Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne

  • cîhan
  • 10:13 3 Cotmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Serokê Dewleta Karabaxa Çiyayî David Babayan, destnîşan kir ku Tirkiye şer sor dike û wiha got: "Di destê me de delîl û belgeyên ku Tirkiye komên çekdar ji Sûriye şandine hene." 

 
Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de 6 rojin şer didome. Şerê ku di 27'ê îlonê de dest pê kir, her ku diçe gûr dibe. Rewşenbir, siyasetmedar û rojnameger diyar dikin ku Hikûmeta AKP’ê dixwaze projeya xwe ya îtîhatkar temam bike û bi ruh bike. Rewşenbir destnîşan dikin ku AKP bi vî şerî armanc dike ku projeya ku li Rojhilata Asya belav bibe, têkçûna aborî û politik piştî êrîşa li Sûriye, Libya û Derya Spî niha jî bi êrîşa Ermenistanê dixwaze ji holê rake. 
 
Li aliyekî gelek welat banga agirbestê dikin û dixwazin şer rawestînin, li aliyê din, Tirkiye alîkariyê dide Azerbaycanê û şer sor dike. Şerê li herêma Karabaxê her ku diçe mezin dibe. Di vê pêvajoyê de agahî û nûçeyên destnîşan dikin ku Tirkiye komên çekdar şandine Azerbaycanê hatin belavkirin. Herî dawî Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, di Zîrveya Yekîtiya Ewropa de civîna çapemeniyê li dar xist û got: “Li gorî agahiyên îstixbarata me, 300 şervan ji Sûriyeyê di ser Dîlokê re şandine Baku. Tên zanîn û şopandin û tespîtkirin. Komên çekdar ên cîhatkar tên herêma Helebê. Ev yek tê wateya ku xeta sor derbas dikin." 
 
Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Serokê Dewleta Karabaxa Çiyayî David Babayan, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û destnîşan kir ku Tirkiye şer sor dike. Babayan wiha got: "Di destê me de delîl û belgeyên ku Tirkiye komên çekdar ji Sûriye şandine hene." 
 
'TIRKIYE BI HEZARAN KOMÊN ÇETE ŞANDIN HERÊMÊ' 
 
Babayan, anî ziman ku yên ku êriş dan destpêkirin Azerbaycan û Tirkiye ne, ev herdu dewleta ji beriya 3 an 4 mehan ve bi kêmanî amadekariyên vî şerî dikin û wiha got: Sedema sereke destwerdana rasterast a Tirkiyê ye. Tirkiyê bi hezaran çete ji Rojhilata Navîn anîn ku piraniya wan Tirk in şandin herêmê. Vê yekê alozî dijwartir kir. Wekî ku min bi bîr xst, rola Tirkiyê ya rasterast bû sedema aloziyê. Ji xwe Tirkiyê destek da Azerbaycanê lê ev ne bi awayekî yekser bû û yekemîn car ji sala 1920'an de çêdibe. Armanca sereke ya Tirkiyê projeya împaratoriya netewa Tirkiyê anku Pan Turkism bide destpêkirin, ji ber vê yekê Qerebax û Ermenistanê wêran dike û li dijî gelê Ermenî komkujiyan pêk tîne." 
 
'TIRKIYE DARBEYA MEZIN LI YEKÎTIYA NATO DIXE' 
 
Babayan, bal kişand ser mudaxeleyên Tirkiyê û wiha lê zêde kir: "Mudaxaleya Tirkiyeyê gelek pirs derxistin pêş. Mînak gelo hayê NATO û DYA'yê ji armancên Tirkiyê hebûn? Heke bersiv erê be, gelo wê çi biqewime? Gelo NATO û DYA'yê ev şer pejirandin? Lê heke hayê NATO û DYA'yê jê tunebû wê çi çêbibe? Di vê rewşê de nêzîkatiyên Tirkiyê derbeyeke xeter li wêneya NATO û DYA'yê ye. Ev tê wateya ku yekitiya NATO û wêneya wê ya hevgirtî winda bû, yanî Enqere şirîkê xwe yên mezin (Amerîkayê) paşguh dike. Ez di wê baweriyê de me ku ne hayê DYA û ne jî NAOT'yê ji nêzîkatiyên Tirkiyê tuneye. Delîlê vê yekê daxuyaniya  serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ku siyaseta Erdogan şermezar kirin û daxuyaniya hevbeş a serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Fransa û Rûsyayê ku banga lezgîn a rawestîna şer kirin. Ji ber vê sedemê û bi pejirandina projeya Pan-Turkîzmê, siyaseta Tirk ji Rûsya, Îran, Çîn, civaka NATO û bi giştî mirovahiya şaristanî re xeteriyeke cidî derdixe pêş." 
 
'DELÎL HENE' 
 
Babayan, destnîşan kir ku delîlên ku Tirkiye komên çekdar Şandine Azerbeycanê hene û wihaaxivî: "Hemû delîl li ser vê yekê hene û niha zanyariyên guncaw têne komkirin. Ya xeter ew e ku siyaset li dijî Ermenistan, Qerebax, Rûsya, Îran, Çînê û DYA'yê ne. Her wiha hebûna çeteyan li herêmên sînor ên bi Îran û Rûsyayê re delîlê plankirina wan derbasbûna van dewletan e. Diyar e ku ev şer gelek encamên xirab hilgirtiye. Ma çete û talanker wê çawa ji bo azadiyê şer bikin? Çawa çete û talankr ji bo baweriyê şer bikin? Evanan  bê bawerî û bê piransîp in, evanan ji hêzên tarî ne ku ji bilî mirin, destdirêjî, qirkirina bi komî û dojehê tiştekî din nayînin. Siyaseta Tirkiyê ji bilî tevlihevkirinê, gurkirina nazîzm û terorîzmê tiştek nîne, divê Erdogan û Aliyev li pêşiya Dadgeha Cînayetan a Navnetewî werin cezakirin . Zû yan dereng ev ê bibe. Her çiqasî em zû bikin ew qas mirov wê rizgar bikin û zirar û mirin kêm çêdibe. Pirsgirêk ne ev, ji ber ku têkiliyên hikumeta Paşînyan bi Rûsyayê re gelekî baş in, li aliyekî din jî, encamên jeopolîtîkî yên êrişa Tirkiye-Azerbaycanê bi pirsgirêkên potansiyel ên di têkiliyên dualî yên Ermenî-Rûsî de nayê berhev kirin. Cihê mixabiniyê ye. Divê berisiva navnetewî xurt be û demeke guncaw de, be wisa be pêkanîna ewlehiyê wê xebateke mezin bixwaze." 
 
 

Sernavên din

06/10/2020
09:22 Serlêdanên ji bo atolyeya muzîkê ya NÇM'ê didomin
09:22 Dadgehek tuneye M.A.'yê ku tecawizî zarokeke 15 salî kiriye bidarizîne!
09:21 Li vî gundî sermiyana şexsî tuneye!
09:20 Karkerên Bîmeksê bal kişandin ser 2'yê Mijdarê: Em ê kon vedin
09:19 ‘Li herêmê rojnamevanî zehmet e'
09:11 Şert û mercên xebata li nav erda giran dibin
09:09 Garadiyanan gef li girtiyan xwariye: Hûn baş dizanin em ê çawa we geber bikin
09:08 ‘Rêveberê esil ê lêpirsînê ne dozger û polîs in'
09:02 Li Şirnexê xebatên 'Xweparastinê' dest pê kirin: Em xwezaya xwe diparêzin
09:01 Mele Ahmet Turhalli: Desthildatdarî û qeyûm me bi navê ‘Xwedê’ dixapînin
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:02 Bi ser buroya ajansa me ya Wanê de girtin: 4 rojnameger binçav kirin
05/10/2020
20:22 Hejmara pêketiyan bû 326 hezar û 46
17:01 Baroya Amedê biryara betalkirina hilbijartinê îttîraz kir
16:56 Malbata girtî Emîr ku li Girtîgeha Elbistanê jiyana xwe ji dest da: Cenazeyê me radest bikin
16:14 Karkerê ji Sûriyê jiyana xwe ji dest da
16:13 Doza şermezarkirina qeyûm hat beratkirin
15:42 Baroya Êlihê li dijî taloqkirina hilbijartina baroyan doz vekir
15:19 Li Rihayê lêpirsîna 1’ê Îlonê derbarê siyasetmedaran de hat destpêkirin
14:16 Bijişkê GATA'yê yê gotibû 'Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
14:13 Girtiyên Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin: Yên rewşa wan giran in jî hene
14:03 Xelata Tip a Nobelê ya 2020'an hat dayîn
13:39 Qeyûmê Amedê 25 karker û karmendî îxrac kir
13:01 Li qatilê Karaman 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn
12:58 Li Şaredariya Bismilê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin angaşta nelêritiyê
12:48 Li dijî taloqkirina hilbijartinê bertek: Em her kesî vedixwînin kongereyê
12:44 Welatiyê Amerîkî yê li Sûrê hatibû binçavkirin hat berdan
12:32 Destûr nehat dayîn şandeya Swêdê biçe serdana Demîrtaş
12:13 Sedema mirina girtî Emîr corona ye
11:56 Sancar: Hefteyek beriya 6-8’ê Cotmehê wezîrek min derbasî Kobanê kir
11:18 Piştî operasyonê daristan hat şewitandin
11:15 Ji Girtîgeha Mêrdînê 4 jin sewqî Girtîgeha Amedê hatin kirin
11:09 Di xwepêşandanên Kobanê de yên tên zanîn û yên nayên zanîn
11:07 Bi soza kar tecawiz kir û piştre radestî çeteyan fuhûşê kir!
09:40 Li Bazîdê şer: Leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:08 “Nexşerêya” ku bûye hinceta qedexeya parêzeran: Ji bo Pirsgirêka Kurd çareseriyê pêşkêş dike
09:08 5 sal in li hestiyê kurê xwe digere
09:08 Qersî ji bo qeyûm çi dibêjin?
09:05 Êdî parêzerê Elkê jî heye!
09:05 Serlêdana girtiya nexweş red kirin: Tu başî, îdare bike
09:03 Amed bûye pêlîstoka qeyûman
09:00 Di 5 salan de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN
04/10/2020
19:45 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên coronayê derketin 8 hezar û 441 kesî
19:09 Li Girtîgeha Elbîstanê mirineke bi guman
16:13 Qeyûmê Qersê Meclîsa Şaredariyê betal kir, hesabê kurdî jê bir
14:29 Rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan HDP'ê
14:09 Wê dema binçavkirina hevşaredar Alaca û 14 kesên din dirêj bikin
13:53 67 hilbijêrên Swîsreyî banga ‘Serbest berana HDP’iyan’ kirin
12:44 Bîlgen: Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn paşguh kirin
12:15 Baroya Îzmîrê: Biryara wezaretê ne hiqûqiye
11:33 Zaroka 6 salî mirî hat dîtin
11:30 Elîaçik: Nimêja li ber şaredariyê, nîşaneya hişmendiya dagirkirinê ye
10:30 Mezlûm Ebdî: Em ê destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
09:01 Gulum: Xwedîderketina gel feraseta îqtidarê pûç kir
09:01 Der barê rojnamevan Boltan de 6 lêpirsîn û 5 doz
09:01 Sîne-Sen: Em li setan şert û mercên insanî dixwazin
09:01 Nazlioglû: Yek ji tevdîrên pêşîlêgirtina cinayetên jinan avakirina qadên îstihdamê ye
09:00 Xetereya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç didome
09:00 Dîwana Mûhasebatê xwest lêpirsîn bê destpêkirin, lê şaredarî û daraz li ber xwe didin
09:00 Pirtûka 'Cinawira Gola Wanê' derket
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN
03/10/2020
22:58 Guven: Êdî wê tu tişt ne wekî berê be
19:48 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:00 Di Lijneya Giştî ya EFA'yê de biryara piştevaniya HDP’ê girtin
16:19 9 meh piştî karesata keştiyê 7 kes hatin girtin
16:16 Erdogan sînyala destwerdana li dijî Bakurê Sûriyê da
15:53 AKP’ê hewl da bi beramberî pereyan endamê HDP’ê bike endamê xwe
15:13 ‘Mirinê li girtiyê nexweş Guneş ferz dikin'
14:29 Îfadegirtina Hevşaredara Qersê Alaca û 20 kesan dest pê kir
14:16 Yildirim ê ji sedî 95 astengdare darman nakin
14:02 Zarokên Abdulmecît Baskin: Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye
13:41 Di meha Îlonê de 64 rojnameger hatin darizandin
13:18 Sekreterê Giştî yê qeyûm wê ji ‘sûc lêanînê’ îfade bide
13:13 Sedema qedexeya hevdîtina Ocalan Nexşerêya DMME'ê ye
12:41 Aqûbeta Dagli yê dibin çavan de wêneyê wî hatibû kişandin pirsîn
12:40 MYK’a HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan
12:00 HDP'ê ji bo Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand
11:47 Parêzerên MA’yê îtîrazî biryara astengkirina ragihandinê kirin
11:44 Tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji Wezîr Gul hat pirsîn
11:07 Hevberdevka DÎK’ê Kaya: Dizek nikarin bi nimêjê xwe xilas bikin
11:03 Dozger lêpêrsînê daye destpêkirin, lê haya wî ji dosyeyê tune ye
10:45 Pirtûkek sûd wergirtinê: Navên Kurdî
10:13 Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne
09:41 Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e
09:09 Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne
09:09 Welatiyên bûn endamên HDP'ê: Em bibin yek
09:07 ‘Kuçe ji bo heywanan ne ewle ne, pêşî divê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin'
09:06 Bavê Ekrem Kaceroglû: Wexta lawê min hat kuştin jî me doza aştiyê kir
09:05 Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in
09:05 Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin
09:01 Li dijî şidetê divê jin bên cem hev du
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN
02/10/2020
23:27 Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin
20:44 Bi dengê Egîdê Cimo kilama 'De Lê Wayê'
20:12 Ji ber Covîd-19'ê 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 1442 kes jî pê ketine
18:02 Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin
16:22 Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endamê Meclîsa HDP’ê hatin berdan
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?