12 roj in agahî ji Alî Hajilon ê 12 roj berê hatiye berdan nayê girtin

  • rojane
  • 10:45 22 Îlon 2020
  • |
img

QERS – Welatiyê kurd Alî Hajilon ê ji Rojhilatê Kurdistanê li Qersê şivanî dikir û hatibû girtin û 12 roj berê hatibû berdan. Ji roja hatiye berdan agahî jê nayê girtin. Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak ê bi Hajilon re li heman qawîşê ma got: “Tenê dadger, polîs û îstîhbara dizane ku ew hatiye berdan. Alî li ber hefsê hat revandin gelo?” 

 
Welatiyê kurd Alî Hajilon ê ji Rojhilatê Kurdistanê li Qersê şivanî dikir. Di meha sibatê de tê binçavkirin û bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Hajilon beriya niha bi 12 rojan ji girtîgeha Qersê hat berdan. Tevî ku 12 roj bi ser re derbas bûne jî malbat û hevalên Hajilon agahî jê nagirin. 
 
Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak ê li girtîgehê bi Hajilon re di heman qawîşê de ma banga hestiyariyê kir. 
 
12 ROJ IN WINDA YE
 
Alinak anî ziman ku dema Hajilon şivaniyê dike wêneyek endamê HPG’ê nîşan didin û ji ber dişibe wî kirine sedema girtina wî û got: “Dadgeha piştî 7 mehan gihîşt wê qenatê ku yê di wêne de ne Hajilon e û wî tahliye kir. 12 roj in hatiye berdan û agahî jê nayê girtin. Li ku ye, çi hatiye serê wî nayê zanîn. Malbata wî li Îranê perîşan bûye û ji min piştevanî xwest. Lê belê ji ber ku ez li gund di hepsa malê de me neçûme Qersê min li rewşa wî nepirsiye. Min bi parêzerê wî re hevdîtin pêk anî lê bes ew jî negihîştiye şopa wî.” 
 
‘KESÊ DI WÊNE DE NE EW BÛYE' 
 
Alinak destnîşan kir ku ew û Hajilon di rojekê de hatine binçavkirin û ew li Şaxa TEM’ê ya Qersê hev nas kirine û wiha got: “Min silav dayê û jê re got derbasî be. Ji ber bi tirkî nizanibû bersiva min neda. Min nizanibû kurd e û min nizanibû kî ye û ji ber min wî nas nedikir zêde bi ser ve neçûm. Carek din li girtîgehê em li hev qelibîn û em di heman qawîşê de man. Dema min gelek kêfa wî hat. Ew jî bûbû şahidê gengeşiya navbera min û polîsan a li ser kelemçeyê. Alî ji ber ku di wêne de dişibe kesek din hatibû girtin. Bi meha li benda doza xwe sekinî. Digot ‘kesê di wêne de ne ez im.’ Ew bawer bû dê rastiya wêne derkeve holê. Ez jî wek parêzer min wate nedida girtina Alî. Bi gumanek beredayî hatiye girtin. Ez li hember pirsên Alî lal dimam. Alî bavê sê zarokan bû û ew bi tenê dixebitî. Min di hepsê de bi dehan car ji bo Alî daxwazname nivîsandin lê tew bersiv jî nedan. Doza wî jî venebû. Dadger û dozgerên wî 7 mehan di girtîgehê de hiştin, 12 roj berê wî tahliye kirin. Diyar e ku kesê di wêne de ne ew bû ye. Alî ji hepsê derket lê belê li holê xuya nake. Niha winda ye.” 
 
ALÎ HAJILON LI KU YE?
 
Alinak da zanîn ku wan derbarê Hajilon de xwe negihandiye tu agahiyan û got: “Tenê dadger, polîs û îstîhbaran dizane ku ew hatiye berdan. Alî li ber deriyê girtîgehê hat revandin gelo? Kî revandiye? Dewleta Îranê li kî dera vê hevsengiyê ye? Alî di destê polîsên Qersê ye gelo? Birine ku? Rayedarên dewletê bepirsiyar in ku derbarê rewşa Alî de daxuyanî bidin. Ev wezîfeya wan e. Ez bang li wan dikim ku wezîfeya xwe bicih bînin û dixwazim ku ji bo Alî daxuyanî bidin. Ez pirsa xwe dubare dikim; Alî Hajilon li ku ye?” 
 
Alinak ji bo dîtina Hajilon banga lezgîn li raya giştî kir. 
 
MA / Adnan Bîlen 
 

Sernavên din

24/09/2020
15:19 Li Bismilê agir bi karegeha rûn ket
15:12 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa koronayê ketine derket 943 kesan
14:58 Namzetê Serokatiya Baroya Stenbolê yê ODAV’ê diyar bû
14:01 Gefa kuştinê li parêzer Sert hat xwarin
13:28 Li Dersimê di wesayîtên komguhêz de bikaranîna lepik bû mecbûrî
12:35 Girtîgeha Panosê di salek dawî de ji 4 girtiyan re bû gor
12:35 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
12:15 Pêşnûmeya Mûsa Orhan bi hinceta gotinên ‘qebe û nexweş’ hat zivirandin
11:47 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e
11:20 10 roj in Çiyayê Gabarê dişewite
10:49 3 kurên serokê MHP’î ku îstifaya cerdevanan derewand jî îstifa kirin
10:48 Parêzerên Ocalan cara 106’emîn serlêdan kirin
10:30 Tê xwestin navê Şêx Seîd ji meydanê were jê birin
09:53 Wekîlên HDP: Dewletê cînayet kir
09:50 Li cihekî bi helîkopteran mudaxile dikin, li cihê din mudaxileyî mudaxileyê dikin!
09:21 Li dijî cinayetan û şidetê: Em hêvî jê nekin, em bi hev re têbikoşin
09:20 Karkerên Sînboyê: Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn destûra bêheq dan me
09:19 Kaçmaz: Şertê kontrola edlî rêbaza tecrîd û teslîm girtinê ye
09:18 Ji bo bikin tehîn dest bi hişkirina kunciyan kirin
09:18 Dest bi berhevkirina hejîr, hinar û tiriyê Biyadirê kirin
09:17 Wê Birca Keçikê di nava 6 mehan de bê vekirin
09:17 Dest ji çandiniyê berdan, niha jî dest ji sewalvaniyê!
09:16 Modeleke hilberandinê ya xwecihî: KarsBEL
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 202'AN
08:27 Girtiyê nexweş Boçnak jiyana xwe ji dest da
23/09/2020
19:58 72 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:56 Cenazeyê Gencer ku hat gotin li girtîgehê întihar kiriye di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
15:53 Malbata Îldem û Çakil: Cenazeyên me radestî me bikin
15:52 Cenazeyê Gencer hat girtin: Xizmên wî bawer nakin întîhar kiriye
15:33 AYM’ê serlêdana Guven red kir
15:32 ‘Wê bi projeyên medenê komkujiya ekolojîk derkeve holê’
15:16 Gulsum Elvan: Ji bo ku hûn bikujin min ne welidant
14:54 Li Şirnexê 5 polisên bertîl girtibûn hatin girtin
14:42 Li Amedê 800 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
14:34 Li Girtîgeha Wanê mirina bi guman
14:14 Vaye wêneyê ewil ê Servet Tûrgût ku ji helîkoptêrê hatibû avêtin
13:39 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
13:34 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin gihîşt Mersînê
12:58 Parêzvanên mafê mirovan: Li dijî hovîtiyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye
12:32 Ji sûcdariyên ku ji wan hatibû beratkirin dîsa doz lê hat vekirin
12:18 Şahidê bûyerê: Li cem min binçav kirin û li helîkoptêrê siwar kirin
11:34 Otêl û kargehên li Sûrê hatine çêkirin dê pêşkêşî sermayeyê werin kirin
11:28 Wênesaz Çelîk du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin xêz kir
10:47 Danişîna Berkîn Elvan dest pê kir
10:40 Hunermendên Dersimê: Dixwazin bi projeyan çiya, gelî û xwezaya me tune bikin
10:22 Rastiya operasyonên TSK’ê
10:13 Qeyûm Qeymeqamê Navçeyê kir serokê daîreya şaredariyê
10:13 Karkerên ji Kobanê bi zehmetiyan re rûbirû ne
09:57 Piştî David Graeber: Kurdan muttefikê xwe û cîhanê jî entelektuelê xwe winda kir
09:26 Tê xwestin ser dosyeya Gulistan Dokû were girtin
09:03 33 caran gilî kir, lê piştî bi tivingê êriş bir ser hat girtin
09:03 Ji ber Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên grîp û zatûreyê zêde bûye
09:01 Li Behra Reş 'feraseta Topal Osman' hîn jî didome
09:01 Alinak: Heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin, ez ê bixwazim ku min bişînin girtîgehê
09:00 Bi rojan tî û birçî dimînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2020'AN
22/09/2020
21:24 Şîbanê ji helîkopterê hat avêtin axivî
20:45 Cezayên ku li rojnamevanên piştevaniya Ozgur Gundemê kiribûn hatibûn birîn hatin pesendkirin
19:34 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 639
16:37 KESK çû serdana karkerên êrişa nîjadperestî lê wan hatibû kirin
16:30 Ciwanên ji protestoya Bendava Ilisûyê tên darizandin negirtin danişînê
16:30 Li Dîlokê 11 rojin agahî ji 2 keçên Sûriyeyî nayê girtin
16:09 Li Dersimê 13 de cih û war kirin karantînayê
15:57 Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter hat berdan
15:53 TJA: Em ji DAİŞ'ê netirsiyan ji we jî natirsin
15:29 Bijîjkên Nexweşxaneya Leşkerî: Rewşa Şiban a gotin dayînê tuneye
14:26 Kiliçdaroglû çû serdana TTB’ê: Ji ber rastiyê bûne hedef
14:11 ‘Desthilatdariyê guhên xwe ji saziyên tenduristiyê re girtiye’
13:53 Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Vê êşkenceyê JÎTEM’a we ya nû pêk anî gelo?
13:43 Kemçe ketin Avzêmên Mûnzûrê
13:21 Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Polîsan daxuyanî asteng kirin
13:21 ÎHD: Di 10 salan de 280 êrişên nijadperest pêk hatin
12:55 HDP, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a KE’yê re hevdîtin kir
12:52 Derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de biryara dewama girtinê hat dayîn
12:43 Parêzerên Şîban û Tûrgût: Agahiya walîtiyê ji dosyeyê tuneye
11:58 70 karkerên ku nîşaneyên koronayê bi wan re hebûn ji nexweşxaneyê hatin zivirandin
11:49 Li girtîgeha vîrûs lê heye kontrolên tenduristiyê nayin kirin
11:43 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
11:20 Doza Kemal Kûrkût 5 deqe berdewam kir
11:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 kesên din ji ber vîrûsê mirin
10:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:55 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serlêdan kir
10:51 HDP, bi nûnerên sefaretxaneyên 26 welatên endamên YE’yê re hat gel hev
10:45 12 roj in agahî ji Alî Hajilon ê 12 roj berê hatiye berdan nayê girtin
10:38 Li Sêrt û Êlihê lidarxistina çalakiyan hat qedexekirin
10:01 Parlamenterên jin ên HDP’ê ji bo 81 bajaran 162 pêşniyazname dan wezîran
10:00 Di bêçareseriya Heftenînê de ‘tampona’ nû
09:12 Parkên li Artûklûyê wêran bûne
09:11 Mirina gumanbar a eskerê kurd: Nîşeya ku ji dêvla wî nivîsandine ji bo lêkolînkirinê şandine
09:10 Projeya 'başkirinê' ya qeyûm rûxiya
09:07 Dozgeriyê ji bo îşkenceya bi darê beyzbolê got 'îdiayeke nedîtbar' û biryara 'neşopandinê' da
09:07 Qedexeya 'du standardî' hezar û 402 roj in didome
09:05 Ciwanan bi derfetên xwe li gund pirtûkxaneyek ava kirin
09:04 Li qûntarên Çiyayê Cûdî dema çêkirina dimsê ye
09:04 Rojnamevan Babekir: Êrişên li herêmê bi fermana Enqereyê pêk tên
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 202'AN
08:17 Osman Şîban bi darê zorê rakirin nexweşxaneya leşkerî
21/09/2020
20:24 Li Tirkiyeyê 68 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:25 6 jinen li Êlihe hatin binçavkirin hatin berdan
16:10 Çelîkten a 13 roj bûn winda ye kuştî hat dîtin