Xelatên Rojnamevaniyê ya Apê Mûsa dan xwediyên wan

  • rojane
  • 19:50 20 Îlon 2020
  • |
img

STENBOL – Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamevaniya Şehîdên Çapemeniya Azad a 28’emîn dan xwediyên wan.

Her sal ji bo bîranîna zana, nivîskar û rojnamevanê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) xelatên rojnamegeriyê ango pêşbirka xelatan tê dayîn. Îsal jî rojnameya Yenîş Yaşamê 28’emîn Xelatên Mûsa Anter û Rojnamevaniya Şehîdên Çapemeniya Azad hat lidarxistin. Bi merasîmek hat amadekirin de xelatên rojnamevanên hêjayî xelatê hatine dîtin dan wan. Merasîm li Komeleya Mafê Wekhev a Ji Bo Şopandinê ya li navçeya Beyoglûya Stenbolê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, parlamenterên HDP’ê, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Dayikên Aştiyê, nûnerên gelek saziyên rojnamevanan, nûnerên rêxistinên civakî û gelek rojnamevan beşdarî merasîmê bûn. 
 
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, nivîskar û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî, Xwediyê Îmtiyazê yê Yenî Yaşamê Ridvan Tûran û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu name şandin merasîmê. 
 
ÇELÎK: ME BEDEL DAN 
 
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk axivî û bal kişand ser girîngiya sed saliya Apê Mûsa û kedkarên çapemeniya azad ku bûne dengê gelan pîroz kir. Çelîk destnîşan kir ku ji ber ew li ser xeta heqîqetê û rasteqîniyê dimeşin û nûçeyan derxistin holê bedelên giran dan û ji bo pênûsa wan bedelan li erdê nemîne dê xebata xwe bidomînin. 
 
Piştî axaftina Çelîk, sînevziyona li ser jiyana Apê Mûsa û çapemeniya azad û kurd hatibû amadekirin hat nîşandan. 
 
Pişt re derbasî beşa xelatdayînê bû. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xelata nûçegihanê ajansa me Mezopotamya Erdogan Alayûmat ku di nûçeya tirkî de bûbû yekemîn da. 
 
BÛLDAN: ZÎHNIYETA KU ANTER QETIL KIR LI SER KAR E
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan dema xelat da destnîşan kir ku zîhniyeta ku Apê Mûsa qetilkirin îro li ser îqtîdarê ne. 
 
‘ROJNAMEVANÎ NE HÊSAN E’ 
 
Kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter jî bi rêya vîdeoyê beşdarî merasîmê bû û axaftinek kin kir û got rojnamevanî li vî welatî pîşeyek hêsan nîne. 
 
Rojnamevan Tugrul Eryilmaz xelata rojnamevan Ercument Akdenîz ê di Beşa Juriya Taybet a Nûçeya Tirkî de bi ser ketibû da. 
 
BEŞA KURDΠ
 
Di beşa kurdî de jî nûçegihanê me Fahrettîn Kiliç xelata xwe ji destê Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû wergirt. Nûçegihana me Ayşe Surme jî xelatê ji destê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk wergirt.
 
EREN KESKÎN: MÛSA ANTER KURDISTANÎ BÛ 
 
Nûçegihana JinNewsê Medya Uren jî ku di xelata kurdî de bi ser ket xelata xwe ji destê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn girt. Eren Keskîn anî ziman ku Mûsa Anter kesayetek rasteqîn yê Kurdistanî bû. 
 
Di beşa Nûçegihaniya Jin a Gurbetelli Ersoz de jî rojnamevan Sîbel Yukler a ji Rojnameya Karincayê ku bi ser ketibû xelata xwe ji Midûra Karên Nivîsan a Yenî Yaşamê Încî Aydin girt. 
 
Nûçegihana me Arjîn Dîlek Oncel jî ku di beşa Juriya Tyabet a Nûçegihaniya Jin a Gurbetellî Ersoz de bû yekemîn xelata xwe ji destê Dayika Aştiyê Guler Duman girt. 
 
Rojnamevan Zeynep Kûray a di beşa wêne de bi wêneyê xwe “Dorpêç” bû yekemîn, rojnamevan Fatoş Erdogan a ku bi “Wêneyê Tirkiyê” bû duyemîn û rojnamevan Seda Taşkin a bi wêneyê Heskîfê hêjayî Xelata Jûriya Taybet a Wêne hat dîtin wergirtin. 
 
Rojnamevan Ender Ondeş xelatê da Zeynep Kuray. Dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan xelat da Fatoş Erdogan û rojnamevan Huseyîn Kalkan jî xelata Seda Taşkin dayê. 
 
Beşîr Geroglû yê di beşa Karîkatûrê de bû yekemîn xelata xwe ji rojnamevan Nejbir Aydogan girt û her wiha Kiymet Guven a di beşa Juriya Taybet a Karîkaturê de jî bi ser ket xelata xwe ji rojnamevan Recep Karadogan wergirt. 
 
Merasîma xelatê bi girtina wêneyê komî bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

21/09/2020
16:05 Li Amedê xebatkara tenduristiyê ji ber koronayê mir
15:20 TJA'yê li Mêrsînê kampanya 'Em xwe diparêzin' da destpêkirin
15:17 Şewata li Çiyayê Gabarê didome
15:12 Siyasetmedarê 65 salî bi hêceta “pergala cemaweriyê’ nehat berdan
14:58 ‘Nebûna êşkenceyê’ derket asta welatî ji helîkoptêrê werin avêtin
14:57 HDP: Em hişyar dikin, hûn ê di bin îşkenceya sûcê li dijî mirovahiyê de bimînin
14:47 HDK: Nexşeya derketina qeyranê rakirina tecrîdê ye
14:33 Parlamenter Temel avêtina gundiyan a ji helîkopterê bir rojeva meclisê
14:24 Navê Ebû Zeynep ê fermana Komkujiya Enqereyê daye di îdianameyê de nîne
13:56 Cendirmeyan bi ser gund girt, gundiyan li hemberî ‘tacîzê’ serî rakir: 21 cerdevanan istifa kir
13:25 Endamê MYK’a HDP’ê Aktûmûr ku hatibû revandin serî li ÎHD’ê da
13:10 Dadgehê kesên gef li Vakfa Hrant Dink xwarin serbest berdan
12:49 Tîma kurd Dalkurd hat sansûrkirin
12:40 Ji ber ku bi 2 rojan hat sînor kirin gel herikî bazara sewalan
12:16 10 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Karataş hat birîn
11:34 Ji DÎB’ê li dijî êrişên nîjadperest banga têkoşîna yekbend
11:09 Li Amedê zilamek hevjîna xwe ya berê kêr kir
11:02 Piştguhkirina daxwaznameyên berdanê bû sedema mirina wî
10:53 Rojnamevan Azîz Orûç nehat berdan
10:12 Di 18 salî de bi 18 guleyan kuştin
10:02 Ji ber bêhna giran 15 karker ji hişê xwe çûn
09:02 Êşkence li wan hat kirin û pereyê wan jî hatiye dizîn
09:01 Guzel: Pêwîst e jin li dijî qirkirina zayendî xwe bi rêxistin bikin
09:01 ‘Çalakiya girtiyan rexneya ji bo yên li derve ye’
09:01 ‘Gotinek Ocalan wê aştiyê bîne’
09:00 Rêbaza salên 90’î li Şaxê derket holê: Her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2020'AN
20/09/2020
22:01 Rapora nexweşxaneyê derket holê: Ji helîkoptêrê hatine avêtin
19:50 Xelatên Rojnamevaniyê ya Apê Mûsa dan xwediyên wan
19:12 61 kesên din jî ji ber koronayê mirin
18:53 Mezlûm Ebdî têkildarî yekrêziya kurdî daxuyanî da
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Şiban ê îşkence lê hatibû kirin, ji nexweşxanê hat derxistin
17:03 TJA: Em bi bîrdoziya azadiya jinê dikevin rê
16:43 Li Cizîrê qezaya trafîkê: 2 kes birîndar bûn
16:10 Danişîna rojnameger Orûç sibe tê dîtin
15:31 Dayika Şemiyê Guzel Şahîn hat bibîranîn
15:01 ‘Ger qanûn bên bi cih anîn, wê mafê jinan bê parastin’
14:24 Berhema Apê Mûsa bû stran
14:21 Cenazeyê yek ji du birayên winda bibûn, hat dîtin
13:53 Li Mêrdînê daxuyaniya ‘Em xwe diparêzin’
13:40 Apê Mûsa li cihê lê hatibû qetilkirin bi bîr anîn: Pênûsa wî li erdê nema
12:45 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
12:13 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:59 HDK'ê Apê Mûsa bi bîr anî: Çinarê kevneşopiyekê ye
11:01 El Mihbaş: Rapor têrê nake, divê hesap bê pirsîn
10:42 Salek e derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de îdianame nehatiye amadekirin
10:41 Doza 10’ê Cotmehê: Hiqûq her tim bikêrî DAIŞ’ê hat
10:40 Derbarê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:35 Rêxistinên rojnamegeran: MA'yê berxwedanekê mezin a rojnamegertiyê derxist holê
09:34 Tê xwestin ku dosyeya Kirbayir were girtin: Dewlet qatilan diparêz e
09:33 Ajansên nûçeyan ên gelê kurd
09:05 Qeyûm cihê Sînemaya Yilmaz Guney dike hawiz
09:04 Ên dibin dengê aştiyê
09:03 Li 'herêmê' ji Mûsa Anter heya niha rojnamevanî
09:03 Silav li yên ku bi kurdî difîkînin
09:03 Kartên wan ên çapemeniyên ên dewletê tunene!
09:02 Qeyûm rêyên Geverê beton dike!
09:01 ‘Apê Mûsa kurtedîroka sedsala kurda ye’
09:01 Em cardin li vê derê ne, em ê tim li vê derê bin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2020'AN
19/09/2020
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Tarsûsê ragihand
15:43 Nûnerên rêxistinên sivîl li Sûrê xebata paqijiyê meşandin
15:23 ‘Ozkan ê 82 salî dimire serbest berdin'
15:22 Cenazeyê Ozkahraman di bin dorpêça polisan de hat veşartin
14:57 Li Amedê di 4 rojan de 62 kedkarên tenduristiyê enfekte bûn
14:41 'Girtiyên nexweş Konuk serbest berdin'
14:40 Ji Aydenîz ji bo NY’yê: Heke sûcê şer hene hûn çima gav navêjin?
14:06 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqubeta Eroglu pirsî
14:03 Li peravên Bodrûmê keleka pênaberan noqî avê bû: 2 penaber mirin
13:47 Dayikên Şemiyê aqûbeta Morsumbul pirsîn
13:03 HDP: Wê teqez AKP-MHP û daraza ku di ferma wan de wê bê darizandin
13:02 Wezîrê Edaletê: Wê hevdîtin bi dîmen ên girtiyan dest pê bikin
12:15 Xizmên windayan aqûbeta Hakki Kaya pirsî
11:46 Macron: Me ji Tirkiyeyê peyamnek vekirî şand
11:35 Ji 5 kesên ku ji heman malbatê hatibûn binçavkirin kesek hat bgirtin
10:34 Di salvegera 28’emîn a qetilkirina xwe de wê Mûsa Anter li du navendan bê bibîranîn
10:20 Li ser bertekan remza ‘sosret’ rakirin
10:16 Rêveberê Navendî yê HDP'ê Aktumur ê MÎT'ê ew revand: Êrîşa li dijî fikra HDP'ê ye
09:58 Li gorî gel sedema qrîza aborî pêvajoya şer e
09:11 ‘Bi lêgerîna madenê xwezayê tune dikin û dikin qada şer'
09:11 Dîcle Anter: Pir tiş hene ku herkes dikare ji jiyana Apê Mûsa hîn bike
09:10 Şener: Divê muxalefet bê gel hev û hê bêtir wêrek be
09:09 Parêzerên Tûrgûr û Şiban giliya leşkeran kirin
09:08 ‘Em hemû ji kuştinên jinan ên li Agiriyê berpirsyar in’
09:07 Ozturk: Divê polîtîkayên têkoşîna bi şewbê re careke din bên sererastkirin
09:01 ROJEVA19'Ê ÎLONA 2020'AN
08:44 Girtiyê 75 salî Ozkahraman jiyana xwe ji dest da
18/09/2020
19:14 Malbata Şenyaşar ÇHD ziyaret kir: Ya girîng doz neyê ji bîrkirin
18:40 Dadgehê 3 kesên beşdarî merasima cenaze bûn girtin
18:29 Ji doza Xalfetiyê kes nehat berdan
17:45 Hestiyên mirovan li Sûrên Amedê dîtin
17:30 TJA'yê li Şirnexê starta 'Em xwe diparêzin' da: Em serî hil didin
17:21 Pirtûkên Yuksekdag gihişt xwînerên xwe
16:03 Rêxistinên mafan û hiqûqê tundiya li Zindanên Amedê kirin rapor
15:32 Girtiyê 75 salî bi lez rakirin nexweşxaneyê
15:19 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê daxwazname dan dozgeriyê
15:05 Ji jinan guvenda 'Em xwe di parêzin'
14:45 Bavê êşkencekar hat girtin
14:30 Dozger xwest polîsê 2 jin qetilkirin bi cezayê herî giran bê cezakirin