Rojnamevan Babekir: Êrişên li herêmê bi fermana Enqereyê pêk tên

  • rojane
  • 09:04 22 Îlon 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN -  Rojnamevan Pişder Babekir serdana Neçîrvan Barzanî ya bi Serokkomar Tayyîp Erdogan û geşedanên dawî yên li Herêma Federe ya Kurdistanê nirxand û diyar kir ku êrişên li herêmê bi fermana Enqereyê pêk tên û got: "Komên çeteyan her roj Kurdan qetil dikin. winda dikin û direvînin. Dest datînin ser mal û milkê wan. Navên Kurdî diguhînin. Darê zeytûnan ên Kurdan jê dikin. Vê hovîtiyê bi piştgiriya Enqereyê dikin." 

 
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 4’ê Îlonê de bi Serokê AKP'yî û Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê kiribû. Piştî hevdîtinê Tirkiyê du zarokên Êzidî radestî Nêçîrvan Barzanî kir. Radestkirina zarokan ku di dema hevdîtinan de çêbû, bû sedemê nerazîbûnan. Rojnamevan Pişder Babekir têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê û mijarên di rojevê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
'DIVÊ DEMILDEST LÊPIRSÎNÊ JI BO HIKÛMETA TIRKIYÊ BIDIN DESTPÊKIRIJN' 
 
Rojnamevan Babekir, bal kişand li ser armanca hevdîtina Barzanî ya bi Erdogan re û wiha axivî: "Radestkirina 2 zarokên êzidî ya di dema hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re balkêş û bi guman e. Divê li Tirkiye lêpirsînê vekin. Ew zarok çawa çûn Tirkiyeyê? Kê ew birin. Kengî çûn? Ev çiqas e li wir in? Gelo dewleta tirk li cîhê ku ji bo DAIŞ'iyan hatine avakirin ew girtine? Gelo em biçin li Tirkiyê xuşk û birayên xwe yên Êzidî yên wenda ne bigerin? Ew du zarok çawa gîhîştin wir? An ev du zarok li wir girtîbûn? Ger girtîbûn ji bo çi hatine girtin? Ji ber ew ne cellad bûn, qurbanî bûn? Ger ne girtîbûn, ji bo çi ji bo vegerin, bi sefaretxaneya Iraqê re pêwendî danenîn? Bi rastî ev mijar mijareke gelekî hestiyar e. Divê li Dadgeha Navnetewî li ser rewşa van du zarokan lêkolîneke berfireh bê kirin.  Agahî ji wan bên girtin. Û bê pirsîn gelo li Tirkiyeyê Êzidiyên wenda hene yan na? Vê bûyerê em xistin nava guman û fikarên mezin. Gelo em li Tirkiyeyê li pey Êzidiyên wenda bigerin, li zindanên Tirkiyeyê bigerin? Çeteyên DAIŞ'ê li Iraqê xelas bûn, li Sûriyê xelas bûn, baş e Êzidiyên me ji bo çi wenda ne? Li ku derê ne? Ango Êzidiyên wenda bûne yan nemane an jî li Tirkiyê ne û divê li Tirkiyê li wan bigerin. Ev bûyereke gelekî hestiyar e. Divê bi hestiyarî li ser rawestin. Ev zarok çawa li wir bûn, çend sale li wir in? Di kîjan girtîgehê de bûn? Kê pêşkêşiya wan kir?"
 
'LI ENQEREYÊ PLANAN DIKIN' 
 
Babekir, anî ziman ku mirov dikare li Şengalê kuştina Ereban û radestkirina zarokên Êzidiyan bi hev girê bide û wiha got: "Mirov dikare bibêje hewldaneke cidî heye û pîlana van hewldanan jî li Enqereyê tê kirin. Ev hewldan jî ji bo têkbirina xweseriya li Şengal û Rojavayê Kurdistanê ye. Em dibînin ku li Rojava avê qut dikin. Mirovan qetil dikin. Bombeyan diteqînin. Di lêpirsînê de diyar dibe ku bûyer li ku derê tên pîlan kirin. Li Rojavayê Kurdistanê ku di destê pêkhateyên herêmê de ye, hemû pêkhate bi aramî dijîn. Li herêma ku Tirkiye ew dagir kiriye, komên çeteyan her roj mirovên Kurd qet dikin, direvînin û winda dikin. Mal û milkê wan desteser dikin. Navên Kurdî diguherînin. Darê zeytûnan ên Kurdan jê dikin. Komên çete bi piştgiriya Enqereyê pêk tînin. Dîsa tiştên li Şengalê pêk tên jî heman tişt in. Lîstik yek e. Berdewamkirina têkbirina ezmûn û destkeftiyên Kurdan ên herêmê ne. Rêveberiya xweser bingeha bihevre jiyankirinê ava kiriye. Heta astekê şovenîzma qewmî derbas kiriye. Ev yek li gel dewleta tirk ku xwe wekî dewlet-netewe avakiriye, giran e. Bi hêsanî vê rastiyê qebûl nake." 
 
'PDK DI QEYRANÊ DE YE' 
 
Babekîr, bal kişand ser serdana Neçîrvan Barzanî ya Tirkiyê û wiha berdewam kir: "Li gorî min encama serdana Nêçîrvan Barzanî ya bi Tirkiyeyê re derneketiye holê. Gelo wê PDK ji bo Tirkiyê çi bike? Tirkiye ji PDK'ê çi xwestiye? Lê dizanin ku serdan di demeke xerab de çêbû. Piştî serdana serokê Fransa ya Iraqê pêk hat. Weke tê zanîn, Macron dixwaze serweriya dewleta Tirk li Iraqê ji holê rake an jî kêm bike. Hêzên dewleta Tirk ji Iraqê derbixin. Ji bo vê jî di navbera Iraq û Parîsê de aloziyek heye. Li gorî min hê jî ne zelal e ku di vê serdanê de ji Nêçîrvan Barzanî çi hatiye xwestin. Ji bo Tirkiyê wê çi bike. Pilanên Tirkiyeyê ji bo herêmê çiye? Nayê zanîn. Lê tişta ku tê zanîn PDK di qeyraneke mezin de ye. Tirkiye jî di qeyraneke mezin de ye. Qeyrana PDK'ê di nava xwe de ye. Îşareta vê jî di navbera baskê Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, her wiha rojane guhertina berpirsên hikûmeta Hewlêrê. Heta niha jî van herdu baskan biryara li ser pêkanîna kongreyê nekarîne bidin ku biryar bû îsal pêk bihata. Nekarîne heta niha wezareta çavkaniyan zelal bikin. Ev demeke kabîneya hukûmeta herêma Kurdistanê ku ji aliyê PDK'ê ve hatibû amadekirin, derbas bû. Li gel van pirsgirêkên PDK'ê li gel aliyên din hene. Di navbera wan û YNK'ê de alozî heye. Navbera wan û aliyên Iraqî baş nîne. Navbera wan û hukûmeta Iraqê jî baş nîne. Di heman demê de navbera wan û Rojavayê Kurdistanê jî xerab e."
 
'REWŞA PDK Û TIRKIYÊ BÊTIR ALOZ DIBE' 
 
Babekîr, li ser rewşa PDK’ê û Tirkiyê jî rawestiya û got: "Piştî referandûmê wekî  ku di siyaseta herêmê û Iraqê de, li ser PDK'ê ambargoyek pêk hatiye. Cara yekem e ku aliyên Şîa yên Iraqê, bêyî PDK'ê li ser serokwezîrê Iraqê lihev hatin. Du caran serokwezîr hatin guhertin. Adil Ebdul Mehdî û Mistefa Kazimî. Di herdu caran de jî PDK li derve hate hîştin. PDK weke her caran nikare tehekkûmê bike. Teecrîda li ser PDK'ê, li gel zextên li dijî Tirkiyeyê ku Yunanîstan, Qibris, Îsraîl û Misirê pêk tîne û zextên ku Fransa, Yekîtiya Ewrûpa, Lîga Erebî, Erebistana Siûdî, Îmarat li ser Libyayê dimeşîne girêdayî hev in. Zextên ku Bexda li ser Tirkiyeyê, em fêm dikin, PDK û Tirkiye di rewşeke xerab de ne. Şerê navxwe pêk bînin û xeletiyeke stratejîk a mezintir pêk bînin. Lewaziya PDK'ê bi rengekî dilê me rehet kiriye ku PDK cesaret nake ku gaveke xelet a hîn mezintir bavêje."  
 
'ŞERÊ PDK YÊ LI DIJÎ PKK’Ê XWEKUŞTIN E' 
 
Babekîr, anî ziman ku xelkê herêmê êdî dixwaze hikûmeta herêmê bê guhertin û wiha pêde çû: "Eger PDK bi PKK’ê re şer bike wê wenda bike. Li gorî nêrîna min PDK ne di wê astê de ye ku bi artêşa tirk re di sengerekî de li dijî PKK'ê şer bikin. Ji ber ku PDK bi xwe dizane ku rewşa wan xerab e. Rewşa xelkê Başûrê Kurdistanê xerab e. Rojekî li Şêladizê, rojekî li Zaxo, roja din li Hewlêr, roja din li Raperîn, rojek li Kelar rojek li Pênciwêne xelk radibe ser piyan. Ji aliyê xelkê Başûrê Kurdistanê ve ev desthilatdarî, desthilatdariyeke bê zirav tê nasîn. Gel bi hemû hêza xwe hewldide ev desthilatdarî bê guhertin. Vê yekê wisa kiriye ku ger PDK şerê PKK'ê neke, li gel Tirkiye êrîşê PKK'ê neke jî, desthilatdariya wê di metirsiyê de ye. Xwepêşandanên cemawerî çêdibin da ku desthilatdariya wê birûxînin. Hê ev xeletiya stratejîk nekiriye û şerê PKK'ê nekiriye, xelk dixwaze ev desthilatdarî bê guhertin. Li Hewlêr xwepêşandan e, li Dohuk xwepêşandan e. Li dijî krîza aborî, li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî peymana 50 salî, li dijî aboriya serbixwe, li dijî referandûmê ye. PDK'ê hê jî xeletiya stratejîk a li dijî PKK'ê şerekî eşkere nekiriye, gel dixwaze desthilatdariya PDK'ê bê guhertin. Gel bi duruşmeya 'Birûxe, Birûxe' li başûrê Kurdistanê xwepêşandanan li dar dixe. Ger PDK li dijî PKK'ê şer bike, wê demê ev xeletiye stratejî a mezin e. Şêwazeke xwekuştinê ye. Li gorî min di vê qonaxê de PDK nikare vê yekê bike. Hêza berxwedanê li gel nîne. PDK gelekî lewaz e. Di asta herêmî de gelekî hatiye tecrîd kirin, di asta cîhanî û rayagiştî ya navnetewî de gelekî hatiye tecrîd kirin. Ji ber referandûmê û bûyerên 16'ê Cotmehê, peymana 50 salan a li gel dewleta tirk, PDK nikare bi eşkere bi dewleta tirk re şerê PKK'ê bike. Ji ber xelkê başûrê Kurdistanê qebûl nake ku PDK li gel PKK'ê şerê sengeran bike. Ne salên 1990'î ne. Vê gavê rewş guhertine. Vê gavê medya dîjîtal heye. Bandora medya dîjîtal bi asayî belav dibe. Vê gavê li Hewlêr, li dijî desthilatdariya PDK û Barzanî nerazîbûneke mezin heye. Ger PDK vê xeletiya stratejîk a mezin bike, wê berdêla wê jî giran bide. Li gorî nêrîna min, di rewşa heyî de, bi eşkere şerekî wiha bikin. Lê weke îhtîmaleke lewaz, PDK ne di wê astê de ye şerekî wiha bike. Lê ger tiştekî wiha bike, ev nabe şerekî Kurd û Kurd. Evê bibe şerê Kurd û Tirk." 
 
'MAYINA ESKERÊN TIRKIYÊ METIRSIYEK MEZIN E' 
 
Babekîr, herî dawî li ser mayîna Tirkiyeyê ya li herêmê jî rawestiya û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ketina Tirkiyê gelê herêmê dixe metirsiyeke mezin. Em bi xwe biryar didin, wê ev geşedan çi bandorê li ser me bike. Niha rewş ji bo me guncav e. Berê dihat gotin ku hukûmeta Iraqê nikare hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê derbixe. Lê niha hinekî rabûye ser piyan. Daxwaza serweriya li ser deriyên sînor dike. Dixwaze hêzên xwe bişîne ser sînor. Ger em bikaribin rastgo bin, derfeteke baş hatiye pêş me. Dibe ku di vê qonaxê de rewşa herêma Kurdistanê li hemberî rewşa Iraqê hinekî lewaz be. Lê li gorî nirxandinên çavdêrên siyasî, bandora rewşa îro ya Iraqê ya nû ku bikare li ser piyê xwe bisekine, bandoreke xwe ya girîng li ser gelê Kurd çêdibe. Ger bi vê nêrînê em bikaribin bi piştgiriya Iraq, Fransa û encûmena ewlekariyê dikarin hêzên Tirkiye derxin derve. Ji ber mayîna eskerên Tirkiyeyê li ser herêma Kurdistan metirsiyeke mezin e. Ji ber ku eskerên Tirkiyeyê dikare bandorê li ser hilbijartinan, rêvebirinê, rakirin û destnîşankirina serokê hukûmetê, destnîşankirina hilbijartinên pêşwext û şêwazê birêvebirina herêma Kurdistanê bike. Em bikarin di vê qonaxê de bi alîkariya Iraq, civaka navnetewî, encûmena ewlekariyê, Fransa û Yekîtiya Ewrûpayê hêzên dewleta tirk derbixin derve û ew peymana 50 salan a bi dewleta tirk re ji Iraqê re bihêlin û ew bi xwe li gel dewleta tirk vê yekê çareser bike, li ser peymanên ku me li gel dewleta tirk îmzekirine bisekinin û jinûve di pêşçavan re derbas bikin, sînorekî ji MÎT'a tirk û saziyên îstîxbaratê yên dewleta tirk ên li Herêma Kurdistanê re deynin, di wateyekî din de em herêma Kurdistanê ji dagirkeriya dewleta tirk paqij bikin. Dawî li dagirkeriya dewleta tirk hem ji aliyê leşkerî, aborî û medyayê li herêma Kurdistanê pêk tîne, bînin û dewleta tirk ji başûrê Kurdistanê derbixin. Berovajî heta ku dewleta tirk li herêma Kurdistanê bimîne, biryarên me yên siyasî serbixwe nabin. Li gorî nêrîna min dewleta tirk li ber guhertinê ye. Welatên Ewrûpayê bal kişandine ser metirsiyên li Tirkiyê yên bi serkêşiya Erdogan. Êdî eşkere bûye ku Erdogan dixwaze bi nexşeyeke nû, dewleteke Osmanî ya nû bi stratejiyeke nû ava bike. Mirov dikare bibêje ev yek li ser giştî Ewrûpa metirsiyekê ava dike." 
  
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

24/09/2020
15:19 Li Bismilê agir bi karegeha rûn ket
15:12 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa koronayê ketine derket 943 kesan
14:58 Namzetê Serokatiya Baroya Stenbolê yê ODAV’ê diyar bû
14:01 Gefa kuştinê li parêzer Sert hat xwarin
13:28 Li Dersimê di wesayîtên komguhêz de bikaranîna lepik bû mecbûrî
12:35 Girtîgeha Panosê di salek dawî de ji 4 girtiyan re bû gor
12:35 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
12:15 Pêşnûmeya Mûsa Orhan bi hinceta gotinên ‘qebe û nexweş’ hat zivirandin
11:47 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e
11:20 10 roj in Çiyayê Gabarê dişewite
10:49 3 kurên serokê MHP’î ku îstifaya cerdevanan derewand jî îstifa kirin
10:48 Parêzerên Ocalan cara 106’emîn serlêdan kirin
10:30 Tê xwestin navê Şêx Seîd ji meydanê were jê birin
09:53 Wekîlên HDP: Dewletê cînayet kir
09:50 Li cihekî bi helîkopteran mudaxile dikin, li cihê din mudaxileyî mudaxileyê dikin!
09:21 Li dijî cinayetan û şidetê: Em hêvî jê nekin, em bi hev re têbikoşin
09:20 Karkerên Sînboyê: Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn destûra bêheq dan me
09:19 Kaçmaz: Şertê kontrola edlî rêbaza tecrîd û teslîm girtinê ye
09:18 Ji bo bikin tehîn dest bi hişkirina kunciyan kirin
09:18 Dest bi berhevkirina hejîr, hinar û tiriyê Biyadirê kirin
09:17 Wê Birca Keçikê di nava 6 mehan de bê vekirin
09:17 Dest ji çandiniyê berdan, niha jî dest ji sewalvaniyê!
09:16 Modeleke hilberandinê ya xwecihî: KarsBEL
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 202'AN
08:27 Girtiyê nexweş Boçnak jiyana xwe ji dest da
23/09/2020
19:58 72 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:56 Cenazeyê Gencer ku hat gotin li girtîgehê întihar kiriye di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
15:53 Malbata Îldem û Çakil: Cenazeyên me radestî me bikin
15:52 Cenazeyê Gencer hat girtin: Xizmên wî bawer nakin întîhar kiriye
15:33 AYM’ê serlêdana Guven red kir
15:32 ‘Wê bi projeyên medenê komkujiya ekolojîk derkeve holê’
15:16 Gulsum Elvan: Ji bo ku hûn bikujin min ne welidant
14:54 Li Şirnexê 5 polisên bertîl girtibûn hatin girtin
14:42 Li Amedê 800 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
14:34 Li Girtîgeha Wanê mirina bi guman
14:14 Vaye wêneyê ewil ê Servet Tûrgût ku ji helîkoptêrê hatibû avêtin
13:39 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
13:34 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin gihîşt Mersînê
12:58 Parêzvanên mafê mirovan: Li dijî hovîtiyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye
12:32 Ji sûcdariyên ku ji wan hatibû beratkirin dîsa doz lê hat vekirin
12:18 Şahidê bûyerê: Li cem min binçav kirin û li helîkoptêrê siwar kirin
11:34 Otêl û kargehên li Sûrê hatine çêkirin dê pêşkêşî sermayeyê werin kirin
11:28 Wênesaz Çelîk du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin xêz kir
10:47 Danişîna Berkîn Elvan dest pê kir
10:40 Hunermendên Dersimê: Dixwazin bi projeyan çiya, gelî û xwezaya me tune bikin
10:22 Rastiya operasyonên TSK’ê
10:13 Qeyûm Qeymeqamê Navçeyê kir serokê daîreya şaredariyê
10:13 Karkerên ji Kobanê bi zehmetiyan re rûbirû ne
09:57 Piştî David Graeber: Kurdan muttefikê xwe û cîhanê jî entelektuelê xwe winda kir
09:26 Tê xwestin ser dosyeya Gulistan Dokû were girtin
09:03 33 caran gilî kir, lê piştî bi tivingê êriş bir ser hat girtin
09:03 Ji ber Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên grîp û zatûreyê zêde bûye
09:01 Li Behra Reş 'feraseta Topal Osman' hîn jî didome
09:01 Alinak: Heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin, ez ê bixwazim ku min bişînin girtîgehê
09:00 Bi rojan tî û birçî dimînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2020'AN
22/09/2020
21:24 Şîbanê ji helîkopterê hat avêtin axivî
20:45 Cezayên ku li rojnamevanên piştevaniya Ozgur Gundemê kiribûn hatibûn birîn hatin pesendkirin
19:34 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 639
16:37 KESK çû serdana karkerên êrişa nîjadperestî lê wan hatibû kirin
16:30 Ciwanên ji protestoya Bendava Ilisûyê tên darizandin negirtin danişînê
16:30 Li Dîlokê 11 rojin agahî ji 2 keçên Sûriyeyî nayê girtin
16:09 Li Dersimê 13 de cih û war kirin karantînayê
15:57 Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter hat berdan
15:53 TJA: Em ji DAİŞ'ê netirsiyan ji we jî natirsin
15:29 Bijîjkên Nexweşxaneya Leşkerî: Rewşa Şiban a gotin dayînê tuneye
14:26 Kiliçdaroglû çû serdana TTB’ê: Ji ber rastiyê bûne hedef
14:11 ‘Desthilatdariyê guhên xwe ji saziyên tenduristiyê re girtiye’
13:53 Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Vê êşkenceyê JÎTEM’a we ya nû pêk anî gelo?
13:43 Kemçe ketin Avzêmên Mûnzûrê
13:21 Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Polîsan daxuyanî asteng kirin
13:21 ÎHD: Di 10 salan de 280 êrişên nijadperest pêk hatin
12:55 HDP, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a KE’yê re hevdîtin kir
12:52 Derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de biryara dewama girtinê hat dayîn
12:43 Parêzerên Şîban û Tûrgût: Agahiya walîtiyê ji dosyeyê tuneye
11:58 70 karkerên ku nîşaneyên koronayê bi wan re hebûn ji nexweşxaneyê hatin zivirandin
11:49 Li girtîgeha vîrûs lê heye kontrolên tenduristiyê nayin kirin
11:43 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
11:20 Doza Kemal Kûrkût 5 deqe berdewam kir
11:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 kesên din ji ber vîrûsê mirin
10:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:55 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serlêdan kir
10:51 HDP, bi nûnerên sefaretxaneyên 26 welatên endamên YE’yê re hat gel hev
10:45 12 roj in agahî ji Alî Hajilon ê 12 roj berê hatiye berdan nayê girtin
10:38 Li Sêrt û Êlihê lidarxistina çalakiyan hat qedexekirin
10:01 Parlamenterên jin ên HDP’ê ji bo 81 bajaran 162 pêşniyazname dan wezîran
10:00 Di bêçareseriya Heftenînê de ‘tampona’ nû
09:12 Parkên li Artûklûyê wêran bûne
09:11 Mirina gumanbar a eskerê kurd: Nîşeya ku ji dêvla wî nivîsandine ji bo lêkolînkirinê şandine
09:10 Projeya 'başkirinê' ya qeyûm rûxiya
09:07 Dozgeriyê ji bo îşkenceya bi darê beyzbolê got 'îdiayeke nedîtbar' û biryara 'neşopandinê' da
09:07 Qedexeya 'du standardî' hezar û 402 roj in didome
09:05 Ciwanan bi derfetên xwe li gund pirtûkxaneyek ava kirin
09:04 Li qûntarên Çiyayê Cûdî dema çêkirina dimsê ye
09:04 Rojnamevan Babekir: Êrişên li herêmê bi fermana Enqereyê pêk tên
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 202'AN
08:17 Osman Şîban bi darê zorê rakirin nexweşxaneya leşkerî
21/09/2020
20:24 Li Tirkiyeyê 68 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:25 6 jinen li Êlihe hatin binçavkirin hatin berdan
16:10 Çelîkten a 13 roj bûn winda ye kuştî hat dîtin