Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne

  • rojane
  • 09:20 2 Cotmeh 2020
  • |
img

AMED – Sekreterê Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'yê Dogan Hatûn, destnîşan kir ku heger restorasyona tê kirin zirarê bide awayî dîrokî û çandî yê sûran, dibe ku sûr ji nav Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê ya UNESCO'yê bên derxistin. 

Restorekirina bircên sûrên Amedê dest pê kir. Tê gotin wê restorasyon di 500 rojî de biqede û maliyeta wê jî 9 milyon û 471 hezar TL ye. Her wiha di çaçroveya restorasyonê de 41 şevnişînên nêzî sûran jî hatin îstimlaqkirin û wê bên rûxandin. 
 
PLANA MASTERÊ
 
Sekreterê Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'yê Dogan Hatûn, anî ziman ku pêdivî bi restorasyonê heye lê belê do vî warî de hin fikarên wan jî hene. Hatûn, bibîr xist ku sûr di nav Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê ya UNESCO'yê de ne. Dogan, bilêv kir ku UNESCO'yê di sala 2015'an de ji Tirkiyeyê Plana Masterê xwestiye lê belê li gor hevdîtinên ku kirine ev plan nehatiye temamkirin. Hatûn got: "Lê em nizanin niha temam bûye yan na. Ji lewra der barê vê planê de tiştek bi raya giştî re nayê parvekirin. Bêyî çêkirina Plana Masterê ya Ji Bo Parastinê, restorekirina sûran cihê fikaran e." 
 
Hatûn, fikarên xwe jî anîn ziman û got: "Gava UNESCO cihekî têxe nava lîsteya xw eya parastinê, bi temamî dixê. Yanî ji neqşa wê ya li wir bigirin heya navên wê yî dîrokî û çîrokên wê hemûyan. Gava vê dinirxîne planeke masterê tê bikaranîn. Piştî vê heya dinya hebe wê ew sûr li gor wê plana masterê bên parastin. Paşê heger pirsgirêkek çêbibe cardin wê li gor wê plana masterê bê restorekirin. Helbet gava ev ji UNESCO'yê re bên gotin tên kirin. Lê mixabin, saziyên dewletê ji zû de dîtin û pêşniyarên me esas nagirin. Lewma fikarên me hene ku ka UNESCO baş hatiye agahdarkirin an na." 
 
Her wiha Hatûn anî ziman ku heger restorasyon li gor awayê dîrokî û uslûê neyê kirin wê prisgirêkên mezin rû bidin û bal kişand ser gotinên Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm ku gotibû wê 250 metre sûrên hatine rûxandin cardin bên çêkirin. Hatûn got, cihê hatiye rûxandin hîmê wê jî nemaye û wesfa wê ya dîrokî nemeya û ne rast e sûrên nû bên çêkirin. 
 
HIŞYAR KIR: DIBE KU JI LÎSTEYA UNESCO'YÊ BÊN DERXISTIN 
 
Hatûn, hişyar kir ku divê di dema restorasyonê de awayê dîrokî yê sûran neyê xirabkirin û got, restorasyona bêyî plana masterê dibe ku zirarê bide awayê resen ê sûran û wesfê wan ê dîrokî ji holê rabike. Hatûn, destnîşan kir ku heger tiştekî werê çêbibe dibe ku UNESCO sûran ji nav lîsteya xwe derxîne ûg ot: "Heger awayê wê yê dîrokî ji holê rabe, helbet wê mîrateyeke dîrokî nemîne. Kes nikare tiştên wis abike û jixwe em jî nahêlin. Ev mîrateyeke dîrokî ye ku ji me re maye. Em jî mecbûr in vê mîrateyê ji nifşên bê re bihêlin." 
 
BERTEKA JI BO PÊŞNIYARA GUHERANDINA NAVÊ BIRCAN 
 
Ewilî nivîskar Şeyhmûs Dîken û dû re jî Serokê Komeleya Çand, Turîzm û Mûsîkiyê ya Amedê Kenan Aksû pêşniyar kiribûn ku navê bajarên Tirkiyeyê li 82 bircên Amedê bên kirin. 
 
Hatûn, bi awayekî tunde bertek nîşanî vê yekê da û got: "Em bang li rêbirê komeleya navbirî dikin; bila lêborînê ji raya giştî bixwaze. Ev awayekî asîmlasiyonê ye, hewldaneke tunekirina dîrokekê ye. Ev hewldaneke ku dxwaze binî projeya wezaretê tije bike. Em vê yekêq ebûl nakin. Em hewldanên bi vî rengî ku dixwazin mîrateyên dîrokî asîmle bikin, şermezar dikin. Xebatên bi vî rengî, xebatine ku dixwazin dîroka vî bajarî tune bikin. Her bircek naveke wê heye, pêdivî bi navine nû tuneye. Tişta hatiye kirin dûrî aqilan e. Hevalên ku tiştekî werê dixwazin, bila hişê xwe bidin serê xwe. Dîroka vî bajarî ne ew tişte ku bibe qurbana wê heza we ya biçûk a turîzmê û eşqa we ya ji bo pereyan. Bila her kes hedê xwe zanibe." 
 

Sernavên din

02/10/2020
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e
11:02 Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê
10:51 Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin!
10:43 Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê
10:34 Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike
10:33 Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê
10:28 îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe
10:24 Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye
09:59 Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek
09:42 Di operasyona li Mêrdînê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
09:07 Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne
09:05 Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe
09:05 Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin
09:02 Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin
30/09/2020
23:18 Navnîşana Ajansa Mezopotamyayê cardin hat astengkirin
20:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 195
16:53 Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede
16:13 Egîtîm Sen: Serdema Perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kir
15:57 'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin'
15:52 Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart
15:37 Rojnamevan Kûray hat berdan
15:33 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan
15:09 Servet Tûrgût hat veşartin
15:05 Parlamenter li ber Emniyeta Enqereyê ne: Bi dijminatiya HDP’ê nagihîjin serî
14:47 Çalakiyên şermezarkirinê: Ne ev partî û ne jî ev xelk wê serê xwe netewîne
14:37 Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin
14:31 Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn
14:17 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an
13:57 Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan
13:54 Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan
13:24 Derbarê rojnameger Akman de biryara girtinê hat dayîn
13:14 Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin
13:03 Girtî xwe bi ava zengarî dişon
12:54 Ayhan Bîlgen ê di binçavan de: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
12:23 Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan hat berdan
12:18 Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida
11:44 Danişîna Dag hat taloqkirin
11:42 Erdogan ji serokên YE’yê re name şand
11:14 Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir