Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e

  • rojane
  • 09:41 3 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Endamê Nor Zartongê Alex Kalk, mudaxilbûna Tirkiyeyê ya nav şerê di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de nirxand. Kalk, anî ziman ku îqtidar ji hêlekê ve dixwaze projeya Asyaya Navîn ku îttihatparêzan temam nekiribû pêk bîne û li hêla din jî dixwaze bi rêya şidetê ji derheqê tengijîna xwe ya navxweyî derkeve.

 
Şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê ku di 27'ê îlonê de dest pê kir, her ku diçe gûr dibe. Têkildarî şerê heyîe û pirsgireka Karabaxê Endamê Nor Zartongê Alex Kalk nirxandin kir. Alex Kalk anî ziman ku hikûmeta AKP’ê dixwaze projeya xwe ya îtîhatkar temam bike û bi ruh bike. Kalk, da zanîn ku AKP bi vî şerî armanc dike ku projeya ku li Rojhilata Asya belav bibe, têkçûna aborî û politik piştî êrîşa li Sûriye, Libya û Derya Spî niha jî bi êrîşa Ermenistanê dixwaze ji holê rake. 
 
LI KARABAXÊ BÊTIR ERMENÎ DIJÎN 
 
Alex Kalk da zanîn ku piştî Rûsya Çar belav bû û Rûsya Sovyetê hat avakirin, Bajarê Karabaxê ji gelê ermenî pêk dihat û kongreyên ku gelê ermenî pêk anîne hene. Kalk, destnîşan kir ku nifûsa herêmê bêtir ji gelê Ermenî pêk tê û wiha got: "Dihat payîn ku bajarên Karabag û Nahçivanê bi Ermenistanê ve bên girêdan û wekî herêmê xweser bên naskirin. Lê pragmatistan wê demê ji ber sedemên cuda yên konjekturel ên siyasî herêm bi Azerbaycanê ve girêdan. Karabag di serdema Rêveberiya Sovyetê de li gorî Destûra Bingehîn a Sovyetê ji bo di çarçoveya “Mafê qedera xwe ya neteweyî nas bike û bi rêve bibe" û derbasî serxwebûna xweser bibe, ket nava gelek hewldanên demokratîk. Lê hesabên siyasî û stratejîk destûr nedan vê yekê. 
 
AZERBAYCAN ŞER WINDA KIR
 
Kalk, anî ziman ku piştî Rûsya Sovyetê belav bû, pirsgirêk ji nûve derket holê û wiha axivî: "Di hilbijartina gel a sala 1991'an de ji sedî 99’ê gel ji bo biryara serxwebûnê gotin erê. Li ser vê yekê Azerbaycanê mudaxaleya eskerî kir. Ermenistan bi gelê Karabaxê şer qezen çir. Bi vê yekê Karabax ket kontrola Ermenistanê. Ji wê demê heta niha şer bi dawî nebûye. Hin caran agirbest hatiye îlankirin. Heta niha şerê herî dijwar niha pêk tê. 
 
PIŞTÎ TIRKIYE DESTEK TA AZERBEYCAN HEVSENG XERA BÛ
 
 
Kalk, da zanîn ku piştî Tirkiye piştgirî da Azerbeycanê hevsengiya di nava di welatan de xera bû û wiha got: “Nifûsa Azerbaycan 3 qat ji ya Ermenistanê zêdetir e. Di aliyê aborî de xaza xwezayî û petrola wê heye. Têr tike ku zêde zêde çekan bistîne. Hêza Azerbeycanê ya eskerî û çekan ji ya Ermenîstanê pir pir zêdetir e. Li gel vê yekê Tirkiye piştgirî da Azerbeycanê û hevsengî xera kir. Tenê bi çekan alîkariyê nade. Komên çektar ên ji Sûriye û Libya dikişîne û dişîne Azerbeycanê. Dîsa ÎHA û SİHA  dişîne û vê hevsengiyê xera dike." 
 
Kalk, bibîr xist ku xerabûna dostanî, xwişk u biratiya di nava gelên Kafkasya de rola Osmaniyan gelek zêde ye û wiha lê zêde kir: "Tirkiye ji berê de ji bo berjewendiyên xwe nêzîkî herêmê dibe. Her ku firsend dikeve destê Tirkiye rola Osmanî nûjen dike. Bi taybetî piştî Rûsya Çar hilweşiya û Rûsya Sovyetê hat avakirin valahiyek çêbû. Di vê valahiyê de Enver Paşa û Îtîhatkaran bi fikra Turanî û Artêşa Kafkas mudaxaleyî Rojhilatê Bakuyê kirin. Mudaxaleyên wê demê îro jî didomin. Wê demê xwestin di ser Nahçivan, Karabax û Baku re li Rojhilata Asya belav bibin. Xwestin nifûsa wê tev li hev bikin û bi şiklekî Ermeniyan ji wir paqij bikin. Ev berdewama komkujiya 1915'an a Ermeniyan e. Ew projeya wan bi avakirina Rûsya Sovyet nîvco mabû dixwazin vê projeyê temam bikin. " 
 
Kalk, bal kişand ser rola Rûsya jî û wiha berdewam kir: "Piştî Paşinyan bû îqtîdar bêtir polîtîkayên liberal xistin meriyetê. Bêtir xwe nêzî Rojava kir. Ne dixwaze xwe ji Rûsya dûr bixe û ne jî dixwaze xwe ji Rojava dûr bixe."
 
HÊZÊN NAVNETEWEYÎ TEMAŞE DIKIN
 
Kalk, sekna hêzên navneteweyî jî nirxand û got: "Her roj şer bêtir dijwar dibe. Li gel vê yekê hêzên navneteweyî raste rast mudaxaleyî vê yekê nakin û tenê temaşe dikin. Denê daxuyanî didin û şermezar dikin. Niha hinekî jî konjektora siyasî vê yekê dixwaze. Tirkiye û Azerbaycan jî ji vê konjekturê sûdê digirin. Ev ne tiştekî ketober û tesadufî ye. Hatiye plankirin. Xuya dibe ku ev yek wekî firsend dîtine û mudaxale kirine. Li herêmê komên cîhatkar sucên mezin kirin. Komên çekdar ên cîhatkar ku ji Sûriye û Lîbya şandin Azerbeycanê sûcên mezin kirin. Ev di capemeniya cîhanê de jî hat dîtin. Tirkiye kengî dixwaze komên çekdar dişine welatekî din. Komên çekdar ji Sûriye şandin Libya. Ji wir dişîne Kafkasya. Sibê van koman bişîne ku ne diyar e. 
 
ÎQTÎTARA KU ASÊ BÛYE ŞER GÛR DIKE
 
Kalk, herî dawî bal kişand ser îqtîdara Tirkiye û şer û wiha bli dawî kir: "Îqtîdara AKP'ê îdea dike ku PKK’î ji bo şer birine Ermenistanê. Bi vê yekê agahiyên dezenformasyon belav dike. Lê tu delîl û rastiya vê yekê tune ye. Ev ji bo siyaseta hundir e. Ev nîşan dide ku îqtîdara AKP'ê asê bûye vê yekê belav dike. Ji ber AKP di qada aborî, siyasî  de asê bûye şer gûr dike. Hem medya nêzî îqtîdarê û hem jî medya înternetê li dijî ermeniyan gotin û nûçeyên 
nefretê pêş dixin. Di welatê ku nifûsa wî 80 milyon e de 50 hezar ermenî mane. wekî dijmin û xaîn nîşan dide û dike armanc. Zimanê cudakarî û nifrînê civakê jahrînî dike. Mînakê dîrokî pir in. Bûyerên 6, 7'ê îlonê, Komkujiya Sêwasê, Komkujiya Mereşê û gelek mînakên din hene. Ev ziman û nêzîkatî pir talûke ye. Dixwazin bêtir civakê perçe bikin û bêdeng bikin. Ez hevî dikim bêtir xera nebe. Em bazirganên şer ku li ser şer çekan difiroşin û rantê dixwen, kesên piştgiriyê didin şer şermezar dikin. Em hemû kesên muxailf, demokrat û şoreşger divê em bêtir dengê aştiyê bilind bikin.  Divê em ji zimanê şer re bêjin bes e. Divê em bi yek zimanî bêjin "Ji şer re na" Divê em dengê aştiyê bilind bikin." 
 
MA / Îdris Sayilgan
 

Sernavên din

06/10/2020
09:22 Serlêdanên ji bo atolyeya muzîkê ya NÇM'ê didomin
09:22 Dadgehek tuneye M.A.'yê ku tecawizî zarokeke 15 salî kiriye bidarizîne!
09:21 Li vî gundî sermiyana şexsî tuneye!
09:20 Karkerên Bîmeksê bal kişandin ser 2'yê Mijdarê: Em ê kon vedin
09:19 ‘Li herêmê rojnamevanî zehmet e'
09:11 Şert û mercên xebata li nav erda giran dibin
09:09 Garadiyanan gef li girtiyan xwariye: Hûn baş dizanin em ê çawa we geber bikin
09:08 ‘Rêveberê esil ê lêpirsînê ne dozger û polîs in'
09:02 Li Şirnexê xebatên 'Xweparastinê' dest pê kirin: Em xwezaya xwe diparêzin
09:01 Mele Ahmet Turhalli: Desthildatdarî û qeyûm me bi navê ‘Xwedê’ dixapînin
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:02 Bi ser buroya ajansa me ya Wanê de girtin: 4 rojnameger binçav kirin
05/10/2020
20:22 Hejmara pêketiyan bû 326 hezar û 46
17:01 Baroya Amedê biryara betalkirina hilbijartinê îttîraz kir
16:56 Malbata girtî Emîr ku li Girtîgeha Elbistanê jiyana xwe ji dest da: Cenazeyê me radest bikin
16:14 Karkerê ji Sûriyê jiyana xwe ji dest da
16:13 Doza şermezarkirina qeyûm hat beratkirin
15:42 Baroya Êlihê li dijî taloqkirina hilbijartina baroyan doz vekir
15:19 Li Rihayê lêpirsîna 1’ê Îlonê derbarê siyasetmedaran de hat destpêkirin
14:16 Bijişkê GATA'yê yê gotibû 'Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
14:13 Girtiyên Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin: Yên rewşa wan giran in jî hene
14:03 Xelata Tip a Nobelê ya 2020'an hat dayîn
13:39 Qeyûmê Amedê 25 karker û karmendî îxrac kir
13:01 Li qatilê Karaman 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn
12:58 Li Şaredariya Bismilê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin angaşta nelêritiyê
12:48 Li dijî taloqkirina hilbijartinê bertek: Em her kesî vedixwînin kongereyê
12:44 Welatiyê Amerîkî yê li Sûrê hatibû binçavkirin hat berdan
12:32 Destûr nehat dayîn şandeya Swêdê biçe serdana Demîrtaş
12:13 Sedema mirina girtî Emîr corona ye
11:56 Sancar: Hefteyek beriya 6-8’ê Cotmehê wezîrek min derbasî Kobanê kir
11:18 Piştî operasyonê daristan hat şewitandin
11:15 Ji Girtîgeha Mêrdînê 4 jin sewqî Girtîgeha Amedê hatin kirin
11:09 Di xwepêşandanên Kobanê de yên tên zanîn û yên nayên zanîn
11:07 Bi soza kar tecawiz kir û piştre radestî çeteyan fuhûşê kir!
09:40 Li Bazîdê şer: Leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:08 “Nexşerêya” ku bûye hinceta qedexeya parêzeran: Ji bo Pirsgirêka Kurd çareseriyê pêşkêş dike
09:08 5 sal in li hestiyê kurê xwe digere
09:08 Qersî ji bo qeyûm çi dibêjin?
09:05 Êdî parêzerê Elkê jî heye!
09:05 Serlêdana girtiya nexweş red kirin: Tu başî, îdare bike
09:03 Amed bûye pêlîstoka qeyûman
09:00 Di 5 salan de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN
04/10/2020
19:45 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên coronayê derketin 8 hezar û 441 kesî
19:09 Li Girtîgeha Elbîstanê mirineke bi guman
16:13 Qeyûmê Qersê Meclîsa Şaredariyê betal kir, hesabê kurdî jê bir
14:29 Rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan HDP'ê
14:09 Wê dema binçavkirina hevşaredar Alaca û 14 kesên din dirêj bikin
13:53 67 hilbijêrên Swîsreyî banga ‘Serbest berana HDP’iyan’ kirin
12:44 Bîlgen: Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn paşguh kirin
12:15 Baroya Îzmîrê: Biryara wezaretê ne hiqûqiye
11:33 Zaroka 6 salî mirî hat dîtin
11:30 Elîaçik: Nimêja li ber şaredariyê, nîşaneya hişmendiya dagirkirinê ye
10:30 Mezlûm Ebdî: Em ê destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
09:01 Gulum: Xwedîderketina gel feraseta îqtidarê pûç kir
09:01 Der barê rojnamevan Boltan de 6 lêpirsîn û 5 doz
09:01 Sîne-Sen: Em li setan şert û mercên insanî dixwazin
09:01 Nazlioglû: Yek ji tevdîrên pêşîlêgirtina cinayetên jinan avakirina qadên îstihdamê ye
09:00 Xetereya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç didome
09:00 Dîwana Mûhasebatê xwest lêpirsîn bê destpêkirin, lê şaredarî û daraz li ber xwe didin
09:00 Pirtûka 'Cinawira Gola Wanê' derket
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN
03/10/2020
22:58 Guven: Êdî wê tu tişt ne wekî berê be
19:48 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:00 Di Lijneya Giştî ya EFA'yê de biryara piştevaniya HDP’ê girtin
16:19 9 meh piştî karesata keştiyê 7 kes hatin girtin
16:16 Erdogan sînyala destwerdana li dijî Bakurê Sûriyê da
15:53 AKP’ê hewl da bi beramberî pereyan endamê HDP’ê bike endamê xwe
15:13 ‘Mirinê li girtiyê nexweş Guneş ferz dikin'
14:29 Îfadegirtina Hevşaredara Qersê Alaca û 20 kesan dest pê kir
14:16 Yildirim ê ji sedî 95 astengdare darman nakin
14:02 Zarokên Abdulmecît Baskin: Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye
13:41 Di meha Îlonê de 64 rojnameger hatin darizandin
13:18 Sekreterê Giştî yê qeyûm wê ji ‘sûc lêanînê’ îfade bide
13:13 Sedema qedexeya hevdîtina Ocalan Nexşerêya DMME'ê ye
12:41 Aqûbeta Dagli yê dibin çavan de wêneyê wî hatibû kişandin pirsîn
12:40 MYK’a HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan
12:00 HDP'ê ji bo Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand
11:47 Parêzerên MA’yê îtîrazî biryara astengkirina ragihandinê kirin
11:44 Tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji Wezîr Gul hat pirsîn
11:07 Hevberdevka DÎK’ê Kaya: Dizek nikarin bi nimêjê xwe xilas bikin
11:03 Dozger lêpêrsînê daye destpêkirin, lê haya wî ji dosyeyê tune ye
10:45 Pirtûkek sûd wergirtinê: Navên Kurdî
10:13 Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne
09:41 Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e
09:09 Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne
09:09 Welatiyên bûn endamên HDP'ê: Em bibin yek
09:07 ‘Kuçe ji bo heywanan ne ewle ne, pêşî divê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin'
09:06 Bavê Ekrem Kaceroglû: Wexta lawê min hat kuştin jî me doza aştiyê kir
09:05 Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in
09:05 Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin
09:01 Li dijî şidetê divê jin bên cem hev du
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN
02/10/2020
23:27 Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin
20:44 Bi dengê Egîdê Cimo kilama 'De Lê Wayê'
20:12 Ji ber Covîd-19'ê 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 1442 kes jî pê ketine
18:02 Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin
16:22 Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endamê Meclîsa HDP’ê hatin berdan
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?