Bihara jiyanê çava vedigere zivistanê?

img
NAVENDA NUÇEYAN – Cuma Tek ê astengdar û nexweş e, li gel nexweşiyên giran li Girtîgeha Tipa F a Wanê girtî ye û nayê dermankirin. Ji ber nexweşiyên wî û şewba vîrûsa corona jiyana Tek di rîskê de ye. 
 
Girti Cuma Tek ê 43 salî ku 3 salin li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye li gel astengdar û nexweş e nayê berdan. Cuma Tek, piştî bi îdeaya "Alîkariya rêxistinê kiriye" cezayê wî hat erêkirin û di 3’ê Puşbera 2017’an de cara duyemîn girtin. Piştî ku pêvajaya çareserîyê xistin sarincê şerekî piralî li dijî civaka Kurd dest pê kirin. Piştî vê pêvajoyê her roj bi operasyonan siyasetmedar û hilbijêrên Kurdan binçav dikin û digirin. Îro li girtîgeh û zindanan ji mamosteyan bigire heya şagirtan, ji siyasetmedaran heya hevşaredaran, ji rojnamegeran heya parezeran ji karker û bêkaran heya karsazan, ji astengdaran heya bebikên bênav ji 7’ê  heta 77 salî Kurd di navbera 4 diwaran de hene. Di vê rastiyê de cihê niqaşê nîne. Zindan êdî bûye mozaîkê civakê… Ji van kesayetên ku berdêlên giranbuha daniye yek jê Cuma Tek e. Cuma ku niha 43 salî ye. Astengdarê bedenî ye û zêdetirî 3 salin girtî ye. Di girtîgeha Ewlihiya Bilind a Wanê de tê girtin. 
 
Nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin û Rojnameger Nedîm Turfent ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye, li ser rewş, jiyan û serpêhatiya Cuma Tek ê nexweş û astengdar nuçeyek amade kir. Nedîm Turfend nûçeya ku amade kir û bi ajansa me MA'yê re parve kir wiha ye: 
 
KÊR GIHIŞT HESTÎ!
 
Îro li girtîgeh û zindanan ji mamosteyan bigire heya şagirtan, ji siyasetmedaran heya hevşaredaran, ji rojnamegeran heya parezeran ji karker û bêkaran heya karsazan, ji astengdaran heya bebikên bênav ji 7’ê  heta 77 salî Kurd di navbera 4 diwaran de hene. Di vê rastiyê de cihê niqaşê nîne. Zindan êdî bûye mozaîkê civakê… Ji van kesayetên ku berdêlên giranbuha daniye yek jê Cuma Tek e. Cuma ku niha 43 salî ye. Astengdarê bedenî ye û zêdetirî 3 salin girtî ye. Di girtîgeha Ewlihiya Bilind a Wanê de tê girtin. Dema ez bi menzela yek kesî de dihatim girtin, min di paceya deriye hesin a mezinahiya di çavan de Cuma nas kir. Teşbih nebe, di gotinê de xeyd tune be, êdî kêr gihişt hestî. Pêxist û pêriviyê ku serpêhatî jîyana Cuma bê zanîn. Bi vê mebestê ve me penûs hilda û li ser dîwarên bejin bilind derbas bûn, gihiştin Cuma. 
 
BAHARA JIYANA WÎ BÛ 
 
Cuma di sala 1977’an li Navçeya Çelê ya li ser sînorê Iraqê ji dayik bû. Ji heft xwişk û birayan ê herî biçûk e. Debara malbata wî li zozanan bi çotkariyê ve pêk tê. Di sala 1994’an de bi hevalekî xwe re li zozanê wan digerin, Cuma pê li mayina bahniyê dike. Ji dipirsim: Bi qasi tê birdanka te, te tam di vê kêliyê de çi jiya? “Meha îlonê bû, ez hêj 17 salî bûm. Bi gotineke din ve, destpêka payizê bû, lê ez di bahara jiyana xwe de bûm. Hevalê min, li peşiyê, ez li pişt wî, em dimeşiyan. Nizanim çawa, min di vê şiverêyê de pêl li mayina paniyê kir. Mayina kampax tam li ser şiverêyê hatibû danîn (çandin). Min linge xwe ranekir ku hevalê min hinek bi dûr bikeve, wî jî hêj ne dizanibû. Ramana mirinê mejiyê min dagir kir! Ligelig diricifim, di dilê min de tirsek kur. Hat bîra min ku di fîlmeki de yeki di vê rewşê de xwe li aliye pêşiyê di tewand û di avêt. Min jî heman biryar da. Bi dengêteqinek hovane ve, hişê min ji sere min çû. Bîstekî din çavê min vebû. Lê, min ne tiştek dibihst û ne jî tiştek didit. Her cih toz û duman. Bi bihistina denge hevalê xwe ve, min fam kir ku ez hêj dijîm. Ji tirsa teqineke din, me nekarî û newêrî liv û tevger bikin. Em cemidîn. Li ser pêyekî (lingeki) gihiştim nig (cem) wî. Lê ji çavê min heta piyê min xwîn diherikî. Her dere min birin, perçe perçe. Wî ez li ser pişta xwe nêzî 2 kîlometre bi rêve birim. Ji binkeya tenduristyê de bijîşk wiha got: ‘Tu tenê niv saetê derengtir bihataya, tuyê bimriyayî!’ Ango, meseleya man û nemanê bû.” 
 
LING BI QURBANO!
 
Di teqinê de Cuma bi giranî birîndar dibe. Hin pê, hem jî çavê xwe yê rastê berze dike. Pêwiste ku di demeke liplezgîn de bigihîjinin nexweşxaneyê, lê rayedar bi hinceta ‘rê xeternak in’ ve ambulanse nadin. Bi erebeya cîranekî ve digihîje bajêr û piştî emeliyateke 30 saetî, Cuma ji taristana mirinê rizgar dibe. Pirseke di cihde jê dikim, dema te çavê xwe vekir te çi dît? “Min li herdu teniştên xwe nerî. Bi yek çavê xwe ve min dît ku piyê min ê rastê nîne. Min fam kir ku êdî ez tu çar nikarim bibezim. Lingo bi qurbano. Ez mahkûmê doşekê bûm. Her kes li vir di axivîn. Lê min ji hezar peyvan yek fam dikir an fam nedikir. Peyv di qirika min de di xetimî.” Bêhneke kur û dilsotiner hildide û didime: “Êdî min ê nekarîbûya govend jî bigirtaya. Ez ji govendê pir hez dikim.”
 
PÊŞENGIYA MAMOSTEYÊ NEVŞEHÎRΠ
 
Cuma 70 rojan di nexweşxaneyê de tê razandin, piştre dibin mala wî. Nêzîki 6-7 mehan li ser doşekê dijî. Hêdî hêdî, bi alîkarî û yarmediya darên bin çengan ve dimeşe û carna jî derdikeve derve. Diyar dike ku piştî ku salekê dîsa vedigere dibistanê û didome: “Rewşa malbatê ya aborî nebaş e û xerab e. Dema liberxistina proteze jî hatibû. Lê, mixabin derfet tunebû. Mamosteyê min ê wêjeyê Yunus Turkmenoglu ku ji Nevşehirê bû, hat seredana min. Pirs kir, 
 
‘TU YÊ KENGÎ PROTES LI BER BIXE?
 
Min jêra got, ‘Mamoste bi kijan dirav be? Kê winda kiriye ku ez peyda bikim!’ Roja şemiyê, mamoste Yunus tevahî kuçe û kolanên Çelê mal bi mal geriya, ji bo min alîkarî berehev û kom kir.  Malbatê jî daxwaznameyên hewce dan rayedaran.” 
 
TU KESAN DERÎ LÊ VENEKIR
 
Li Enqereyê di Tebaxa 1995’an de pîyê wî yê protez tê li ber xistin. Dest bi rêveçûnê dike û piştî mehekê dest ji gopalê xwe jî berdide. Di komeleya astengdaran a Colemêrgê de 7 salan dixebite. Ne tenê ala têkoşîna xwe ya jiyanê bilind dike, di heman demê de li bajar alikariya astangdaran jî dike. Dema di 2001’an bavê wî jiyana xwe ji dest dide, êdî bêgav û neçar dimine ku vegere li cem dayik û birayê xwe cebraîl. Destnîşan dike ku “Mecbûr bûm ku aboriya malbatê bikim. Birayê min Cebraîl hem astengdarê zihnî û hem jî astengdarê ortopetîk bû. Em hersê bi hevra diman. Min li her derî xist, lê tu şol û kal peyda nekir. Debara jiyana me, tenê bi saya meaşê cebraîl ve pêk dihat.” 
 
‘BO PARIYEK NAN TÊDIKOŞIYAM ALÎKARIYA ÇI?' 
 
Di sala 2007’an de dayika wî jî diçe li ser dilovaniya xwe. Ew û Cebraîl li malê tene dimînin û Cuma biryara zewacê dide. Bi Fatmaya ku ew jî astengdara bedenî ye re dizewice. Niha 4 zarokên wan hene. Newroz (11), Sabiha(10),  Argeş (8)  û Dilgeş (7). Zivistana 2013’an bi hinceta “Gilî û şikayet” ê ve tê girtin û 5 mehan girtî dimîne. Angaşt ewe ku “Alîkariya rêxistinê kiriye”. Cuma jan jan dikene “Ez ji bo pariyek nan peyda bikim, têdikoşiyam. Ez ê çawa alîkarî bikim? Çavê zarokan li pariyek nan digerî.” Di pêvajoya darizandinê de 6 sal û 3 meh ceza jêra tê birin û serbest tê berdan. Di 3’ê Puşbera 2017’an de careke din tê girtin. Cezayê wî hatiye erêkirin. 
 
RÊZE-ASTENGIYÊN NÛ: 300 KM RÊ, ABORÎ Û CORONA 
 
Zarokên wî carna jê pirs kirine “Bavo çima piyê her kesî heye, yê te nîne?” Di bersivdayînê de zêde zahmetî kişandiye. “Heta min bersivek dida, ez dimirim. Her mirov berendamê berastengiyê ye.” Zarokên wî, zêdetirî 7 mehan e ji ber nepokanî û bêderfetiyên aborî nikarin Cuma ziyaret bikin. Di navbera wan de 300 kîlometre rê û abori hene. Hêjeyî gotinê ye ku li Colemêrgê jî girtîgeh heye. Cumayê ku di teqînê de  çavekî xwe jî winda kiriye, ji ber negengaziyên aboriyê nikare çavê xwe başe baş tedawî bike. Li Wanê çar mercek tê li ber xistin, lê mixabin her çar jî di dema li berxistinê de dizelin. Êş û azara çavên wî hêj didome. Di zindanê de pêvajoya tedawîyê kêm zede tê destpêkirin , lê bele ev jî ji ber virûsa coronayê (Covît-19) têbetalkirin. 
 
HEM NEXWEŞ E HEM ASTENGDAR E
 
Rewşa malbatê jê pirsiyar dikim “Cebraîlê astengdarê zihnî, Fatmaya astengdara bedenî û çar zarok tene man. Tenê ne û neçar in. 3 zarok diçin dibistanê. Me serî li her derî, sazî û dezgehên dewletê da, lê tu bersîv nehat dayîn.” Jiyana wî ya zindanê jî bi zor û zahmetiyan ve diçe. “Ez hem girtiyên nexweş im, hem jî astengdar im. Nexweşiyên min ên qelb û tansiyonê jî hene. Bi taybetî di dema serşokê de hatin û çûyina di merdîwanan de neçar diminim ji xwe di serşokê de çend çaran ketim û xwîn ji pozê min hat. Tedawiya min hatiye rawestandin. Em 3 heval dimenzelekê de dimînin. Herdu heval jî alîkariyek mezin didin. Heta ku cilên min jî dişon. Carna arîşaneya tansiyonê dijîm, rayedar dibêjin, “Daxwazname binivîsîne!” Pirsgirekekî lezgîn dê di rêzê de bisekine!” Heta niha 2 caran derketiye li hemberî lijneyê ku “Gelo dê bikaribe di girtîgehê de bimine ya na?” Li gel nexweşiyên wî yên qelb, çav û tansiyon û astengdariya wî, lijne biryara “Dikare bimîne” yê dide. 
 
‘GELO MA WÎCDANÊ WAN NASIR GIRTIYE?' 
 
 
“Rayedar di mijara girtiyên nexweş de timî nepijanker û ne hestewar in.” Cuma destnîşan dike û bangawaziyê li  raya giştî dike: “Tu kes bi vê pirsgirêkê me pêvînîdar nabe. Li raya giştî heviyên min nemane. Lê carek din bilêvkirin pêwist e, bila êdî dengê me bê bihîstin. Gel oma wîcdana wan nasir girtiye?” 
 
Li gorî zagonan, a/ê cezayê wî jî dikeve bin salekê mafê “Serbestiya biyenêran” qesenç dike. Mixabin piraniya girtigehan vê mafê bi hinceta “Bi ali” ye red dikin. Şayanê bibir anînê ye k udi 9’ê îlonê cezayê Cuma jî dikeve bin salekê. Ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên xwe û malbatê, li benda alîkarî û yarmetiya rayedar û rêxistinên mafên mirovan in. 
 
MA / Nedîm Turfent 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/08/2020
14:17 154 kes di teqîna li Beyrûdê de mirin
14:07 HDP: Li dijî Covît-19 tedbîrên xwe bigirin
13:49 Êzidî li Êzidxanê Cejna Kombûnê pîroz dikin
13:46 SOHR: Tirkiyeyê noqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kir
13:14 ‘Bi kepçeyan dikevin navenda baweriyê'
13:03 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:00 Parêzera Komaleya Rosa îfade da
12:59 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir: Girtî di tecrîda giran de ne
12:30 Malbat 600 hefte ne ji bo edaletê li ber xwe didin
12:03 Berdevka HDP'ê Gunay: Tirkiye kirin Îmralî
11:43 Parêzera Ocalan Turgut: Divê CPT rêbazek bi bandor pêş bixe
11:21 3 girtiyan li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
10:20 Xebatkarên ODTU yên ketibûn grevê bi ser ketin
10:19 Ji bo Doku dîsa dest bi lêgerînê kirin
09:58 Maşîna karkerên zeviyê qulipî: 20 karker birîndar bûn
09:53 Cotkarên Mêrdîn ji ber DEDAŞ'ê garis neçandin
09:05 Ferhat Tepe tim 19 salî ye: Êş, heta hetayê ye
09:05 Banga Porspiyan: Guh bidin danezana 'hawariya' ji bo welêt
09:04 Şêniyên Mûnzûrê: Em ê nehêlin proje pêk bê
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 13 endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê bi lêdanê binçav kirin
06/08/2020
21:24 Berteka Tirkiyeyê ya ji bo peymana behrê ya di navbera Yûnanîstan û Misirê de
20:49 14 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:24 Îhmalkariya nexweşxane û qereqolê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
16:15 Tecawîzkar ligel rapora nexweşxanê jî hat berdan
14:17 Li Cizîrê kurdî qedexe ye!
14:12 Rêxistina Efûyê: Girtî di şertên tirsnak de dimînin
14:01 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:46 Li cîhanê hejmara pêketiyên covid-19’ê 19 milyonî derbas kir
13:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têr nake divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike
13:34 AKP’ê îstîfaya serokên xwe yên navçeyên Amedê xwest
12:45 Dolar derket 7.17'an
12:29 Piştî jina li malê hat kuştin HDP kirin hedef
12:24 Demîrtaş: Binyadeke xwe di nava dewletê de birêxitsin kiriye, planên xwe bi cih tîne
11:40 Li Amedê tedawiya koronayê: Dema rewş xedar bû li 112 bigerin
11:01 Walî gelê Dersimê kir hedef
10:52 Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min şewitîbûna
10:10 Xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike
10:00 Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî
09:36 Pektaş ê di greva birçîbûnê de: Ezê çalakiya xwe dewam bikim
09:34 Dr. Kiran: Unîteyên Venêrtina tijî bûne
09:03 RMM: Ji 2011'an heta niha 464 welatî bi guleyên eskerên Tirkiye hatin kuştin
09:03 Der barê nûçeya tecawizê de lêpirsîn
09:02 Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be
09:02 Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e
09:02 Yolerî: Dixwazin xespkirina mafan mayinde bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Jinên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/08/2020
20:50 Hezar û 178 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:33 Malbata Ozçalimli yê li eskeriyê mirî hat dîtin gilî kir
16:17 Endamên Grûp Yorûm di dema prova dikirin de hatin binçavkirin
16:10 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Bila kuştina eskeran bê ronîkirin
15:58 TTB: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
15:45 Maşînê Zirxî ketin kaniyên ava Munzurê
15:35 Koç ê ji doza Nisêbînê girtî ye, 7 rojin di grevê de ye
15:29 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
15:15 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
15:14 DFG’ê rapora tîrmehê aşkere kir: Dozger li 3 rojnamegeran doz vekir
15:01 Li Heftanînê şer: 2 cerdevan hatin kuştin
14:41 Li Rihayê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin
14:36 Malbata Aksoy cenazeye keça xwe ya Rojnameger li Mêrdînê defin kirin
14:11 Li Amedê ji bo qeydên îmam hatîbê civîna veşarî hatiye lidarxistin
13:47 Xebatên lêgerîna Mîraç 6 rojin dewam dikin
13:22 Dîmenê keştiya bû gora 61 penaberan derket holê
13:13 Zilaman li Amedê 2 jin bi giranî birîndar kirin
12:20 3 mehin ambargoya avê ya Tirkiyeyê dewam dike
11:57 Roja 17 kes li Tirkiye bi Covît-19 mirin li Amedê 8 kes mirin
11:28 CPT'ê rapora 2019'an nû aşkere kir: Hefteyê 159 saetan di tecrîdê de ne
11:09 Bajaroka Pazarcixê xistin karantînayê
10:34 Biraziyê Baykara Walî derewand: Ji bo bimire eskeran ew kişand pişt komên gihayê
10:09 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
09:57 Zilamê tundî li hevjîn û zarokên xwe kir hat berdan
09:30 Li Hewêlê 20 hektar erd şewitî
09:02 'Sedema şewata daristanan politîkaya ewlehiye ya AKP'ê ye'
09:02 Bihara jiyanê çava vedigere zivistanê?
09:01 DAD: Cihwarên pîroz divê wekî xwe bimînin
09:01 Hunera xwe li ser asasê dijî asîmlasiyonê îcra dikin
09:00 Piştgiriya ji bo danezana ‘101 Porspiyan'
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN
08:38 Di teqîna Beyrûdê de herî kêm 100 kes mirin
04/08/2020
21:03 Hezar û 83 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
19:02 Li Beyrudê teqînek mezin rûda
18:51 Heyeta KCD û HDP'ê malbata esker ziyaret kirin
17:46 Îdeaya Waliyê Wanê: Îranê Baykara kuşt
17:35 Dayikên Aştiyê: Daxwazên Tîmtîk û Unsal qebûl bikin
15:35 Parêzeran biryara dadgehê ya ji bo Tîmtîk û Unsal îtîraz kirin
15:27 Baykara yê eskeran kuşt hat definkirin
15:26 Li Amedê bijîşkek ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:57 Li gorî rapora pispor Dokû xwe neavêtiye avê
14:15 Budak ê li Pirsûsê hat qetilkirin bi bîr anîn
14:14 S.E. ya hevjînê wê tundî lê kiribû, wê doza berdan û tundiyê veke
13:59 ATO: Li Enqereyê rojê nêzî 1000 kes bi şewbê dikevin
13:53 Parlamenter Ûca firotina weke kole ya jinên êzidî bir rojeva meclisê
13:26 HDP: Eskerên bi guman tên kuştin piranî Kurd in, ma ev tesaduf e?
13:16 Gumana 3 girtiyên astengdar bi koronayê ketine
13:13 Şaredariya HDP’ê çand, qeyûm xwar û kir malê xwe!
13:01 Li Meletiyê erdhej çêbû: Herêm hejiya
12:35 Leşkeran li Ebexê welatiyek kuşt
12:29 32'yemîn Hêjmara Kovara Moderniteya Demokratîk derket
11:51 Li 5 gundên Dihê qedexeya derketina derve