Buldan: Yên dixwazin kêşeya Kurd çareser bikin mecbûr in tecrîda li Îmraliyê bibînin

  • rojane
  • 09:03 17 Tebax 2020
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, der barê kêşeya kurd û nêzîkatiyên partiyên siyasî yên li dijî kêşeya Kurd nirxandin kir. Buldan, helwesta ku tenê di pêvajoyên hilbijartinan de kêşeya Kurd dibînin û ji bo berjewendiyên xwe nêzîk dibin rexne kir û got: “Kesên dixwazin kêşeya Kurd çareser bikin, mecbûr in tecrîda li Îmraliyê bibînin. Heta ev rastî neyê dîtin pirsgirêk bi hêsanî nayê çareser kirin."  

Di rojên dawî de niqaşên siyasî kûr dibin. Partiyên siyasî yên ku ji AKP û MHP'ê qut bûne û CHP dîsa sozên cuda didin gelê Kurd. Lê li aliyê din îqtîdara AKP-MHP'ê şerê li hundir û derve berdewam dike. Her roj operasyonên eskerî û siyasî didomin. Operasyonên dervê sînor didomin. Tirkiye her roj bi balafirên şer Herêma Federe a Kurdistanê, Mexmûr, Şengal, Efrîn û Serêkaniyê bombe dike. Bi hevkariya OSO û DAIŞ'ê welatiyên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dikuje. Talan û wêran dike. Komên çekdar ên bi pere dişîne Libyayê. Her ku diçe qeyrana aborî kûr dibe û dolar li hemberî TL zêde dibin. Di vê pêvajoyê de HDP xebatên meşa demokrasiyê daye destpêkirin û hewl dide îtîfaqa demokratîk a xeta sêyemîn xurt bike. Li gel hewldana HDP'ê 101 Porsipiyan ku di navde zanyar, akademîsyen, hunermend, siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan û pêşengê civakê hene banga “Îtîfaqa Demokrasiyê kirin" piştî wan 404 welatiyên ku di navde rewşenbir û ronakbir jî hene piştgirî dan bange. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, di kongreyê de soza çareseriya pirsgirêka Kurd da. Serokê Partiya DEWA Alî Babacan û Serokê Partiya Gelecek Ahmet Davutoglu yên ji AKP'ê qut bûn peyamên çareseriya pirsgirêka Kurd dan. Muharrem Înce ket nava hewldanê avakirina partiyek nû. Di vê pêvajoyê de pirsgirêka Kurd dîsa bû rojeva Tirkiyeyê. CPT bi raporê tecrîda li Îmraliyê anî rojeva Tirkiyeyê. Niqaşên ji bo Peymana Îstanbul û çalakiyên jinan ên ji bo parastina Peymana Îstanbul didomin. HDP'ê di 1'ê Hezîranê de dest bi kampanya “Têkoşîna Demokrasiyê" kir û meşa li Enqereyê li dar xistin. Têkildarî geşedanên dawî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan nirxandin kirin. 
 
Pervîn Buldan, ewil kampanya "Bernameya Têkoşîna Demokratik" ku di 1'ê Hezîranê de starta wê dan nirxand û wiha got: "Me Hevserokên HDP'ê di 1'ê Hezîranê de Belgeya Helwestê ya Civaka Tirkiyeyê aşkere kir. Me di vê belgeyê de bang li gel û Tirkiyeyê kir. Me xwest li gora pirsgirêkên Tirkiyeyê em kom bibin û bi hevre çareser bikin. Me xwest li ser pirsgirêka esasî em kom bibin û hêzekê ava bikin. Gelek pirsgirêkên li benda çareseriyê hene. Pirsgirêkên edalet, hiqûqê hene. Pirsgirêkên ku jin, ciwan dijîn hene. Pirsgirêkên li dijî ekolojî û civakê hene. Me xwest li ser pirsgirêkên esasî yên Tirkiyeyê em kom bibin û bi hevre çareser bikin. Me got 'Pêdiviya Tirkiyeyê bi Destûra Bingehîn ya Nû heye. Divê berî her tiştî Destûra Bingehîn li gorî pêdiviyên civakê bên guhertin. Me bang li civakê û hikûmetê kir. AKP û MHP di demên dawî de dixwazin muxalefetê bêdeng bikin û civakê bifetisînin. Dixwazin HDP'ê kriminalize bikin. Di pêvajoya dijwar de em ji milê Colemêrg û Edîrneyê meşiyan Enqereyê. Vê meşê bêhn da civakê û bû moralek mezin. HDP'ê carek din nîşan da ku civak ne bê pêşeng e. HDP dikare pêşengiya civakê bike. Me carek din dît ku civak ji HDP'ê bawer dike û ji HDP'ê hêzê distîne. Bi meşa HDP'ê civakê bêhn stend. Ev meşa me ne tenê heta 1'ê Îlonê ye. Dê heta çareseriyê bidome. " 
 
Buldan, anî ziman ku piştî meclîsên jinê, meclîsên ciwanan û Lijneya Navendî li hev kom dibe bi hevre plansaziyê çê dike û biryaran distîne û wiha lê zêde kir: "Piştî 1'ê îlonê ev pêkhateyên me dê kom bibin û planzaziya pêşerojê dînin pêş xwe. Bi şiklê ku em bibin bersîva gel em ê planekê dînin pêş xwe. Em niha bi rêxistinên civakî û rêxistinên partiyên xwe yên bajaran re hevdîtin dikin. Em pêşniyar û nirxandinên wan digirin. Dîsa em bi rêxistinên HDK, KCD û DBP'ê re hevdîtinan dikin."  
 
 
'DI 1'Ê ÎLONÊ DE EM Ê ZINCÎRA MIROVAN AVA BIKIN' 
 
Buldan, da zanîn ku dê di 1'ê Îlonê de li gelek navendan Zincîra Mirovan ava bikin û wiha berdewam kir: "Em ê li gel zincîra mirovan deklerasyona ku xitabî hikûmetê û civakê dike parve bikin. Em dixwazin di pêvajoya şer de aştiyê biqîrin. Yek ji rêgeza partiya me paratina aştiyê ye. Em ê li dijî rastiya şer aştiya Tirkiyeyê bixwazin. Hemû kesên li dijî şer derdikevin divê destê xwe bidin hev û bi dengê bilind li dijî şer bimeşin." 
 
Buldan, bal kişand ser Îtîfaqa Demokrasiyê ku 101 Porsipî pêşengiya wê dikin û wiha axivî: "Îtîfaqa Demokrasiyê gelek girîng e. Pêdiviya Tirkiyeyê gelekî ji vê îtîfaqê heye. Em tenê di pêvajoyê hilbijartinê de îtîfaqê ava nakin. Me di pêvajoya hilbijartinê de jî îtîefaq ava kirin. Lê ne tenê ji bo pêvajoya hilbijartinê ye. Niha meseleya herî ginîng Îtîfaqa Demokrasiyê ye. Ez bawer dikim ku muxalefet di vê pêvajoyê de li hemberî Îtîfaqa Demokrasiyê bêdeng neman. Ji ber ku di bingeha vê îtîfaqê de yekîtiya hêzê heye. Ya girîng mirov vê îtîfaqê têxe meriyetê. Ji bo vê yekê hinek wêrekî û hinek biryar lazim e. Dema em derdikevin kolanê yên ne HDP'î jî germ nêzîk dibin. Em dibînin germahiyek li hemberî Îtîfaqa Demokrasiyê heye. Divê hemû partiyên muxalif bi wêrekî bên cem hev." 
 
'MÛXATABÊ KÊŞAYA KURD DIYAR E 
 
Buldan, helwesta partiyên siyasî yên dema hilbijartinê pirsgirêka Kurd dikin rojev rexne kir û wiha got: "Di pêvajoyên hilbijartinê de em dibînin gelek partî pirsgirêka Kurd dixin rojeva xwe. Raporan amade dikin. Gelek sozan didin. Lê hewce bi vê yekê tune ye. Rapor em bi xwe ne. Rapor gelê Kurd e. Bi salan e gelê Kurd êjê dijî. Êşa gelê Kurd jan dide. Polîtîkayên înkar, îmha û bişaftina li ser van êşan bi xwe rapor e. Di hilbijartinê de dikin rojev û piştre nayê aqilê wan. Divê berî her tiştî dest ji van polîtîkayên dualî berdin. Pêdivî bi wêrekî û duristiyê heye. Divê bi duristî meseleyê bigirin dest û çareser bikin. Muxatabê kêşeya gelê Kurd diyar e. Em li vir navbeynkar in. Divê muxatab li ber çavan bê girtin. Divê teqez muxatabê vê pirsgirêkê esas bê girtin û li ser muxatabê esasî pirsgirêk çareser bibe. Bê guman meclîs ji bo çareseriyê amûrek e. Heta ku muxatabê pirsgirêkê esas neyê girtin pirsgirêk çareser nabe. Divê her kes destê xwe têxe bin kevir. 3 salan ji bo çareseriyê çûn û hatin. Mirovan hevî û moralek mezin stendin. Lê li gel çûn û hatina 3 salan gotin “Ez pêvajoyê dixim sarincê" û pêvajo xera kirin. Mase hilweşandin. 
Em bawer dikin ku di vê pêvajoyê de me rola xwe rast lîst. Em wekî heyetê 3 salan di navbera Girava Îmralî, Qandîl û hikûmetê de çûn û hatin. Ez bawer dikim ku me encamek baş stend. Lê mixabin piştî ev pêvajo xelas kirin, dîsa pêvajoya şer dan destpêkirin. Disa zext, qedexe, şer û kuştinê dest pê kir. Civaka Tirkiyeyê û pêşeroja Tirkiyeyê zerarek mezin ji vê yekê dît. Teqez divê pirsgirêk bi muxataban re çareser bibe." 
 
'DIVÊ MAFÊ ZIMAN, ÇAND Û STATUYA KURD BI DESTÛRA BINGEHÎN BÊ PARASTIN'
 
Buldan, da zanîn ku kêşeya Kurd êdî ne tenê kêşeya Tirkiyeyê ye û wiha berdewam kir: "Kêşeya Kurd êdî bûye meseleya cîhanê. Bi milyonan Kurd hene. Bi milyonan mirov dikevin bin bandora vê pirsgirêkê. HDP jî ji bo çareseriyê hin tiştan tîne ziman. Ji bo çareseriya pirsgirêkê pêdivî bi Destûra Bingehîn a Nû heye. Divê Destûra Bingehîn a ku ziman, çand, nasname û statuya Kurdan fermî û mîsoger dike bê sazkirin. Dîsa di serî de Selahattin Demirtaş Figen Yuksekdag jî di navde hemû hevşaredar û siyasetmedar neheq dîl hatine girtin û divê bên berdan. Civaka Tirkiye li diji AKP'ê baweriya xwe winda kiriye." 
 
Buldan, bal kişand ser Îtîfaqa Cumhur jî û wiha got: "Ez wer difikirim ku di îtîfaqa Cumhur de jî perçebûn heye. Ji destpêkê de bi pirsgirêk e. Li ser bingehek esasî nehatiye avakirin. Hemû biryar ji aliyê 3 kesan ve hatiye girtin. Bingeha partiyan piştgiriyê nade vê yekê. Lê Îtîfaqa Millet ne wisa ye. Li ser hîmekî xurt hatiye avakirin. Ji bo her demê HDP ji hilbijartinan re amade ye. Hemû lijneyên me li ser vê yekê ev yek daniye pêş xwe û li ser wê hûr bûye. Em ji hemû hilbijartinan re amade ne."  
 
'BRÊZ OCALAN Û GIRTIYÊN DIN DI TECRÎDA GRAN DE DIJÎN' 
 
Buldan, bal kişand ser rapora CPT'ê û wiha berdewam kir: ""Rapora CPT girîng e. Lê derengmayina raporê şaşiyek mezin e. Erka CPT ewe ku pirsgirêkên li girtîgehan tespît bike û bi lez bi hikûmet û raya giştî re parve bike. Ji ber vê yekê rapor girîng e. Lê pir dereng hatiye aşkerekirin. Rapor nîşan dide ku hêj li Girtîgeha Îmraliyê neheqî û bê hiqûqî heye. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan  û hemû girtiyên din bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinan nake. Mafê wan ê telefonê tê binpêkirin. Di tecrîda giran de dijîn. Mesele ne aşkerekekirina rapora CPT ye. Mesele îro tecrîd li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Di serî de Birêz Ocalan hemû civaka Tirkiyeyê di tecrîdê de ye. Mixabin îro çûn û hatina Girtîgeha li Îmraliyê li gorî keyfa hikûmetê pêk tê. Divê Tirkiye li dijî vê yekê derkeve. Eger girtiyek nikaribe bi telefonê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike, divê civaka Tirkiyeyê li ser vê yekê bifikire. Divê li dijî vê yekê çareseriyê pêş bixin. Ev ne tenê meseleya HDP’ê ye. Ev meseleya hemû civaka Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê divê pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û aştiyê bên çareserkirin." 
 
'BRÊZ OCALAN RÊYÊN ÇARESERIYÊ NÎŞAN DAN' 
 
Buldan, bal kişand ser rola Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Brêz Ocalan reyên çareseriyê nîşan da. Aşkere kir ku dê rola xwe bilîze. Di navbera 2013-2015'an de rola xwe lîst. Fikrên wi li ser cemaweriya Tirkiyeye te zanin. Li gel vê rastiye Îro Birez Ocalan di tecrîdê de ye. Ev tecrîd tu carî nayê qebkûlkirin. Tecrîd ne tenê meseleya HDP'ê ye. Tecrîd îro kêşeya hemû partiyên ku dibêjin 'Em ê pirsgireka Kurd çareser bikin' e. Hem dê bêje 'Ez amade me ku pirsgirêka Kurd çareser bikim. Hem jî dê tecrîda li Îmraliyê nebîne. Ev nakokî e. Heta tecrîda li îmraliyê neyê dîtin û çareserkirin pirsgirêka Kurd çareser nabe. Heta muxatabê vê pirsgirêkê neyê dîtin û esas neyê girtin pirsgirêk çareser nabe. Gelê Tirkiyeyê jî ji van gotinan bawer nake. Kesên dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin divê berî her tiştî tecrîdê bibînin û rakin. Divê her kes cudahiya di navbera pêvajoya hevdîtinên bi Birêz Ocalan re û pêvajoya nihabibîne. Wê demê bi rastî hewaya aştiyê hebû. Lê di heman demê de polîtikayên êrîş, înkar û îmhayê jî hebûn. Mînak jinên li dijî betalkirina Peymana îstanbul derdikevin bi tundiya polîsan re rû bi rû dimînin. Mirovên dixwazin azad medya civakî bikar bînin tên cezakirin û girtin. Îro li Tirkiyeyê zagon tune ne." 
 
'PÊDIVÎ BI AŞTÎ Û DEMOKRASIYEK RASTEQÎN HEYE' 
 
Buldan,  herî dawî li ser girîngiya aştî û demokrasiyê jî rawestiya û ev tişt got: "Pêdiviya civaka Tirkiyeyê bi aştî û demokrasiyek rasteqîn heye. Ji ber vê yekê hemû kesên ji dil aştî û demokrasiyê dixwazin divî li hev kom bibin û bi hevre dengê xwe bilind bikin û bi hevre têbikoşin. HDP ji bo vê yekê heye û amade ye. HDP pêşengiya vê yekê dike. HDP pêşengê Îtîfaqa Demokrasiyê ye. Me li ser baweriya azadî, aştî û demokrasiyê ev yek anî ziman û em ketin rê. Em baş dizani ku çiqas pêdiviya civaka Tirkiyeyê bi aştî û demokrasiyê heye. Em bang li hemû partiyên muxalif, rêxistinên demokratik, civak û r3existinên sivîl, jin, ciwan û hemû kesên mafên wan tên binpêkirin dikin ku di bin baneyê Îtîfaqa demokratîk de li hev kom bibin û bi hevre têbikoşin": 
 
MA / Ferhat Çelik - Naci Kaya
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/08/2020
14:37 Miduriyeta Karên Civakî 3 xizmên xwe bi awayekê dijqanûnî girtin kar
14:16 Olûç û Beştaş daxwaza lêkolîna cînayetên karkeran kirin
14:11 Balafirên koalîsyonê eskerên Sûriyeyê bombebaran kirin
13:24 Aydenîz: Jehrkuja faşîzmê Ocalan û kurd in
11:26 HDP: Ya rê li pêş feleketê vedike hişmeniya rantê ye
11:15 Parêzera Karakaya û Akman ên di rojiya mirinê de: Daxwazên wan dikarin bên bersivandin
11:02 Akdogan ê ket avê jiyana xwe ji dest da
10:43 Dr. Yavîç: Dibe ku îstîfayên xebatkarên tenduristiyê zêde bibin
10:28 Rêxistinên Demokratîk rapora Girtîgeha Jinan a Amedê amade kirin:
Hin rojan bijîşk tune û îlacên şaş nivîsîn
10:11 Li Sêrtê kesên polisan ew binçav kiribûn hatin berdan
09:03 Li Vestelê bi zêdebûna pêketiyan re saetên xebatê yên karkeran jî zêde dibin
09:03 Buldan: Yên dixwazin kêşeya Kurd çareser bikin mecbûr in tecrîda li Îmraliyê bibînin
09:03 Darbeya Qeyûm a Duyemîn: Model têk çû
09:03 Parêzer Yûsûf Çakas: Pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên sîstematîk in
09:03 ‘Bi êrîşa avzêman re tê xwestin rêxistinbûna civakê bê rûxandin’
09:03 Seferberiya erdhejê şert e: Di 21 salan de çi hat kirin?
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2020'AN
16/08/2020
20:57 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 5 hezar û 974’an
20:21 Davûtolgû serxweşî da Mîthat Sancar
18:31 Heyeta KCD û DBP’ê serdana malbata Gulistan Dokû kir
16:33 Hevserokê Ortaklar hat berdan
16:20 Meclîsa HDP'ê bi awayekê onlîne civiya
16:02 Komeleya Toroksê hişyar kir: Covît-19 ji kontrolê derdikeve
15:05 Li Şemrexê tundiya zilam: Li mala ku hevjîn û zarokên wî tê de bûn, gule barand
14:29 Heyeta KCD û DBP li Stenbolê bi gel re civîya
14:19 Polisên Sêrtê 16 kes binçav kirin
13:36 Li Amedê, xebatkarekê nexweşxanê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:30 Ozsoy: Ji nûve gotina ‘Cîhan dijminê me ye' şima dike
13:25 Cenazeyê 2 zarokên di avê de xeniqîn hatin dîtin
12:23 Aydenîz: Erka me ewe ku em têkoşîna demokratik bilind bikin
12:20 Ji bo ku Tirkiye ji başûrê Kurdisatnê derkeve 50 hezar îmze hatin komkirin
11:33 Di qawîşa siyasetmedarên Kurd lê girtî de Covît-19 derket
10:55 Esker bi hinceta 'Ewlehiyê' darên gundiyan dibirin
10:33 22 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsê ketin
09:20 Esnaf: Ku Tirkiye hildibe çima em dadibin
09:00 Piştî çend salan bi beyanên şahidê nepen der barê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 Kar û barê Edliyeya Edeneyê HDP ye!
09:00 Şahidên erdheja 1999'an: Heger tevdîr neyên girtin dê heman tişt îro jî biqewime
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2020'AN
15/08/2020
22:04 Li Rihayê bijîşkek ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:23 21 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekirdagê bi dawî bû
18:47 Helîkopterên eskeriyê li Dersimê daristan bombebaran kirin
18:05 Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbasî avahiya xwe ya nû bû
17:18 KCD û DBP’ê destpêkê serdana Dersimê kirin: Ji bo demokrasiyê yekitî
16:52 Li Mûşê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17’an
16:29 Pastarên Îranê gule li kolberan reşandin
15:50 Ji Tirkiyeyê tu zanîngeh neket nav 100 zanîngehan
15:18 Rayedar girtiyên nexweş derman nakin
14:33 Li Duzceyê 95 karkerên findiqan kirin qarantînayê
14:32 Di 13 salî de bavê wî li pêş çavên wî winda kirin: Em berdin neviyê me bernadin
14:01 Li Wanê mewlûd û dewet ji kesên temenê wan di seriya 65’an de re hatin qedexekirin
13:55 Li Şirnexê di rojên dawîn de 14 binçavkirin
13:48 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Yîgît binçav kirin
13:47 Li Dîlokê çalakî hatin qedexekirin
13:41 Duygu Delen spartin axê
13:41 Guven ê xwest li ber Walîtiyê xwe bişewitîne hat berdan
13:40 Birayên sûriyeyî yên li Farqînê winda bûn hatin dîtin
13:35 Artêşa Niştimanî ya Libya: Tirkiye endamên DAIŞ'ê dişîne Libya
13:26 Di çapemeniya erebi de Idlîb, Luban û Peymana Îsraîl-BAE’yê
12:52 26 sal e ji Mehmet Acarê ku hatiye windakirin agahî nayê girtin!
12:36 Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 182 kes bi Covît-19 ketine
12:07 Qeyûm tona avê ji 2 tl derxist 5.90 TL'yî
11:47 Hevserokê HDP’ê binçavkirin: Çekê kirin serê zarok
10:39 Li Bûrsayê 4 kes hatin berdan, kesek hat girtin
10:01 Xebatkarên tenduristiyê: Em qediyan
10:00 Dîsa derketina derve ya mirovên 65 salî qedexe kirin
09:50 Demîrer: Tenê bi rapor û civînekê pirsgirêka Kurd çareser nabe
09:03 ‘Polîtîkayên hikumetê tecrîdkirina girtîgeha ne’
09:03 Xwîşka Aktaş: Lazim e CPT ji bo Îmraliyê gavên berbiçav biavêje
09:03 404 Welatî: Me dengê porspiyan bihîst
09:03 Aydin Engîn: Bê hewldan dê tifaq çênebe
09:03 'Lêpirsînên mirinên eskeran ên bi guman baş nayên kirin'
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 202'AN
08:19 Hepsa malê dan 4 ciwanên Meclîsa HDP'ê
14/08/2020
21:11 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:26 Narînê YPG'yî bibîr anîn
16:16 Ji 100 penaberan 15 penaber li kolanê dijîn
16:11 Li Dîlokê mirina bi guman a jinekê
15:18 2 xwişk û birayên hev ên Sûriyeyî ev 3 rojin winda ne
15:15 Walî destûr neda ciwan HDP'ê kom bibin
14:33 Rêveberekê HDP’ê hat binçavkirin
14:30 Daristana Çiyayê Cûdî dişewite
14:22 HDK: Gefa komkujiya li dijî Êzidîyan didome
14:18 Ji CÎSST’ê rapora 104 girtîgehên cuda: Mafê tenduristiyê tê astengkirin
13:56 Gunay: Di 19'ê Tebaxê de em li Mêrdîn û Stenbolê dadikevin qadan
13:36 Rêveberê HDP'ê hat binçavkirin
13:09 Kesên li Dîgorê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
13:05 Jinên çalakger: Têkoşîna me dê bêtir mezin bibe
11:50 Hevşaredarê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, hat girtin
11:31 Dozger îdeanameya 136 kesam temam kir
Dozger girtîgeh wekî qada rêxistinê pênase kir
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:17 Li Colemêrgê binçav kirin
10:56 Derbarê hevşaredarê dewra neguhêzbaran îptal kir de lêpirsîn
10:53 Eskeran 4 kes li Edeneyê binçav kirin
09:54 Daran bêyî agahiya şaredariyê dibirin
09:47 Ewil îşkence kirin piştre lêborîn jî nexwestin
09:40 Şaredarê Pîranê yê îtîfaqê îstifa kir
09:09 Pisporê Rojhilata Navîn Kar: Xeta 3'yemîn dikare Lubnanê bi xelasiyê bixe
09:08 ‘Di dema pandemiyê de bila temenê çûyîna dibistanê ji 7 saliyê dest pê bike'