Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye

  • rojane
  • 14:30 2 Cotmeh 2020
  • |
img

ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, diyar kir ku siyasetmedarên Kurd ên hatin girtin, bêyî delîl û li dijî hiqûqê hatin girtin û wiha got: "Bi girtina siyasetmedarên Kurd Edliyeya Enqereyê sûc kiriye."

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî civîna Rêveberiya Navendî û geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, bal kişand ser binçavkirina 20 siyasetmedarên kurd û 17 kesên di nava wan de hatin girtin û wiha got: "Edliyeya Enqereyê bi girtina siyasetmedarên Kurd sûc kiriye. Bêyî delîl û li dijî hiqûqê biryar daye. Delîlek şênber tune ye. Bi ideayên çêker û bê kok siyasetmedar girtin. Biryara girtinê em matmayî nehiştin. Em baş dizanin ku biryar li dervê avahiyên Edliyeyê hatine girtin. Bi rojan in televizyon, rojname û medyaya hevkar bi nûçeyên xwe îdeanameyê dinivîsin. Muzakereyên girtinê amade dikir. Bi vê girtina siyasetmedarên Kurd pir rengî, pir dengî û pir aliya HDP’ê kirin hedef. Eniya siyaseta demokratîk û yekbûyî ya Tirkiyeyê kirin hedef. Lê dê nikaribin yekîtî û tevahiya me xera bikin. Dê hesabê vana yek bi yek bê pirsîn. Bila şik û gumana tu kesî ji vê yekê tune be. Rojeva civîna MYK'a me operasyonên siyasî û geşedanên din bûn. Biryarên têkildarî dema nû em ê piştre aşkere bikin." 
 
Gunay, destnîşan kir ku di diroka Tirkiyeyê de îqtîdara herî despotik û dijminê civakê eniya AKP-MHP'e ye û wiha lê zêde kir: "Eniya AKP û MHP'ê her ku di polîtikayên hundir û derve te asê dibe, di serî de partiya me dikin hedef. Piştre hêza muxalif dikin hedef. Her ku serî li zorê û zilmê didin bêtir winda dikin. Yek ji rojevên vî welatî jî yek jê mixabin îşkence ye. Hûn dizanin li Navçeya Şaxê ya Wanê di 11'ê Îlonê de li pêş çavan tîmên taybet û eskeran 2 welatî Osman Şiban û Servet Turgut ewil binçav kirin û îşkence li wan kirin.  Piştre ji helîkoptêrê avêtin. Di qeydên nexweşxaneyê de hat diyar kirin ku sedema birîndariya wan 'Avêtina ji helikopterê ye'. Du gundî wekî di dema diktotoriya Amarîkaya Latin de ji helikopterê avêtin û îşkence li wan hat kirin. Bavê 7 zarokan Servet Turgut ku îşkence lê hat kirin, roja borî jiyana xwe ji dest da. Osman Şiban hişê wî winda bûye." 
 
POLÎSAN BI SER ŞÎNÊ DE GIRT
 
Ebrû Gunay, anî ziman ku dema ji bo Servet Turgut sersaxî danîn, polîsan bi ser mala sersaxiyê degirt û wiha axivî: "Dema di şînê de birayê Servet Turgut di axivî, axaftina wî qut kirin. Heqaretên nayên gotin li wekîlan kirin. Ev asta faşizmê nîşan dide. Bifikirin kesê ku birayê wî bi îşkenceyê hatiye kuştin, di şîna burayê xwe de dema di axive, li pêş kamerayan axaftina wî qut dikin. Kesên dixwazin ku fêr bibin gundî çawa bi îşkenceya dijmirovî re rû bi rû mane, bila dîmenên şîna malbate ku polîsan bi ser wan de girtiye temaşe bikin. Tişta li Wanê ji helîkopterê hatiye avêtin, wîcdan û sincê Tirkiyeyê ye. Sinc û wîcdanê Tirkiye hatiye kavêtin. Di nava rojê de mirovan ji helîkopterê davêjin. Bi keyfî mirovan binçav dikin û digirin. Hiqûqê wekî çekê bikar tînin. Rêveberiya Almanyaya Hitler, Îtalyaya Mussolinî, Îspanyaya Franko îro li Tirkiyeyê tê meşandin."  
 
BENDA HERÎ MEZIN A LI PÊŞ AKP-MHP'Ê HDP YE
 
Gunay, bal kişand ser polîtikayên îqtidara AKP-MHP'ê ya li dijî HDP'ê û wiha pêde çû: "Li pêş îqtîdara AKP-MHP'ê benda herî mezin HDP ye. Îqtîdar dixwaze vê bendê ji pêş xwe rake. Ji bo vê yekê bi çalakiyên 6-8'ê Cotmehê yên kobanê hincetan ava dike û êrîş dike. Ev operasyonên li dijî HDP'ê Komkujiya siyasî ye. Di wê roja operasyonê de parek mezin a cîhanê piştevanî da HDP'ê. Bila her kes baş zanibin ku 'HDP bi van êrîşan lawaz nabin. dijberî vê yekê HDP her ku diçe bêtir bi hêz dibe. Wê demê HDP'ê bi rojan di serî de bi Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu û rayedarên bilind re hevdîtinên dîplomatîk kirin. Lê encam bi dest nexist. Wê demê MYK'a HDP'ê ji ber berpirsiyariya xwe ya siyasî, têkildarî çalakiyên protestoyan, di 6'ê Cotmehê de daxuyanî dan. Peyama piştevanî û hestiyariyê kir. Bêyî destûrê ji hikûmetê bixwazin çalakî û daxuyanî mafekî zagonî û rewa ye. Mafekî ku Destûra Bingehîn daye ye. Banga li hikûmetê û dewletê bangek pir rewa û xwezayî ye. Di heman demê de hemû partiyên siyasî û xwediyên wicdan û sinc jî hema bang kirin. Me wê demê xwest di bin baneyê meclîsê de komîsyona lêkolîn û lêpirsînê bê avakirin. Em ê her hefte vê mijarê bînin meclîsê û pêşniyaran bidin. Divê komîsyon bê avakirin û rastî bê lêkolînkirin. Dikarin komîsyona heqîqetê ya sivîl jî ava bikin. Eger komîsyon bê avakirin wê demê emê bibinin ku sucdar kîne. Wê demê me li gel kesên ku li dijî êrîşên DAIŞ'ê axa xwe, mala xwe û Kobanê parastin cih girt. Em ê îro jî li cem wan rawestin û piştgiriyê bidin wan. Dema demokrasî bê vî welatî hûnê hesab bidin vê yekê. 
 
Gunay, bal kişand ser helwesta Serokomar Erdogan û wiha got: "Xuya ye ku Erdogan ji helwesta me bêzar e. Dibêje 'Ji xwe cihê wan li kolanan e.' Erê HDP li kolanê ye. Li fabrîqe, qad, sikak û meclîsê ye. Gel li ku be HDP jî li wir e. Li her derê ye. Em li cem gelê xwe ne." 
 
BANG 
 
Gunay, herî dawî destnîşan kir ku ew tu carî dest ji siyaseta demokratîk bernadin û heta vê îqtidarê têk bibin, dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Gunay, bang li hemû hêz û eniyên demokrasiyê dixwazin kir û xwest li dijî eniya faşizmê têkoşîna demokratîk xurt bikin. Gunay, xwest li dijî tecrid, pêkanînên dijdemokratk, bê edaleti, komkujiya siyasî û civakî, talankirina xwezayê li dijî qirkirin û tindiya li ser jin û kedê hemû hêzên demokratîk bibin yek û bi hevre têbikoşin û faşîzma ku bûye belaya serê Tirkiyeyê bavêjin sergoyê dîrokê.
 

Sernavên din

02/10/2020
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e
11:02 Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê
10:51 Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin!
10:43 Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê
10:34 Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike
10:33 Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê
10:28 îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe
10:24 Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye
09:59 Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek
09:42 Di operasyona li Mêrdînê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
09:07 Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne
09:05 Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe
09:05 Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin
09:02 Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin
30/09/2020
23:18 Navnîşana Ajansa Mezopotamyayê cardin hat astengkirin
20:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 195
16:53 Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede
16:13 Egîtîm Sen: Serdema Perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kir
15:57 'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin'
15:52 Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart
15:37 Rojnamevan Kûray hat berdan
15:33 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan
15:09 Servet Tûrgût hat veşartin
15:05 Parlamenter li ber Emniyeta Enqereyê ne: Bi dijminatiya HDP’ê nagihîjin serî
14:47 Çalakiyên şermezarkirinê: Ne ev partî û ne jî ev xelk wê serê xwe netewîne
14:37 Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin
14:31 Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn
14:17 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an
13:57 Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan
13:54 Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan
13:24 Derbarê rojnameger Akman de biryara girtinê hat dayîn
13:14 Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin
13:03 Girtî xwe bi ava zengarî dişon
12:54 Ayhan Bîlgen ê di binçavan de: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
12:23 Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan hat berdan
12:18 Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida
11:44 Danişîna Dag hat taloqkirin
11:42 Erdogan ji serokên YE’yê re name şand
11:14 Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir