Berdevka HDP'ê Gunay: Tirkiye kirin Îmralî

img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, balkişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku li Îmraliyê sûcekî navnetewî tê meşandin. Gunay, Peymannameya Stenbolê jî nirxand û got: "Ev kesên ku kampanyayên vekişîna Peymannameya Stenbolê dimeşînin, alîgirên qetlîamên jinan in. Heman zihniyetê diparêzin."
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, der barê geşedanên rojevê de li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê lidarxist. Gunay, sereke derbarê teqîna li Bêrûdê a di 4'ê Tebaxê de pêk hat de axivî û wiha got: "4ê Tebaxê li Bêrûdê teqînek qewimî û gelek derên bajêr hilweşiya. Bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn, bêmal man. Em ji ber vê felakete gelek xemgîn in. Rehma Xwedê li miriyan be, em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û şîfaya xêrê li birîndaran be. Bêrûd gelek çandan û baweriyan di hundirê xwe de dihewîne. Bi deh salan e Bêrûdê, têkoşîn û berxwedanê kiriye parçeyekî jiyana xwe. Gelên Bêrûdê wê van rojên xedar jî derbas bikin. Hêvî ye Bêrûd dîsa were ser hemdê xwe. Em jî wek HDP û gelên Tirkiyeyê bi hemû derfetên xwe bi gelên Bêrûdê re ne. Ji bo ku ev êş û hilweşîn cardin neyê serê tu gelî, divê her dewlet dev ji siyaseta şer berde û muhîmatên şer kom neke. Teqîna li Bêrûdê ev yek dîsa anî ber me ku ji xeynî siyaseta aştiyane tu rê ji bo jiyaneke xweş nîne."
 
PERGALA ÎMRALI PERGALA TECRÎDÊ YE
 
Gunay balkişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Kedkarên hêja, sedema mezin a polîtîkayên şer, bêçareserî û helwestên antîdemokatîk siyaseta tecrîdê ye. CPT 5'ê Tebaxê rapora xwe ya derheqê Tirkiyeyê de weşand û rapor piranî li ser girtîgeha Îmraliyê bû ku Birêz Ocelan tê de ye. Rapor bi awayekî eşkere nîşan dike ku pergala Îmraliyê pergaleke tecrîdê ye û dîsa nîşan dike ku ev yek tu car nayê qebûlkirin. Li gor vê raporê girtiyên li Îmraliyê di 168 (sed û şêst û heşt) saetên hefteyê de 159 (sed û pêncî û neh) saet di bin tecrîda mutleq de tên girtin. Dîsa li gor raporê ji ziyareta 2016an heta ziyareta din a 2019an, di pergala Îmraliyê de tu veguhertin nehatiye kirin û daxwaz kirine ku pergala girtîgehê ji nû ve bê nirxandin û ber çavan re bê derbaskirin."
 
LI ÎMRALIYÊ SUCÊ NAVNETEWÎ
 
Gunay, anî ziman li Îmraliyê sucekî navnetewî tê meşandin û axaftina xwe wiha domand: "Divê em bi awayekî hişk cardin nîşan bikin ku, li Îmraliyê sûcekî navnetewî tê kirin û hemû saziyên navnetewî bêdeng in. CPT jî peywirên xwe baş nayne cî û li ser tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê, berpirsiyariyên xwe ji bîr dike. Encam û raporên ziyaretên xwe jî bi derengî û ew jî ji ber israra raya giştî parve dike. Ev yek bi tena serê xwe diyar dike ku li Îmraliyê pergaleke navnetewî, tecrîdeke navnetewî tê kirin.  Ji salek zêdetir e hevdîtinên parêzeran û malbatê tê astengkirin. Rewşa  pandemiyê her diçe xerabtir dibe û tu kes nizane bê ka li giravê çi diqewime. Wek mînak, CPT îsal çûye Îmraliyê? Herî dawî kengî çû? Xala herî muhîm, CPT wê pêdiviyên vê rapora xwe bişopîne ya na? Erê di raporê de dibêje divê pergala Îmraliyê ji nû ve bê nirxandin û ber çavan re bê derbaskirin. Lê pêşniyarên wê çi ne? Divê ev tişt hemû li gor berpirsiyariyan bên ronîkirin û gel bê agahdarkirin. Ev yek zelal e ku tecrîda li ser Îmraliyê rejîmeke serbixwe ye û îşkenceyeke pergalî û domdar e. Mirovek ji hemû mafên xwe yên hiqûqî tê bêparkirin. Bi dîlgirtina birêz Ocelan, dixwazin herêmê ji nû ve li gor xwe dîzayn bikin."
 
OCALAN HEWLA AŞTIYÊ DIDE
 
Gunay dest nîşan kir ku pergalê tecrîdê ya li Îmraliyê tevahiya Tirkiye belav bûye û ev tişt got: "Wan Tirkiye kir Îmralî. Îro mafê her kesî di bin xeterê de ye. Siyaseta şer yan jî aştiyê li gor helwesta îqtîdarê a li Îmraliyê derdikeve holê. Wexta ku berê xwe dan aştiyê çûn li Îmraliyê maseya aştiyê danîn û ew mase ji aliyê îqtîdarê ve dîsa li Îmraliyê hat hilweşandin. Û ji wê rojê ve ye Tirkiyeyê bêhnek fireh nestindiye. Dibêjin ji ber pêvajoyê şer û terorîzmê tecrîd heye. Em dipirsin, di kîjan hevdîtinê de Birêz Ocalan banga şer kiriye? Yek hevdîtinek wî heye ku ji bo aştiyê hewl nedabe? Erdoxan jî hemû berpirsên dewletê jî her gotinên wan hevdîtinan xwendin. Di kîjanê de banga şer û pevçûnê hebû? Esas ev polîtîkayên tecrîdê, bêhiqûqiyê, rêbazên tundiyê, şer û pevçûnê çêdikin. Îqtîdar bi van polîtîkayên 5 salên dawiyê çi bidest xist? Heçku birêz Ocelan di hevdîtina xwe ya dawiyê de jî got, 'fersendekê vekin ez di nav hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim.' Birêz Ocelan di hevdîtina herî kin de jî hewla aştiyê dide. Erê weke demekê Beşîr Atalay û berpirsên dewletê jî diyar kiribûn “bê hesabê we ya neyê, Ocelan rêberê gelê Kurd e.” Bi mîlyonan kes wî wek rêberê xwe dibînin. Pêdiviya me ne bi şer û pevçûnê, bi aştiyê heye. Pêdiviya me bi ferasete xurt heye û ew jî birêz Ocelan e. Rêya diyalogê ji bo her kesî sûdewer e."
 
PEYMANNAMEYA STENBOLÊ
 
Gunay derbarê nîqaşên Peymannameya Stenbolê de jî wiha axivî: "Kedkarên hêja, nîqaşên li ser Peymannameya Stenbolê û pê re jî êrîşên li ser destkeftiyên jinan hê jî didomin. Ev kesên ku kampanyayên vekişîna Peymannameya Stenbolê dimeşînin, alîgirên qetlîamên jinan in, heman zihniyetê diparêzin. Pêşî jin û her kesê ku azadî û pevrebûnê diparêzin divê li hember vê pêla êrîşê bêdeng nemînin. Jin wek her carê li hember vê êrîşê jî têdikoşin û li ber xwe didin. Bila bê zanîn ku Peymannameya Stenbolê ji bo me jinan destkeftiya têkoşîna sedsalan e û tu kes nikare wê ji dest me bistîne. Em xwedî li mafê xwe yê jiyanê û li keda xwe derdikevin. Em a xwe diparêzin." 
 
NAKOKÎYÊN ŞEWBA QORONA
 
Gunay li ser şewba qoronayê axaftina xwe doman û bi van gotinan AKP'ê rexne kir: "Îqtîdarê ev pênc mehên dawiyê ispat kir ku ji bo wî tendurîstiya mirovan ne muhîm e, ji bo wan pere muhîm e. Lê belê ne karî pandemî kontrol bikira ne jî ekonomî. Ev bêkêrtî ne bes, li gor daneyên ku walîtiyan van demên dawiyê weşandin, li holê sextekariyek jî heye. Em çend mînakan bidin; Waliyê Meletiyê dibêje jimarên nexweşên me ji sedî derbas kirine. Wezîrê Tenduristiyê dibêje Meletî jî tê de di heşt bajaran de 45 waka hene. Waliyê Rîzeyê dibêje me 40 waka çêbûne, lê Wezîrê Tenduristiyê ji bo wê rojê dibêje Rîze jî tê de di şeş bajaran de 25 waka hene. Waliyê Erzoromê eşkere dike ku li Erzoromê jimara wakayan bûye 2 hezar û 211. Lê Wezîrê Tendurustiyê ji bo heman rojê dibêje Erzorom jî tê de di 6 bajaran de jimara wakayan 2946 (du hezar û neh sed û çil şeş). Nakokî pir zêde ye. Tê fahmkirin ku Wezîrê Tenduristiyê qet ne durist e. Pirs gelek in lê em hew yekê bipirsin. Jimarên ku Wezareta Karê Hundirîn û Wezareta Tenduristiyê diweşîne çima ji hev cuda ne? Ev çi nakokî ye? Hêla din a vê meseleyê jî, li bajarên Kurdan diqewime. Li bajarên Kurdan kontrol tuneye, her kes bi şensê xwe! Ne jimara wakayan tê tespîtkirin û ne jî tedawî heye. Wezîrên ku ketine pey derdê berjewendiyên xwe, bi awayekî zanebûn Kurd terkî mirinê kirine. Ne ji hewla TTBê be, haya tu kesî wê ji rewşa bajarên Kurdan çênebe. Rewş ji a tê gotin xedartir e hevalino. Lewma divê gel pişta xwe nede tevdirên xeyalî yên îqtîdarê. Divê gel tevdîrên xwe bixwe bistîne û ji piştevaniyê dûr nekeve. Xebatên me jî li ser vê xalê dê bidomin."

Sernavên din

07/08/2020
14:17 154 kes di teqîna li Beyrûdê de mirin
14:07 HDP: Li dijî Covît-19 tedbîrên xwe bigirin
13:49 Êzidî li Êzidxanê Cejna Kombûnê pîroz dikin
13:46 SOHR: Tirkiyeyê noqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kir
13:14 ‘Bi kepçeyan dikevin navenda baweriyê'
13:03 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:00 Parêzera Komaleya Rosa îfade da
12:59 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir: Girtî di tecrîda giran de ne
12:30 Malbat 600 hefte ne ji bo edaletê li ber xwe didin
12:03 Berdevka HDP'ê Gunay: Tirkiye kirin Îmralî
11:43 Parêzera Ocalan Turgut: Divê CPT rêbazek bi bandor pêş bixe
11:21 3 girtiyan li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
10:20 Xebatkarên ODTU yên ketibûn grevê bi ser ketin
10:19 Ji bo Doku dîsa dest bi lêgerînê kirin
09:58 Maşîna karkerên zeviyê qulipî: 20 karker birîndar bûn
09:53 Cotkarên Mêrdîn ji ber DEDAŞ'ê garis neçandin
09:05 Ferhat Tepe tim 19 salî ye: Êş, heta hetayê ye
09:05 Banga Porspiyan: Guh bidin danezana 'hawariya' ji bo welêt
09:04 Şêniyên Mûnzûrê: Em ê nehêlin proje pêk bê
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 13 endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê bi lêdanê binçav kirin
06/08/2020
21:24 Berteka Tirkiyeyê ya ji bo peymana behrê ya di navbera Yûnanîstan û Misirê de
20:49 14 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:24 Îhmalkariya nexweşxane û qereqolê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
16:15 Tecawîzkar ligel rapora nexweşxanê jî hat berdan
14:17 Li Cizîrê kurdî qedexe ye!
14:12 Rêxistina Efûyê: Girtî di şertên tirsnak de dimînin
14:01 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:46 Li cîhanê hejmara pêketiyên covid-19’ê 19 milyonî derbas kir
13:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têr nake divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike
13:34 AKP’ê îstîfaya serokên xwe yên navçeyên Amedê xwest
12:45 Dolar derket 7.17'an
12:29 Piştî jina li malê hat kuştin HDP kirin hedef
12:24 Demîrtaş: Binyadeke xwe di nava dewletê de birêxitsin kiriye, planên xwe bi cih tîne
11:40 Li Amedê tedawiya koronayê: Dema rewş xedar bû li 112 bigerin
11:01 Walî gelê Dersimê kir hedef
10:52 Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min şewitîbûna
10:10 Xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike
10:00 Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî
09:36 Pektaş ê di greva birçîbûnê de: Ezê çalakiya xwe dewam bikim
09:34 Dr. Kiran: Unîteyên Venêrtina tijî bûne
09:03 RMM: Ji 2011'an heta niha 464 welatî bi guleyên eskerên Tirkiye hatin kuştin
09:03 Der barê nûçeya tecawizê de lêpirsîn
09:02 Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be
09:02 Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e
09:02 Yolerî: Dixwazin xespkirina mafan mayinde bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Jinên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/08/2020
20:50 Hezar û 178 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:33 Malbata Ozçalimli yê li eskeriyê mirî hat dîtin gilî kir
16:17 Endamên Grûp Yorûm di dema prova dikirin de hatin binçavkirin
16:10 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Bila kuştina eskeran bê ronîkirin
15:58 TTB: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
15:45 Maşînê Zirxî ketin kaniyên ava Munzurê
15:35 Koç ê ji doza Nisêbînê girtî ye, 7 rojin di grevê de ye
15:29 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
15:15 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
15:14 DFG’ê rapora tîrmehê aşkere kir: Dozger li 3 rojnamegeran doz vekir
15:01 Li Heftanînê şer: 2 cerdevan hatin kuştin
14:41 Li Rihayê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin
14:36 Malbata Aksoy cenazeye keça xwe ya Rojnameger li Mêrdînê defin kirin
14:11 Li Amedê ji bo qeydên îmam hatîbê civîna veşarî hatiye lidarxistin
13:47 Xebatên lêgerîna Mîraç 6 rojin dewam dikin
13:22 Dîmenê keştiya bû gora 61 penaberan derket holê
13:13 Zilaman li Amedê 2 jin bi giranî birîndar kirin
12:20 3 mehin ambargoya avê ya Tirkiyeyê dewam dike
11:57 Roja 17 kes li Tirkiye bi Covît-19 mirin li Amedê 8 kes mirin
11:28 CPT'ê rapora 2019'an nû aşkere kir: Hefteyê 159 saetan di tecrîdê de ne
11:09 Bajaroka Pazarcixê xistin karantînayê
10:34 Biraziyê Baykara Walî derewand: Ji bo bimire eskeran ew kişand pişt komên gihayê
10:09 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
09:57 Zilamê tundî li hevjîn û zarokên xwe kir hat berdan
09:30 Li Hewêlê 20 hektar erd şewitî
09:02 'Sedema şewata daristanan politîkaya ewlehiye ya AKP'ê ye'
09:02 Bihara jiyanê çava vedigere zivistanê?
09:01 DAD: Cihwarên pîroz divê wekî xwe bimînin
09:01 Hunera xwe li ser asasê dijî asîmlasiyonê îcra dikin
09:00 Piştgiriya ji bo danezana ‘101 Porspiyan'
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN
08:38 Di teqîna Beyrûdê de herî kêm 100 kes mirin
04/08/2020
21:03 Hezar û 83 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
19:02 Li Beyrudê teqînek mezin rûda
18:51 Heyeta KCD û HDP'ê malbata esker ziyaret kirin
17:46 Îdeaya Waliyê Wanê: Îranê Baykara kuşt
17:35 Dayikên Aştiyê: Daxwazên Tîmtîk û Unsal qebûl bikin
15:35 Parêzeran biryara dadgehê ya ji bo Tîmtîk û Unsal îtîraz kirin
15:27 Baykara yê eskeran kuşt hat definkirin
15:26 Li Amedê bijîşkek ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:57 Li gorî rapora pispor Dokû xwe neavêtiye avê
14:15 Budak ê li Pirsûsê hat qetilkirin bi bîr anîn
14:14 S.E. ya hevjînê wê tundî lê kiribû, wê doza berdan û tundiyê veke
13:59 ATO: Li Enqereyê rojê nêzî 1000 kes bi şewbê dikevin
13:53 Parlamenter Ûca firotina weke kole ya jinên êzidî bir rojeva meclisê
13:26 HDP: Eskerên bi guman tên kuştin piranî Kurd in, ma ev tesaduf e?
13:16 Gumana 3 girtiyên astengdar bi koronayê ketine
13:13 Şaredariya HDP’ê çand, qeyûm xwar û kir malê xwe!
13:01 Li Meletiyê erdhej çêbû: Herêm hejiya
12:35 Leşkeran li Ebexê welatiyek kuşt
12:29 32'yemîn Hêjmara Kovara Moderniteya Demokratîk derket
11:51 Li 5 gundên Dihê qedexeya derketina derve