Partiyên siyasî: Êdî pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe

  • rojane
  • 09:52 12 Îlon 2020
  • |
img

AMED – Rêveberê gelek partiyên siyasî yên li Amedê, diyar kirin ku êdî pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe û gotin: “Divê çareserî demildest bê pêşxistin û ji bo vê jî pêwîstî bi demokrasiyeke bingehîn heye.” 

 
Nûner û rêveberên gelek partiyên siyasî yên li Amedê, diyar kirin ku tu carî bi polîtîkayên şer pirsgirêka kurd çareser nabe. Nûnerên partiyan ên ji bo çareseriyê pêşniyarên girîng kirin, dan zanîn ku divê zemîn û bingeha demokrsiyê bê avakirin.
 
‘JI ÇERSERIYÊ PÊDIVÎ BI VÎNÊ HEYE’
 
Serokê Partiya Deva yê Amedê Cîhan Ulsen, anî ziman ku wan bernameya partiya xwe li gorî pirsgirêka kurd sererast kirin û wiha axivî: “Ev pirsgirêkek serekeye û divê êdî bê çareserkirin. Di bingeha pirsgirêkên Tirkiyeyê yên weke aborî, çandî, civakî, hiqûqî û gelek pirsgirêkên din de, ne çareser kirina pirsgirêka kurd heye. Ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin, pêdivî bi vînê heye. Ji bo ku ev jî bê pêşxistin divê li welat zemînê demokrasiyê bê avakirin. Berî her tiştî, divê her kes bêyî ku bitirse fikir û ramanên xwe bi awayekê azad dane holê. Ger ev pirsgirêk neyê çareser kirin, wê pirsgirêkên mezintir derbikevin holê.” 
 
’40 SALIN EV PIRSGIRÊK DEWAM DIKE’
 
Ulsen, da zanîn ku ji salên 90’î ev pirsgirêk dewam dike û wiha got: “Partiyên siyasî yên cuda 40 salin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dikevn nava hewldanan. Lê ev hewldanên wan tenê di gotin de dimîne. Tişta ji bo me girîng, krînên me û gotinên me ne. Bernameya partiya me ya ji bo pirsgirêka kurd pir zelal û aşkereye.” 
 
TU ENCAMÊ PÊŞ NAXWE
 
Unsal, bal kişand ser polîtîkayên şer ên li hemberî pirsgirêka kurd tên birêve birin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Polîtîkayên şer ên bi salane tên bi rêve birin êdî pirsgirêka kurd çareser nakin. Tu encamê pêş naxe. Pirsgirêka kurd jî, mîna gelek pirsgirêkan bi nêzîkatiyên şer û ewlekariyê ne pêkane ku çareser bibe. Ev pirsgirêk bi çek û tundiyê çareser nabe. Divê ji bilî vê rêyên çareseriyên nû bên pêşxistin. Divê em polîtîkayên ewlekariyê ji rojeva xwe derbixin.” 
 
‘PIRSGIRÊKA KURD BI DEMOKRASIYÊ ÇARESER DIBE’
 
Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Yadin Altaç jî, têkildarî pirsgirêka kurd, wiha got: “Ev mijar birîna herî kûr a vî welatiye. Pirsgirêkek pir bi êşe. Gelek berdêlên giran ji bo vê hatin dayîn. Êdî divê ev pirsgirêk çareser bibe. Em dixwazin ev çareserî pêş bikeve.” 
 
TUND Û TUJÎ NE ÇARESERIYE
 
Altaç, bi bîr xist ku civaka Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêk kurd amadeye û wiha bilêv kir: “85 mîlyon welatî, dixwazin kes tune neyê hesibangdin, cudakarî tunebe û jiyanek wekhev û azad hebe. Divê siyasetmedar, van daxwazên raya giştî bi cih bînin. Ev 40 salin polîtîkayên şer hene. Lê bi van polîtîkayan ev pirsgirêk nehat çareser kirin. Ji vê saetê şûnde jî wê bi van polîtîkayan çareser nebe. Ne pêkane ku ji vê saetê û şûnde pirsgirêka kurd bi rêbazên eskerî bên çareserkirin. Divê em dest ji van polîtîkayan berdin.  Ger em hewl bidin bi operasyonan vê pirsgirêkê çareser bikin, wê demê emê vê pirsgirêkê mezintir bikin.” 
 
AKP Û MHP VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NAKE
 
Altaç, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tu polîtîkayeke AKP û MHP’ê ya çareserkirina pirsgirêka kurd tuneye. Bi polîtîkayên bi rêve birin, gelek texrîbatên mezin ava kirin. Yanî ne AKP û ne jî MHP nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.”
 
‘BI KONFERANSEKÊ AŞTIYÊ YA MEZIN PÊKANE’
 
Serokê Partiya Saadetê yê Amedê Fesîh Bozan jî, bi bîr xist ku gelê kurd bi salane bi polîtîkayên înkar, îmha, bişavtin û zextan re rûbirû ye û wiha axivî: “Pirsgirêka kurd êdî navneteweyî bûye. Divê ev pirsgirêk çareser bibe. Ji bo çareseriyê divê hikumet û dewletên Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriye konferanseke aştiyê ya mezin li dar bixin. Ji ber ku ev pirsgirêk êdî bûye pirsgirêka van hemû welatan. Em dikarin vê pirsgirêk di çarçoveya maf û edaletê de çareser bikin. Divê em ji xwe bipirsin ku me heya niha li ku derê şaşî kiriye. Heya roja îro me ev gel tune hesiband, tune kir, qetil kir, înkar kir û ji bo asîmîle bibe me her tişt kir. Lê dîsa me nekarî em li vê herêmê hizûrê pêş bixin. Ji ber vê divê bê zanîn ku ev pirsgirêk êdî bi şer çareser nabe. Ji bo ku ev pirsgirêk bê çareser kirin, pêdivî bi konferanseke aştiyê ya mezin heye. Bi polîtîkayên nijatperest û faşîzane ev pirsgirêk çareser nabe. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe.”
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ MECLÎSE
 
Seroka Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Amedê Gonul Ozer jî, da zanîn ku divê pirsgirêka kurd li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) bi aqlê hevpar ê nûnerên partiyên siyasî bê çareserkirin û wiha got: “Li şûna polîtîkayên şer, divê bi çareseriyên siyasî yên daîmî ev pirsgirêk bê çareserkirin. Partiya me dixwaze vê di Meclîsê çareser bike. Em dixwazin êdî bê çareserkirin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

15/09/2020
12:56 TJA'yê kampanyayek berfireh da destpêkirin: Em xwe diparêzin
12:26 Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin
12:19 Ji DMME’yê parastina Spano: Sepana standart e
12:08 Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûd ji qaçaxî û bertîlê hat girtin
11:27 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:07 ÎHD’ê xwest 60 hiqûqzan werin berdan
10:26 Dr. Mustafa Salgin jiyana xwe ji dest da
10:00 Hawirdorparêz: Li dijî şewatan divê deng û têkoşîna me hevpar be
09:31 Kesê destdirêjî kir di encama raporê de hat girtin
09:23 Rojnamevan Kaplan: Fatûreya rageşiyê li penaberan tê birîn
09:06 Surucu: TEM'a Rihayê bûye îşkencexane
09:06 ‘Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li her derê Kurdistanê deynin’
09:05 Biryara karkeran a 'neçûyîna kar': Heger bivê wê bi mehan jî bidome
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê 76 salî giran dibe
09:05 Jinên bertek nîşanî cinayetan dan ceza li wan hat birîn
09:04 Li Girtîgeha Panosê meseleya avê: Pirsgirêkê hel bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2020'AN
14/09/2020
18:37 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
17:02 Pasdaran kolberek qetil kirin
16:32 Li Dersimê 2 bira winda bûn
16:32 Li Balikesîrê jinek hat qetilkirin
15:51 Karkerê kurd ê li Afyonê hat kuştin li Erdîşê hat veşartin
15:33 Li Cûdî bang kirin: Şewat li tevahiya mirovahiyê bandor dike
15:32 Bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî dan
15:32 Ozturk: Bi şer çareserî nabe
15:04 Ji TTB’ê banga meşê
14:49 ‘Ji bo aştî pêk were tecrîdê rakin’
14:45 Li Dersimê bertek nîşanî projeya madenê dan
14:19 Birayê gundiyê di lênêrîna awarte de ye: Dema binçav kirin tiştekî birayê min tunebû
13:59 Derbarê parêzerê Gulîstan Dokû de, lêpirsîn hat destpêkirin
13:49 Walîtiya Afyonê nûçeyan hedef girt
13:44 130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne
13:22 Bi birîna ceyranê re testên koronayê hatin derengxistin
13:21 Hevşaredara Karazê Nazlier hat berdan
13:20 Li Amedê 660 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
12:40 Li Amedê 'doza betalkirina qeyûm' hat dîtin
12:30 HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin
12:06 Piştî Dolar Euro jî derket asta reqorê
11:57 Sendîkaya Çandinî û Daristanê: Em ê temaşeyî şewatan nekin
11:41 HDP’ê têkiliya xwe bi endamekî xwe yê meclisa şaredariyê re birî
11:41 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
10:11 Li seranserê Cîhanê di hejmara pêketiyên koronayê de reqorek nû çêbû
09:21 Qursên Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê dest pê kirin
09:20 Li her 4 perçeyan êş hevpar in: Çare yekîtiya neteweyî ye
09:01 Li qişleyê êrîş birine ser eskerekî kurd
09:00 Sêla nên jê re bûye çavkaniya debarê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2020'AN
13/09/2020
23:32 Li Afyonê bi çekan êrîş birin ser karkerên kurd: Karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn
21:47 57 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Li Ebexê lewheyên kurdî hatin daxistin
15:37 Qarantînaya li ser gundê karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin rabû
14:19 Mele dest dirêjî zarokekê kir
14:11 Ji komeleyên karkeran biryara ‘derneketina kar’
13:41 Havva Bakirdal hat qetilkirin
13:20 Otobusa karkeran qulipî: 2 karker mirin, 9 jê birîndar bûn
13:05 Hevserokên Giştî yên HDP’ê wê Demîrtaş ziyaret bikin
11:34 Li Îranê li girtiyekî din cezayê darvekirinê hat birîn
10:40 4 kesên ku li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Ozugurlu: Li Libyayê rewşa hêzên paramîliter ku Tirkiye şandine ne diyar e
09:06 Li Mexmûrê fikara korona û êrîşan: Divê ambargo bê rakirin
09:06 Dr. Yavîç: Wê zivistanê şewb girantir bibe
09:06 Qeyûmê Mêrdînê zilamek danî şûna Serokatiya Daîreya Jinan
09:05 Partiyên siyasî: Em ê bi têkoşîneke yekbûyî li ber êrîşan rabin
09:05 Dibe ku Akkûyû bi mûtasyonê re rûbirû bimîne
09:04 'Ger em dev ji tûtinvaniyê berdin em ê biçin rojavayê Tirkiyeyê bibin karker'
09:04 Rojnameger Sarya: Peyman îtîrafa qebûlkirina rêveberiya xweser e
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2020'AN
08:45 Kolberê bi giranî birîndar bû di lênêrîna awarte de ye
12/09/2020
17:28 Çalakiya rûniştinê bi dawî bû: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin
15:44 Xebatkarekê tenduristiyê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:34 '40 sal berê çi bû îro jî heman tişt pêk tê’
15:27 Li Stenbol û Îzmîrê hat xwestin girtiyên nexweş werin berdan
14:59 Destûr nehat dayîn tace gula reş deynin ber Sefaretxaneya DYA’yê
14:36 Hewldana 78’an: Em sûcê şirîkiya bi darbekaran re red bikin
14:30 Li gundê Girherrîn bûyer narawestin
14:10 ‘Heke ziman û nasnameya kurdî were nasîn, wê Tirkiye pir rengîn bibe’
13:55 Aqûbeta kesên di 12’yê Îlonê de hatin windakirin pirsîn
13:28 Ji 2 kolberên derbasî Wanê bûn agahî nayê girtin
13:19 Li cihê darbe lê hat ragihandin bang kirin: 12’ê Îlonê didome
13:17 Şaredariyê bi polîsan re dest bi hilweşandina xaniyên qaçax kir
13:01 Çalakiya rûniştinê di roja 3'yemîn de ye: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin
12:40 Birayê Bariş Çakan hat binçavkirin
12:36 Hat xwestin cezayê Tîtîk a nexweş were taloqkirin
12:35 HDK’ê bertek nîşanî girtinan da
12:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Kamîl Bîlgeç pirsîn
12:13 Îtîraza berdana tecawîzkar hat redkirin: Gilîdar nikare îtîraz bike
11:51 Li navçeya mirin lê zêde bûne biryara kinkirina selatan hat dayîn
11:04 HDP: Desthilatdariya AKP-MHP'ê rihê 12'yê Îlonê dewam dike
10:51 Mardînî li dijî DEDAŞ’ê bihirsin: Gel ji ber pirsgirêkn heyî acize
10:27 Li erdê ku serokê AKP’yî desteser kiriye avahiya qaçax li ber qedandinê ye
09:52 Partiyên siyasî: Êdî pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe
09:40 Nameya ku HDP’ê ji Farisogûllari re şand hat desteserkirin
09:07 ‘Xelasiya ji kevneşopiya darbeyê bi tevgera aştiyê pêkan e'
09:02 Prof. Guvenç: Bertekên li dijî polîtîkaya mîlîtarîzebûyî qels in
09:02 Bijîşk Tûran: Gava tenduristkar bi şewbê dikevin kêfxweş dibin
09:01 Qeyûm, Nûrbakiyê ku jinan bi 'fuhûşê' tawanbar kiribû anî ser serokatiya daîreyekê
09:00 Çalakiya karkeran didome: Em ji bo pêşeroja xwe li ber xwe didin
09:00 Her ku krîz dorfirehtir dibe çavkaniyên welêt jî tên helandin
09:00 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Dengê wî bibihîsin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2020'AN