KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin

img

AMED – KCD, DBP, TJA û HDP’ê li dijî pêla binçavkirin û girtinan û ji bo nexşerêya siberojê deklarsyonek li Amedê eşkere kir û destnîşan kirin ku li dijî faşîzmê dem ne dema sekinandinê ye û gotin: “Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin.”

 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî operasyonên binçavkirina siyasetmedarên HDP’yî, binçavkirina jin û rêxistinên civakî yên sivîl û bi boneya nexşerêya pêvajoya serdema bê li Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrrohilat a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keksîn Bayindir, Parlamenterên HDP'ê Îmam Taşçier û Remziye Tosûn, Hevserokên Rêxistina HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, rêveber û endamên HDP’ê û DBP’ê, atkîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Beşdaran di daxuyaniyê de pankarta “Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin” vekirin. 
 
Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk metna bi kurdî xwend û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî metna bi tirkî xwend.
 
Daxuyaniya kurdî ji aliyê Ozturk ve hat xwendin wiha ye:
 
“Ev dused salên dawî, di pirsgirêka Kurd de, jiyana gelên me yên têkoşer; her dem bi zext, zor, çewisandin, her cûre bê edaletî û qirkirinan derbas bû. Di heman demê de pergala qirêj; dol û newalên me deşt û çiyayên me, gund û bajarên me, sewal û zîndewerên me, xwezaya bê zar û ziman jî bê par nehişt. Bi polîtîqayên xwe yên kirêt, hebûna gelan, bîr û baweriyên qedîm înkar kir, nebû îmha û qirkirinên spî dan ber xwe. Ev jî wekî bişaftina çand û zimanan, ser erd û bin erd, her wiha bi tunekirina warên dîrokî kokbirîna civak û gelan esas hat girtin, qirkirina topyekûn dan meşandin.
 
FAŞÎZM LI HER DEVERÊ BELAV BÛYE
 
Îro jî, nûnerên vê dîroka kirêt û serûbinhevkirî AKP û MHP ne. Ev kom, hemû beşên civakên dijberên xwe li Tirkiyê û Kurdistanê wekî dijmin dihesibîne û dixwaze biqutifîne. Şerên li hemberî daxwaza wekhevî û azadiya Kurdan, li hemû Tirkiyê îlan kiriye. Şerê vê komê li hemberî Kurdan û hêzên demokrat wekî polîtîqayên tepisandin û qutufandinê îlan kiriye, li Kurdistanê qirkirina siyasî, çandî û ekolojîk. Li Tirkiyê jî; bi taybetî li hemberî jinên azadîxwaz, kedkar û karmend, bi tevayî hêzên demokrat û dijberan siyaseteke çewisandin, pelçiqandin û ji taqetxistî tê meşandin.
 
Faşîzima bi sed salan e, li Kurdistanê dihat meşandin, niha; ji Kurdistanê li seranserê Tirkiyê belav bûye.
 
Li Kurdistan û Tirkiyê hema hema her kes (ji xeynî çend hezkiriyên şer û sermayedaran) her roj bi binçavkirin, girtin û mirinan ve şiyar dibe, tu beşek civakê tune ku ji vî şerî bandor lê neke û mexdûr nebe.
 
PÎVANA ŞER DERKETIYE ASTA JOR 
 
Kurd û hêzên demokrat, di demeke dijwar û li hemberî şerek bêpîvan ve rûbirû mane. Koma desthilatdar ya AKP û MHP ê wekî kabîneya şer tevdigere, çi li hundir çi li der ve yê Tirkiyê, bi şer û tûndiya faşîzma xwe; roj bi roj ber bi jortir dibe.
Bûyer û pêkûtiyên niha xistine meriyetê, ji êşkenceyên salên 90’î bi rêk û pêktirîn jî bi bîr dixin. Wekî mirovan ji firokan avêtin, li qerekol û kalekolan lêdan, êşkenceyên alenî û her wiha. Dîsa bi destên faşîstên nijadperest, kedkarên demsalî (karkerên kurd) têne tehdîdkirin, kuştin û pêkûtiyên faşîzan cûr bi cûr li ser gelan, her roj tên meşandin.
 
BAWERIYA CIVAKÊ BI HIQÛQ Û EDALETÊ NEMAYE 
 
Bi destê erk û îqtidara hevpar a faşîst AKP û MHP ê, ji ber xurtkirin û pêşî lê vekirina bûyerên nijadî ku li hemberî Kurdan tê meşandin, dabeşiya di nav civakê de gîhiştiye lûtkeya herî jor. Ji rêzê dîtina kirêtî û xerabî bi awayek rêxistinî tê pêşxistin û li ser civakê tê ferzkirin. Ev erka kirêt li hemberî daxwaz û vîna jinên azadîxwazan re, bi bersiva destdirejî, tûndiya fizîkî heta bi qetilkirinan rebazên cûrbicûr bi kar tîne ku kaosa nav civakê kûrtir bike. Her wiha li hemberî ciwanên tekoşîna demokratîk dimeşînin, her cûre êrîş li ser wan kêm nake; ciwan têne tehdîdkirin û her cûre êrîş, rewa tê dîtin, îşkenceyan de tên derbaskirin. Girtiyên nexweş her roj bi mirinê re rû bi rû têne hiştin, yek bi yek tên qetilkirin, zindan bi siyasetmedaran, rojnamevanan, rewşenbîr û nivîskaran tên dagirtin. Baweriya civakê ji edalet û huqûqê nemaye, dad bi tevahî di bin fermana qesrê de bi awayekî bendewar û muptela hatiye hiştin.
 
TECRÎDKIRINA OCALAN
 
Qada bêhuqûqiya tê birêxistinkirin jî li Îmraliyê ye!
 
Li hemû qadên Tirkiyê, bê huqûqî û bê edaletiya bi destê AKP-MHP ê tê meşandin. Ji Îmrali dest pê dike. Li Îmrali tecrîda girankirî ya ku birêz Abdullah Ocalan pê re rûbirû hiştine, bê edaletî, huqûq nenasî, ji bo hemû beşên civakê jî pêkûtiyan bi xwe re tîne, roj bi roj şert û mercên aştiyê jî ji holê radike û tune dike. Ev tunebûyîn, bêguman; tunekirina dahatuya gelan hedef digire.
 
Têkoşîna li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, ne tenê Kurdan, her wiha beşên civakê hemû wek berpirsiyarî dibîne û eleqedar dike. Ji ber ku; jiyanek azad û aştiyane, demokrasî hêviya dîrokî ya civakan e, ne ya dewletan e. Em jî bi vê mabestê, li hemberî faşîzmê ji bo dahatûya gelan bilindtir bikin, xwedî li xeyalên xwe derbikevin, hêviyên xwe yên jiyana aştî û aram xurtir bikin, em car din banga bi dawîkirina tecrîda giran ya li ser birêz Ocalan dikin.
 
ABORIYA TIRKIYÊ JI ŞER RE TÊ VEQETANDIN 
 
AKP û MHP bingeh û dahatûya tifaqa xwe di şer de dibîne. Şer her çiqas didome, xizankirina gelan bi xwe re tîne!
 
Hemû çavkaniyên aborî, hêz û enerjiya beşên Civakî û Siyasî yên Tirkiyê, ev erk û îqtîdar ji bo berjewendiyên tifaqa faşîst bikar tîne û dike qûrban. Lêçûyînên şer ji kedkaran tê birîn, roj bi roj civak ji milê ve aborî xizantir dibe. Tifaqa faşîst a çok dide, her ku diçe kêmketina piştgiriya îqtidara xwe dibîne, ew çend asta şer û pêkûtiyên xwe li hemberî çi bawermend çi nasnameyan bilindtir dike, tu kes û beşên civakê ji xizaniyê bê par nahêle.
 
WERIN EM MIL BIDIN MILÊN HEV 
 
Em li dijî vê xizan û hêjarkirinê, bangî gelên Tirkiyê hemûyan dikin ku rêxistinbûyîna xwe ya civakî û demokratîk pêşxin û têbikoşin. Em dibên; werin mil bidin hevûdu, ji bo meşaleya azadiyê hemû bi hev re gur bikin, ji bo edalet, demokrasî û civaka aştiyane pêk bînin. Em dibên, werin vî welatî ji vê faşîzmê bi tev de xilas bikin, ji bo welateke hevpar, adîlane û demokratîk têbikoşin û ava bikin. Dem ne dema jarî û sistiyê ye, roj roja seknê nîne.
 
Ji bo maf , nasname û dahatûya gelên me, tekoşîna dîrokî bang li me dike!
 
Li dijî vê pergala ceberûd; wekî ku tê zanîn bi piranîya rêjeya civaka Tirkiyê nerazî û asta redkirina faşîzmê dane. Berpirsiyariya dîrokî; di serî de li gelê Kurd, her wiha li ser civak, gel, şexs û hemwelatiyan hemû ferz dike. 
 
HER ROJ PÊL BI PÊL BINÇAVKIRIN 
 
Ji ber ku AKP-MHP a faşîst, xwe li ber demokrasî û azadiya gelên Kurdistanî kiriye bendek erka siyasî. Bi mohr û zincîrkirina derê KCD’ê û bi serdegirtinên malên endamên rêveber û endamên HDP’ê, bi tevahî operasyonên qirkinên siyasî, derdixe holê ku; AKP-MHP ya faşîst, ti vîna gelê Kurd û gelên li Tirkiyê nas nake û li ser hîmê dijminiya gelan, tifaqên xwe ya kirêt, mafê tu kesan nasnekirinê hatiye damezirandin.
 
 Li hemberî vê rastiyê; divê em jî wekî gelên Kurdistanî bi rihek yekîtî, bi rêbazên demokratîk têbikoşin û faşîzmê têk bibin da ku ji dîrokek nû nivîsandinê re amade bin!
 
Em jî divê; mil di mil de, ewrên reşên faşîzan ku li ser çand, ziman, vîn, jiyan û hebûna me kon vegirtiye hilweşînin, ji her gavê zêdetir, ji bo berpirsiyariya xwe ya li hember dîrokê têbikoşin, dem ev dem e.
 
FAŞÎZMÊ TÊK BIBE, AZADIYÊ PÊK BÎNE 
 
Em bi vê pêwistiya berpirsiyariya dîrokî bangî gelên Kurdistanî hemû dikin; Dem dema li dijî faşîzmê avakirina demokrasiyê, li dijî şer pêkanîna aştiyê, li dijî tecrîdê bidestxistina azadiyê ye. Bi dû tarîtiya çav bi çavan nakeve re, dem dema berbanga herî nêzî ronahiyê ye. Dem dema dawî lê anîna desthilatdarî û koledariya dused sale hatî ferzkirinê ye.
 
JI ZAROKAN HETA KAL Û PÎRAN 
 
Em ji niha ve we vedixwînin ku ji bo hêviya azadiya gelê xwe, em pêk bînin, ji îro û pê de li dijî pergala faşîst bi hev re hilweşînin, mil di mil de tekoşîna bê navber ya demokratîk heta em biencam dikin têbikoşin. Heta em bi jin, zarok, ciwan, kal û pîrên xwe, bi kedkar û karmendên xwe re, bi gundî û bajarvaniyên xwe re, bi baweriyan û gelan hemû tev de demokrasiyê ava bikin wê têkoşîna me bidome.” 
 
 
 

Sernavên din

02/10/2020
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e
11:02 Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê
10:51 Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin!
10:43 Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê
10:34 Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike
10:33 Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê
10:28 îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe
10:24 Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye
09:59 Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek
09:42 Di operasyona li Mêrdînê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
09:07 Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne
09:05 Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe
09:05 Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin
09:02 Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin
30/09/2020
23:18 Navnîşana Ajansa Mezopotamyayê cardin hat astengkirin
20:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 195
16:53 Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede
16:13 Egîtîm Sen: Serdema Perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kir
15:57 'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin'
15:52 Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart
15:37 Rojnamevan Kûray hat berdan
15:33 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan
15:09 Servet Tûrgût hat veşartin
15:05 Parlamenter li ber Emniyeta Enqereyê ne: Bi dijminatiya HDP’ê nagihîjin serî
14:47 Çalakiyên şermezarkirinê: Ne ev partî û ne jî ev xelk wê serê xwe netewîne
14:37 Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin
14:31 Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn
14:17 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an
13:57 Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan
13:54 Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan
13:24 Derbarê rojnameger Akman de biryara girtinê hat dayîn
13:14 Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin
13:03 Girtî xwe bi ava zengarî dişon
12:54 Ayhan Bîlgen ê di binçavan de: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
12:23 Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan hat berdan
12:18 Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida
11:44 Danişîna Dag hat taloqkirin
11:42 Erdogan ji serokên YE’yê re name şand
11:14 Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir