Ji 10'an 1 nexweşên Covît-19 xizmetkarê tenduristiyê ye

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, anî ziman ku daneyên Wezareta Tenduristiyê yên der barê Covid-19’an de rastiyê nîşan nade û wiha got: "Ji her 10 nexweşên şewba vîrûsa Covît-19 1 jê xizmetkarên tenduristiyê ne. Ji ber şertên xizmetkaran her diçe giran dibe, hêjmara kesên îstîfa dikin jî zêde dibe."  

 
Li Tirkiyeyê ji ber tedbîr nayên girtin şewba vîrûsa gerdûnî ya Covît-19 her ku diçe zêde belav dibe. Bi taybetî li bajarên metrepol û bajarên Kurdan şewb gelek belav bûye. Tevî ku rojê bi hezaran welatî bi vê şewba Covît-19 dikevin jî, Wezareta Tenduristiyê wekî rojê li dora Hezar kesan pêk dikevin nîşan dide. Ji ber dîsa vîrûs zêde dibe, Wezareta Karên Hundir şahiyên wekî dawet, sunet û çalakiyên li salonan bi sînor kir. Têkildarî belavbûna şewbê û bandora şewbê ya li ser xizmetkarên tenduristiyê Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Gonul Erden, ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kir. Erden, destnîşan kir ku ji ber şewbê hêjmara kesên dimirin û bi şewbê dikevin pir zêde bûne û wiha got: "Êdî disa hêjmara miriyan gihişt 44'an. Lê dema vê yekê tînin ziman pir asayî û hêsan tînin ziman. Lê her yek can û jiyanek e. Xizmetkarên tenduristiyê ji bo bijîn û bidin jiyandin û hêjmara miriyan kêm bikin têdikoşin. Lê em dibînin ku pêvajoyek zelal a têkoşîna bi şewbê re nayê meşandin." 
 
LI RIHA Û AMEDÊ ROJÊ 500-600 KES BI ŞEWBÊ DIKEVIN
 
Erden got: "Wezareta Tenduristiyê rojê 1400-1500 weqeyan aşkere dike. Lê halbûkî daneyên ji du sê bajaran tenê digihên ber destê me bi qasî van daneyan e. Li Amed û Rihayê rojê 500-600 kes pê dikevin; li Enqereyê rojê 2 hezar kes. Ev jî nîşan dide ku daneyên tên aşkerekirin ne rast in. Wezaret agahiyên giştî vedişêre û kedkarên tenduristiyê jî israr dikin ku daxilî nav pêvajoyê bibin."
 
70 TENDURISTKAR JIYANA XWE JI DEST DANE
 
Erden, destnîşan kir ku çendî ku hin pêşniyar berpêşî Wezîrê tenduristiyê hatine kirin jî, lê belê dîsa tevdîr nehatine girtin. Erden, bibîr xist ku ji ber tevdîr nehatine girtin 70 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.
 
Erden got: "Heger pozîtîf derkeve fikare wê kî bidin xebitandin li wan peyda dibe. Heta hin hevalên me hene, testa wan pozîtîf dertê, dîsa tên şixuland. Asas, divê 14 rojan di karantînayê de bimînin, lê belê ji bo etnduristkaran dema karantînayê 7 roj e. Piştî roja heftan gazî wan dikin. Ji 10 kesên pêketî 1 jê tenduristkar e. Em her roj ji ber van şert û mercan diwestin û dimirin." Mesaj yazın
 
200 HEZAR BÊ EWLE NE
 
Erden, anî ziman ku li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya xebatên 2019'an, 646 hezar xizmetkarên tenduristiyê hene. Lê 200 hezar bê ewle ne. Bi pandemiyê carek din xebata bi ewle û bê ewle derket holê. Erden, anî ziman ku dema ekipmanên parastinê distînin gelek zor û zahmetî dijînin û di aliyê heq de bê edaletî heye û wiha got: "Wezaret bi modelên cuda dixebite. Ev modelên debarê aştiya navxweşî xera dike. Gelek jê bê ewle kar dikin. Hinek jî neheq erka wan zêde dikin. Destûr nadin ku xizmetkarên bê ewle xwe bi rêxistin bikin.b 
 
ÎSTÎFA ZÊDE DIBIN
 
Erden, anî ziman ku ji ber şertên kar dijwar dibin û barê kar zêde dibe, bê moralî û betlandin zêde dibe û wiha lê zêde kir: "Êdî xizmetkarên tenduristiyê hatine halê ku nikaribin karê xwe bikin. Her hekim testa PCR naxwaze. Tenê navê ku serhekîm bi peyvir kiriye dikare bixwaze. Testa xizmetkarên tenduristiyê nayê kirin. Wekîlên li meclîsê bê sînor testan dikin, lê xizmetkarên tenduristiyê testa wan nayê kirin. Ev yek nayê webûlkirin. Di demên dawî de gelek xizmetkarên tenduristiyê îstîfa dikin. Îstîfa gelek zêde bûne. Tenê li Êlihê 13 doktoran îstîfa kir. Ji ber polîtîkayên wezareta tenduristiyê îstîfa pir zêde dibin. 
 
Erden, anî ziman ku kampanya wan dê heta 24'ê Îlonê berdewam bike û di çarçoveya kampanyayê de dê îmzeyan kom bikin û wiha bi dawî kir: "Dê ji her bajarî rêveberên şaxên sendîkayan bên Enqereyê. Em ê daxwaznameya guhertina qanûnê di 2'ê Cotmehê de pêşkêşî meclîsê bikin. Ji bo her kes bibe kadro û bi ewle kar bike em ê vê pêşniyarnameyê bidin meclîsê. Bi îqtîdara AKP'ê re bicihkirina xizmetkaran li gorî peymanê hat kirin û kadrobûn rakirin. Xizmetkar tevahî bê ewle kar dikin. 
 
Em bang li hemû xebatkarên tenduristiyê dikin ku ji bo ev pêşnûme li meclîsê bê qebûlkirin bi îmzeyên xwe tev li kampanyayê bibin û tev li xebatê bibin. Em dîsa bang li hemû beşên civakê dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê. 
 
 

Sernavên din

05/09/2020
19:45 56 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Platforma Jinan a Şahmeranê: Em ê li dijî her cureyên tundiyê bitêkoşin
17:48 Walî ji karkeran re gotiye 3 êrişkar hatine binçavkirin
17:17 Li Geliyê Godernê paqijiya derdorê kirin
17:02 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
17:00 Tifaqa Kurdistanî dê biçe serdana karkerên kurd ên êrişî wan hat kirin
16:54 Karkerên li Sakaryayê êrişî wan hat kirin: Gefa şewitandinê li me xwarin
16:08 ÎHD: Êrîşên li Sakarya berdewama polîtîkaya înkarê ye
16:01 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd êrişa li Sakaryayê şermezar kir
15:47 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek ji nexweşxanê hat derxistin
15:23 Xwestin girtiyê nexweş Kasim Karataş were berdan
15:00 Girtiyê nexweş 20 salin li bendêye bê emeliyatkirin
14:37 Eskeran gundê karkeran dorpêç kir
14:14 Li Çiyayê Cûdî şewat belav dibe
14:11 Keskîn êrişa li Sakaryayê nirxand: Nijadperestî nexweşî nîne, awayê pergalê ye
13:54 Dîwar bi ser de hilweşiya û jiyana xwe ji dest da
13:53 HDP: Emê şopdarê êrîşên li dijî karkerên kurdan bin
13:52 Birayê winda: Emê heta nefesa dawî ji dewletê hesab bixwazin
13:07 Sakçi û Tosûn jî li Sakaryayê hatin qetilkirin
12:44 Ocalan di çareseriyê de û îqtîdar jî di tecrîtê de israr dike
12:22 Xizmên windayan aqûbeta Aras pirsîn
12:11 Jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin
11:11 Li çoltera Payîzava sîxurtiyê ferzî welatiyan dikin
10:53 Ji ber laçika kesk, sor û zer 24 saet di binçavan de ma
10:33 Êrîşa li dijî karkerên kurd wê bibe rojeva Meclîsê
10:27 'Bûyerên 6-7'ê Îlonê îro jî li ser civakê didomin'
10:12 Li Tarlabaşiya Stenbolê jiyan her roj ber bi nebaşiyê ve diçe
10:03 Parêzer: Îdîanameya derbarê Mehmet Demîr de fiyaskoye
10:02 Li Amedê 20 hezar kes di karantinayê de ne
09:55 Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû çap kir
09:39 Ji minareyan cudakarî olan dide!
09:38 Weşanxaneya Aramê Pirtûka Apê Mûsa 100 Salî ye çap kir
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2020'AN
04/09/2020
20:10 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:11 Ji bo Mesût Issi yê parêzer Boylû kuşt muebbeta giran hat xwestin
15:24 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:05 Dîsa Sakarya û dîsa êrişî karkerên kurd kirin
14:56 Parêzer Aytaç Unsal dawî li çalakiya xwe anî
14:46 Êşkence, binpêkirina mafan û rewşa girtiyan ji Wezîrê Dadê pirsîn
14:45 Tuncel: Pirsgirêka gelê kurd li dadgehê nayê çareser kirin
14:45 ÎSÎG: Di tebaxê de 208 karker mirin e
14:15 Ji ber karantînayê biryar dîsa nehat dayîn
13:54 Ji bo Ozbek a krîza dil derbas kir biryara berdanê hat dayîn
13:50 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn: Bila dewlet şerm bike
13:44 Pirtûka bîranînên Apê Mûsa di refan de cihê xwe girt
13:27 Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor hat berdan
12:55 Tûnç: Bi ragihandina qedexeyan re serdemek nû dest pê kir
12:42 Parêzerên Ocalan bang li Serokê DMME’yê kirin
12:33 Altiparmak: Serokê DMME’yê ji bo pêşî li dosyeyên dozan bigire hat Tirkiyê
11:23 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
11:09 Malbatan xwestin biçin Îmraliyê
11:02 Ji ber zêdebûna nexweşên Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da
10:53 Girtiyê nexweş ji ber dermanên şaş jehrî bû
10:33 Unsal: Em bang li ciwanan dikin ku li dora kampanya me bibin xelek
10:01 Barzanî îro dê bi Erdogan re bicive
09:57 Hevşaredarê Êlihê Demîr bi modela ‘hevserokatiyê’ tê sûcdarkirin
09:45 Li HDP’ê rojev ‘Eniya Aştiyê' ye
09:18 22 sal in hestiyên Hozan Hogir nadin malbatê
09:02 Ajovanên di Xabûrê re derbas dibin xwestin karê derbaskirinê leztir bê kirin
09:01 Dibistana 5 salan wekî qereqolê hat bikaranîn, hat valakirin
09:01 Onaran: Divê mafê 'xatirxwestinê' yê girtiyan esas bê dayîn
09:01 Wê ekolojîst û şêniyên herêmê li dijî Qenal Stenbolê bimeşin
09:00 Navê birinca Qerejdaxê heye, lê pere nake
09:00 Dayikek kedkar bi çêkirina tenûran debara malbata xwe dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2020'AN
08:05 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek li girtîgehê qeyrana dil derbas kir
03/09/2020
23:16 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn hat girtin
23:01 Unsal hat berdan: Em ê bi ser bikevin
20:50 49 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:58 Ji bo Aytaç Unsal biryara berdanê
18:25 Kesên ku di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
16:31 'Em ê kesên faîlên tundî û îstîsmaran diparêzin teşhîr bikin’
16:30 Xwestin Işil Ozgenturk û Rojnameya Cumhuriyetê ‘lêborîn’ bixwazin
16:18 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 5 kes birîndar bûn
15:55 Endamê Grûp Yorûm Araci hat berdan
15:43 HDP’ê derbarê Akkalê heqaret li Demîrtaş kir de, gilî kir
15:30 Doza Derya Elbasan hat lidarxistin
15:04 ‘Berpirsiyariya êrîşa li dijî Atay Soylû ye’
14:17 Ji bo hevpîşeyên xwe ji koronayê mirin li çepikan dan
14:11 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:42 Li ser banê nexweşxaneya welidandinê stasyona bazê ava kirin
12:50 Başaran: Îqtîdara xwedî li Orhan derdikeve ji bo Kadirova çi kir gelo?
12:18 Danişîna biryarê ya doza cînayeta Yaglikara sibe ye
11:47 Çavkaniyên Şaredariya Artûklûyê ‘pêşkêşî’ alîgiran tê kirin
11:15 Piştî 85 rojina cenaze dan malbatan
10:40 Mamoste Hesen jiyana xwe ji dest da
10:32 Kuştina Mehmet Sîncar 27 sal in nayê ronîkirin
10:25 Dîmenên kêliya revandina Polat ê HDP’î derketin holê
09:46 Ji 10'an 1 nexweşên Covît-19 xizmetkarê tenduristiyê ye
09:13 Wanî: Ji bo ser krîzê bigirin rojevine cuda diafirînin
09:12 Hevpîşeyên Unsal bang kirin: Tehemila me nemaye!
09:10 Tenduristkar: Divê em bijîn ku karibin mirovan bidin jiyandin
09:09 5 sal derbas bûn lê hêj birînên Cizîrê nehatine kewandin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:09 RTUK'ê cezayê 5 rojan ê TELE1'ê xist meriyetê: Ekran reş kir
02/09/2020
23:29 Yigît ê HPG’î piştî 85 rojan spartin axê
17:04 ATO: Di 19 rojan de 176 xizmetkarên tenduristiyê bi Covid-19 ketin
16:06 ETKÎNLÎK-SEN: Bila cihên derveyî eywanên dawetan werin qedexekirin
15:34 3 kesên êrişî Bariş Atay kirin hatin girtin
15:23 Mexdûrên KHK’ê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin