Rapora ÎHD’ê: Di 6 mehên dawîn de 638 serdegirtin pêk hatin û 769 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 16:13 10 Tebax 2020
  • |
img

AMED – Li gorî rapora binpêkirina mafan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, di 6 mehên destpêkê yên 2020’an de ji 769 kesên hatine binçavkirin 132 kes hatine girtin û bi ser 638 mal û cihê kar de hatiye girtin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Parêzer Rehşan Bataray, tabloya binpêkirina mafan wek “xof” bi nav kir. 

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, rapora binpêkirina mafê mirovan a Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûr ya 6 mehên destpêkê yên sala 2020’an bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Rapor, li avahiya ÎHD’ê ya Amedê bi çapameniyê re hat parvekirin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Parêzer Rehşan Bataray, Nûnerê Herêmê Abdusselam Înceoren, Serokê Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn û rêveberên şaxê Ercan Yilmaz û Yakûp Guven beşdarî civînê bûn. 
 
DARAZ NE BÊALÎ YE
 
Beriya aşkerakirina raporê Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Parêzer Rehşan Bataray axaftinek kir û destnîşan kir ku li herêmê ji bo Pirsgirêka Kurd di polîtîkayên otoriter ku xwe dispêrên tundî û pevçûnê de tê israrkirin û ev jî di civakê de dibe sedema tabloyeke bi xof. Bataray, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di pêvajoya pevçûnan de û tundiya li ser jinê jî got ku bêalîbûna darazê nemaye.
 
TECRÎDKIRINA OCALAN
 
Bataray, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku li Girava Ewlehiya Bilind a Tîpa F a  Îmraliyê pêkanînên derveyî hiqûqê û binpêkirinên mafan didomin û ev tişt got: “Bi berdewamkirina tecrîdê re pêvçûnên ku nikarin bên telafkirin diqewimin. Ji bo careke din serî li bêpevçûn û diyalogê bê dayîn divê şertên ku Ocalan karibe vê misyona bigire ser xwe bên avakirin. Ji bo vê jî divê tecrîd bi dawî bibe.”
 
RAPOR
 
Piştî Bataray Nûnerê ÎHD’ê yê Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Abdusselam Înceoren rapora binpêkirinên mafan ku amade kiribûn aşkera kir. Rapor bi hûrgiliyên xwe wiha ye:
 
“Bi hinceta ku li hişyariya raweste nesekinîne kesek jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye. Li girtîgehan 2 kesan jiyana xwe ji dest da. 3 leşker û polis bi awayekÎ guman jiyana xwe ji dest dan. Rêveberekî partiyeke siyasî di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Rojnameger û 3 xebatkarên tenduristiyê di encama êrîşê de birîndar bûn. Di pevçûnan de 14 peywirdarên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan û 15 jê jî birîndar bûne. 78 endamên rêxistinê jiyana xwe ji dest dan. Kesek sivîl jî di pevçûnan de jiyana we ji dest da. Di encama çalakiyên çekdar de 15 mirin û 23 kes birîndar bûn. Kesek ji aliyê endamên rêxistinê ve hat kuştin. Li ser sînor kesek hat kuştin. 13 kes jî qefilîn û mirin. Di encama teqîna mayînê de zarokek mir. 3 jê zarok, 12 jê jin û 4 jê zilam bi giştî 19 kes bi awayekî guman mirî hatin dîtin.
 
HERÊMÊN EWLEHIYA TAYBET Û QEDEXEYA DERKETINA DERVE
 
Li herêmên pevçûn li wan hene li bajaran di sînor ê 13 navçeyan de 8 caran weke herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin. Li 62 gundên 3 navçeyên 3 bajaran 7 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Cenazeyê endamekî rêxistinê bi PTT’ê ji malbata wî re şandin. 8 caran gorên endamên rêxistinên hatine hilweşandin. 
 
20 JINAN ÎNTÎHAR KIR
 
Li herêmê 20 jinan întihar kir û jinek jî helw da întîhar bike. 14 jin bi tundiya di nav malbatê de hatin kuştin û 13 jin ji bi tundiya ku li wan hat kirin birîndar bûn. Li jinekê destdirêjî hat kirin. 8 jin di encama êrîşê de hatin qetilkirin, 6 jin jî bi tundiyê birîndar bûn. Li 4 jinan êrîşa zayendî hat kirin û fihûş li jinekî hat ferzkirin. 3 zarokan întihar kir. Zarokek di encama tundiya nav malê hat qetilkirin. Di nav malbatê de li 2 zarokan tundiya zayendî hat kirin. 3 zarok di encama tundiya ku di nav civakê de li wan hat kirin mirin û 4 zarok jî birîndar bûn. Li 204 zarokan tundiya zayendî hat kirin. Li dibistanê jî tundî li 2 zarokan hat kirin.
 
441 GIRTÎ  SIRGÛNKIRIN
 
61 kes li ne li cihê binçavkirin tundî li wan hat kirin. 22 girtî jî li girtîgehê îşkence û memeleya erab li wan hat kirin. Dîsa 441 girtî bêyî ku hincetek bê nîşandan hatin sirgûnkirin. Mafê 35 girtiyan jî hatin binpêkirin. 
 
769 KES BINÇAV KIRIN
 
Di mehên destpêkê de li herêmê 16 jê zarok 769 kes hatin binçavkirin û ji vana jî 2 jê zarok bi giştî 132 kes hatin girtin. Bi ser 638 mal û cihê kar de hat girtin.”
 

Sernavên din

14/08/2020
09:07 Dede: Walîyê Wanê wekî serokê AKP'ê yê bajêr tevdigere
09:02 Rojnameger: Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li serbazên Iraqê xist
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2020'AN
13/08/2020
20:15 21 kesên din ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û 1243 kes jî pê ketine
18:55 Agir gihişt bax û baxçeyên gundiyên Licê
16:41 Li Agiriyê mirina biguman a jinekê
16:32 Polisan mudaxaleyî çalakiya Peymana Stenbolê kir û 4 jin binçav kirin
16:11 Li Mêrsînê 4 kes hatin binçavkirin
15:59 ‘Bêyî ku dereng bikeve wan berdin’
15:19 Hîna jî agahî ji zarokê karkerê çandiniyê yê ket avê nayê girtin
15:04 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:51 5 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:41 Tora Parastina Jinan: Ne hedê kesêye ku peymanê nîqaş bike
14:32 Dormîşa leşkeran qelibî
14:11 Avahiya NÇM’ê wê ji şaredariya AKP’î re bê terxankirin
14:04 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Em ê li dijî tundiyê bêdeng nemînin
13:31 Ji bo şermezarkirinê eywanên dawetan 3 rojan digirin
13:06 ‘16 milyon Stenbolî bê çare li heviya erdhejê ne'
12:25 Li gundên qedexekirî gundî nikarin heywanên xwe bibin mêrgan
11:12 Sedema kûrbûyîna tecrîda li Îmraliyê helwesta CPT e
11:11 Şahidê komkujiya Digorê axivîn: Wekî roja dojehê bû
11:08 Şewata daristanên Şirnexê vemirî
11:04 Ji ber parvekirinên medya civakî hat binçavkirin
10:27 'Tekane berpirsiyarê krîzê AKP ye'
10:14 Polisan Acûn Karadağ binçav kirin
10:05 Li şûna astengkirina şewatê seyranê qede kirin
09:37 Li Colemêrgê gengeşî: Polisan 7 kesan binçav kir
09:35 Di 11'ê tebaxê de testa 600 kesan li Edeneyê posîtîf derket
09:18 Li gundan piştevanî
09:17 Dê ciwan li Milazgirê li hev kom bibin
09:16 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:16 Birca Belek kirine cihwarê tiryakê
09:15 5 sal in kes naçe serdana Gola Çalyanê!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 30 jin serbest in: Peymana Îstanbul dide jiyandin
12/08/2020
22:16 Jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan
21:58 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:16 Polîsan mudaxileyî jinan kir: 24 kes hatin binçavkirin
17:04 Agir bi daristanên gundê Awgamasya û Banayê ket
16:06 Darên li peyarê bi kemçeyan rakirin
15:40 Ji Bankaya Cîhanê hişyariya Tirkiyeyê
15:16 '32 caran cezayê dîsîplînê dan girtiyekî'
15:00 Bertek nîşanî bidawîkirina xebatên lêgerîna kurê xwe da.
14:05 Tîmên taybet di serdegirtina gund de axur kolan
13:53 Di tîrmehê de 7 zarok 164 karker bûn qurbana kar
13:29 Hempîşeyên wan ji bo Tîmtîk û Unsal di ‘Nobeta Edaletê’ de bang kirin
13:00 Ji bo ku vegerên gundên xwe yên qedexekirî kampanya dan destpêkirin
12:33 Bi îfadeya Şahidê Winda 7 sal ceza birîn
11:48 Li Belarûsê roja sêyemîn: Gelo Tîkhanovskaya di bin tûndiyê de dîmen kişand?
11:44 Çend zarokên karker li Tirkiye kar dikin?
10:43 Ji serokên 33 baroyan bang: Jiyandina Ebrû û Aytaç berpirsyarî ye
10:41 404 navdaran piştgirî da ‘101 Porsipiyan'
09:58 Gundiyan agirê li bejahiyê derket vemirandin
09:58 Bexdayê bersiv da êrîşa Tirkiyeyê û serdana Akar betal kir
09:03 'Bêyî tawîzdan divê em bitêkoşin'
09:03 Dezenfektaha herî baş sabûna kizwanê ye
09:03 Testên zêde, fîlasyon û karantîna
09:03 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:03 Şaredariyên Cizîr û Hezexê ji bo AKP'iyan bûn cihê kar û bar
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2020'AN
08:03 Xanî şewitî: 4 jê zarok 5 kes bi şewatê mirin
07:49 Cîgirê Waliyê Hatayê dayik û birayê xwe qetil kir
07:44 Qedexeya derketina derve danîn ser 36 gundên Bedlisê
11/08/2020
20:58 Nûriye Gulmen û Ridvan Akbaş hatin girtin
20:54 Hezar û 183 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:38 Ocalan ê HDP’î: Rakirina tecrîdê ji bo “asayîbûnê” girîng e
15:48 HDP’ê ji meclîsê xwest têkildarî rapora CPT'ê lêkolîn bikin
15:48 Xwişka Sancarê HDP’î hat definkirin
15:24 Ûygûner ê HDP’î nehat berdan
15:11 Yekîtiya Ewropayê ku Yewnanistanê banga civîna lezgîn lê kiribû: Em li cem we ne
15:06 ÎHD'ê ji bo kesên bi îşkenceyê hatin binçavkirin pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin
14:53 Jina ku serlêdana wê ya gilîkirinê nehat qebûlkirin li ÎHD’ê bang kir
14:26 Nîşana embargoya xurek: Wê PKK mîqdareke zêde diwîz hûr bike
14:06 HDK: Li dijî polîtîkayên îqtîdarê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê ya mayinde heye
13:52 Hevserokê YNK’ê Lahûr Şêx Talebanî bi koronayê ket
13:38 Ji bo Tîmtîk û Unsal di nobetê de ne
13:22 Beraeta hevjînê xwê yê 262 rojin girtiye xwest
13:08 Zembîlfiroş, Parîteya Hêza Standinê (PPP) û Piyeseya Zêr
12:52 Polîsan 5 kes li Milazgîrtê binçav kirin
12:35 HDP’ê bersiv da îdîayên ‘tacîzê’: Parçeyê konsepteke qirêje
12:02 Kongreya Avakirina Dersimê ji bo Avzêmên Dersimê bang kir
11:23 Makîneyên kar vê carê dibin parastina eskeran de ketin herêmê
11:23 Erdogan derewand: IMF’ê ji me deyn nexwest
11:10 Çalakiyên li Belarûsê di roja duyemîn de didomin
11:06 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Armanc petrol e Sûriye hincet e!
10:24 Şewatên li Lîcê û Depê hatin vemirandin
09:50 Prz. Korkmaz: Mêrê kujer hêza xwe ji polîs û îqtîdarê digire
09:12 'Sedema binpêkirinên li sînor bêcezatî ye'
09:12 Tekstîla Ozakê bi mobbîngê sendîkaya karkeran diguherîne
09:11 Partiyên siyasî bang li CPT'iyê kirin: Peywira xwe bîne cih
09:10 Penêrê Çeçîlê hîn jî bi rê û rêbazên edetî tê çêkirin
09:10 ‘Ji ber kurd, elewî û ermenî ne li qişleyan tên kuştin'
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2020'AN
10/08/2020
23:06 Li navçeya Rezanê piştî şewatê teqînek çêbû
21:44 Agir bi Çiyayê Gabarê ket
21:39 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 858
20:12 Xwişka Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:08 Hevşaredara Gimgimê Karaaslan hat berdan
18:03 Rojnamevanên kurd Kaplan û Mordenîz hatin berdan