Tê xwestin navê Şêx Seîd ji meydanê were jê birin

  • rojane
  • 10:30 24 Îlon 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi projeya Wezareta Derdor û Bajarvaniyê tê xwestin navê Meydana Şêx Seîd were guhertin. Çêkirina 250 metre bedena li dehma Deriyê Çiyê di sala 1930’yan de bi hêceta “hewa li bajêr nade” hatiye hilweşandin jî di nava projeyê de cih digire.

 
Li Amedê Meydana Şêx Seîd (Meydana Deriyê Çiyê) ku li ber bircên Amedê ye bi projeyek ji aliyê Wezareta Derdor û Bajarvaniyê ve tê xwestin di demek kin de were veguherandin. Navê “Projeya Meydana Deriyê Çiyê” lê hatiye kirin û Walîtiya Amedê û Wezaret dê bi hevkarî birêve bibin. Di çarçoveya projeyê de 51 dikanên li Sûka Selahattîn Eyyûbî ya bin erdê wê werin îstîmlaqkirin. Ji bo projeyê 10 milyon TL hîbe hatiye veqetandin. Mala Artêşê (Orduevî) ya li ber meydanê wê were xerakirin. Avahiyek kevnare ku li ber Meydanê ye û wek Sînemaya Dîlanê tê zanîn û ku tomarkirî ye dê were restrorekirin. Her wiha dê avahiyên din jî werin îstîmlaqkirin û qad were mezinkirin. 
 
Meydana ku tê xwestin veguherînin ji bo şêniyên bajêr û gelê kurd xwedî bîrek dîrokî ya girîng e. Şêx Seîd û 46 hevalên xwe yên di Dadgehên Îstîklalê yên Şerqê de hatin darizandin li vê meydanê hatibûn darvekirin. 
 
NAVÊ MEYDANA ŞÊX SEÎD LÊ KIRIN 
 
Ji ber ku Şêx Seîd li vê meydanê hatibû daliqandin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2014’an de navê qadê wek “Meydana Şêx Seîd” guherandibû. 
 
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm tê xwestin navê fermî yê meydanê ku Şêx Seîd were guhertin û nav jî wek “Projeya Meydana Deriyê Çiyê” guncav dît. 
 
ESNAF BI FIKAR IN  
 
Sûka Selahattîn Eyyûbî di sala 1995'an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye çêkirin. Di çarçoveya projeyê de wê piştî 25 salan dikanên li Sûka Selahattîn Eyyûbî werin îstîmlaqkirin. Ji sedî 65 dikan aydê şaredariyê ne û ji sedî 35 jî aydê kesan e. Xwediyên milk heta îro tapûyên xwe wernegirtine. Ji ber projeya îstîmlaqkirinê esnafên li sûkê bi fikar in. 
 
‘PÊŞKÊŞKIRIN WÊ ME MEXDÛR BIKE’ 
 
Ji esnafan Sadûn Ozdemîr (68) diyar kir ku derbarê biryara îstîmlaqê de kesî agahî nedaye wan û wê bi vê projeyê dikanên wan werin pêşkêşkirin û ev yek jî dê wan mexdûr bike. 
 
Ji esnafan Mehmet Çelebî Şahîn (58) jî diyar kir ku wan dixwest beriya projeyê bi wan re hevdîtin were kirin û agahî bidina wan û ew dixwazin neyên mexdûrkirin. 
 
DI SALA 1930’YAN DE TÊ HILWEŞANDIN 
 
Di nava projeyê de çêkirina 250 metre bedena Amedê ku li dehma Meydana Şêx Seîd di sala 1930’yan de ji aliyê waliyê Amedê Faîz Ergun ve bi hêceta “hewa li bajêr ande, nexweşî belav dibe û bila hewa were” hilweşandiye jî dê ji nûve were çêkirin. 
 
Bedenên Amedê nêzî 5,5 kîlometreyî dirêj e, 10-12 metre bilind e û 3,5 metre fireh e. Piştî Seda Çînê di cîhanê de duyemîn dirêjtirîn bedenên Amedê ne. 
 
‘ME PROJEYÊ JI MEDYAYÊ BIHÎST’ 
 
Rêveberê Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê Çekdar Taşkiran got ew bi rêya medyayê ji vê projeya hatiye eşkerekirin agahdar bûne. Taşkiran anî ziman ku derbarê “Projeya Meydana Deriyê Çiyê” tu agahiyên wan nînin û heke ev proje were çêkirin jî divê li gorî ruh û xweşikiya dîrokî ya bedenên Amedê û bêyî bajêr were fetisandin bê çêkirin. Taşkiran got ew bi dilxeter in ku proje zirarê bide derdorê. 
 
‘DIVÊ LI GORÎ RUHÊ DÎROKÎ WERE ÇÊKIRIN’ 
 
Taşkiran da zanîn ku ev 250 metre bedan ku tê xwestin were çêkirin divê li gorî rihê mîmarî, çandî, dîrokî û xweşikiya bedanan were çêkirin. Taşkiran diyar kir ku ew ê jî wek Odeya Plansazên Bajêr li gel fikrên odeyên din ên pîşeyî vê pêvajoya projeyê ji nêz ve bişopînin. 
 
MA / Omer Çelîk - Mehmet Erol
 

Sernavên din

24/09/2020
15:19 Li Bismilê agir bi karegeha rûn ket
15:12 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa koronayê ketine derket 943 kesan
14:58 Namzetê Serokatiya Baroya Stenbolê yê ODAV’ê diyar bû
14:01 Gefa kuştinê li parêzer Sert hat xwarin
13:28 Li Dersimê di wesayîtên komguhêz de bikaranîna lepik bû mecbûrî
12:35 Girtîgeha Panosê di salek dawî de ji 4 girtiyan re bû gor
12:35 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
12:15 Pêşnûmeya Mûsa Orhan bi hinceta gotinên ‘qebe û nexweş’ hat zivirandin
11:47 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e
11:20 10 roj in Çiyayê Gabarê dişewite
10:49 3 kurên serokê MHP’î ku îstifaya cerdevanan derewand jî îstifa kirin
10:48 Parêzerên Ocalan cara 106’emîn serlêdan kirin
10:30 Tê xwestin navê Şêx Seîd ji meydanê were jê birin
09:53 Wekîlên HDP: Dewletê cînayet kir
09:50 Li cihekî bi helîkopteran mudaxile dikin, li cihê din mudaxileyî mudaxileyê dikin!
09:21 Li dijî cinayetan û şidetê: Em hêvî jê nekin, em bi hev re têbikoşin
09:20 Karkerên Sînboyê: Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn destûra bêheq dan me
09:19 Kaçmaz: Şertê kontrola edlî rêbaza tecrîd û teslîm girtinê ye
09:18 Ji bo bikin tehîn dest bi hişkirina kunciyan kirin
09:18 Dest bi berhevkirina hejîr, hinar û tiriyê Biyadirê kirin
09:17 Wê Birca Keçikê di nava 6 mehan de bê vekirin
09:17 Dest ji çandiniyê berdan, niha jî dest ji sewalvaniyê!
09:16 Modeleke hilberandinê ya xwecihî: KarsBEL
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 202'AN
08:27 Girtiyê nexweş Boçnak jiyana xwe ji dest da
23/09/2020
19:58 72 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:56 Cenazeyê Gencer ku hat gotin li girtîgehê întihar kiriye di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
15:53 Malbata Îldem û Çakil: Cenazeyên me radestî me bikin
15:52 Cenazeyê Gencer hat girtin: Xizmên wî bawer nakin întîhar kiriye
15:33 AYM’ê serlêdana Guven red kir
15:32 ‘Wê bi projeyên medenê komkujiya ekolojîk derkeve holê’
15:16 Gulsum Elvan: Ji bo ku hûn bikujin min ne welidant
14:54 Li Şirnexê 5 polisên bertîl girtibûn hatin girtin
14:42 Li Amedê 800 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
14:34 Li Girtîgeha Wanê mirina bi guman
14:14 Vaye wêneyê ewil ê Servet Tûrgût ku ji helîkoptêrê hatibû avêtin
13:39 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
13:34 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin gihîşt Mersînê
12:58 Parêzvanên mafê mirovan: Li dijî hovîtiyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye
12:32 Ji sûcdariyên ku ji wan hatibû beratkirin dîsa doz lê hat vekirin
12:18 Şahidê bûyerê: Li cem min binçav kirin û li helîkoptêrê siwar kirin
11:34 Otêl û kargehên li Sûrê hatine çêkirin dê pêşkêşî sermayeyê werin kirin
11:28 Wênesaz Çelîk du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin xêz kir
10:47 Danişîna Berkîn Elvan dest pê kir
10:40 Hunermendên Dersimê: Dixwazin bi projeyan çiya, gelî û xwezaya me tune bikin
10:22 Rastiya operasyonên TSK’ê
10:13 Qeyûm Qeymeqamê Navçeyê kir serokê daîreya şaredariyê
10:13 Karkerên ji Kobanê bi zehmetiyan re rûbirû ne
09:57 Piştî David Graeber: Kurdan muttefikê xwe û cîhanê jî entelektuelê xwe winda kir
09:26 Tê xwestin ser dosyeya Gulistan Dokû were girtin
09:03 33 caran gilî kir, lê piştî bi tivingê êriş bir ser hat girtin
09:03 Ji ber Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên grîp û zatûreyê zêde bûye
09:01 Li Behra Reş 'feraseta Topal Osman' hîn jî didome
09:01 Alinak: Heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin, ez ê bixwazim ku min bişînin girtîgehê
09:00 Bi rojan tî û birçî dimînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2020'AN
22/09/2020
21:24 Şîbanê ji helîkopterê hat avêtin axivî
20:45 Cezayên ku li rojnamevanên piştevaniya Ozgur Gundemê kiribûn hatibûn birîn hatin pesendkirin
19:34 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 639
16:37 KESK çû serdana karkerên êrişa nîjadperestî lê wan hatibû kirin
16:30 Ciwanên ji protestoya Bendava Ilisûyê tên darizandin negirtin danişînê
16:30 Li Dîlokê 11 rojin agahî ji 2 keçên Sûriyeyî nayê girtin
16:09 Li Dersimê 13 de cih û war kirin karantînayê
15:57 Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter hat berdan
15:53 TJA: Em ji DAİŞ'ê netirsiyan ji we jî natirsin
15:29 Bijîjkên Nexweşxaneya Leşkerî: Rewşa Şiban a gotin dayînê tuneye
14:26 Kiliçdaroglû çû serdana TTB’ê: Ji ber rastiyê bûne hedef
14:11 ‘Desthilatdariyê guhên xwe ji saziyên tenduristiyê re girtiye’
13:53 Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Vê êşkenceyê JÎTEM’a we ya nû pêk anî gelo?
13:43 Kemçe ketin Avzêmên Mûnzûrê
13:21 Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Polîsan daxuyanî asteng kirin
13:21 ÎHD: Di 10 salan de 280 êrişên nijadperest pêk hatin
12:55 HDP, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a KE’yê re hevdîtin kir
12:52 Derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de biryara dewama girtinê hat dayîn
12:43 Parêzerên Şîban û Tûrgût: Agahiya walîtiyê ji dosyeyê tuneye
11:58 70 karkerên ku nîşaneyên koronayê bi wan re hebûn ji nexweşxaneyê hatin zivirandin
11:49 Li girtîgeha vîrûs lê heye kontrolên tenduristiyê nayin kirin
11:43 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
11:20 Doza Kemal Kûrkût 5 deqe berdewam kir
11:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 kesên din ji ber vîrûsê mirin
10:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:55 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serlêdan kir
10:51 HDP, bi nûnerên sefaretxaneyên 26 welatên endamên YE’yê re hat gel hev
10:45 12 roj in agahî ji Alî Hajilon ê 12 roj berê hatiye berdan nayê girtin
10:38 Li Sêrt û Êlihê lidarxistina çalakiyan hat qedexekirin
10:01 Parlamenterên jin ên HDP’ê ji bo 81 bajaran 162 pêşniyazname dan wezîran
10:00 Di bêçareseriya Heftenînê de ‘tampona’ nû
09:12 Parkên li Artûklûyê wêran bûne
09:11 Mirina gumanbar a eskerê kurd: Nîşeya ku ji dêvla wî nivîsandine ji bo lêkolînkirinê şandine
09:10 Projeya 'başkirinê' ya qeyûm rûxiya
09:07 Dozgeriyê ji bo îşkenceya bi darê beyzbolê got 'îdiayeke nedîtbar' û biryara 'neşopandinê' da
09:07 Qedexeya 'du standardî' hezar û 402 roj in didome
09:05 Ciwanan bi derfetên xwe li gund pirtûkxaneyek ava kirin
09:04 Li qûntarên Çiyayê Cûdî dema çêkirina dimsê ye
09:04 Rojnamevan Babekir: Êrişên li herêmê bi fermana Enqereyê pêk tên
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 202'AN
08:17 Osman Şîban bi darê zorê rakirin nexweşxaneya leşkerî
21/09/2020
20:24 Li Tirkiyeyê 68 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:25 6 jinen li Êlihe hatin binçavkirin hatin berdan
16:10 Çelîkten a 13 roj bûn winda ye kuştî hat dîtin