Parêzera Ocalan Turgut: Divê CPT rêbazek bi bandor pêş bixe

img
STENBOL - Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Turgut, diyar ku rapora CPT ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de girîng e, lê ev rapor fikarên wan bi dawî nake û wiha got: “Divê tenê CPT pirsgirêkan teşhîs neke. Divê ji bo çareseriyê rol û rêbazek bi bandor pêş bixe."   
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), di 5'ê Tebaxê de rapora encama ziyareta 2019'an a li Girava Îmraliyê bi raya giştî re parve kir. Buroya Hiqêqê ya Sedsalê duh (6'ê Tebaxê) têkildarî parvekirina rapora CPT'î daxuyanî da. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, diyar kir ku rapor girîng e, lê kêm e. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropa, di salên 2017 û 2019'an de li Girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret pêk anîn. Encama van ziyaretan aşkere dike. Di 6-17'ê Gulana 2019'an de girtîgeh ziyaret kirin. Yek ji girtîgehên ziyaret kirin jî Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bû. Encama rapora ziyareta 2019'an hêj di 5'ê Tebaxê de aşkere kir. 
 
Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Turgut, têkildarî rapora CPT ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Turgut, anî ziman ku amadekarina rapora CPT ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de girîng e û wiha got: "CPT, saziyek girêdayî Konseya Ewropa ye. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê li aliyekî xwetî xusûsek xweser e. Li aliyê din girêdayî dewletên Konseya Ewropa ye. Ev jî dibe sedem ku bi tirs raporê amade bike. Armanca CPT ewe ku rê li pêş îşkenceyê bigire ye. Dema Îmraliyê ziyared dike, îşkenceya wir tespît bike. Lê em baş dizanin ku ew îşkence hêj didome. Ev pirsgirêkek pir mezin e. Dema em li raporê dinerin, ji sala 2016'an heta niha, têkildarî rejîma înfazê tu guhertin tune ye. Tenê tespît bi serê xwe pirsgirêkê çareser nake û tiştekî îfade nake. Li Tirkiyeyê hêj îşkence didome. Ji sala 2016'an heta niha pirsgirêk çareser nebûye. 21 salin pirsgirêka îşkenceyê ya li îmraliyê hêj nehatiye çareserkirin." 
 
CPT BI DESTÛRA TIRKIYE RAPORÊ AŞKERE DIKE
 
Parêzer Raziye Turgut, xwest CPT bêtir xwedî pozisyon û rolek çalak û bi bamdor be û wiha axivî: "Lê xuya dike ku CPT bêyî hikûmeta Tirkiyeyê nikare raporek serbixwe amade bike û pêşkêş bike. Ji ber vê yekê li benda bersîva hikûmeta Tirkiyeyê ye. Derengmayîna aşkerekirina raporê ewe ku bi destûra hikûmetê raporê aşkere dike. Dema vîna Tirkiye ya îşkenceyê rawestîne tune be, dereng bersîv dide raporê. CPT jî dibe amûrê vê yekê." 
 
Dema bi lez raporê aşkere bikin dê îşkenceya li Girtîgeha Îmraliyê bê teşîrkirin. Wê demê jî dê neçar bimînin ku rê li pêş îşkenceyê bigirin. Ji xwe peyvira esasî ya CPT jî ev e. Dema îşkence hebe divê aşkere bike û rê li pêş wê bigire. Lê CPT tenê diçe Îmraliyê û tespîd dike. Ev jî dibe sedem ku îşkenceya li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bibe. Mînak li avahiya Midûriyeta Polîsan mirov di bin çavan de îşkence dibîne. Ev nîşan dide ku îşkence li her derê belav dibe. Niha vîrûs li her derê belav bûye. Îmralî jî di rîska vîrûsê deye. CPT diyar dike ku girtîgeh piştî vîrûsê bi rîskek mezin re rû bi rû ne. Ji ber vê yeke rapora wan fikarên me çareser nakin. Fikarên me didomin. 
Divê tenê CPT pirsgirêkan teşhîs neke. Divê ji bo çareseriyê rol û rêbazek bi bandor pêş bixe." 
 
Tişta CPT qal dike têkildarî rejîna înfaza giran e. Têkildarî zagona înfazê ya xala 25’an e. Divê xala 25’an, şertên înfazê bên başkirin. Girava Îmraliyê xwedî statuyek taybet e. Birêz Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî anîn Îmraliyê. Nêzî 10 salan di yek hucreyê de ma. Piştî 2015'an 3 girtiyên din anîn Îmraliyê û bi awayekî sînor hev dibînin. 
 
ŞERTÊN ÎNFAZÊ ÎŞKENCE YE 
 
Şertên vê înfazê wekî îşkenceyek cuda tê nirxandin. Yanî kesek di tarza hucreyê de bimîne û nikaribe malbat û parêzeran ziyaret bike, aktîviteyên wî yên civakî bi sînor kirin û nikaribe derkeve hewşê ev îşkence ye. Di sala 2014'an de DMME'ê biryar da ku ev rewşa pergala ku Ocalan têde ye, pergala îşkenceyê ye. Li gel vê tespîtê heta niha li dijî îşkenceyê tu guhertinên zagonî nehatine kirin.b 
 
EV REWŞA KU MUWEKÎLÊ ME DI NAVDE YE NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Parêzer Raziye Turgut, da zanîn ku bi qasî ji rapora CPT fam dikin ku mafê muwekilê wan heye ku 3 saetan bi girtiyên din re sohbet bikin û 3 saetan bi hevre sporê bikin. Dîsa xwedî maf in ku 2 saetan bi hevre bername çêkin. Lê tenê 2 kesan derdixin van bernameyan. Muvekkîlê me vê rewşê qebûl nake. Ji ber vê yekê tenê dikarin 6 saetan bêne cem hev. Dema muwekilê me vê rewşê cuda dinirxîne cezayê dîsîlîne lê dibirin. CPT rawşa disiplînê wekî avêtina hucreyan pênase dike u wekî tecrîdê dibîne. Ev rewş nayê qebûlkirin. 
 
CPT şertên înfaza giran qebûl nake Lê hikûmeta Tirkiyeyê jî vê yekê wekî înfaza giran pênase dike. Ji ber vê yekê ev rewşek nakokî ye. Mixabin CPT ji bo vê rewşê tenê tespîd dike. Têkildarî vê rewşê serî li rê û rêbazên çareseriyê nade. Em dipên ku CPT li gorî rêziknameya xwe tev bigere. Di peymanên navneteweyî de diyar dike ku divê îşkence tune be. Ji ber vê yekê divê CPT mekanîzma û rêbazên bêtir bi bandor têxe meriyetê. 
 
QET QALA MAFÊ TELEFONÊ NAKE
 
Di raporê de diyar dike ku temasa wî ya cîhana derve hatiye qutkirin. Lê qet qala mafê telefonê nake. Dîsa ji bersîva ku ji hikûmetê stendiye wekî ku nameyan digirin nîşan daye. Lê heta niha me tu name jê negirtiye. Der barê nameyên wî de agahiya me tune ye. Ji sala 1999'an heta niha piştî 20 salam tenê carekê hevdîtina bi telefonê kir. Hemû mafê wî tên binpêkirin. 
 
Ji sala 2016'an heta niha ji xeynî çend hevdîtinên malbat û parêzeran hemû têkiliyên Ocalan û derve hatin qutkirin. CPT, nîşan dide ku piştî OHAL'ê bi parêzeran re hevdîtin kiriye. Ev dîtinên nehatine kirin jî dispêde cezayê dîsîplînê û vî cezayê dîsîplînê qebûl dike. Cezayê disiplinê cezayekî li dijî hiqûqê ye û keyfî ye. Em carek din bang dikin. Divê hevdîtina malbat û parêzeran bi rêk û pêk bê kirin. 
 
DOSYAYÊN TENDURISTIYÊ VEŞARTÎ DIHÊLIN
 
Parêzer Turgut, da zanîn ku dosyayên der barê tenduristiya muwekilê wî de veşartî digirin û wiha bi dawî kir: "Ev rewş nayê qebûlkirin. Divê mehê 4 bijîşk her yek hefteyekî 24 saetan xizmeta tenduristiyê bidin. Tê gotin ku têkildarî tenduristiyê tu astengî tune. Ev agahî di 7'ê Gulana 2019'an de bû. Lê piştî wê gelek geşedanên din pêş ketin. Berê muwekilê me Mehmet Sait Yildirim dema birin Girtîgeha Îmraliyê nexweşiya wî ya dil hebû. Piştî 9 rojan li wir hiştin gotin dibe ku di şertên gravê de pirsgirêk derkeve û dîsa ji Îmraliyê şandin girtîgehek din. Ji ber vê yekê fikarên me didomin. Şertên Îmraliyê ji bo muwekilê me rîskek gelek mezin e. Bê guman rapor û banga CPT ji bo me girîng e. Lê têr nake. Fikarên me bi dawî nakin. Divê şertên muwekilên me bên başkirin. Divê CPT bi rêbazên cuda û bi bandor çareseriyê pêş bixe." 
 
MA / Sadiye Eser - Erdoğan Alayumat
 
 

Sernavên din

07/08/2020
14:17 154 kes di teqîna li Beyrûdê de mirin
14:07 HDP: Li dijî Covît-19 tedbîrên xwe bigirin
13:49 Êzidî li Êzidxanê Cejna Kombûnê pîroz dikin
13:46 SOHR: Tirkiyeyê noqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kir
13:14 ‘Bi kepçeyan dikevin navenda baweriyê'
13:03 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:00 Parêzera Komaleya Rosa îfade da
12:59 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir: Girtî di tecrîda giran de ne
12:30 Malbat 600 hefte ne ji bo edaletê li ber xwe didin
12:03 Berdevka HDP'ê Gunay: Tirkiye kirin Îmralî
11:43 Parêzera Ocalan Turgut: Divê CPT rêbazek bi bandor pêş bixe
11:21 3 girtiyan li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
10:20 Xebatkarên ODTU yên ketibûn grevê bi ser ketin
10:19 Ji bo Doku dîsa dest bi lêgerînê kirin
09:58 Maşîna karkerên zeviyê qulipî: 20 karker birîndar bûn
09:53 Cotkarên Mêrdîn ji ber DEDAŞ'ê garis neçandin
09:05 Ferhat Tepe tim 19 salî ye: Êş, heta hetayê ye
09:05 Banga Porspiyan: Guh bidin danezana 'hawariya' ji bo welêt
09:04 Şêniyên Mûnzûrê: Em ê nehêlin proje pêk bê
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 13 endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê bi lêdanê binçav kirin
06/08/2020
21:24 Berteka Tirkiyeyê ya ji bo peymana behrê ya di navbera Yûnanîstan û Misirê de
20:49 14 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:24 Îhmalkariya nexweşxane û qereqolê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
16:15 Tecawîzkar ligel rapora nexweşxanê jî hat berdan
14:17 Li Cizîrê kurdî qedexe ye!
14:12 Rêxistina Efûyê: Girtî di şertên tirsnak de dimînin
14:01 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:46 Li cîhanê hejmara pêketiyên covid-19’ê 19 milyonî derbas kir
13:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têr nake divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike
13:34 AKP’ê îstîfaya serokên xwe yên navçeyên Amedê xwest
12:45 Dolar derket 7.17'an
12:29 Piştî jina li malê hat kuştin HDP kirin hedef
12:24 Demîrtaş: Binyadeke xwe di nava dewletê de birêxitsin kiriye, planên xwe bi cih tîne
11:40 Li Amedê tedawiya koronayê: Dema rewş xedar bû li 112 bigerin
11:01 Walî gelê Dersimê kir hedef
10:52 Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min şewitîbûna
10:10 Xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike
10:00 Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî
09:36 Pektaş ê di greva birçîbûnê de: Ezê çalakiya xwe dewam bikim
09:34 Dr. Kiran: Unîteyên Venêrtina tijî bûne
09:03 RMM: Ji 2011'an heta niha 464 welatî bi guleyên eskerên Tirkiye hatin kuştin
09:03 Der barê nûçeya tecawizê de lêpirsîn
09:02 Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be
09:02 Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e
09:02 Yolerî: Dixwazin xespkirina mafan mayinde bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Jinên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/08/2020
20:50 Hezar û 178 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:33 Malbata Ozçalimli yê li eskeriyê mirî hat dîtin gilî kir
16:17 Endamên Grûp Yorûm di dema prova dikirin de hatin binçavkirin
16:10 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Bila kuştina eskeran bê ronîkirin
15:58 TTB: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
15:45 Maşînê Zirxî ketin kaniyên ava Munzurê
15:35 Koç ê ji doza Nisêbînê girtî ye, 7 rojin di grevê de ye
15:29 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
15:15 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
15:14 DFG’ê rapora tîrmehê aşkere kir: Dozger li 3 rojnamegeran doz vekir
15:01 Li Heftanînê şer: 2 cerdevan hatin kuştin
14:41 Li Rihayê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin
14:36 Malbata Aksoy cenazeye keça xwe ya Rojnameger li Mêrdînê defin kirin
14:11 Li Amedê ji bo qeydên îmam hatîbê civîna veşarî hatiye lidarxistin
13:47 Xebatên lêgerîna Mîraç 6 rojin dewam dikin
13:22 Dîmenê keştiya bû gora 61 penaberan derket holê
13:13 Zilaman li Amedê 2 jin bi giranî birîndar kirin
12:20 3 mehin ambargoya avê ya Tirkiyeyê dewam dike
11:57 Roja 17 kes li Tirkiye bi Covît-19 mirin li Amedê 8 kes mirin
11:28 CPT'ê rapora 2019'an nû aşkere kir: Hefteyê 159 saetan di tecrîdê de ne
11:09 Bajaroka Pazarcixê xistin karantînayê
10:34 Biraziyê Baykara Walî derewand: Ji bo bimire eskeran ew kişand pişt komên gihayê
10:09 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
09:57 Zilamê tundî li hevjîn û zarokên xwe kir hat berdan
09:30 Li Hewêlê 20 hektar erd şewitî
09:02 'Sedema şewata daristanan politîkaya ewlehiye ya AKP'ê ye'
09:02 Bihara jiyanê çava vedigere zivistanê?
09:01 DAD: Cihwarên pîroz divê wekî xwe bimînin
09:01 Hunera xwe li ser asasê dijî asîmlasiyonê îcra dikin
09:00 Piştgiriya ji bo danezana ‘101 Porspiyan'
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN
08:38 Di teqîna Beyrûdê de herî kêm 100 kes mirin
04/08/2020
21:03 Hezar û 83 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
19:02 Li Beyrudê teqînek mezin rûda
18:51 Heyeta KCD û HDP'ê malbata esker ziyaret kirin
17:46 Îdeaya Waliyê Wanê: Îranê Baykara kuşt
17:35 Dayikên Aştiyê: Daxwazên Tîmtîk û Unsal qebûl bikin
15:35 Parêzeran biryara dadgehê ya ji bo Tîmtîk û Unsal îtîraz kirin
15:27 Baykara yê eskeran kuşt hat definkirin
15:26 Li Amedê bijîşkek ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:57 Li gorî rapora pispor Dokû xwe neavêtiye avê
14:15 Budak ê li Pirsûsê hat qetilkirin bi bîr anîn
14:14 S.E. ya hevjînê wê tundî lê kiribû, wê doza berdan û tundiyê veke
13:59 ATO: Li Enqereyê rojê nêzî 1000 kes bi şewbê dikevin
13:53 Parlamenter Ûca firotina weke kole ya jinên êzidî bir rojeva meclisê
13:26 HDP: Eskerên bi guman tên kuştin piranî Kurd in, ma ev tesaduf e?
13:16 Gumana 3 girtiyên astengdar bi koronayê ketine
13:13 Şaredariya HDP’ê çand, qeyûm xwar û kir malê xwe!
13:01 Li Meletiyê erdhej çêbû: Herêm hejiya
12:35 Leşkeran li Ebexê welatiyek kuşt
12:29 32'yemîn Hêjmara Kovara Moderniteya Demokratîk derket
11:51 Li 5 gundên Dihê qedexeya derketina derve