Bîlgen: Ji bo demokrasiyê firsendeke dîrokî heye

  • rojane
  • 09:00 21 Tebax 2020
  • |
img

MÊRDÎN - Hevşaredarê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, helwesta îqtidarê ya di polîtîkaya navxweyî û derveyî de wekî "telaş û bêçaretiyê" nirxand û vê serdemê şiband "arefeya welidandina bisancû" û got: "Ji bo ji vê welidandina bisancû demokrasî derkeve, firsendeke dîrokî heye."

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartina 31 Adarê de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Ji van şaredariyan 6 jê bi hinceta namzetên wan bi KHK'ê hatine îxrackirin mazbata ya wan nehatibû dayîn û di nav salekê de jî qeyûm tayinî 47 şaredariyan hatibû kirin. Ji şaredariyên bajaran tenê Şaredariya Qersê di dest HDP'ê de maye. 
 
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku di çarçoveya protestoyên tayinkirina qeyûman de hat Mêrdînê, pirsên me yên der barê tayinkirina qeyûman û rêveberiya xwecihî ya Şaredariya Qersê de bersivanin. 
 
Bîlgen, ji bo pêkanînên qeyûman ên sala dawî got: "Meseleya me ne ew e ku şaredarî ji aliyê kê ve tên birêvebirin. Mesele, li ser kîjan esasê, li gor kîjan zemînê hatine tayinkirin. Kesên Tirkyeyê bi rê ve dibin di serdemeke çawa de, siyaseteke bi vî rengî hildibijêrin. Pir aşkere ye niha; bi pandemiyê re careke din teşhîr bû ku em bi krîzeke pergala kûrewî re rû bi rû ne." Bîlgen, destnîşan kir ku mesele ne meseleya parvekirina hêz û erkê ya di navbera organên îdarî de ye û got: "Çawa ku osmanî di sedsala dawî de bi krîzê, bi têkiliyên xwe yên navneteweyî, bi rûxandina aboriyî û bi aboriya şer ket serdemeke din û di vê serdemê de her tişt li navendê bi cih kir û bû sedema felaketekê, a rast tercîha niha jî li ser asasê heman mantiqê ye." 
 
EV TELAŞ Û BÊÇARETÎ, ENCAMA NEBIRÊVEBIRINA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YE'
 
Bîlgen ji bo pirsa "gelo ji ber çi îqtidar mecbûr bû vê yekê tercîh bike?" got: "Li Rojhilata Navîn atmosfereke guherîna rejîmê pêk hat. Li Ewropayê, li kuçe û kolanan çalakî û xwepêşandan pêk hatin ku êdî demokrasiya temsîlî nikare pirsgirêkan hel bike. Ji bo vê Fransa û Îngîltere mînakine baş in. Li Amerîkayê jî heman xwepêşandan pêk hatin. Di vê çarçoveyê de Tirkiye ji dêvla ku pêşiya kesên hatine hilbijartin veke û ji dêvla ku heger şaşoyên wan hebin bila gel ehsa ji wan bipirse, demildest dest datîne ser wan. Ev telaşek e, ev bêçaretiyek e. Her wiha ev encama nebirêvebirina pêvajoya çareseriyê ye. Hîn jî em bi van encaman re rû bi rû dimînin. Her diçe ev fatûre girantir dibe. Poltîkaya Tirkiyeyê ya der barê Sûriyeyê de jî encama nebirêvebirina pêvajoya çareseriyê ye. Polîtîkaya qeyûman jî. Yanî hem polîtîkaya derve hem jî ya navxweyî encama vê yekê ye. Jixwe serokomar bi devê xwe got. Got, 'Madem hûn rewşa aborî rexne dikin, nexwe çima we tezkereyên ku berpêşî Meclîsê hatin kirin erê kir? Madem dê ev şer bûbûna, madem me yê esker bişanda, nexwe diviyabû encamine vê yê aborî jî hebûna." A rast muxalefet jî şirîkê vê polîtîkayê ye û ev yek tesîrê li polîtîkaya aboriyê dike. Polîtîkaya qeyûman jî yek ji van polîtîkayan e." 
 
'YA KU HDP DIBÊJE DEMOKRASIYA XWECIHÎ YE'
 
Bîlgen, bal kişand ser helwesta HDP'ê ya di vê pêvajoyêde jî û got, tişta HDP der barê krîzên kapîtalîst de dibêje, demokrasiya xwecihî û siyaseta xwecihî ye. 
 
Bîlgen got: "Helbet HDP, xwedî îdiayekê, xwedî terheke siyasetê ya nû ye. Roja ji ber valahiyeke siyaseta li Tirkiyeyê hat avakirin, lêgerîneke nû tarîf kir û her çû pêş ve ket. Yanî wekî partiyên pergalê yên klasîk, bi demokrasiyeke temsîlî nêzî pirsgirêkên li welêt nebû, dît ku pêdivî bi demokrasiyeke radîqal heye. Her wiha dît ku siyaseta heyî nikare pirgsirêka kurd çareser bike û ji bo vê pêdivî bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û daxwaza ji bo aştiyê dît." 
 
Bîlgen destnîşan kir ku ya ku HDP dike, li dijî rejîmên kapîtalîst demokrasya xwecihî û siyaseta xwecihî ye û got: "Demokrasî, heger li herêmê demokrasî hebe heye. Heger demokrasiya xwecihî tunebe, hiqûq jî tuneye. Jixwe me encamên vê di 7'ê Hezîranê de bi awayekî pir zelal dîtin. Li Tirkiyeyê aştî bi kêrî kê tê, demokrasiya li ber çavan ji bo kîjan gotina siyasî dibe zemîn, derfetan dide ber kê? Lewma Tirkiye careke din ji ber vê vegeriya otorîterbûyînê. Ji bo vê vegeriya polîtîkaya qeyûman, polîtîkaya eşrî." 
 
Ayhan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Helbet sedema neserketina di qada rêveberiyên herêmî de zext û zoriyên li ser HDP'ê ne. Lê belê siyaset tenê bi hincetên derveyî nayê kirin. Siyaset çi dibe bila bibe, dîroka wê ya têkoşînê ev e. Tenê ne têkoşîna demokratîk, têkoşîna mirovahiyê, têkoşîna azadiyê, têkoşîna demokrasî û mafan jî ev e. Helbet dê neyarên we, rikeberên we çêbibin. Helbet wê kesên tiştên hûn diparêzin tehemûl nekin hebin û wê astengiyan derxin pêşiya we. Lê ligel van astengiyan jî divê hûn a xwe pêk bînin. Heger hûn di teza xwe de samîmî û bibriyar bin û hûn jê bawer bikin, çi dibe bila bibe divê hûn wê pêk bînin. Ev jî vê dide der; Heger HDP, heya niha di warê siyasîbûna civakê de pir bi ser neketibe, nexwe divê li rê û rêbazine din bigere. Divê hûn divêtiya rizgariya teza xwe bikin. Di vir de bar dikeve ser milê me hemûya. Ev tenê ne barê organên partiyê ne. Divê nexşerê di nava fel de pêş bikeve." 
 
'QERS TÊRA XWE DIKE'
 
Bîlgen, der barê Şaredariya Qersê de jî destnîşan kir ku ew ê hewl bidin ku şaredarîvaniyeke alternatîf derxînin holê. Bîlgen got: "Em cardin heman tiştan keşif dikin û heman tiştan dubare dikin. Ji lewra gava siyaset bixitime û tu bi darî hev nekevî, tu rîskan nedî ber çavan û bi wêrekî tev negerî û hemleyan nekî, dê jiyan xwe dubare bike. Nelirêtî prisgirêka herî mezina mirovahiyê û demokrasiya Tirkiyeyê û hemû rejîma ye. Heger şefafî tunebe, heger kontrolkirin tunebe û hege rhesabdayîn tunebee, çi dibe bika bibe em ê hemû bi vê gefê re rû bi rû bimînin. Belê, li Qersê şaredarekî MHP'î hebû. Di sala dawî de rêveberî teslîmî çeteyan kiribû û çavkaniyên ku nikarin hesabên wan bidin dabûn hin kesan. 
 
Li vê derê mantiqa 'Çawa be ez ê hesab nedim. Çawa be di warê siyasî d eberpirsiyariyeke min tuneye. Ez çawa xerc bikim, ez ê bikim, ez çawa bistînim ez ê wisa bistînim' hebû. Halbûkî em hemû mecbûr in li gor hiqûqê tev bigerin. Parastina berjewendiyên civakê peywira walî ye jî û peywira kesên hatine hilbijartin, peywira serokomar, peywira welatiyan e jî. 
 
Ne mimkun e ku walîyek bi qanûna îhaleyan, bi mewzûata rêveberiyên herêmê nizanibe. Heger li vê derê hin tişt bi zanebûnî hatibin krin, nexwe hiqûq ji mekanîzmaya ku berjewendiyên civakê diparêze dûr ketiye." 
 
Bîlgen, destnîşan kir ku mesele tenê ne meseleya şexsekî ye, ne meseleya walî an jî qeyûm e û got: "Ev li Tirkiyeyê bûye pirsgirêkeke pergalê. Mirov xwe dispêrin polîtîkayên ewlehiyê û bi vî awayî Tirkiyeyê xistine vî halî. Divê hevrûbûyînek çêbibe. Mardîn ji bo vê mînakeke. Di warê vekolandin û hevrûbûnê de mînakeke nadir e, lê mihtemelen niha gelek tiştên ku haya me jê tuneye û teşhîr nebûne jî hene." 
 
Bîlgen ji bo tayinkirina qeyûman û îhtimala ku qeyûm tayinî Şaredariya Qersê bibe jî got: "Mixabin em nikarin bibêjin îhtimaleke wiha tuneye. Mixabin li Tirkiyeyê em nizanin wê sibê çi bê serê me. Sibê kî dê ji ber çi bê darizandin, dê ji ber çi ji peywirê bê girtin, dê kî biçe kû derê? Mixabin di vî warî de rûtînek tuneye. Li vê derê her tişt suprîz in. Li vî welatî dibe ku her kes ji nişkave leqayî tiştina bê. Helbet divê em ne li benda van suprîzan bin û wextê xwe wiha derbas nekin. Axirê xwdiyê rasteqîn vê hêzên gel e. Heya niha me nikaribûye konteynereke çopê jî bikire. Ev astengiyeke mezin e. Heger çavkanî ji şaredariyên dinr e bên şandin û ji me re neyên şandin, ev cihêkraiyeke mezin e. Lê dîsa jî em nîqaşa vê nakin. Çima tu ji me re naşînî? Çima tu andî me? Qers têra xwe heye. Em ê bi hev re hewl bidin ku şaredarîvaniyeke alternatîf û model biafirînin." 
 
'JI BO DEMKRASIYÊ FIRSENDEK HEYE'
 
Herî dawî Bîlgen ji bo rewşa siyaseta li Tirkiyeyê û tiştên diqewimin got: "Mirovahî, dîroka cîhanê, pergala fînansê ya kûrewî di serdemeke pir krîtîk re derbas dibe. Ji bo ji vê welidîna bisancû di leha gelan de demokrasiyeke rasterast dekreve û ji bo rejîmên otorîter û faşîst xurt nebin, em mecbûr in li Tirkieyê ji bo vê tev bigerin. Lewma niha li ber me firsendeke dîrkî heye. Gelo wê ev kevirên belavbûyî bi tena serê xwe karibin wêneyek nû biafirînin? Na. Pir aşkere ye ku avalhîyeke mezin heye. HDP, divê careke din li referansa xwe ya damezrandinê û rêgezên xwe yên damezarandinê binêre. Yanî di siyaseta Tirkiyeyê de pêdivî bi çi heye? Pêdivî bi tifaqeke çwa heye? Dê siyaset çawa bibe malê civakê? Em di vî warî de çi qasî bi ser ketin an jî kêmasiyên em çi ne? Divê hevrûbûneke wisa çêbibe û rîsk bê girtin." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

24/08/2020
09:03 Karkerên çandiniyê di nava zeviyan de diperpitin
09:02 Butçeya şaredariyê ne ji bo xelkê ji bo leşker û polîsan hatiye xerckirin
09:02 Kanar: Di rapora CPT de tespît hene lê çareserî nîne
09:02 Muftuoglû: Heta demokrasî pêk neyê wê tu çavkanî xweşiyê neyne
09:01 Kontrola tenduristiyê ya ji bo karkerên findiqan nayê kirin
09:01 Çirokên Komkujiya Qoçgiriyê kir pirtûk
09:00 Ji Ma Muzîkê amadekariyên zivistanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2020'AN
23/08/2020
21:57 ANYAKAY-DER kongreya xwe li dar xist
21:50 Li Tirkiyê îro 19 kes ji ber koronayê mirin
19:46 Rewşa Ebrû Tîmtîk giran bûye
19:13 Serdanên şandeya KCD, DBP û HDP’ê li Colemêrgê didom e
17:51 Li Gîresûnê felaketa lehiyê: 5 kes mirin, 12 kes birîndar in û 11 kes winda ne
16:54 Ji şifêrên li Xabûrê 4 daxwaz
16:14 HDP’iyan esnafên Dara Hênê ziyaret kirin
15:36 Turk Telekomê ji dayika 65 salî ya tenê bi kurdî dizane re got, an bi Tirkî yan jî bi Erebî biaxive
14:23 Li Pendîkê jinek hat kuştin
14:19 Li Artemêtê taviya baranê
12:49 Bûldan û Sancar: Êdî bese, Deryaya Reş rehet berdin
12:04 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrûsê ketin
11:53 'Bi şêwazên şaş ne pêkane ku destûreke rast bê amadekirin'
11:22 Ajokaran li dijî girankirina karê derbaskirina deriyê sînor çalakî li dar xistin
11:22 Li Giresûnê hejmara miriyan derket 4'an
11:11 Aldar Xelîl: Bi hikumeta Sûriyeyê re ne diyalog û ne jî çareserî heye
10:07 Berdevka DÎB'ê Koca: Em dikarin herikîna dîrokê bi hevre biguherînin
10:06 Keskîn: Polîtîkayên salên 90'î û niha pir dişibin hev
09:31 Seydî: Xafil kî ye, dijmin kîye û nûner kîye?
09:06 Gelê Herêma Kurdistanê ji êvarî heta şevê li qadan bûn
09:06 Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket
09:05 Der barê qutkirina ceryanê de hat xwestin ku 100 sal ceza li midûrên DEDAŞ'ê bê birîn
09:05 Li nexweşxaneyên pandemiyê jî navbera fizîkî esas tuneye
09:05 Tên li fiyetan mêze dikin, lê nikarin bikirin
09:04 Ên ditehbin ew in, lê yên qezenc dikin bazirgan in
09:04 'Dê rezerva hatiye dîtin pirsgirkê hel neke'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2020'AN
22/08/2020
21:26 Guven: Kesên Planên Rûxandinê kirin bixwe dirûxun
20:47 22 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:54 HDP'î li Çewligê seredana odeyan û rêxistinên pîşeyî kirin
18:31 Şerê ku danê nîvro li Çiyayê Gabarê qewimî hîn jî didome
17:00 ‘Tevahiya kurdan tên tecrîdkirin’
16:58 'Bi gotinê nabe, divê hûn tecrîdê rakin'
15:24 Davutoglu yê duh: Dê Torosên spî bigerin
Davutoglu yê îro: Kurd ne aram bin em jî ne aram in
15:06 Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Ji bo Tîmtîk û Unsal edaletê pêk bînin
14:56 Li Stenbol û Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:41 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Acar pirsî
14:29 Şandeya KCD, HDK, DBP û HDP’ê bi çepgiran re hevdîtin pêk anî
14:07 Li Basa şer û pevçûn
13:57 Lêgerîna edaletê ya 28 salin dewam dike
13:56 Li Qoserê jina ciwan a winda bûbû hat dîtin
13:38 Xelkê Kopê bi dirûşma ‘HDP gel e, gel li vir e’ Bûldan pêşwaz kir
11:54 Fîgen Yuksekdag pirtûka ‘Yikilacak Duvarlar’ nivîsand
11:53 27 sal in agahî jê nayê girtin
11:31 Ji bo lêpirsîna Mîraç ê winda bû biryara ‘sînordarkirinê’ hat dayîn
11:07 2 bankeyên li Sîlopiyê ji ber şewbê şaxên xwe heya demekê girtin
10:16 Qursên Navenda Çand û Hûnerê ya Aryen dest pê kirin
10:11 Aldar Xelîl: Divê kurd ji geşedanên kûrewî re amade bin
10:05 Li Enqereyê 6 kes hatin girtin
10:02 8 kes bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin
09:20 Aborîzan: Tu fêda 'Mizgîniyê' ji aboriyê re tune ye
09:04 Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye
09:03 Bazirgan kîloya fistiqên Dîlokê bi 16'a dikirin bi 80'yî difiroşin
09:03 Nas: Berteka piştî 8 mehan nîşaneya bêçaretiyê ye
09:03 Esnaf ji bo heqê kirêya xwe bidin krediyê dikişînin
09:02 Albûma 'Xeyal' a Firat Med derket
09:02 Helbestên pirtûka 'Şevbar' li ser welat û ziman in
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2020'AN
21/08/2020
22:37 Mazlûm Ebdî ji bo êrîşên Tirkiyeyê bang li garantorên peymana agirbestê kir
21:10 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 Guven: Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare azad bibe
17:58 Bûldan: Bi Ocalan re tevahiya welat di tecrîdê de ye
16:12 Li Çewligê herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:01 Heyeta KCD û DBP'ê serdana rêxistinên civaka sîvîl kir
16:00 Di 7 mehên salê de li Amedê 7 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin
15:31 Egîtîm-Sen: Sedema girtinan aciziya ji têkoşîna me ye
15:30 Odeyên tabîban: Em nikarin nefesê bistînin
14:31 Li Rihayê rojane hezar kes bi koronayê dikeve
14:26 Nebez Xalid: Divê gel li dijî dagirkeriyê xwe bi rêxistin bikin
14:19 Bûldan li Bazîdê bi gerandina guvendê hat pêşwazîkirin
13:39 HDP'ê rêya çareseriyê nîşanî îqtîdarê da: Çareserî rawestandina şer e
12:57 Piştî 3 mehan cenazeyê keça xwe defin kirin
12:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:49 Di tîrmehê de hezar û 505 şîrket ji ber qeyrana aborî hatin girtin
11:40 Lêpirsîn derbarê miftiyê bi gefan pere kom kir de hat destpêkirin
10:56 Joe Bîden li DYA'yê bû namzetê fermî yê Partiya Demokrat
09:20 2 salin OHAL rabûye, lê qedexeya li pêş Bîrdariya Jiyanê didome
09:00 Krîza aborî û rewşa esnafên oto sanayiyê
09:00 Bîlgen: Ji bo demokrasiyê firsendeke dîrokî heye
09:00 Ziyareta dayikê ji bav re serbest e ji kur re qedexe ye
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2020'AN
20/08/2020
21:54 Hejmara pêketiyan zêde dibe: Hezar û 412 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:28 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
18:31 DBP û KCD'ê serdana KESK'ê kirin
18:09 Parêzerê Malbata Er: Ji ber ku edalet di wext de tecellî nekir, Îpekê mir
16:48 Bi hezaran lîre ceza li ciwanan hat birîn
16:48 Li Wanê ji bo 65 saliyan sînordarkirinên pandemiyê hatin ragihandin
16:27 Jinên ku Mûsa Orhan şermezar kirin û binçav bûbûn hatin berdan
16:05 Li Amedê xebatkarên tenduristiyê dev ji kar berdan
15:58 Rojnameger Varlik Ozmenek jiyana xwe ji dest da
15:48 Qûrbaniyên komkujiya DAIŞ’ê pêk anî hatin bibîranîn
15:32 ‘Heya ku çanda tecawîzê bi dawî bibe emê têbikoşin’