Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê

img

ŞIRNEX - Li herêma Botanê ku  bi hilberîna hingivê xwezayî navder e, îsal ji ber şewatên herêmê hilberîna hingiv kêm bû. Mêşvanan diyar kir ku wisa brdewam bike, wê li herêmê mêş nemînin û sedema vê yekê jî bi şewatê ve girê didin. 

 
Li herêma Botanê ku xwedî zozanên herî bilind e, nebat û gihayên cûr bi cûr lê hêşîn dibin. Îsal ji ber şewatên daristanan sûd ji giha nehat standin. Li herêmê welatiyên ku bi mêşvaniyê debara xwe dikin, îsal rastî zirareke mezin hatin. Mêşvanên ku li bajarokê Gundikê Melê yê girêdayî Şirnexê mêşvaniyê dikin, diyar kirin ku wan îsal ji mêşan sûd negirt û gotin ku îsal ne mêş man û ne jî hlberîna hingiv çêbûye û gelek kêm bûye. 
 
'ŞEWATAN PÊŞIYA TEXRÎBETEKE MEZIN VEKIR'
 
Ji mêşvanan Abdulcelîl Yildiz ê ku bi salane mêşvaniyê dike anî ziman ku şewatên heyî zirareke mezin da mêşên hingiv û wiha axivî: "Hingivê Gundikê Melê bi qalitîeya xwe hingivê herî bi qîmet e. Hingivê me bi nav û deng e. Em zozanan hildibijêrin û wisa diçinê. Her sal me bi hingiv debara xwe dikir. Lê îsal baş derbas nebû. Şewitandina dar û birîna daran bandoreke gelek neyînî li ser mêşên me kirin. Li vir xwedîkirina mêşan gelek zehmet e. Xwezaya vê herêmê ji dara wê bigirin û heta giyayê wê gelek pîroz e. Van şewatan pêşiya texrîbateke mezin vekirin. Demsal ferq nake, dema ku şewat çêbû mêş zirar dibînin. Pêwîste mudaxileyî şewata li vê herêmê derdixin were kirin. Ev xwezaya pîroz bê parastin e. Wextê giya û dar û devî werin şewitandin, mêş jî namînin. Divê şewat werin sekinandin ku çavkaniyên debara me jî neqede.” 
 
'JI BER ŞEWATÊ ME MÊŞÊN XWE ANÎN BAJÊR'
 
Beşîr Katar jî ku mêşvaniyê dike da zanîn bi şewitandina daran re li herêmê talana xwezayê çêbûye û got: “Ev 6 sal in ez vî karî dikim. Nêzîkî 100 sindoqên min ên mêşa hene. Mesrefa wan pir e. Ji kirîna sindoqan heta ku dermanan em zehmetiyê dikişin. Di demsala havînan de em mêşên xwe dibin zozanên herî bi giya û dar. Em kîloya hingîvê tarê bi 150 lîreyan difiroşin. Hingivê kewaran jî em bi kîlo bi 100 TL’yî difiroşîn. Ferq û cudahiya wan jî ew e ku hingivê tarê mêş xwe bi xwe çêdike. Ji ber vê jî hingivê wê bi tehmtir û xwezayîtir e. Lê îsal em bi zirareke mezin re rûbirû man. Ew herêmên ku hatin şewitandin, bi hezaran darên kezwanan, behîvan, garçinan û trî hene. Mêş jî ji van daran sûd digirin. Lê îsal ne mêş man û ne jî hingiv heye. Talanek mezin çêbû. Ji ber van şewatan li herêmê cûreyê ajalan kêm bû. Demsalên payîzan me mêşên xwe dibirin quntarên Çiyayê Cûdî. Dema ku barana payîzê dibare li wir kulîlkek taybet çêdibe. Dema ku ev kulîk çêdibe mêş xwe têr dikin û cûreyên wan zêde dibe. Lê ger wisa çênebe heta biharê 100 sindoq mêşên me wê dakevin 50 sindoqî. Ji ber van şewatan ew kulîlk çênabin û me êdî mêşên xwe ji wê derê anîn bajêr. Şewat hebûna mêşan dixe xetereyê. Wisa bidome wê mêşvanî nemîne.” 
 
'DESTÊ XWE JI XWEZAYA ME BIKIŞÎNIN’
 
Katar herî dawî xwest ku şewat bên sekinandin û got: "Welatiyek wekî min biçe dareke jê bike çend sal pereyê cezayê jê re dibirin. Lê îro li herêmê ewqas komkujiya daran çêdibe kes dengê xwe nake. Pêwîste ku em îro xwedî li xwezaya xwe derbikevin. Dema ku li rojavayê Tirkiyeyê şewat derdikeve bi balafiran mudexile dikin. Lê dema li vir derdikeve ne mudexile dikin û ne jî dihêlin ku xwelk şewatê bitemîrîne. Em dixwazin ku destê xwe ji xwezaya me û çavkaniya debara me bikişînin.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 
 
 

Sernavên din

02/10/2020
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e
11:02 Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê
10:51 Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin!
10:43 Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê
10:34 Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike
10:33 Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê
10:28 îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe
10:24 Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye
09:59 Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek
09:42 Di operasyona li Mêrdînê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
09:07 Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne
09:05 Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe
09:05 Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin
09:02 Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin
30/09/2020
23:18 Navnîşana Ajansa Mezopotamyayê cardin hat astengkirin
20:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 195
16:53 Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede
16:13 Egîtîm Sen: Serdema Perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kir
15:57 'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin'
15:52 Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart
15:37 Rojnamevan Kûray hat berdan
15:33 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan
15:09 Servet Tûrgût hat veşartin
15:05 Parlamenter li ber Emniyeta Enqereyê ne: Bi dijminatiya HDP’ê nagihîjin serî
14:47 Çalakiyên şermezarkirinê: Ne ev partî û ne jî ev xelk wê serê xwe netewîne
14:37 Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin
14:31 Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn
14:17 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an
13:57 Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan
13:54 Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan
13:24 Derbarê rojnameger Akman de biryara girtinê hat dayîn
13:14 Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin
13:03 Girtî xwe bi ava zengarî dişon
12:54 Ayhan Bîlgen ê di binçavan de: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
12:23 Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan hat berdan
12:18 Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida
11:44 Danişîna Dag hat taloqkirin
11:42 Erdogan ji serokên YE’yê re name şand
11:14 Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir