'Ligel şewatan ne tenê darek, hemû mîkroorganîzmayên zindî tune dibin'

img

MÊRDÎN - Li herêmê di rojên dawî de her diçe şewitandina daristanan zêde dibe. Endamê Komeleya Hawirdorê ya Mêrdînê Derya Akyol got: "Şewatên ku li vir derdikevin, bandorê li herêmên din jî dike. Li rûyê erdê tenê mirov najîn, di heman demê de mîkroorganîzmayên zindî jî tune dibin.”  

Her sal li herêmê ligel destpêkirina operasyonên leşkerî şewitandina daristanan dets pê dike. Qadên ku dişewitin jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên qedexekirin 
û bi tu awayî nayê hiştin mudaxile bên kirin. Welatiyên ku bi derfetên herî kêm hewl didin ku agir vemirînin jî tên astengkirin. Li herêmê heta niha bi dehan dar û daristan şewitîne û zirareke mezin gihaştiye xwezayê. Endama Komeleya Hawirdorê ya Mêrdînê Derya Akyol têkildarî mijarê axivî.
 
‘NE TENÊ DAREK, HEMÛ MÎKROORGANÎZMAYÊN ZINDÎ TUNE DIBIN’
 
Akyol, anî ziman ku li herêmê tenê dar û daristan nayên şewitandin, di heman demê de xweza bi giştî tê qetilkirin û got: "Em ji vê re tene nabêjin şewatên daristanî. Ji ber ku tenê ne dar, di heman demê de gelek zindî yên ku em çavê xwe dibînin û nabinin jî zirarê dibînin. Ev di rastiyê de yekbûna tevahiya jiyîna zindî û gerdûnê ye. Beşek civaka ekoyê ye ku ji mirovatiyê re hiştiye. Ji ber vê yekê, ne tenê darek, di şewateke daristanan de çûk, ajal, mîkroorganîzayên ku zindî jî bi tunebûnê re rû bi rû dimînin. Em bi awayekî hevpar şewatên daristanan dinirxînîn.” 
 
‘LÊKOLÎNÊN TÊN KIRIN BI RAYA GIŞTÎ RE NAYÊN PARVE KIRIN’
 
Akyol da zanîn ku lêkolînên wan û mudexeleyên wan tên astengkirin û got: "Bi gelemperî, li herêma Kurdistanê daristan ji ber sedemên ewlehiyê tên şewitandin. Li vir, ji xebatên me re destûr tune ye û wekî hincet jî ewlehiyê nîşan didin. Destûr nadin ku em arşîvê bigirin. Her wiha, destûr nadin gundên derdorê ku mudaxileyî êgir bikin. Ev jî dibe sedema nakokiyan. Di heman demê de ji me re pêşiya kêmasiya arşîvê vedike. Saziyek heye ew li ser lêkolînan dike. Lê van lêkolînên xwe bi raya giştî re parve nake. Ev pêşiya windakirina arşîv û pêşiya  xebatên ku bên meşandin digire. Ji ber vê yekê, em nikarin şewatên daristanan pir zêde binirxînin û nikarin der barê wê de agahî peyda bikin.” 
 
DIBE SEDEMA KÊMBÛNA ÇAVKANIYA AXÊ Û GUHERTINA AVHEWAYÊ
 
Akyol, anî ziman ku şewat pêşiya karesateke avhewayî û ekolojîk vedike û got: "Daristana ku li Kurdistanê dişewite, bandorê li avhewaya li her devera cîhanê dike. Erd yekpare ye, hawirdor yekpare ye. Şewatên ku li vir çêdibin, bandorê li herêmên din jî dikin. Ev dibe sedema bêzindîkirin û bêmirovkirinê. Li ser erdê tenê mirov najîn. Di salên 90’î de, gund bi minasebeta ewlehiyê hatin valakirin, lê niha ev şewat dibin sedema hilweşandina çavkaniya çandiniyê. Debara gel ji holê radike. Ew dibin sedema guhertina  avhewayê û di rastiyê de jî çavkaniya axê kêm dikin. Wekî ku em dibînin, avhewa karesatek ekolojîk e. Şewatên daristanan jî yek ji wan bûyeran e ku dibe sedema vê yekê.” 
 
‘DARISTAN NEFESA ME YE’
 
Akyol got: "Ev ne tenê berpirsyariya çalakvanên hawrirdorê, an jî saziyên wan e. Ew erk û berpirsiyariya her kesî ye. Em dibêjin ku sazî ji kontrolkirin û lêkolînkirina şewatê berpirsiyar in. Beriya bûyerên ku dibin sedema şewatê bi rastî hewce ne ku bêne girtin. Ji ber ku agir gelek zû belav dibe. Zêdetirî hêza mirovan e, loma temirandina wê jî zehmet e. Her wiha daristan tenê ne darek e jî. Daristan qadên jiyanê ne. Di heman demê de daristan nefesa me ye. Li ku darek bê birîn an jî şewitandin, divê em deng bidin wir. Ev jî berpirsyariya me ya mirovahiyê ye.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 
 
 

Sernavên din

10/08/2020
21:44 Agir bi Çiyayê Gabarê ket
21:39 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 858
20:12 Xwişka Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:08 Hevşaredara Gimgimê Karaaslan hat berdan
18:03 Rojnamevanên kurd Kaplan û Mordenîz hatin berdan
16:22 Êrîşa li dijî avahiya HDP’ê hat şermezarkirin
16:13 Rapora ÎHD’ê: Di 6 mehên dawîn de 638 serdegirtin pêk hatin û 769 kes hatin binçavkirin
16:12 Baro ji bo parêzerên di rojiya mirinê de, ji wezîr re name şand
16:02 Çalakiya li dijî avakirina HES'ê encam dan
15:50 Daristana Licê dîsa dişewite
15:38 Beştaş: Bila tu kes pirsgirêka kurd ji xwe re neke amûr
15:21 Bi hinceta ‘encamên tehlîla wê windaye’ derman nadin girtiya nexweş
15:00 Tedawî li Tîmtîk û Unsal tê fezkirin
14:41 Agir bi daristanê Cûdî ket
14:31 Wezaretê, birîna ceyranê ‘ji nîzamnameyê re guncav’ dît
14:13 Li Girtîgeha Xerpêtê girtî hatin derpkirin
13:50 SES: 50 hezar mirov li Enqereyê bi Covît-19 ketin
13:27 Ji bo Tîmtîk û Unsal ketin grevê
13:25 Ji Sêrtê reda xwe ya wijdanî ragihandin
13:15 Li Lubnanê wezîrekî din jî îstifa kir
13:06 Li VESTEL’ê 17 karker ji koronayê mirin
12:53 Malbatan di meha 58'an de qurbaniyên GAR'ê bibîr anîn: Em ê her tim bêjin aştî
12:21 Çima nahêlin Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike?
11:57 Şewata li Mêrdînê, piştî qedexeyê hat vemirandin
11:43 26 Rêxistinên Civakî bang kirin: Peymanê pêk bînin
11:30 Endamtiya wî ya AKP’ê nehat qebûl kirin, êrîşê avahiya HDP’ê kir
11:25 Li gorî TÛÎK’ê di gulanê de bêkarî kêm bûye
11:24 Aboriya di pêvajoya çareseriyê de baş bû, di şer de têk çû
11:12 Dolar bi bilinbûnê dest bi hefteyê kir
10:31 Agir bi Hevselê ket
10:03 Di 4 rojan de milyonek pêketî
09:08 Ozsoy: Fatûreya serpêhatiya yekparêziyê wê li Tirkiyeyê bê birîn
09:07 Akdenîz: Divê partî û sendîka koçberan bihesibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2020'AN
08:18 Maşîna zirxî ya polîsan qulipî: 2 polîsên tîmên taybet mirin
09/08/2020
20:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina kolanan bi dawî bû
20:15 Li Lubnanê wezîrekê din îstîfa kir
19:54 Li Îdirê wesayîta eskerî qulipî: 6 esker birîndar bûn
19:42 Li Beyrûtê ji bo 21 kesên winda hêvî nema
18:52 Polîsan mudaxileyî endamên Grûp Yorûmê kirin
18:02 Ahmed Davutoglu bi rûpoşekî din hat Amedê: Sozên 4 sal berê nehatin bîra wî
17:29 Aram Tîgran bi stranên xwe hat bibîranîn
17:17 Şêx û rûspîyên Girê Spî: Divê aqilmend destûr nedin fîtneyên dijmin
17:02 Di Çemê Kizilirmakê de 2 zarok xeniqîn û bav winda ye
16:43 Xelatên pêşbirka Rojnameger Denîz Firat dan xwediyê wan
16:23 Agir bi daristana Qereqoçanê ket
15:33 Malbatan kevirê Goristana Sîsê nû kirin: Zarokên me ne bê xwedî ne
15:01 Meclîsa 'Bila Munzûr azad biherike' Ji bo Mûnzûrê dest bi kampanya îmzeyan kirin
14:29 'Li dijî tecrîdê têkoşînê xurt bikin'
14:08 Piştî teqîna li Libnanê Wezîra Ragihandinê îstîfaya kir
13:57 Tevgera Azadî: Em ê dest bi çalakiyên girseyî bikin
11:46 Hêjmara Xwebûn a 34'an bi manşeta 'Ziman şîrhelal e' derket
10:36 Şerê li Şêbê didome
10:29 Yureklî: Divê CPT êdî gavên çareseriyê bavêje
09:41 Ji ber çi li Rojavayê xebatên yekîtiyê giran pêş ve diçin?
09:13 Parêzer: Divê lêpirsîna ji bo windakirin, revandin û kuştinê bidome
09:04 Her kes Feqiyê Teyran nas dike, lê kes xwedî lê dernakeve
09:02 Bajaroka Çavûşlûyê bi tesîsan hatiye dagirkirin
09:01 Esnafên Mêrdînê: Yan em ê dest bidin hev, yan jî em ê bi hevre noq bibin
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2020'AN
08:10 Eskeran ketin û derketina Gundê Şêbê qedexe kir
07:58 Otobusa rêwiyan qeza kir: 5 rêwî mirin 26 rêwî birîndar bûn
08/08/2020
21:31 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 829
17:04 Zarokê 16 salî ji aliyê pastarên Îranê ve hat îşkencekirin
16:44 Li Bedlisê şewat li gundekî hat vemirandin lê li gundekî hê jî didome
16:16 Meclisa Bila Mûnzûr Azad Biherike: Em ê destûr nedin
16:07 Esker mewlîda kurdî di nivîde birî: Yan bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwîne
16:04 Li Edeneyê bertek nîşanî binçavkirin dan
15:23 Li Edenê ciwanek din hat binçavkirin
15:06 Derp heye, rapor tuneye
14:53 Bal kişandin ser rewşa Bûlût ku li gel raporê nayê berdan
14:37 DFG'ê 3 rojnameger bi bîr anî: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
14:13 Dayika rojnameger Tepe 27 sal in li benda edaletê ye
14:11 Li Sîncanê rewşa tenduristiya 4 girtiyên jin krîtîke
13:54 MKGP: Em ê bibin pênûs û kameraya Deniz Firat
13:48 Paylan tenê pirsek ji Albayrak kir: Hûn difikirin ku îstîfa bikin?
13:26 Li Kanîreşê pevçûn: Jinek birîndar bû
13:09 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehên Marmarayê hat aşkerakirin
12:47 Hefteya 600’emîn: Heta windayê dawîn bên dîtin wê têkoşîna me bidome
12:29 Mîraçê 4 salî 9 rojin winda ye
12:18 Li gundê ku Goristana Xerzanê lê bû şewat derket
12:06 Bû 28 sal: Me Huseyîn Denîz ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin
11:45 Jinên li Îzmîrê hatin îşkencekirin: Emê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
10:58 Hevberdevkên HDK’ê: Kilîda demokratîkbûnê şikandina tecrîdê ye
09:59 Merasîma ‘Plaketên Edaletê yên Rêwiyên Xelayan’ hat qedexekirin
09:09 Li dijî ÇAYKÛR'ê wê li cem hilberîneran be
09:07 'Heger demildest tevdîr neyên girtin wê pêşî li şewbê neyê girtin'
09:07 'Ligel şewatan ne tenê darek, hemû mîkroorganîzmayên zindî tune dibin'
09:07 Li Amedê rewşa Covîd-19'ê
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2020'AN
07/08/2020
22:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 3
21:22 Di 24 saetên dawî de hezar û 185 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:15 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Aksarayê bi ser ket
20:05 Encamnameya konferansa 'Êzidî pêşeroja xwe gotûbêj dikin'
18:27 Karkerê di bin maşîneya kar de ma mir
18:18 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
15:43 Balafirên TSK'ê dîsa Şarbajêr bombebaran kir
15:36 SES'ê îqtîdar hişyar kir: Şewb belav dibe û nexweş zêde dibin
14:50 Maşîna şaredariya ku Qeyûm tayînî wê kirine zarokek kuşt
14:43 Di bin cila suîkastên li Dêra Zorê de 'petrol' derket