîne”, ji sedî 2,1 gotine “Platformek Hevpar ku hemû partî di nav de bin” û ji sedî 1,3 gotine “PARTİYA DEVA”, ji sedî 0,8 jî gotine “TKP”, ji sedî 0,4 jî gotine “Partiya Pêşerojê” û ji sedî 0,4 jî gotine “HÜDA-PAR.”
 
 

Sernavên din

25/07/2020
14:01 Li gel astengiyan jî dayikan qurnefîl danîn Galatasarayê: Polisan 3 kes binçav kirin
13:59 Kampanya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ bi dawî bû
13:45 Jinên Ciwan ên PYD'ê yekemîn konferansa xwe li dar xistin
12:54 Înîsiyatifê xwest 6 girtiyên li Kirikkale bên berdan
12:53 Li Girtîgeha Panosê di avê de kurm dertên
12:37 Polîsan çalakiya 800’î ya Dayikên Şemiyê asteng kirin
12:20 Xizmên Windayan li kujerên Geren pirsîn
11:32 Hat îxrackirin, girtin û pişt re jî kirin endamê AKP’ê
11:23 Li Girtîgeha Aksarayê 2 kesên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:41 Qeyûm kolanek bi xaliçeyan raxistiye, lê kolanên din mirov ji tozê nikare derbas bibe
10:25 Li Girtîgeha Osmaniyê mafê dermankirina girtiyan tê astengkirin
10:04 Li Gêxiya Çewlikê erdhej çêbû
10:03 Li Cûdî piştî topbaranê şewat derket
09:44 Hevseroka HDP'ê dema di bin çavan de bû hevjînê wê di elehê wê de îfade da
09:20 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Ji aliyê kesên nenas ve têm şopandin
09:08 25 sal in aqûbeta bavê xwe pirs dike: Bi zarokî dest pê kir, bi zarokên wê re didome
09:07 Pisporê Xîzmeta Civakî: Şerê tê kirin nirxên civakî hildiweşîne
09:06 Dr. Yavîç: Nexweşxane tije bûn, kesên bi vîrûsê dikevin jî dişînin malên wan
09:06 ‘Dixwazin bi tecrîdê civakê teslîm bigirin’
09:05 GIYAV: Di pandemiyê de pirsgirêkên aborî, perwerdê û tenduristiyê qewimîn
09:03 Zozanê Dûmanli ji zindîbûna xwe ya berê dûr ketiye
09:02 Geverê bêav hiştin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:31 Gundî li dijî DEDAŞ’ê rê girtin
08:30 Gel agirê li Kerboranê bi daristanê ket vemirand
24/07/2020
21:37 Li Girtîgeha Osmaniyê 4 girtî 19 rojin di greva birçîbûn de ne
20:29 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 580 kesî
16:16 Li Mêrsînê çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:10 Serokê Diyanetê Erbaş bi şûr Nimêja xutbê kir
14:53 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:49 Li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 314 binpêkirin qewimîne
14:49 Gunay: Şerê li diji Kurdan sedema hebûna AKP'ê ye
14:16 Pêvajoya ‘çareseriyê’ xistin sarincê: 5 hezar û 365 însan jiyana xwe ji dest da
13:58 HDP li Îzmîrê bi oldaran re civiya
13:33 Komeleya Mûnzûrê ji bo Barmagiç kampanya da dest pê kirin
12:52 ICAD'ê 800'emîn hefteya çalakiyên Dayikên Şemiyê silav kir
12:51 Beriya nimêja li Ayasofyayê jiyana xelkê tevizandin
12:30 Malbatê 2 xwişkên winda dîtin
12:30 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozeriyê dan
12:04 AYM’ê ji bo Guven û Farisogullari got: Erka me tune ye
11:39 Dayikên Şemiyê çalakiya 800’î wê bi rêya online li dar bixin
10:45 Ji ber tercûman tune bû Altinmakas nekarîbû derdê xwe bêje
10:42 Ciwanan li dijî destdirêjî û tecawizê banga ‘bikeve tevgerê’ kir
10:32 Girtî: Heta binpêkirina mafan bi dawî bibe wê greva birçîbûnê bidome
10:03 Dîroknas Aydin: Çîna serdest a Tirk Lozan îhlal kir
09:44 Guhertina medya civakî ji aliyê Komîsyonê ve hat pejirandin
09:43 Li Çewligê ji bo nêçira pezkoviyan destûr hat dayîn
09:12 Bîrdal: Divê muxalefet xeteke hevpar a têkoşînê ava bike
09:11 Hewldana fîhilkirina bûyerên îşkenceyê
09:10 Ji bilî çûyîna Enqereyê tu rê li pêşiya karkerên PTT’ê nema ye
09:09 Parêzer Çerçîoglû: Peyman dide jiyîn û vekişîn dide kuştin
09:07 Li gel qedexeyê jî kesên ji kar hatin derxistin hê jî bê kar in
09:05 ‘Peymana Stenbolê ji bo civakê kevirê domîno ye’
09:04 Ne li îşkencekaran li nexweşê şîzofrenê doz vekirin
09:02 Di binçavan de bi tundî û tacîzê re rû bi rû ma
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:36 Li Milazgîrtê 2 xwişkên biçûk winda ne
23/07/2020
17:03 Prof. Akdenîz: Divê partiyên muxalif sînorkirina 'Medya Civakî' red bikin
16:38 AYM'ê serlêdana ‘Pir Baroyî' û ‘Notirvaniyê' red kir
16:18 ‘Parazvanê Heskifê Demîr serbest berdin'
16:07 Endama meclîsa şaredariyê ya HDP’ê hat berdan
15:22 Di girtîgehên Wanê de binpêkirin zêde bûn
15:11 Dadgehê daxwaza girtina kesê tecawizkar red kir
14:46 'Mucella Demîr ji aliyê hevjînê xwe yê ji girtîgehê firar kiribû ve hat kuştin’
14:40 Elîaçik: Bi dawetiyan Nimêja Înê nabe
14:25 Malbatê cenazeyê Yeşîlirmak a di peyareyên Kîlyosê de hatibû veşartin girt
14:17 Ciwan HDP’ê wek ‘navnîşana çareseriyê’ dibînin
14:12 5 salên şer: Pêdivî bi siyaseta aştiyê heye
13:33 Başaran: Tacîz û tecawizên zêde bûne, parçeyeke rêbazê şerê taybete
13:22 Ji dosyeyên berat bûne û dozvenebûne hat girtin
13:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo kesên nebîna qursa kurdî ya online vekir
11:09 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:06 Di 18 salan de herî kêm 721 rojnameger hatin girtin
10:06 Kolberê agahî jê nedihat girtin li qereqolê derket: Îşkence li me kirin
09:55 Peymana Îstanbulê betal nekin pêk bînin
09:14 Tundiya polis û notirvanan ket qamerayan
09:12 Porspiyên banga tifaqa demokrasiyê kiribûn: Divê hêzên demokrasiyê bên cem hev
09:10 Çareserî Komara Demokratîk e
09:08 Peymana Stenbolê ji bo jin û zarokan canxelas e
09:06 Kirîna xwarina pitikan bûye sedema îhracê
09:05 Ji bo dengbêjiyê dîwanxaneyek ava kir
09:03 ‘Derman nadin girtiyê di hucreya yek kesî de’
09:00 Her sibehê bi dengê 200 cûre çukan şiyar dibin
09:00 ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:26 Jinek li Amedê hat kuştin
22/07/2020
20:04 Hevşaredar Demîr hat girtin
19:52 Hevserokên HDP’ê li Stenbolê bi ciwanan re hatin gel hev
19:23 Civîna MGK’ê bi dawî bû
19:08 Cenazeyê Pinar Gultekîn li Xîzanê hat veşartin
17:06 Endama meclîsa HDP'ê hat binçavkirin
16:21 Li Rezanê jinek di mala xwe de birîndar hat dîtin
15:58 Di doza cînayeta Ayşe Çeçen de parastina zayendperest kirin
15:57 Dermankirina R.O. ya ku hewl da întîhar bike didome
15:56 Karkerên ji Yozgatê hatin derxistin: Xelkê 42 gundan êrişî me kir
15:16 Piştî 200 rojan ji bo Dokû dest bi valekirina bendavê hat kirin
15:14 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Recep Orûç berdin
14:45 Tecawizkar Mûsa O. jî gotiye ‘min alkol vexwariye’
14:28 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
14:06 Malpera danûstandina bi kurdî: Gumgumok
13:29 Emrê wan têr nekir ku edaletê bibînin