Îtîfaqa Kurdistanê bang li îqtîdarê kir: Rêyên diyalogê negirin

  • rojane
  • 14:06 27 Îlon 2020
  • |
img
AMED - Nûnerên partî û rêxistinên ku di xebatên Îtîfaqa Kurdistanê de cih digirin, li dijî operasyona siyasetmedarên Kurd û HDP'ê bertekên xwe anîn ziman û wiha bang li hikûmetê kirin: "Rêyên diyalogê negirin."   
 
Nûnerên partî û rêxistinên ku di xebatên Îtîfaqa Kurdistanê de cih digirin, li dijî operasyona siyasî, li cihê Cemîyeta Rojnamegerên Guneydogu ya li Parka Sumerê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier û Nusrettin Maçin, Serokê Giştî yê Partiya Kamînîst a Kurdistanê (KKP) Sinan Çiftyürek, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PİA) Ahmet Kaya, Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD) Abdulhey Okumuş, Nûnerê KDP-T û KDP Bakur amade bûn. Bi kurdî û tirkî daxuyaniya hevpar xwendin. Cîgirê Serokê Gieştî yê PÎA Ahmet Kaya daxuyanî bi Kurdî xwend. 
 
Kaya wiha got: "25'ê Îlona 2020'an bi xemgîniyeke zêde em bûn şahidê operasyonên ji dûrê pîvanên hiquqî û demokrasiyê li hember 82 kesayetên siyasî ku piraniya wan siyasetmedarên HDPê ne. 
Siyaset û feraseta fermî ya Tirkiyeyê her çend diçe li ser demokrasiyê, maf û azadiya mirovan û ji girêdayibûna hiquqê dûr dikeve. Li Tirkiyê hişmendiya siyaseta takekesî, zilm û zordariya ku li ser opozîsyonê, bi taybetî jî li ser Kurdan tê kirin roj bi roj zêde dibe û gihîştiye asta herî bilind. Ev helwest rojên yekpartiyetiya Tirkiyê tîne bîra me. Teqrîben sed sal derbas bû lê li Tirkiyê hê jî ev helwest didome. Ev siyaset dixwaze dijberî û dijminatiya di nav civakê de kûrtir bike. Ji ber ku xwedî vê hişmendiyê, hebûn û mayîna xwe li ser dijayetiyan, dijminatiya aliyan û derxistina aloziyan da dibînin. Lê, êdî raya giştî ya kesên/aliyên demokrat li Tirkiyê û piraniya Kurdan hişyar bûne, dizanin rastî çi ye, dîtine û fersenda yekem de dê li gorî wê tevbigerin." 
 
'KURD DÊ BIGÊJIN MAFÊ XWE YÊ REWA' 
 
Kaya da zanîn ku guman têde nîne ku Kurdên her çar aliyên Kurdistanê wê bigehêjin mafên xwe yên rewa û wiha bi dawî kir: "
Dîrok şahid e û cihan pê dizane ku gelê Kurd di dîroka xwe de tu carî dijminatiya netewên/gelên din nekiriye û dê neke jî. Her weke mirov dikare bêje; di pêvajoyên wisa girîng de hest û ramanên neteweyî yên gelê Kurd divê ji her rojan pirtir derbikeve pêş. Nuha em di demeke wisa re derbas dibin. 
 
Em weke hêz û partiyên Kurd tenê daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û piştgir in bo kes û aliyên ku mafên wan hatine binpêkirin. 
Em hêvî dikin ku hikumet, dadgeh û dozgerên Tirkiyê ji van helwestên  xwe yên şaş şûnde gav bavêjin. Em bang li wan hemû rayedarên Tirkiyê dikin: Ji demokrasiyê dûr nekevin û rêya diyalogê nexitimînin, rê li ber vegera danûstandinan vekirî bihêlin û bêhtir berê xwe bidin rêya çareseriyeke aştiyane û sivîl. Bi tund û tûjiyê, bi terorê doz û dawayên civakî, siyasî û etnîkî çareser nabin. Bûyer û serpêhatiyên sed salan vê yekê nîşan dide. 
Em ji hemû aliyan dixwazin li rêya çareseriya aştiyane û sivîl ve vegerin û pîvanên hiquqa navnetewî bişopînin.
 

Sernavên din

30/09/2020
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
11:04 Wêjekar û Nivîskar: Divê HDP’î demildest werin berdan
10:51 793 jinan xwest ku HDP’î bên berdan
10:42 Li Farqînê mirineke bi guman
10:21 Li Amedê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:05 Danzîkyan: Tirkiye piştî li Sûriye û Lîbyayê tiştek bi dest nexist, berê xwe da Ermenîstanê
09:25 Servet Tûrgût ê ji helîkoptêrê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da
09:08 Parêzerê malbata Şenyaşar: Li dozê xwedî derkevin
09:08 Rewşa esnafan xirab e: Di 7 mehan de 416 dikan hatin girtin
09:07 ‘Ser cinayetên jinan hem bi destê dewletê hem jî bi yê malbatê tên girtin'
09:06 Dozger, hewl dide sûc têxe stuyê mexdûrê!
09:06 Pira dîrokî ji ber wesayîtên bargiran texrîb bûye
09:04 'Ji bo mafê xwe yê jiyanê em tecrîdê bişikînin'
09:04 ‘Divê her kes li dijî êrişên li ser HDP'ê bibe bend'
09:03 Banga amediyan a ji bo yekîtiya neteweyî: Divê partiyên kurdan bên cem hevdu
09:02 Bi saxî dişînin, bi mirî derdikevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:20 Polîsan rojnameger Hakki Boltan binçav kirin
29/09/2020
19:46 68 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:49 Rêxistinên civak sivîl HDP’ê ziyaret kirin
16:22 Polîsan dest bi girtina îfadeyên siyasetmedaran kirin
16:22 Balafirên şer çoltera Amediyê bombebaran kirin
15:58 Bûldan li Qersê ye: Berpirsiyarê çalakiyên Kobanê AKP ye
15:57 Li Dersimê banga ‘bibe endamê HDP’ê’ hat kirin
15:10 Malbata Safiturk: Di nava buyerê de amirê emniyetê heye
14:56 Kerestecîoglû: Xwarina kevin didin hevalên me
14:29 Serokê Giştî yê DAD’ê: Îqtîdar xwe ji qedandinê re amade dike
14:20 Zilamê ku sê salan tacîz kir, teşhîr kir
14:02 Li Çewligê operasyona li dijî HDP’ê hat şermezarkirin
13:48 Li Mersînê binçavkirin hatin şermezarkirin
13:42 Li qada navnetewî piştgiriya ji bo HDP'ê didome
13:00 Başaran: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:49 Ji Girtîgeha Şirnexê 6 girtiyan sewq kirin
12:48 ‘Yên dixwazin me bitirsînin bila li dîroka me binêrin’
12:24 Ketin û derketina Qersê ji HDP’iyan re hat girtin
12:19 Biryara berdewamkirina girtinê: Hincet lêpirsîna dubarebûyî ye
12:10 Dadgehê jî pejirand ku ‘Lêpirsîna Kobanê’ dubarebûn e
11:54 Sever: Tirkiye armanc dike li Ezerbaycan barageha eskerî ava bike
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Cemiyeta Belavkirina Zanîstê ve hat girêdan!
11:11 Li Hezoyê 2 kes binçav kirin
10:59 2 dozên Bîlgen wê di vê heftê de bên dîtin
10:55 'Em bi hevre têbikoşin em ê bi ser bikevin'
10:36 Parlamenterên Partiya Çep piştgirî dan HDP'ê
10:23 Piştevanî û endamtiya HDP’ê zêde dibe
10:08 ‘Tenduristvan hatine asta ku dest ji kar berdin’
09:53 Ugurlu: Divê em faşizmê ji xwe dûr bixin
09:21 Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê û endamê Meclîsê hatin binçavkirin
09:20 ‘Divê em her roj her saet xwe biparêzin’
09:19 Piştî operasyona li dijî HDP'ê gelek dibin endamên HDP'ê
09:13 Li Amedê ji bo 7 hezar xwendekaran serdemeke nediyar a perwerdehiyê
09:12 Çalakiya xwendina pirtûkan a li dijî texrîbkirina xwezayê mezin dibe
09:12 Zanîngeha Enqereyê der barê parvekirinên medyaya civakiyî de tenduristkar hişyar kirine
09:11 Helwesta Porsipiyan: Cihgirtina li cem HDP'ê divêtiyek e
09:04 Penaberên sûriyeyî: Jiyan pir zehmet e
09:03 Ava Bendava Ilisûyê hat kêmkirin, masî mirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2020'AN
28/09/2020
20:09 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:03 Li Egeyê di 4 mehan de 197 binpêkirinên mafan pêk hatine
16:25 Girtiyên li Girtîgeha Panosê: Korona belav bû ye
16:24 Endama Rosayê Remziye Sizici tehliye bû
16:06 Komkujiya Roboskî di meha 105’emîn de ye: Bêcezahiştin didome
15:49 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Divê desthilat hesab bide
15:00 Bûldan dê sibê bi gelê Qersê re bê gel hev
14:55 Rêxistinên Sivîl banga xwedî derketina li HDP’ê kirin
14:29 TUM BEL-SEN bertek nîşanî îxrackirina karmenda da
14:18 Şermezarkirina binçavkirinan dewam dike: Tekane çareserî berxwedan e
13:49 Serdanên HDP’ê didomin: Divê bloqa antîfaşîst bê avakirin
13:44 Salih Muslim: Tirkiye serkeftina Kobanê hezm nake
13:03 Pirtûka Serokê AYM’ê Arslan ‘bifikar’ hat dîtin
12:59 Binçavkirina HDP’iyan li Cizîrê hat şermezarkirin
12:55 Li çoltera Xîzanê operasyona leşkerî
12:50 Di doza Kaşikçi de doznameya duyemîn hat amadekirin
12:50 Cezayê heta hetayê yê girankirî li kujerê parêzer Boylû hat birîn
12:50 Dema binçavkirina siyasetmedaran hat dirêjkirin
12:37 Bîlgen: Yên danîna qeyûm difikirin bila bîranînên waliyê eskerî yê Rûs bixwînin
12:37 Şerê Ermenîstan û Azerbaycanê dewam dike
12:22 11 sal derbas bûn lê faîlek nehat darizandin
12:17 Ji Weşanên Aryen'ê yek jê tirkî 3 pirtûkên nû derçûn
12:03 Siyasetmedarên dibin çavan de anîn Edliya Enqerê
12:03 Ji Fîlîpînê heta Ewropa ji Fasê heta Brezîlyayê piştevaniya ji bo HDP’ê
11:48 Doza rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:20 Dengdêrên AKP û MHP’ê: Binçavkirina Bîlgen bêhiqûqî û bêdaletî ye
10:15 Dema binçavkirina siyasetmedaran wê were dirêjkirin
09:05 Birayê Nadîra Kadîrova: Dîmen pişt rast dikin ku Unal ê AKP’î Nadîra kuştiye
09:03 Li herêma dîrokî destûra kana kevir hat dayîn
09:01 Krîza aborî kûr dibe: Em di nava çiravê de ne
09:01 Li girtîgehê, bêyî ku girtiyan muayene bikin, derman didin!
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2020'AN
27/09/2020
19:55 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 1 mîlyonî derbas kir
19:39 Di 24 saetên dawî de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:24 Koma ku hilbijartina TTB'ê qezenc kir diyar bû
19:00 MKM'ê 29'emîn salvegera xwe pîroz kir
18:34 Li Stenbolê zarokek hat tecawîzkirin
18:21 Azerbaycanê ‘rewşa şer’ îlan kir
16:20 Li dijî binçavkirinan bûn endamê HDP’ê
16:03 Cîhanerê CHP’î HDP ziyaret kir: Divê em vê lîstikê xera bikin
15:31 Lêpirsîna strana kurdî li hunermend Ermîş vekirin
15:21 Guven rexneya “bêdengiyê” li muxalefetê kir