Tirkiye li gelê Behdînanê cerdevaniyê ferz dike

  • rojane
  • 10:12 29 Tebax 2020
  • |
img
DUHOK - TSK li herêma Heftanînê ya Duhokê 74 rojin şerekî dijwar dimeşîne. Lê heta niha encam bi dest nexistiye. Tirkiye ku encamê bi dest naxe, hewl dide bi hevkariya PDK'ê li ser gelê Behdînanê pergala cerdevaniyê ferz bike. 
 
Tirkiye bi hêza TSK'ê di 17'ê Hezîranê de li Herêma Heftenîn a girêdayî Duhokê ya Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi operasyona “Pençe-Kartal” kir. Lê 74 roj borîn li gel bi balafirên şer, SÎHA, ÎHA û hêzên taybet operasyonê dimeşîne jî encam bi dest nexistiye. TSK ku liherêmê operasyonê didomîne, niha bi hevkariya PDK'ê serî li rêbazên din dide. TSK bi hevkariya PDK'ê li ser sînorê navbera Sîlopî, Zaxo û Duhokê bi tevgera maşîneyên zirxî gel zor dike û dixwaze gel çavtirsandî bike. Li gel TSK'ê, tevgera hêzên “Pêşmergeyên Roj" ku Tirkiye ew perwerde kirine jî balê dikişîne ser xwe. Tirkiye bi hevkarî û alîkariya PDK û Pêşmergeyên Roj li gelê Herêma Behdînanê zextan dikin û zorê li gel dikin bi zorê bibin cerdevan. 
 
NAVENDA OLÊ ZERDEŞTÊ 
 
Herêma Behdînan di dîroka Kurdan de her tim cihekî taybet û stratejîk girtiye. Peyva Behdînan tê wateya olê Zerdeşt. Wekî navenda Olê Zerdeşt tê zanîn. Gelek eşîr li herêma Behdînanê dijîn. Eşîr navê xwe ji navê gund û herêmê distînin. Eşîrên li herêma Kaşî, Subartî, Midya, Lidyayî bi cih bûne navê xwe ji van herêman girtine û Behdînan di nava xwe de dabeş kirine. 
 
33 EŞÎR LI HERÊMA BEHDÎNANÊ HENE
 
Li herêmê  33 eşîrên mezin hene. Eşîr ji herêma Zaxo dest pê dike. Li ser sînorê Kurdistana Rojava  li herêma Pêşabinê û Durabînê piranî eşîrên Êzidî hene. Eşîra herî mezin eşîra Hewêriyan e. Ji Zaxo heta Xabûrê eşîrên Silêvanî, Sindî û Gulî dijîn. Li vê herêmê gelek eşîrên biçûk jî hene. Eşîrên wekî Binêvap, Hos, Berbang, Bayê û yên din eşîrên malbatî ne. Berwariya Jorî, Nerweyî û Rêkanî jî li gel van eşîran dijîn. Ji herêma Amediye dest pê dike û heta Dostkî Jor û Rewanduzê belav dibe. Li dora Duhokê jî gelek eşîr dijîn. Dostkî, Berwariya Jêrî, Nehlê, Nehêlan, Ber Garê tenê ji van eşîran çend eşîr in. Li Herêma Zebarî Herkî, Surçî jî koçer hene. Ev koç di nava xwe de ji 15 malbatan pêk tên. Ev malbat heta Dostkî Jorî, Mizûrî Jorî, Mizorî Jêrî, Dolemêrî, Bradostî, Gendî, Zerarî û Rewanduzê belav dibin. Li sînorê Rojava ji Musulê heta Şengal û Kelaşînê û ji wir jî heta Rewanduzê belav dibe.Ev herêma Behdînanê wekî “Îmaratî” tê binav kirin. Li ser bingehê Zerdeşt hatiye avakirin. 
 
HERÊMEK GIRÎNG Û STRATEJÎK E
 
Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamuran Berwarî ku di heman demê de li herêma Berwarî ya Behdînanê mezin bûye, herêmê baş nas dike û li ser herêmê lêkolîn kiriye. Dr. Kamûran Berwarî, der barê erîşan de anî ziman ku dîroka wan gelek dûr û dirêj e û wiha got: "Ev eşîr di dîrokê de li herêmê her tim rastî êrîşan hatine. Li gel hemû êrîşên dijwar bi hezaran salan li ber xwe dane û hebûna xwe parastine. Li dijî hêzên Timurlenk, Mogol, Cengizhan, Abbasî, Emevî, Osmanî û gelek hezên din şer kirine. Her tim rûmeta xwe parastine. Çawa ku Misir ji bo Ereban cihekî girîng û stratejîk be, Herêma Behdînan jî ji bo Kurdan cihekî girîng û stratejîk e. Ne tenê navenda Federeasyona Med, Mitanî û Subartîyan e. Hem di aliyê erdnîgariyê de û hem jî di aliyê stratejik de cihekî gelek girîng e. Di sedsalên dawî de erîşên Behdînan tu carî li dijî şerê Tirk, Ereb û Farsan serî ne tewandiye. Her tim piştgirî dane beşên din ên Kurdistanê. Piştgirî daye şoreşa Bedirxan Paşa, Qazî Muhamed, Rojava û Bakurê Kurdistanê." 
 
TSK ENCAM NEGIRT SERÎ LI RÊBAZÊN DIN DIDE
 
Stratejiya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), ku bi “Xakurkê” dest pê kir û xwest li Kurdistana Federe belav bike encam negirt. Niha jî serî li rêbazên din dide û zorê li gelê herêmê dike. Zorê dike ku gel bikin cerdevan. Di şeva 16'ê Hezîranê de li Herêma Heftenînê dest bi operasyona “Pençe-Kartal” kirin. Ji bo li vê herêmê gel bidin pişta xwe çend civîn bi gel re kinin. Lê encam bi dest nexistin Dîsa rayedarên girêdayî politburo yên PDK'ê li avahiyên partiyê û qereqolên PDK'ê civîn li dar xistin. Endamên MÎT'ê jî tev li van civînan bûn. Gotin “alîkariyê bidin me em PKK’ê ji vir paqij bikin." Piştre ewil li girên stratejîk ên herêma Heftanînê bi helîkopteran esker bi cih kirin. Di operasyonê de gelek eskerên TSK'ê hatin kuştin. Piştre heyeta ku ji AKP û MÎT’ê pêk tê li herêmê bi rayedarên PDK'ê re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinan TSK’ê li Barageha Eskerî ya Bamernî û gelek cihên din, bi karwana ku ji tang, top û çekên giran pêk tê xwestin gel bitirsînin. Balafirên şer ên F-16 yên TSK’ê li ezman firiyan û herêm bombe kir. Xwestin herêmê bê mirov bihêlin. Li ser vê yekê gelê herêmê bertek nîşanî PDK'ê dan. 
 
DIXWAZIN CERDEVANIYÊ FERZ BIKIN
 
TSK'ê ku li vir encam bi dest nexist niha hewl dide ku bi hevkarî û alîkariya PDK'ê gelê herêmê bikin cerdevan û bi zorê cerdevaniyê li gelê herêma Behdînan ferz dikin. Li aliyekî Tirkiye meaşê cerdevanên li ser sînorê herêma Şirnexê yên eşîrên Jîrkî, Sêgirkê, Bêjehê, Mêrgehê, Hedrîsê û Roboskî zêde kir, li aliyê din ji gelê herêmê dixwaze bibin cerdevan. 
 
Piştî sivîl hatin kuştin, gelê herêmê bertek nîşanî operasyonê da. Tirkiye bi Iraqê re hevdîtin dikir û dixwest Irak bibe şirîkê vê operasyonê. Lê Iraqê ev yek qebûl nekir. TSK'ê di 11'ê Tebaxê de 2 fermandarên girêdayî Artêşa Iraqê di bombebarana hewayî de kuştin. Ev yek wekî "peyama ji bo hikûmeta Iraqê" hat şirovekirin. 
 
MA / Erdogan Altan
 
 
 

Sernavên din

30/08/2020
13:33 ‘Ji ber nebûna lêpirsîna bi bandor însan hatin windakirin’
12:21 Li Gîresûnê hejmara miriyan derket 10'an
11:05 HDP dê sibê banga aştiyê li her aliyî bike
10:59 Rejîma Îranê 2 kolberên din jî bi giranî birîndar kir
10:47 Berhema ‘Bêyî Pêjna Te’ ya Rizoyê Xerzî derket
10:02 Hejmara pêketiyên koronayê 25 milyon derbas kir
09:57 Şandeya MSD'ê li Moskovayê ye
09:44 ‘Li girtîgehê tedawiya girtiyê nexweş Soydan Akay ne pêkan e'
09:09 Hevserokên HDP'a Şirnex û Cizîrê: Tundî, destavêjî, girtin û kuştin berdewamiya tecrîtê ye
09:04 Dayikên Aştiyê: Dem dema aştiyê ye
09:04 Karkerên Cargîllê 866 roj in li ber xwe didin
09:03 Şahidê nepen ê emniyet li dadgehê dek û dolabên emniyetê pûç kir!
09:03 Li Silopiyê welatî li ber nexweşxanê perîşan dibin
09:03 Mustafa Azad: Tirkiye 5 mega ceyrana Elokê dizîye û avê ji ser Hesekê qut dike
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2020'AN
29/08/2020
23:54 Li dikanê leqayî cenazeyê wî hatin
21:59 Dadgehê biryara nêçîrkirina pezkoviyan da sekinandin
21:18 Gelo gardiyanan alîkariya kujerê Remziyeyê kiriye?
20:50 Hezar û 549 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:40 Leşkerê li Şemzînê mir hat veşartin
16:29 Şewata li Çiyayê Cûdî belav dibe
16:21 Polîsan mudaxileyî çalakiya HDP’iyan kir û pankarta ‘aştî û azadiyê’ desteser kirin
15:57 ‘Xwişka min ji ber xemsariya polîsan hat kuştin’
15:30 Li Bazîdê şer: 2 leşker hatin kuştin
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Yildirim dê heta 1’ê îlonê bisekinin
14:03 Nexweşiya Ali Kuş giran e
13:47 Tanrikulu: Divê komîsyona heqîqetê bê avakirin
13:28 Dayikên Şemiyê bang li rayedarên dewletan kirin
13:21 Baroya Stenbolê posterê Tîmtîk daxist û ala Tirk dakir
12:57 Wê li ber Keleha Wanê ‘xeleka aştiyê’ were çêkirin
12:48 Xizmên Windayan li aqûbeta windayê 39 sal berê pirsîn
12:22 Rêxistinên Şengalê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
12:04 HDP’ê nivîskar Vedat Turkalî bibîr anî
10:47 Bîrdal: Deriyên aştiyê wê rê li edaletê veke
10:31 Ji ber deynê rêveberiya AKP’ê pereyê Şaredariya Panosê hat destserkirin
10:12 Tirkiye li gelê Behdînanê cerdevaniyê ferz dike
10:11 Li ser banê xaniyan dersa ziman û muzîkê dide zarokan
09:04 Başaran: A ku Îpekê kuşt bêedaletî bû
09:03 Hem bêhna genî jê tê hem jî zirarê dide erdan
09:03 Daholvan û zirnevan: Em bê kar û bê pere ne
09:03 Piyaseya kayê di dest qereborseciyan de ye
Dibe ku zivistana îsal barê sewalvana giran bibe
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2020'AN
07:51 Mêrê ji girtîgehê reviya Remziye Yoldaş qetil kir
07:42 Wezîr Soylu Baroya Stenbolê kir hedef
28/08/2020
20:41 36 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:37 HDP amadekariyên 1'ê Îlonê dike: Ocalan temînata aştiyê ye
19:34 Endama Meclîsê ya HDP'î Mînaz vegeriya ser karê xwe: Vîna bingehîn em in
16:19 Polîsan carek din cenazeyê Tîmtîk revand
15:42 Miduriyeta Giştî ya Daristanê şewatên li Şirnexê nedît
15:38 Li Stenbol û Edeneyê bernameyên 1’ê Îlonê hatin eşkerekirin
15:37 Li pêş Baroya Stenbolê bi bîr anîn: Mirina Tîmtîk şerma darazê ye
15:11 Cenazeyê Tîmtîk wê îro bispêrin axê
14:42 Zilamê Nûrbarî qetilkir bi qanûna înfazê hatibû berdan
14:33 HDP û TJA'ê bal kişand ser Ebru Timtîk û Îpek Er
14:16 Cenazeyê Tîmtîk anîn Mala Cemê ya Gazî
14:00 ‘Li Bismilê rojê 4 kes bi vîrûsê dimirin'
13:52 104 meh bi ser Komkujiya Roboskî re derbas bûn
13:25 Şandeyek ji Wezareta Karê Hûndir pêk hat malbat Îpek Er ziyaret kir
13:08 ENKS: Perwerdeya zimanê kurdî û hêza xweparastinê ne pêwîst e
12:15 Polîsan cenazeyê Tîmtîk revand
12:14 Li Deryaya Spî çi dibe?
12:06 Merasîma cenazeyê Tîmtîk: Destûr nadin baroyê û Gazî di dorpêçê de ye
11:33 Endamê Meclisa ciwanan a HDP'ê Ozkan: Em ê li dijî tacîz û tecawizê têbikoşin
11:16 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Li Lîcê cenazeyê zilamekê bi çekê hatî kuştin hat dîtin
10:24 Li Cûdî şewat: Bax û baxçe bûn xwelî
10:08 Pirtûka êş û bêrîkirinê: Êşname
09:37 540 kes di Goristana Covît-19 a Amedê de defin kirin
09:37 Polîsê ku Fendîk kuşt 3 sal in negirtî tê darizandin
09:04 Ji bo balê bikişînin ser rewşa nexweşan bi navê 'Empatî' fîlmek çêkirin
09:03 Wê xwezaya Colemêrgê ji bo madenan tune bikin!
09:03 Wê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Gara Enqereyê 'xeleka aştiyê' bê çêkirin
09:03 'Şahidên nepen' ên Mêrdînê nexuyane!
09:02 Vîrûsa koronayê bandorek neyînî li ser dermanxaneyan jî dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:25 Ji bo Tîmtîk wê li ber Baroya Stenbolê merasîm bê lidarxistin
08:12 Li Qilabanê daristan şewitî
27/08/2020
23:35 Wê cenazeyê Tîmtîkê li Goristana Gaziyê bê definkirin
21:11 Ebrû Tîmtîk jiyana xwe ji dest da
20:35 Qelbê Ebrû Tîmtîkê sekiniye
19:37 26 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbatên Tîmtîk û Unsal: Zarokên me berdin
16:57 Şandeya KCD’ê û DBP’ê serdana Erdîşê û Ebexê kir
16:16 HDP’iyên sîxûrî li wan hat ferzkirin: Tiştek ji me bibe dewlet berpirsiyar e
15:25 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
15:11 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang: Dawî li siyaseta mirinê bînin
14:55 12 kes li ber mala Erdogan hatin binçavkirin
14:54 ‘Li pişt cînayetên jinan pergala hiqûqê heye’
14:31 Olûç: Yên Mûsa Orhan diparêz in kî ne?
13:41 Ji AYM’ê biryara Kûşkonar: Faîl ne diyarin, bila tazmînat bê dayîn
13:32 Derî şikandin, birîndar kirin û dûre jî binçav kirin
12:39 Li Girtîgeha Kirşehîrê 14 girtî 101 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:27 Ciwanê serlêdana wî ya penabertiyê hat redkirin întîhar kir
12:16 Li Manîsa û Bûrsayê qeza: 5 karker mirin
11:34 Di mehekê de 10 kolber hatin qetilkirin
11:22 Pira dîrokî bi kepçeyan hat hilweşandin
11:12 Mexdûrên lehiya Gîresûnê: Sedema Felaketê HES in
11:09 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdana 100’emîn
11:06 Di şerê di navbera du malbatan de jinek hat kuştin
10:52 Stranbêj Mosso: Ez ê tim li dijî neheqiyê bim