Armanc petrol e Sûriye hincet e!

img

DÊRA ZOR – Peymana Petrolê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Amerîkayê re îmze kir, îhtîmal heye ku statutiyê bi xwe re bîne. Rûsya, Îran, Tirkiye û Rejîm bi awayekî aşkera ji petrole par dixwazin. 

Dengvedana Peymana Petrolê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi şîrketa petrolê ya Delta Crescent Energyê ya Amerîkayê re îmze kir, didome. Piştî ragihandina peymanê ya ji raya giştî re Rûsya, Îran, Tirkiye ku li Sûriyeyê ne û Rejîm dijberiya xwe ya li hemberî peymanê aşkera kirin. Heman hêz, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevliheviya navxweyî derdixin. Li gel van hewldanên wan jî hat hînbûn ku rayedarên şîrketa navborî ji bo peymanê hatine herêmê. Li aliyê din tê diyarkirin ku şîrketa gazê ya Rûsyayê Gazprom jî dixwaze bê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo vê yekê hevdîtin tên kirin. 
 
PEYMANA PETROLÊ 
 
Wê bandora peymana ku rêveberiya xweser îmze kiriye, hem li herêmê hem jî li qada navneteweyî çêbibin. Tê payîn ku destpêkê peyman bandorê li nasîna fermî ya Rêveberiya Xweser a navneteweyî bike. Piştî peymanê tê plankirin ku bi biniqik parzûngehên petrolê bên herêmên Rîmêlan û Dêra Zorê. Vê derbarê de demek neyê diyarkirin jî xebatên ji bo vê yekê didomin. Dîsa tê gotin ku ji bo pêkanîna peymanê rayedarên şîrketê hatina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi Rêveberiya Xweser re hin hevdîtinan kirine. 
 
DIJBERÊN PETROLÊ
 
Tê payîn ku di rojên pêş de hûrgiliyên peymanê bi raya giştî re bên parvekirin. Rûsya, Îran, Tirkiye ku li Sûriyeyê ne û li dijî peymanê derketin. Rejîm jî di lîsteya dijberî peymanê de cih digire. Tê diyarkirin ku hêzên din dixwazin bi ser Rejîmê re peymanê hilpekînin. Hêzên navborî ji bo têkbirina aramiya li heremê di nav hib heldanan de ne. Ji herêma Cizîrê heta Dêra Zorê ketine nav liv û tevgerê, li hin cihan êrîşan pêk tînin û gel li dijî Rêveberiya Xweser sor dikin. Tê ragihandin ku sûîqastên ku li Dêra Zorê li dijî serokên eşîran pêk hatine û êrîşên ku li dijî hêzên ewlehiya hundirên çêbûne di vê çarçoveyê de hatine birêxistinkirin. Lê heta niha di vê mijarê de negihîştîne armanca xwe. Hêzên ewlehiya hundirîn asta ewlehiyê bilindtir kirine. Rêveberiya Xweser jî li dijî hewldanên provakasyonê bi eşîrên ereb re sefer bû.  
 
ŞÎRKETÊN GAZÊ YÊN RÛSYAYÊ
 
 Tê zanîn ku Rûsya dixwaze li herêmên petrol û enerjiye yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serwer bibe. Rûsya ku heta niha dixwaze hem bi rêya leşkerî hem jî bi rêya siyasî vê yekê pêk bîne, bi ser neketiye. Piştî peymana petrolê ku di navbera Rêveberiya Xweser û şîrketa amerîkî de hat îmzekirin, Rûsya dîsa ket nav liv û tevgerê û dixwaze şîrketên xwe yên petrol û enerjiye bişîne herêmê. Tê diyarkirin, şîrketên Rûsyayê ku ji bo vê mijarê di nav hewldanan de ye ji bo hatina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatan dikin.
 
HERÊMÊN CEYRAN Û GAZÊ
 
Hat ragihand ku Rûsya bi vê armancê bi Rêveberiya Xweser re hevdîtina dike û tê destnîşankirin ku şîrketên Rûsyayê bi taybetî dixwazin bên herêmên gazê. Ev herêm jî di serî de xeta Konîko ya Dêra Zor û Hesekê ye. Her wiha tê diyarkirin ku di serî de ceyran ji bo herêmên din ên enerjiyê jî cihên mîna Reqqa û Tebqayê tên fikirîn. Tê gotin ku derbarê mijara tê payîn di rojên pêş de zelaltir bibe de hin welatên Ewropa jî xwestine bikevin dewrê. Tê diyarkirin ku armanca Rûsyayê ya dijderketina peymana petrolê ya Reveberiya Xweser kiriye û xwestina hatina wê ya herêmê, derxistina tevlîheviya polîtîk e. Tê payîn ku ev kêş û vekêş hinek jî berdewam bikin. 
 
Tê gotin ku şîrketên enerjiyê yên amerîkî û rûs ku tê payîn bên herêmê, armanca wan tenê ne derxistina petrole ye, di heman demê de dixwazin berpirsyariya bajarên ku ji ber şer wêran bûne jî carake din ava bikin jî bigirin ser xwe. 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

14/08/2020
09:07 Dede: Walîyê Wanê wekî serokê AKP'ê yê bajêr tevdigere
09:02 Rojnameger: Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li serbazên Iraqê xist
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2020'AN
13/08/2020
20:15 21 kesên din ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û 1243 kes jî pê ketine
18:55 Agir gihişt bax û baxçeyên gundiyên Licê
16:41 Li Agiriyê mirina biguman a jinekê
16:32 Polisan mudaxaleyî çalakiya Peymana Stenbolê kir û 4 jin binçav kirin
16:11 Li Mêrsînê 4 kes hatin binçavkirin
15:59 ‘Bêyî ku dereng bikeve wan berdin’
15:19 Hîna jî agahî ji zarokê karkerê çandiniyê yê ket avê nayê girtin
15:04 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:51 5 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:41 Tora Parastina Jinan: Ne hedê kesêye ku peymanê nîqaş bike
14:32 Dormîşa leşkeran qelibî
14:11 Avahiya NÇM’ê wê ji şaredariya AKP’î re bê terxankirin
14:04 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Em ê li dijî tundiyê bêdeng nemînin
13:31 Ji bo şermezarkirinê eywanên dawetan 3 rojan digirin
13:06 ‘16 milyon Stenbolî bê çare li heviya erdhejê ne'
12:25 Li gundên qedexekirî gundî nikarin heywanên xwe bibin mêrgan
11:12 Sedema kûrbûyîna tecrîda li Îmraliyê helwesta CPT e
11:11 Şahidê komkujiya Digorê axivîn: Wekî roja dojehê bû
11:08 Şewata daristanên Şirnexê vemirî
11:04 Ji ber parvekirinên medya civakî hat binçavkirin
10:27 'Tekane berpirsiyarê krîzê AKP ye'
10:14 Polisan Acûn Karadağ binçav kirin
10:05 Li şûna astengkirina şewatê seyranê qede kirin
09:37 Li Colemêrgê gengeşî: Polisan 7 kesan binçav kir
09:35 Di 11'ê tebaxê de testa 600 kesan li Edeneyê posîtîf derket
09:18 Li gundan piştevanî
09:17 Dê ciwan li Milazgirê li hev kom bibin
09:16 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:16 Birca Belek kirine cihwarê tiryakê
09:15 5 sal in kes naçe serdana Gola Çalyanê!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 30 jin serbest in: Peymana Îstanbul dide jiyandin
12/08/2020
22:16 Jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan
21:58 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:16 Polîsan mudaxileyî jinan kir: 24 kes hatin binçavkirin
17:04 Agir bi daristanên gundê Awgamasya û Banayê ket
16:06 Darên li peyarê bi kemçeyan rakirin
15:40 Ji Bankaya Cîhanê hişyariya Tirkiyeyê
15:16 '32 caran cezayê dîsîplînê dan girtiyekî'
15:00 Bertek nîşanî bidawîkirina xebatên lêgerîna kurê xwe da.
14:05 Tîmên taybet di serdegirtina gund de axur kolan
13:53 Di tîrmehê de 7 zarok 164 karker bûn qurbana kar
13:29 Hempîşeyên wan ji bo Tîmtîk û Unsal di ‘Nobeta Edaletê’ de bang kirin
13:00 Ji bo ku vegerên gundên xwe yên qedexekirî kampanya dan destpêkirin
12:33 Bi îfadeya Şahidê Winda 7 sal ceza birîn
11:48 Li Belarûsê roja sêyemîn: Gelo Tîkhanovskaya di bin tûndiyê de dîmen kişand?
11:44 Çend zarokên karker li Tirkiye kar dikin?
10:43 Ji serokên 33 baroyan bang: Jiyandina Ebrû û Aytaç berpirsyarî ye
10:41 404 navdaran piştgirî da ‘101 Porsipiyan'
09:58 Gundiyan agirê li bejahiyê derket vemirandin
09:58 Bexdayê bersiv da êrîşa Tirkiyeyê û serdana Akar betal kir
09:03 'Bêyî tawîzdan divê em bitêkoşin'
09:03 Dezenfektaha herî baş sabûna kizwanê ye
09:03 Testên zêde, fîlasyon û karantîna
09:03 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:03 Şaredariyên Cizîr û Hezexê ji bo AKP'iyan bûn cihê kar û bar
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2020'AN
08:03 Xanî şewitî: 4 jê zarok 5 kes bi şewatê mirin
07:49 Cîgirê Waliyê Hatayê dayik û birayê xwe qetil kir
07:44 Qedexeya derketina derve danîn ser 36 gundên Bedlisê
11/08/2020
20:58 Nûriye Gulmen û Ridvan Akbaş hatin girtin
20:54 Hezar û 183 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:38 Ocalan ê HDP’î: Rakirina tecrîdê ji bo “asayîbûnê” girîng e
15:48 HDP’ê ji meclîsê xwest têkildarî rapora CPT'ê lêkolîn bikin
15:48 Xwişka Sancarê HDP’î hat definkirin
15:24 Ûygûner ê HDP’î nehat berdan
15:11 Yekîtiya Ewropayê ku Yewnanistanê banga civîna lezgîn lê kiribû: Em li cem we ne
15:06 ÎHD'ê ji bo kesên bi îşkenceyê hatin binçavkirin pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin
14:53 Jina ku serlêdana wê ya gilîkirinê nehat qebûlkirin li ÎHD’ê bang kir
14:26 Nîşana embargoya xurek: Wê PKK mîqdareke zêde diwîz hûr bike
14:06 HDK: Li dijî polîtîkayên îqtîdarê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê ya mayinde heye
13:52 Hevserokê YNK’ê Lahûr Şêx Talebanî bi koronayê ket
13:38 Ji bo Tîmtîk û Unsal di nobetê de ne
13:22 Beraeta hevjînê xwê yê 262 rojin girtiye xwest
13:08 Zembîlfiroş, Parîteya Hêza Standinê (PPP) û Piyeseya Zêr
12:52 Polîsan 5 kes li Milazgîrtê binçav kirin
12:35 HDP’ê bersiv da îdîayên ‘tacîzê’: Parçeyê konsepteke qirêje
12:02 Kongreya Avakirina Dersimê ji bo Avzêmên Dersimê bang kir
11:23 Makîneyên kar vê carê dibin parastina eskeran de ketin herêmê
11:23 Erdogan derewand: IMF’ê ji me deyn nexwest
11:10 Çalakiyên li Belarûsê di roja duyemîn de didomin
11:06 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Armanc petrol e Sûriye hincet e!
10:24 Şewatên li Lîcê û Depê hatin vemirandin
09:50 Prz. Korkmaz: Mêrê kujer hêza xwe ji polîs û îqtîdarê digire
09:12 'Sedema binpêkirinên li sînor bêcezatî ye'
09:12 Tekstîla Ozakê bi mobbîngê sendîkaya karkeran diguherîne
09:11 Partiyên siyasî bang li CPT'iyê kirin: Peywira xwe bîne cih
09:10 Penêrê Çeçîlê hîn jî bi rê û rêbazên edetî tê çêkirin
09:10 ‘Ji ber kurd, elewî û ermenî ne li qişleyan tên kuştin'
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2020'AN
10/08/2020
23:06 Li navçeya Rezanê piştî şewatê teqînek çêbû
21:44 Agir bi Çiyayê Gabarê ket
21:39 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 858
20:12 Xwişka Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:08 Hevşaredara Gimgimê Karaaslan hat berdan
18:03 Rojnamevanên kurd Kaplan û Mordenîz hatin berdan