Esker bi hinceta 'Ewlehiyê' darên gundiyan dibirin

  • rojane
  • 10:55 16 Tebax 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Esker li Gundê Sêtkarê yê Navçeya Elkê ya Şirnexê bi hinceta "Ewlehiyê" darên gundiyan bi zorê dibirin û qulûbeyên cerdevanan ava dikin. Gundiyan li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Bi salan e li gundiyan zilmê dikin." 

 
Esker li Gundê Setkarê yê Navçeya Elkê ya Şirnexê bi zorê darên nava zeviyên gundiyan dibirin. Eskeran bi hinceta "ewlehiyê" bi zorê îhaleya birîna daran derxistin û bi destê mutahîdan darên welatiyan dibirin. Li Gundê Setkarê bi salan e welatî dibin hedef û bi tundî û zextan re rû bi rû dimînin. Niha jî darê wan bi zorê tên birîn. Li Gundê Setkarê îsal ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve 3 caran daristan hatin şewitandin. Niha jî bi hinceta ewlehiyê dixwazin darên welatiyan bibirin. Tê gotin ku armanc dikin ku li ser firehiya 300-400 metre û 3 kilometre dirêjahiyê darên li herêmê bibirin. Welatiyan anîn ziman ku Fermandarê Qereqola Ayvalik 3 meh in diçe li herêmê lêkolîn dike hewl dide welatiyên ku zeviyên wan ên bi tapo heye îkna bike. Ji ber welatiyan ev yek qebûl nekir, fermandariyê bi zorê birîna darên li herêmê derxistin îhaleyê û dest bi birîna daran kirine. 
 
Gundiyan anîn ziman ku fermandariyê personelên Midûriyeta Karên Daristanê anîne herêmê û xwestine daran bibirin, lê personelan diyar kirine ku ji ber tabûya zeviyên welatiyan e nikarin van daran bibirin. Gundiyan destnîşan kirin ku li gel vê yekê fermandariya qereqolê hinceta "Li herêmê şer derdikeve" nîşan daye û ji gundiyan re gotiye dê daran bibirin. 
 
'AN DESTÛR BIDIN EM EMÊ JÊKIN' 
 
Gundiyan destnîşan kir ku wan destûr nedan ku darê zeviyên wan bên birîn. Gundiyan da zanîn ku li gel hemû bertekan, Fermandariya Qereqolê Ayvalik (Çeman), îhaleya birîna daran daye endemekî Eşîra Jirki ya Gundê Çemanê. Gundiyan bibîr xist ku rayedarên eskerî li jora gund dest bi avakirina 2 qereqolên cerdevanan kirine û hemû hewldanên wan bê encam maye. Gundiyên ku nexwestin navê xwe bidin wiha gotin: "Fermandarê Qereqola Ayvalik (Çeman) di 3 mehên dawî de tê li gund lêkolîn dike. Xwest daran bibirin. Lê me gundiyan destûr neda. Fermandar got 'Li vir şerê germ çêdibe. Ji bo ewlehiya rê divê ev dar bêr birîn. An hûn dê destûrê bidin. An jî em dê bibirin.' Me jî got; Em naxwazin dar bên birîn." 
 
Gundiyan anîn ziman ku li gel hemû bertek û nerazibûnên wan fermandariya eskeriyê dîsa dest bi birina daran kirine û alîkariyî ji kesên eleqeder xwest. Gundiyan bertekên xwe wiha anîn ziman: "Pir hindik gelek kes rewşa gundê me dizane. Bi salan e gundiyên me di bin zextan de dijîn. Binçavkirin û girtin didome. Herî dawî 3 sivîl li gund hatin kuştin. Li vî gundî bi salan e zext û zilm tê kirin. 3 mehin Fermandarê Qereqola Ayvalik tê gund û zextan dike. Xwest darên li ser zeviya 300-400  metre fireh û 3 km dirêj bibirin. Me gundiyan ev yek qebûl nekir. Midûriyeta Giştî ya Daristanê birîna daran qedexe kiriye. Ya din jî divê destûra me xwediyên ziviyan hebe. Li gel vê yekê kesê bi navê Adil Gokçe dest bi birrîna daran kirine. Li gel destûr û daxwaza gundiyan tune jî niha daran dibirin. " 
 
Gundiyan bang li rayedar û partiyên siyasî kir û xwest destûr nedin birîna darên gundê wan. 

Sernavên din

17/08/2020
14:37 Miduriyeta Karên Civakî 3 xizmên xwe bi awayekê dijqanûnî girtin kar
14:16 Olûç û Beştaş daxwaza lêkolîna cînayetên karkeran kirin
14:11 Balafirên koalîsyonê eskerên Sûriyeyê bombebaran kirin
13:24 Aydenîz: Jehrkuja faşîzmê Ocalan û kurd in
11:26 HDP: Ya rê li pêş feleketê vedike hişmeniya rantê ye
11:15 Parêzera Karakaya û Akman ên di rojiya mirinê de: Daxwazên wan dikarin bên bersivandin
11:02 Akdogan ê ket avê jiyana xwe ji dest da
10:43 Dr. Yavîç: Dibe ku îstîfayên xebatkarên tenduristiyê zêde bibin
10:28 Rêxistinên Demokratîk rapora Girtîgeha Jinan a Amedê amade kirin:
Hin rojan bijîşk tune û îlacên şaş nivîsîn
10:11 Li Sêrtê kesên polisan ew binçav kiribûn hatin berdan
09:03 Li Vestelê bi zêdebûna pêketiyan re saetên xebatê yên karkeran jî zêde dibin
09:03 Buldan: Yên dixwazin kêşeya Kurd çareser bikin mecbûr in tecrîda li Îmraliyê bibînin
09:03 Darbeya Qeyûm a Duyemîn: Model têk çû
09:03 Parêzer Yûsûf Çakas: Pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên sîstematîk in
09:03 ‘Bi êrîşa avzêman re tê xwestin rêxistinbûna civakê bê rûxandin’
09:03 Seferberiya erdhejê şert e: Di 21 salan de çi hat kirin?
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2020'AN
16/08/2020
20:57 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 5 hezar û 974’an
20:21 Davûtolgû serxweşî da Mîthat Sancar
18:31 Heyeta KCD û DBP’ê serdana malbata Gulistan Dokû kir
16:33 Hevserokê Ortaklar hat berdan
16:20 Meclîsa HDP'ê bi awayekê onlîne civiya
16:02 Komeleya Toroksê hişyar kir: Covît-19 ji kontrolê derdikeve
15:05 Li Şemrexê tundiya zilam: Li mala ku hevjîn û zarokên wî tê de bûn, gule barand
14:29 Heyeta KCD û DBP li Stenbolê bi gel re civîya
14:19 Polisên Sêrtê 16 kes binçav kirin
13:36 Li Amedê, xebatkarekê nexweşxanê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:30 Ozsoy: Ji nûve gotina ‘Cîhan dijminê me ye' şima dike
13:25 Cenazeyê 2 zarokên di avê de xeniqîn hatin dîtin
12:23 Aydenîz: Erka me ewe ku em têkoşîna demokratik bilind bikin
12:20 Ji bo ku Tirkiye ji başûrê Kurdisatnê derkeve 50 hezar îmze hatin komkirin
11:33 Di qawîşa siyasetmedarên Kurd lê girtî de Covît-19 derket
10:55 Esker bi hinceta 'Ewlehiyê' darên gundiyan dibirin
10:33 22 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsê ketin
09:20 Esnaf: Ku Tirkiye hildibe çima em dadibin
09:00 Piştî çend salan bi beyanên şahidê nepen der barê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 Kar û barê Edliyeya Edeneyê HDP ye!
09:00 Şahidên erdheja 1999'an: Heger tevdîr neyên girtin dê heman tişt îro jî biqewime
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2020'AN
15/08/2020
22:04 Li Rihayê bijîşkek ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:23 21 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekirdagê bi dawî bû
18:47 Helîkopterên eskeriyê li Dersimê daristan bombebaran kirin
18:05 Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbasî avahiya xwe ya nû bû
17:18 KCD û DBP’ê destpêkê serdana Dersimê kirin: Ji bo demokrasiyê yekitî
16:52 Li Mûşê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17’an
16:29 Pastarên Îranê gule li kolberan reşandin
15:50 Ji Tirkiyeyê tu zanîngeh neket nav 100 zanîngehan
15:18 Rayedar girtiyên nexweş derman nakin
14:33 Li Duzceyê 95 karkerên findiqan kirin qarantînayê
14:32 Di 13 salî de bavê wî li pêş çavên wî winda kirin: Em berdin neviyê me bernadin
14:01 Li Wanê mewlûd û dewet ji kesên temenê wan di seriya 65’an de re hatin qedexekirin
13:55 Li Şirnexê di rojên dawîn de 14 binçavkirin
13:48 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Yîgît binçav kirin
13:47 Li Dîlokê çalakî hatin qedexekirin
13:41 Duygu Delen spartin axê
13:41 Guven ê xwest li ber Walîtiyê xwe bişewitîne hat berdan
13:40 Birayên sûriyeyî yên li Farqînê winda bûn hatin dîtin
13:35 Artêşa Niştimanî ya Libya: Tirkiye endamên DAIŞ'ê dişîne Libya
13:26 Di çapemeniya erebi de Idlîb, Luban û Peymana Îsraîl-BAE’yê
12:52 26 sal e ji Mehmet Acarê ku hatiye windakirin agahî nayê girtin!
12:36 Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 182 kes bi Covît-19 ketine
12:07 Qeyûm tona avê ji 2 tl derxist 5.90 TL'yî
11:47 Hevserokê HDP’ê binçavkirin: Çekê kirin serê zarok
10:39 Li Bûrsayê 4 kes hatin berdan, kesek hat girtin
10:01 Xebatkarên tenduristiyê: Em qediyan
10:00 Dîsa derketina derve ya mirovên 65 salî qedexe kirin
09:50 Demîrer: Tenê bi rapor û civînekê pirsgirêka Kurd çareser nabe
09:03 ‘Polîtîkayên hikumetê tecrîdkirina girtîgeha ne’
09:03 Xwîşka Aktaş: Lazim e CPT ji bo Îmraliyê gavên berbiçav biavêje
09:03 404 Welatî: Me dengê porspiyan bihîst
09:03 Aydin Engîn: Bê hewldan dê tifaq çênebe
09:03 'Lêpirsînên mirinên eskeran ên bi guman baş nayên kirin'
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 202'AN
08:19 Hepsa malê dan 4 ciwanên Meclîsa HDP'ê
14/08/2020
21:11 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:26 Narînê YPG'yî bibîr anîn
16:16 Ji 100 penaberan 15 penaber li kolanê dijîn
16:11 Li Dîlokê mirina bi guman a jinekê
15:18 2 xwişk û birayên hev ên Sûriyeyî ev 3 rojin winda ne
15:15 Walî destûr neda ciwan HDP'ê kom bibin
14:33 Rêveberekê HDP’ê hat binçavkirin
14:30 Daristana Çiyayê Cûdî dişewite
14:22 HDK: Gefa komkujiya li dijî Êzidîyan didome
14:18 Ji CÎSST’ê rapora 104 girtîgehên cuda: Mafê tenduristiyê tê astengkirin
13:56 Gunay: Di 19'ê Tebaxê de em li Mêrdîn û Stenbolê dadikevin qadan
13:36 Rêveberê HDP'ê hat binçavkirin
13:09 Kesên li Dîgorê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
13:05 Jinên çalakger: Têkoşîna me dê bêtir mezin bibe
11:50 Hevşaredarê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, hat girtin
11:31 Dozger îdeanameya 136 kesam temam kir
Dozger girtîgeh wekî qada rêxistinê pênase kir
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:17 Li Colemêrgê binçav kirin
10:56 Derbarê hevşaredarê dewra neguhêzbaran îptal kir de lêpirsîn
10:53 Eskeran 4 kes li Edeneyê binçav kirin
09:54 Daran bêyî agahiya şaredariyê dibirin
09:47 Ewil îşkence kirin piştre lêborîn jî nexwestin
09:40 Şaredarê Pîranê yê îtîfaqê îstifa kir
09:09 Pisporê Rojhilata Navîn Kar: Xeta 3'yemîn dikare Lubnanê bi xelasiyê bixe
09:08 ‘Di dema pandemiyê de bila temenê çûyîna dibistanê ji 7 saliyê dest pê bike'