Zembîlfiroş, Parîteya Hêza Standinê (PPP) û Piyeseya Zêr

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê û aborînas Ramazan Tunç, di nivîsa vê hefteyê de bi çîroka Zembilfiroş dîmenên aboriya Tirkiye û Kurdistanê li ber çavan radixe. Tunç, destnîşan dike ku di dîroka aboriya kurdan de Zembîlfiroş çîrokeke welatiyekî kurd e ku mirov dikare di nav vê çîrokê de gelek kodên civakî yên der barê aboriyê de jî jê bigire.

 
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê û aborînas Ramazan Tunç, di quncikê vê hefteyê bal kişand ser aboriya Tirkiyeyê û kodên civakî yên aboriyê. Tunç, bi çîroka Zembilfiroş, wêneyê kodên civakî yên aboriyê destnîşan dike. 
Tunç, diyar dike ku di dîroka aboriya kurdan de Zembîlfiroş çîrokeke welatiyekî kurd e ku mirov dikare di nav vê çîrokê de gelek kodên civakî yên der barê aboriyê de jî jê bigire.
  
Tunç, di nivîsê de tîne ziman kudi dîroka aboriyê de, nivîskar-wêjekarên bi nav û deng ên wek Mark Twain di jiyana xwe ya rojane de ji behskirina rewşa aboriyê û borsayê kêm nemane û wiha cih dide nivîsê: "Mînak, Twain dibêje, di meha cotmehê de di piyaseya senedên parê de kirariyan nekin. Ji ber ku wêjekar, nivîskar, helbestvan, feylesof di nav civakê de ne, jiyana wan jî parçeyekî ji jiyana civakê dide nîşandan. Di nivîsên wan de kodên civakî ku girêdayî debar û aboriya wan in, gelekî zede ne. Di dîroka aboriya kurdan de Zembîlfiroş çîrokeke welatiyekî kurd e ku mirov dikare di nav vê çîrokê de gelek kodên civakî yên der barê aboriyê de jî jê bigire. Bi ya min rewşa Zembîlfiroş û xatûna mîr di heman demê de wek berhemên bi nav û deng ên klasîk Madam Bovary a Gustave Flaubert, Portreya Dorian Gray a Oscar Wild, Anna Karanîna ya Lev Tolstoy ku di dema hatine nivîsandin de, hem ji ber rewşa wê demê nîşan didin hem jî di rengê wêrekiya jinê de meydanê ji exlaqê rûniştî yê civakê re dixwazin, xwediyê girîngiyeke zêde ne. Di warê dîroka çand û wêjeyê de ez naxwazim di ser gotinên wêjekar, helbestvan û nivîskarên hêja yên Wêjeya Kurdî ya Nûjen ên wek birêz Kawa Nemir, Selîm Temo û Şener Ozmen de gotinekê bibêjim lê ez pêwîst dibînim ku hinekî li ser kodên aborî yên di çîroka Zembîlfroş de derbas dibin, behsa piyeseya kurdan a hêza standinê ku îro di pergala navneteweyî de wek Parîteya Hêza Standinê (PPP-PHS) û Katjimêra Gini bikim ku di heman demê de li ser hêza standinê û dahata kesan disekine." 
 
QÎMETA ZÊR LI GOR ÇI ZÊDE BÛYE? 
 
Tunç, bal dikişîne ser çîroka Zembîlfiroş û wiha li nivîsê zêde dike: "Zembîlfiroş ji bo debara xwe, zembîlan çêdike û difiroşe. Di nav kolan û çarşiya Farqînê de bazareke ku zembîlên xwe bifiroşe nabîne û her kes berê wî dide taxa mîr ku sembola hêza standinê ye. Gelo ji bo çi berê wî didin taxa mala mîr? Dahat an jî bazarên taxan li gor çi dihatin diyarkirin? Bandora mîr li ser bazarê çi bû? Wek ku Keynes gotiye, ji bo hevsenga bazarê pêk bîne, mîr bi hêza xwe ya standinê mudaxaleyî kîjan piyaseyan dikir? An jî buhayê zembîl û yan jî tiştan, tiştên dihatin firotin bi çi awayî diyar dibûn ku Gulxatûn ji Zembîlfiroş re pêşniyaz dike ku Zembîlan “buha buha jê bistîne”? Ji bo çi Zembîlfiroş wek pêşniyazên Adam Smith ku dibêje bila mudaxaleya tu kesî li piyaseyê nebe, piyase bixwe hevsengiyê pêk tîne û dibêje “laissez faire laisser passer- (dev jê berdin) bila bikin bila derbas bibin”, dibêje “bazara min malê helal e”? A girîng jî ew e ku Gulxatûn ji bo rojekê bi Zembîlfiroş re derbas bike, xişrên xwe (zêr û zîv) ziha dike. Nirx û qîmeta zêr li gor çi ew qas zêde bûye? Hêza rêveberiyê bi çi awayî dahat belav kiriye ku hêza standina gel biparêze? Mirov dikare van pirsan zêde û berfireh bike." 
 
Tunç, bal dikişîne ser cudahiya bajarên Tirkiye û Kurdistanê û wiha berdewam dike: "Em ji nav rûpelên dîrokê derkevin, werin van rojan û pirsa herî giran bikin. Gelo ji bo çi li hinek taxên Tirkiyeyê dahata serê kesê zêde ye û Katjimêra Gini bi hevsengî belav bûye? Mînak, herêmên Marmara û Egeyê û li hinek taxan jî dahata serê kesan pir kêm e, mînak herêmên bakurê Kurdistanê? Çi amûran ev hevsengî xera û ava kiriye?" 
 
HÊZÊN DEWLETA ÇIMA MUDAXALEYÎ PIYASEYAN DIKIN' 
 
Tunç, li ser sedema mudaxaleya dewletan a piyasê jî rawestiya û wiha lêzêde kir: "A niha jî ev nîqaşên der barê bazar û piyaseyan de gelek zêde ne. Hêzên dewletan ji bo çi mudaxeleyî piyaseyê dikin, a niha bi zordarî pêşiyê li zêdebûna nirxê malên wek zêr digirin? Di hevsengiya piyaseyan de bi awayekî hem dewlet hem jî piyase bi serê xwe nikarin hevsengê biparêzin. Dîtaneya îktisada modern ji bo van pirsan bibersivîne, gelek xebat û lêkolînan dike. Niha bersivdayîna van pirsan gelekî zehmet e û astengî hene. Ji bo piyaseyan li ser piyan bihêlin bi milyar dolaran pere bi destê dewletan xistin piyaseyê û nirxên gelek pereyan daket lê tiştek heye ku nirxê wî di her demê de xwe parastiye. Ew jî zêr e. Ji ber vî awayî a niha li hemû cîhanê nediyariyê hevsengiya piyaseyan xera kiriye û her roj piyaseya zêr radibe û pereyên heyî li hemberî zêr nirx wenda dikin. Nediyarî û qeyranên navneteweyî edelata dahatê xera dikin. Dewlemend zêdetir dewlemend dibin û feqîr zêdetir belengaz dibin ku di piyaseyan de Katjimêra Gini zêdetir bilind dibe. Ev ji sedî sed girêdayî polîtîkayên hikûmetan e lê dîsa jî hikûmetên serdema kadîbûnê (globalîzmê) ji tofana qeyranên ji herêmên din belavî piyaseyan dibin, xwe xelas nakin. Li hemû cîhanê nirxê zêr ji ber tevlihevî û nediyariyê zêde dibe lê li Tirkiyeyê jî bi du awayan nirxê zêr zêde dibe. Yek, di piyaseya zêr de li hemû cîhanê onsa zêr zêde dibe û ji ber ku nirxê ons giredayî nirxê dolarê amerîkî ye jî roj bi roj nirxê pereyê tirkan li hemberî pereyê amerîkî serberjêr diçe. Du, mudaxaleya dewletê jî, bi zêr û dolarê amerîkî çareseriyê nayîne. Ji ber ku li piyaseya Tirkiyeyê a niha hem dîtaneya têkçûyîna piyaseyê hem jî têkçûna dewletê heye buhayên mal û tiştan naselihe. Polîtikayên wezareta darayî û banqeya navendî têra pêdiviyên piyaseyan nakin û ji vê rewşê dûr in. Bi tenê pesnê xwe didin û dixwazin bi manîpulasyonan ser têkçûyîna dewletê û têkçûyîna piyaseyê binixêmin." 
 
'PIYASA ZÊR BANDORÊ LI SER PIYASEYÊN DIN DIKE' 
 
Tunç, herî dawî li ser bandora piyasa zêr a li ser piyasa din rawestiya û got: "Em werin rewşa Zembîlfiroş û Gulxatûnê; ji ber ku piyase carinan xera dibe û rîskên bingehîn zêde dibin, zêr û zîv wek bendergehên (lîman) herî biewle ne ku hêza standinê ji bo kesan diparêzin. Çiqas di sektora zembîlan de kar nemîne jî pêwîstî bi hêzekê heye ku hevsengiya piyaseyê pêk bîne. Hebûna xişir her tim hêza standinê diparêze. A niha jî ev rêbaz derbasdar e. Hêz û wêrekiya Gulxatûnê ji berhevkirana zêr e. Ji ber ku zêr bandorê li buhayê pereyên di piyaseyê de dike. Wek a niha ku li hemû cîhanê fonên mezin, banqeyên navendî, sermiyandarên mezin, hebûna xwe wek Gulxatûna Zembîlfiroş di zêr de berhev dikin. Stratejiya ji bo berhemkaran jî stratejiya Gulxatûnê ye ku bi hêza standinê digihîje armanca xwe. Wisa xuya ye ku dê piyaseya zêr hinekî din jî bandorê li piyaseyên din bike. Di piyaseyan de fonên mezin û hilberînerên mezin ji vê rabûna zêr zêdetir sûdê werdigirin. Di şiklê jêr de buhayê zêr ji salên 1970’yî heta niha ku çawa guheriye û di pênc salên dawî de rêyek çawa di meşe xuya dibe. Rabûna zêr didome lê PPP û Gini jî li wê gorê diguherin. Bazara Zembîlfiroş bazara malê helal e (hevsengî) lê mudaxaleya Gulxatûnê hevsengiya bazarê xera dike. Di piyaseya Tirkiyeyê de jî, êdî ev hevîr avê nagire lê dîsa jî sêva çê para hirçê ye." 
 
Hin têgehên aborî: 
 
Dîtaneya Têkçûna Piyaseyê (Market Failure): Di zimanê piyaseyê de ji bo rewşa ku qabiliyeta piyaseyê ya bi tena serê xwe hevsengiyê  pêk bîne tune be, tê gotin. Dînamîkên piyaseyê bi tenê nikaribin hevsengiyê rast bikin.
 
Dîtaneya Têkçûna Dewletê (State Failure): Di zimanê piyaseyê de ji bo rewşa ku qabiliyeta dewletê ya bi tena serê xwe nikaribe hevsengiyê pêk bîne, tê gotin. Bi amûrên destê dewletê bi tenê, hevsengî rast nebe.
 
Piyaseya Zêr: Piyaseya dan û standina zêr e. Navenda piyaseya zêr Borseya Londonê ya Zêr e. Di sala 1919’an de hatiye damezirandin. Ji sala 1850’yî şûn de bi destê malabatên/fonên mezin “N.M. Rothschild & Sons, Mocatta & Goldsmid, Pixley & Abell, Samuel Montagu & Co. and Sharps Wilkins” ev piyase tê birêvebirin.
 
Sêvên çê para hirçê: Ji bo kesên hêza wan zêde ye û destên wan digihêje her deverî tê bikaranîn. Di piyaseya hirçê de senedên parê dadikevin û fonên mezin (hirç) jî carinan di vê daketinê de karên mezin dikin. Zêr ji bo berhemkariya mal û amûrên berhemkariyê baş e lê dîsa jî ji bo kesên sermiyanê wan zêde ye, sêva baş para hirçê ye; berhemên baş para sermiyandaran in.

Sernavên din

14/08/2020
09:07 Dede: Walîyê Wanê wekî serokê AKP'ê yê bajêr tevdigere
09:02 Rojnameger: Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li serbazên Iraqê xist
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2020'AN
13/08/2020
20:15 21 kesên din ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û 1243 kes jî pê ketine
18:55 Agir gihişt bax û baxçeyên gundiyên Licê
16:41 Li Agiriyê mirina biguman a jinekê
16:32 Polisan mudaxaleyî çalakiya Peymana Stenbolê kir û 4 jin binçav kirin
16:11 Li Mêrsînê 4 kes hatin binçavkirin
15:59 ‘Bêyî ku dereng bikeve wan berdin’
15:19 Hîna jî agahî ji zarokê karkerê çandiniyê yê ket avê nayê girtin
15:04 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:51 5 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:41 Tora Parastina Jinan: Ne hedê kesêye ku peymanê nîqaş bike
14:32 Dormîşa leşkeran qelibî
14:11 Avahiya NÇM’ê wê ji şaredariya AKP’î re bê terxankirin
14:04 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Em ê li dijî tundiyê bêdeng nemînin
13:31 Ji bo şermezarkirinê eywanên dawetan 3 rojan digirin
13:06 ‘16 milyon Stenbolî bê çare li heviya erdhejê ne'
12:25 Li gundên qedexekirî gundî nikarin heywanên xwe bibin mêrgan
11:12 Sedema kûrbûyîna tecrîda li Îmraliyê helwesta CPT e
11:11 Şahidê komkujiya Digorê axivîn: Wekî roja dojehê bû
11:08 Şewata daristanên Şirnexê vemirî
11:04 Ji ber parvekirinên medya civakî hat binçavkirin
10:27 'Tekane berpirsiyarê krîzê AKP ye'
10:14 Polisan Acûn Karadağ binçav kirin
10:05 Li şûna astengkirina şewatê seyranê qede kirin
09:37 Li Colemêrgê gengeşî: Polisan 7 kesan binçav kir
09:35 Di 11'ê tebaxê de testa 600 kesan li Edeneyê posîtîf derket
09:18 Li gundan piştevanî
09:17 Dê ciwan li Milazgirê li hev kom bibin
09:16 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:16 Birca Belek kirine cihwarê tiryakê
09:15 5 sal in kes naçe serdana Gola Çalyanê!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 30 jin serbest in: Peymana Îstanbul dide jiyandin
12/08/2020
22:16 Jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan
21:58 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:16 Polîsan mudaxileyî jinan kir: 24 kes hatin binçavkirin
17:04 Agir bi daristanên gundê Awgamasya û Banayê ket
16:06 Darên li peyarê bi kemçeyan rakirin
15:40 Ji Bankaya Cîhanê hişyariya Tirkiyeyê
15:16 '32 caran cezayê dîsîplînê dan girtiyekî'
15:00 Bertek nîşanî bidawîkirina xebatên lêgerîna kurê xwe da.
14:05 Tîmên taybet di serdegirtina gund de axur kolan
13:53 Di tîrmehê de 7 zarok 164 karker bûn qurbana kar
13:29 Hempîşeyên wan ji bo Tîmtîk û Unsal di ‘Nobeta Edaletê’ de bang kirin
13:00 Ji bo ku vegerên gundên xwe yên qedexekirî kampanya dan destpêkirin
12:33 Bi îfadeya Şahidê Winda 7 sal ceza birîn
11:48 Li Belarûsê roja sêyemîn: Gelo Tîkhanovskaya di bin tûndiyê de dîmen kişand?
11:44 Çend zarokên karker li Tirkiye kar dikin?
10:43 Ji serokên 33 baroyan bang: Jiyandina Ebrû û Aytaç berpirsyarî ye
10:41 404 navdaran piştgirî da ‘101 Porsipiyan'
09:58 Gundiyan agirê li bejahiyê derket vemirandin
09:58 Bexdayê bersiv da êrîşa Tirkiyeyê û serdana Akar betal kir
09:03 'Bêyî tawîzdan divê em bitêkoşin'
09:03 Dezenfektaha herî baş sabûna kizwanê ye
09:03 Testên zêde, fîlasyon û karantîna
09:03 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:03 Şaredariyên Cizîr û Hezexê ji bo AKP'iyan bûn cihê kar û bar
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2020'AN
08:03 Xanî şewitî: 4 jê zarok 5 kes bi şewatê mirin
07:49 Cîgirê Waliyê Hatayê dayik û birayê xwe qetil kir
07:44 Qedexeya derketina derve danîn ser 36 gundên Bedlisê
11/08/2020
20:58 Nûriye Gulmen û Ridvan Akbaş hatin girtin
20:54 Hezar û 183 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:38 Ocalan ê HDP’î: Rakirina tecrîdê ji bo “asayîbûnê” girîng e
15:48 HDP’ê ji meclîsê xwest têkildarî rapora CPT'ê lêkolîn bikin
15:48 Xwişka Sancarê HDP’î hat definkirin
15:24 Ûygûner ê HDP’î nehat berdan
15:11 Yekîtiya Ewropayê ku Yewnanistanê banga civîna lezgîn lê kiribû: Em li cem we ne
15:06 ÎHD'ê ji bo kesên bi îşkenceyê hatin binçavkirin pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin
14:53 Jina ku serlêdana wê ya gilîkirinê nehat qebûlkirin li ÎHD’ê bang kir
14:26 Nîşana embargoya xurek: Wê PKK mîqdareke zêde diwîz hûr bike
14:06 HDK: Li dijî polîtîkayên îqtîdarê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê ya mayinde heye
13:52 Hevserokê YNK’ê Lahûr Şêx Talebanî bi koronayê ket
13:38 Ji bo Tîmtîk û Unsal di nobetê de ne
13:22 Beraeta hevjînê xwê yê 262 rojin girtiye xwest
13:08 Zembîlfiroş, Parîteya Hêza Standinê (PPP) û Piyeseya Zêr
12:52 Polîsan 5 kes li Milazgîrtê binçav kirin
12:35 HDP’ê bersiv da îdîayên ‘tacîzê’: Parçeyê konsepteke qirêje
12:02 Kongreya Avakirina Dersimê ji bo Avzêmên Dersimê bang kir
11:23 Makîneyên kar vê carê dibin parastina eskeran de ketin herêmê
11:23 Erdogan derewand: IMF’ê ji me deyn nexwest
11:10 Çalakiyên li Belarûsê di roja duyemîn de didomin
11:06 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Armanc petrol e Sûriye hincet e!
10:24 Şewatên li Lîcê û Depê hatin vemirandin
09:50 Prz. Korkmaz: Mêrê kujer hêza xwe ji polîs û îqtîdarê digire
09:12 'Sedema binpêkirinên li sînor bêcezatî ye'
09:12 Tekstîla Ozakê bi mobbîngê sendîkaya karkeran diguherîne
09:11 Partiyên siyasî bang li CPT'iyê kirin: Peywira xwe bîne cih
09:10 Penêrê Çeçîlê hîn jî bi rê û rêbazên edetî tê çêkirin
09:10 ‘Ji ber kurd, elewî û ermenî ne li qişleyan tên kuştin'
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2020'AN
10/08/2020
23:06 Li navçeya Rezanê piştî şewatê teqînek çêbû
21:44 Agir bi Çiyayê Gabarê ket
21:39 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 858
20:12 Xwişka Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:08 Hevşaredara Gimgimê Karaaslan hat berdan
18:03 Rojnamevanên kurd Kaplan û Mordenîz hatin berdan