Fermana 74’an didome: Dixwazin tevahiya êzidîyan qetil bikin

img
STENBOL - 6 sal berê di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê bi ser Şengalê de girt û bi hezaran êzidî qetil kirin. Li dijî Êzidîyan fermana 74’an pêk anîn. Civaknasê Êzidî Azad Bariş, destnîşan kir ku Fermana 74'an ku 6 sal berê dest pê kiribû hêj didome û wiha got: "Em dibînin ku hêj Tirkiye bê navber Şengalê bombe dike. Ev nîşan dide ku dixwazin komkujiya nîvco mayî temam bikin." 
 
6 sal berê Fermana 74'an bi serê civaka Êzidî ya Şengalê ve hat. Komên çekdar ên DAIŞ'ê piştî Mûsil dagir kirin, berê xwe dan Şenalê. Pêşmergeyên PDK'ê ku Şengal diparastin, piştî hatina DAIŞ'ê bêyî şer bikin, hemû çeper û kozik berdan û Şengal terkî destê DAIŞ'ê kir. Pêşmergeyan hem şer nekir, hem jî çek teslîmî civanên Şengalê nekir û destûr nedan ku ciwan jî li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Ji ber vê yekê komên çekdar ên DAIŞ'ê bi ser Şengalê de girt û êzîdî bi komî qetil kirin. DAÎŞ di 3'ê tebaxa 2014’an de ket Şengalê û bi hezaran êzidî qetil kirin. Bi deh hezaran jin û zarok revandin. Bi êrîşa DAÎŞ’ê re civaka Êzidî bi komkujiya 74'an re rû bi rû ma. Bi deh hezaran êzidîyên kal, pîr, jin, zarok hemû mal û milkên xwe hiştin, di qiyala germa havînê de tî û birçî xwe avêtin stara Çiyayê Şengalê. Hemû cîhanê ew temaşe kirin. Lê tu welatên cîhanê li dijî vê yekê dengê xwe nekir. 12 şervanên HPG'ê bi hawara Êzidiyan hatin û êzîdî ji komkujiyê rizgar kirin. Civaka Êzidî ew wekî “12 suyar" pênase kirin. Jin û ciwanên Êzidî piştî komkujiyê xwe bi rêxistin kirin û hêzên parastinên cewherî ava kirin. Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) û Yekîneya Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin. Jin û ciwanên ku xwe bi rêxistin kirin, di 13'ê mijdara 2015'an de dîsa  Şengal ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin. Êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî civaka Êzîdî di dîrokê de wekî “Fermana 74’eremîn" hat nasîn. Civaknasê Êzidî Azad Bariş, anî ziman ku Êzidî bi fermana 74'an re rû bi rû man û ev komkujiya fermanê hêj didome. 
 
DAGIRKIRINA XEFTAN REŞAN
 
Civaknas Azad Bariş, bal kişand ser şefeqa ku DAIŞ Şengalê dagir bikin û wiha got: "Bi gotina êzidîyan ‘Ew tişta mezin' qaînat avisê roja nû bû. Şengaliyan xwe ji bo hilatiya rojê amade dikirin ku rojê pêşwazî bikin. Yên hêviya xwe bi tariyê ve girêdabûn, bi xeftanên xwe yên reş meşiyan ser zarokên agir. Wê rojê hêj agirê mezin nexistibûn kefa destê xwe û ji 72 milletan re dua nekiribûn, Xeftan Reşan cara 74’an Şengal dagir kirin û komkujî kirin. 
Piştî tarî belav bû û ronî bi ser ket, hemû rastiya komkujiyê hat dîtin. Dema dîrokê 3'ê tebaxa 2014’an nîşan da ‘neferên melekê mirinê' li dijî wargeha hafizaya çanda gelan komkujiyek mezin pêk anîn. DAÎŞ  û hevkarên wê ev êrîşa komkujiyê wekî ‘Sefera pîroz a cîhanê' pênase kirin û li hemberî cemaeta Êzidîyan hovîtiyek pir mezin pêk anîn."  
 
LI BER ÇAVAN KOMKUJÎ KIRIN'
 
Bariş, destnîşan kir ku dema DAÎŞ'ê Mûsil dagir kir, peyama komkujiyê ya "Vay ez têm" da û wiha axivî: "Dema DAIŞ ket Mûsilê êzidî bi fikar bûn. Ji ber vê yekê bê navber bang li hikûmeta Iraqê ya navendî û Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê kirin. Lê tu kesî ev banga wan cîddî negirt. Li şûna wan biparêzin çekê di destê wan de jî derxistin. Êzîdî bê parastin hiştin û reviyan. Kirîv, cîran û dostên Êzidîyan ên bi hevre li ser sifreyekê xwarin xwaribûn, roja komkujiyê amûrê kuştinê ji mala xwe derxistin û di ser dilê Êzidîyan de cit kirin. Wê rojê xwîna sor a Êzidîyan diherikî. Dîrok tu carî vê rojê ji bîr nake." 
 
BI ÊRÎŞÊ BAWERIYA ÊZIDIYAN ŞIKANDIN 
 
Azad Bariş, da zanîn ku bi êrîşa li dijî Şengalê, baweriya Êzidiyan a ewlehiyê şikandin û wiha berdewam kir: "Ew qas dost bûn. Ew qas di nava hevde bûn. Ew qas li ser sifreyekê xwarin xwaribûn. Lê çawa dibe yek bibe qatilê yê din. Ji bo mirov vê yekê fam bike divê mirov Êzidî be. Di cîhana Êzidîyan de îzahata vê yekê tune ye. Ji bo mirov vê yekê fam bike divê an Êzidî be, an jî yek ji aliyê qatilan be. Ji bo ew bawerî dîsa çê bibe divê bi rastiya xwe re rû bi rû bibin. Rastiya xwe qebûl bikin." 
 
‘DIXWAZIN KOMKUJIYA NÎVCO MAYÎ TEMAM BIKIN'
 
Bariş, destnîşan kir ku civaka Êzidî di dîrokê de yekem car xwe komî ser hev dikin û wiha lê zêde kir: "Êzidî piştî komkujiyê li hev kom bûn û hêza paratinê ava kirin. Ji komkujiyê ders derxistin û xwe bi rêxistin kirin. Li şûna cîhan wan biparêze, van êrîşên li dijî êzidî û axa êzidîyan berdewam kir. Li şûna welatên cîhanê bêjin ‘Xwe bi rêxistin bikin. Parastina xwe xurt bikin. Em ê hemû derfetan bidin we" dîsa bi bombeyan êrîşî axa êzidîyan kirin. Ji ber vê hişmendiyê YPŞ û YJŞ îro ji bo DYA û îranê wekî tehdît tê dîtin. Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê û Tirkiye bi heman çavî li wan dinerin û êrîşên xwe berdewam dikin. Ji destê Tirkiyeyê bê dê di rojekê de Şengalê dagir bike. Tirkiye bê navber Şengalê bombe dike û dixwaze komkujiya nîvro mayî temam bike." 
 
'FERMANA 74’AN DIDOME
 
Azad anî ziman ku di ser fermanê re 6 sal borîn lê hêj fermana 74’an didome û wiha bi dawî kir: "300 hezar Êzidî ji cih û warên xwe koç kirin. Zêdeyî 10 hezar êzîdî hatin qetilkirin. Heta niha zêdeyî 100 hezar gorên komî hene Hêj Êzidîyên aqûbeta wan nayê zanîn hene. Êzidî firotin welatên her çar aliyê cîhanê. Komkujiya nîvco mayî didome. Komkujî ne tenê mirina bi komî ye. Divê mirov li berdewamiya pêvajoyê binere. Êdiyên ku dixwazin vegerin welat û warên xwe normal e ku bitirsin û fikra xwe biguherin. Ji bo êzidîyên koçî diasporayê kirin vegerin welatê xwe divê amadekariyên wê bên kirin. Divê ewlehiya wan bê stendin û bên parastin. Ji ber vê yekê fermana 74’an didome. Divê hemû kesên berpirsiyarê vê yekê bi rastiya xwe re bên rûqalî hev. 6 sal borîn lê hêj birînên Êzidîyan nehatiye kewandin. Hêj 300 hezar Êzidî li kampan dijîn. Hêj tenê ancak 20-30 hezar Êzidî li warê xwe vegeriya ne. 10 hezar Êzidî 6 salin li Çiyayê Şengalê bê av in. Bê dibistan û bê nexweşxane dijîn. Bê xwarin û bê vexwarin in. Ma ev ne şerma Kurdan e? Ma ne Şerma Hikûmat Iraqê ye? Ma ev ne şerma cîranan e? Hemû kes berpirsiyarê vê yekê ne. Rewşa heyî nîşan dide ku komkujiya li ser êzidiyan didome. Divê Kurd tifaqa xwe ava bikin û bi lez meseleya Êzidîyan çareser bikin. Divê Meclîsa Şengalê esas bê girtin. Divê bi wan re têkilî bên pêşxitin û bi hevre li çareseriyê bigerin. Divê Kurd destê xwe bavêjin vê meseleyê." 
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

04/08/2020
13:26 HDP: Eskerên bi guman tên kuştin piranî Kurd in, ma ev tesaduf e?
13:16 Gumana 3 girtiyên astengdar bi koronayê ketine
13:13 Şaredariya HDP’ê çand, qeyûm xwar û kir malê xwe!
13:01 Li Meletiyê erdhej çêbû: Herêm hejiya
12:35 Leşkeran li Ebexê welatiyek kuşt
12:29 32'yemîn Hêjmara Kovara Moderniteya Demokratîk derket
11:51 Li 5 gundên Dihê qedexeya derketina derve
11:47 TTB: Bila Tîmtîk û Unsal adîl bên darizandin û rojiya mirinê bi dawî bibe
11:30 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Jina ciwan li mala xwe birindar hat dîtin
11:23 Zarokê ku bi çekê lîst gule pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da
11:08 Li Çewligê tundiya zilam: Tundiyê li hevjîn û zarokên xwe dike
11:06 Mîraçê 4 salî hêj winda ye
11:05 Di Girtîgeha Tarsûsê de 5 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
10:54 Endamê Meclîsa CHP'ê Sari: Kurd ji bo Tirkiyeyê şansek mezin e
10:48 Ciwanek di avê de fetisî
10:47 Bavê leşkerê piştî ‘gefê’ mirî hat dîtin: Berpirsiyar fermandare
09:00 ‘Rizgarî bi berxwedaneke pev re pêkan e'
09:00 Heta yekzimanî hebe, dê sînor li pêş kurdî hebin
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2020'AN
03/08/2020
22:46 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:57 Li Qoserê 500 donim zevî şewitî
20:16 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan bû 5 hezar û 747
17:26 Berteka qirkirinê: Wê Şengal qet neyê jibîrkirin
17:16 Li pêş nexweşxaneyê nobeta ‘Piştevaniya jiyandinê'
17:01 TJA'yê jinên êzidî ziyaret kirin
16:15 Bersiva wezaretê ya ji bo “anonsa kurdî”: Ne ji zimanê hevpar e
16:14 Ghebreyesus: Vîrûs dê bi sêhrê tune nebe
15:49 Polîsan Pektaş ê ket greva birçîbûnê binçav kirin
15:39 Jin di 4-5’ê tebaxê de dadikevin qadan
14:57 Bertek nîşanî qirêjkirina Geliyê Mûnzûrê dan
13:40 HDK û DBP: Êzidî hê jî di bin gefê de ne
13:10 Girtiyên xistine hucreyên ‘qefesê’ di greva birçîbûnê de ne
12:59 Li Basayê 3 kesên din jî hatin berdan: Gundî nikarin biçin zeviyên xwe
12:27 Di têketina şaredariya ku daxwaza kar jê dikir întihar kir
12:26 Li Bestayê 3 roj in mudaxileyî şewatê nayê kirin
11:45 Li Geverê qeza: 6 kes mirin
10:48 Ji Serokê Baroya Rihayê Oncel berteka ‘Dadgeha Engîzîsyonê’
10:47 MXDŞ'ê xwest fermana 73’an weke cenosîd were naskirin
10:37 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Têkoşîna jinên êzidî têkoşîna me ye
10:30 DAIŞ’ê êrîşî girtîgehê kir: 20 kes kuştin
10:17 Darên li Parka Kûgûlû hatin kesixandin dê şîn nebin
09:52 Kîvark bi keda destê jinê digêjin ser sifreya gel
09:02 Parêzerên Tîmtîk û Unsal: Em agahiyê ji muwekîlên xwe nagirin
09:02 Fermana 74’an didome: Dixwazin tevahiya êzidîyan qetil bikin
09:01 Hevserokê SES'ê Taşer: Şewb dê demsala payîzê zêde bibe
09:00 Di mehekê de li herêma Mêrdîn 7 jinan 'întîhar' kir
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2020'AN
02/08/2020
21:59 Komeleya Jîn: Li tenişta jinên êzidî rawestin
21:48 YBŞ: Li dora YBŞ û YJŞ'ê kom bibin û parastina cewherî pêş bixin
20:45 18 kesên din bi vîrûsa corona mirin
19:50 Keştiya penaberan noqî avê bû: 4 penaber mirin
19:41 Agirê bi Çiyayê Bestayê ketiye belav dibe
16:36 60 rojnameger di Tîrmehê de hatin darizandin
15:36 Eskerê kuştî hat ditin defin kirin: Malbatê nexwest esker beşdarî merasimê bibin
15:10 Girtiyê bi Covît-19 kes çend roj şûnde rakirin nexweşxaneyê
15:07 Rektorê ku wesayîta lüks a meqam xwest îstifa kir
15:06 Xwarziyê qeyûm û Uysaler ê sûcdarê êrişa zayendî hatin girtin
14:57 Polisan zarokek birîndar kirin
13:19 Bavê Unsal: Ma hûn dixwazin kurê min bikujin?
13:08 Girtiyê hat sewqkirin: Di rê de ne av ne jî xwarinê dan
12:12 Li Artûklû wesayîtek teqla avêt: 2 kes birîndar bûn
12:00 Lêgerîna ji bo ditina zarokê winda didome
11:49 ‘Wisa şewitîbû êdî malbatê gora zarokê xwe nas nekir'
10:56 Li Afganistanê lehî rabû: 15 jê zarok 16 kes mirin
10:04 Çelebî: Peymana Lîbyayê ji bo dem qezenckirinê ye
09:48 Hêjmara nexewşên Covît-19 li cîhanê 18 milyon derbas kir
09:19 Her roj li Rihayê 350 kes bi şewba Covît19 dikevin
Li Nexweşxaneyan ji nexweşan re cih tune
09:03 Jinên Wanî: Kurd bibin yek dê tecrîd bi dawî bibe
09:03 Li Amerîkayê li dijî asîmlasiyonê bi kurdî distrê
09:03 Ciwanan ji bo 'têkoşîneke pev re' bang kir
09:02 Fermana 74'an: Cîhan kor, ker û lal e
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2020'AN
01/08/2020
21:20 996 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
20:25 Cerdevanan welatiyek birîndar kir
20:10 Li Zozana Şerevanê agir bi daristanê ket
17:03 Înîsiyatifa Girtiyan, bal kiyand ser reşwa girtiyên nexweş ên Boluyê
15:22 Li Pîranê zarokê 4 salî winda bû
15:11 Platforma Piştevaniya ji bo Edaletê: Mudaxileya li dijî Tîmtîk û Unsal îşkence ye
14:41 Her ku diçin nexweşxanê 14 rojan di karantînayê de dimînin
14:23 72 baroyan piştgirî da Serokê Baroya Hatayê
13:49 Dayikên Şemiyê: Di sûcên li dijî mirovan de, bihurîna demê nabe
13:47 Seroka DTO Turan: Li nexweşxaneyan cih tune
13:02 Dest û piyê zarokê 5 salî girê dan û li malê hepis kirin
13:02 TGS: Em dest ji Peymana Îstanbul bernadin
12:28 Xizmên windayan aqûbeta Orûç pirsîn
12:23 Welatiyê eskeran îşkence lê kir: Ez ditirsim li vî welatî bijîm
11:27 Di Girtîgeha Kurkçulerê de keyf û seyrane!
11:27 Li Basayê dorpêç rabû lê binçavkirin didome
11:00 Eskeran 3 şivan xistin halê mirinê
09:01 Piştî du salan îdianameya zilamê ku zarokek îstismar kiribû hat amadekirin
09:00 Piştevaniya Morê atolyeya xweparastinê li dar dixe
09:00 Behna şewatê tê: Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2020'AN
31/07/2020
21:20 Hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 230 hezarî ket
16:01 HDK: Cejn wê teqez bibin sazûmankarê aştiyê
14:21 Zilam ji malekê 4 kes qetilkirin
14:04 Qedeqeya Meşa Rûmetê hat îptalkirin
13:40 Cejnê li goristanan pêşwazî kirin
13:04 Gundiyan şewata li Licê xistin kontrolê