Gulum: Xwedîderketina gel feraseta îqtidarê pûç kir

  • rojane
  • 09:01 4 Cotmeh 2020
  • |
img
STENBOL - Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, têkildarî "lêpirsîna Kobaniyê" ya li hemberî partiya wan de hat destpêkirin got, gel bi xwedîderketina li partiyê feraseta îqtidarê ya ku dixwaze HDP'ê îllegalîze bike pûç kiriye. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna "protestoyên Kobaniyê" de endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê û parlementerên berê yên HDP'ê jî di nav de 20 rêvebir binçavkiribûn û ji kesên hatibûn binçavkirin 17 jê hatibûn girtin. Piştî vê Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî di nav de 21 kes jî di 1'ê Cotmehê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin. 
 
Alaca û 6 endamên meclîsa şaredariyê yên tevî Alacayê hatibûn binçavkirin jî ji peywirê hatin dûrxistin. 
 
'DEWAMA DARBEYA SIYASÎ' 
 
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, anî ziman ku hem li dijş partiya wan hem jî li dijî muxalefeta civakiyî ya Tirkiyeyê operasyonên siyasî tên kirin û ne mimkun e ku ev operasyon di çarçoveyeke hiqûqî de bên nirxandin. Gulum, destnîşan kir ku operasyona hatiye kirin dewama darbeya siyasî ye û got: "Her diçe îqtidar bêhêz dibe û her ku bêhzê dibe ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û ji bo alîgirên xwe siyasetekê dike. Her wiha birçîbûnê jî li gel ferz dike." 
 
 Gulum, destnîşan kir ku îqtidar dixwaze bi van operasyonan rejîma xwe ya otorîter bike rejîmeke sazîbûyînî û got: "Bi van operasyonan tê xwestin partiya me bê îllegalîzekirin. Îqtidar bi vê yekê re, di ser partiya me re hewl dide darbeyê li muxalefeta civakiyî gişî bie. Nexasim jî dixwazim muxalefeta civakiyî û tifaqa demokrasiyê ku HDP dixwaze wê ava bike tune bike." 
 
'BIRYARA GIRTINÊ BÊHIQÛQÎ YE' 
 
Gulum, destnîşan kir ku biryara girtinê bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin ûg ot: "Ne ji hevalên me ne jî ji parêzeran re negotin bê ka bi kîjan sûcî bi daxwaza girtinê hatine sewqkirin. Biryar, gava parêzer ne liw ir bûn hat xwendin. Parêzer ji serê korîdorê bang li wî seriyê din dikirin û dixwestin der barê girtinan de agahî wergirin. Nehiştin parêzer têkevin eywana danişînê. Ne mimkun e ku mirov ji bo vê bibêje darizandineke hiqûqî. Nehiştin amûrên hevalên me yên hatin girtin jî teslîmî wan bê kirin. Zûzûka wan şandin girtîgehê. Her wiha nehiştin parlementer jî têkevin edliyeyê. Gelek maf hatin binpêkirin." 
 
OPERASYON Û TAYINKIRIN QEYÛM 
 
Gulum, destnîşan kir ku di navbera operasyonê û tayinkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Qersê rasterast têkildarî hev in û got, îqtidar ji zû de dixwest qeyûm tayinî Şaredariya Qersê bike. Gulum, bilêv kir ku lê dikirin nedikirin ji bo tayinkirina qeyûm hincetek nedidîtin û bi vê operasyonê zemîna tayinkirina qeyûm amade kirin. 
 
Gulum, anî ziman ku operasyona navbirî bi hêleke xwe berdewama polîtîkaya qeyûman e. 
 
'FERASETA FETHÊ' 
 
Walî Turker Oksuz ku tayinî Şaredariya Qersê hat kirin li ber avahiay şaredariyê nimêja înê kiribû. Gulum ji bo vê helwestê got "feraseta fethê" ye. 
 
PIŞTEVANΠ
 
Gulum, destnîşan kir ku piştî operasyonê gelek derdorên cuda xwedî li paratiya wan derketine û got: "Piştî vê bêhiqûqîtiyê gelek kesên ji derdorên cuda seredana avahiyên partiya wan kirine. Rewşenbîr û nivîskaran ji bo endamtiyê bang kirin. Xwedîderkirineke werê xurt feraeta îqtidara ku dixwaze HDP'ê îllegelazî bike pûç kiriye. Niha ya girîng xurtkirina vê piştevaniyê ye. Divê her kes bê şert û merc xwedî li bangawaziya me ya ji bo tifaqa demokrasiyê derkeve û bibe dengê vê bangawaiyê." 
 
MA / Nacî Kaya 

Sernavên din

06/10/2020
09:22 Serlêdanên ji bo atolyeya muzîkê ya NÇM'ê didomin
09:22 Dadgehek tuneye M.A.'yê ku tecawizî zarokeke 15 salî kiriye bidarizîne!
09:21 Li vî gundî sermiyana şexsî tuneye!
09:20 Karkerên Bîmeksê bal kişandin ser 2'yê Mijdarê: Em ê kon vedin
09:19 ‘Li herêmê rojnamevanî zehmet e'
09:11 Şert û mercên xebata li nav erda giran dibin
09:09 Garadiyanan gef li girtiyan xwariye: Hûn baş dizanin em ê çawa we geber bikin
09:08 ‘Rêveberê esil ê lêpirsînê ne dozger û polîs in'
09:02 Li Şirnexê xebatên 'Xweparastinê' dest pê kirin: Em xwezaya xwe diparêzin
09:01 Mele Ahmet Turhalli: Desthildatdarî û qeyûm me bi navê ‘Xwedê’ dixapînin
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:02 Bi ser buroya ajansa me ya Wanê de girtin: 4 rojnameger binçav kirin
05/10/2020
20:22 Hejmara pêketiyan bû 326 hezar û 46
17:01 Baroya Amedê biryara betalkirina hilbijartinê îttîraz kir
16:56 Malbata girtî Emîr ku li Girtîgeha Elbistanê jiyana xwe ji dest da: Cenazeyê me radest bikin
16:14 Karkerê ji Sûriyê jiyana xwe ji dest da
16:13 Doza şermezarkirina qeyûm hat beratkirin
15:42 Baroya Êlihê li dijî taloqkirina hilbijartina baroyan doz vekir
15:19 Li Rihayê lêpirsîna 1’ê Îlonê derbarê siyasetmedaran de hat destpêkirin
14:16 Bijişkê GATA'yê yê gotibû 'Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
14:13 Girtiyên Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin: Yên rewşa wan giran in jî hene
14:03 Xelata Tip a Nobelê ya 2020'an hat dayîn
13:39 Qeyûmê Amedê 25 karker û karmendî îxrac kir
13:01 Li qatilê Karaman 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn
12:58 Li Şaredariya Bismilê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin angaşta nelêritiyê
12:48 Li dijî taloqkirina hilbijartinê bertek: Em her kesî vedixwînin kongereyê
12:44 Welatiyê Amerîkî yê li Sûrê hatibû binçavkirin hat berdan
12:32 Destûr nehat dayîn şandeya Swêdê biçe serdana Demîrtaş
12:13 Sedema mirina girtî Emîr corona ye
11:56 Sancar: Hefteyek beriya 6-8’ê Cotmehê wezîrek min derbasî Kobanê kir
11:18 Piştî operasyonê daristan hat şewitandin
11:15 Ji Girtîgeha Mêrdînê 4 jin sewqî Girtîgeha Amedê hatin kirin
11:09 Di xwepêşandanên Kobanê de yên tên zanîn û yên nayên zanîn
11:07 Bi soza kar tecawiz kir û piştre radestî çeteyan fuhûşê kir!
09:40 Li Bazîdê şer: Leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:08 “Nexşerêya” ku bûye hinceta qedexeya parêzeran: Ji bo Pirsgirêka Kurd çareseriyê pêşkêş dike
09:08 5 sal in li hestiyê kurê xwe digere
09:08 Qersî ji bo qeyûm çi dibêjin?
09:05 Êdî parêzerê Elkê jî heye!
09:05 Serlêdana girtiya nexweş red kirin: Tu başî, îdare bike
09:03 Amed bûye pêlîstoka qeyûman
09:00 Di 5 salan de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN
04/10/2020
19:45 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên coronayê derketin 8 hezar û 441 kesî
19:09 Li Girtîgeha Elbîstanê mirineke bi guman
16:13 Qeyûmê Qersê Meclîsa Şaredariyê betal kir, hesabê kurdî jê bir
14:29 Rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan HDP'ê
14:09 Wê dema binçavkirina hevşaredar Alaca û 14 kesên din dirêj bikin
13:53 67 hilbijêrên Swîsreyî banga ‘Serbest berana HDP’iyan’ kirin
12:44 Bîlgen: Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn paşguh kirin
12:15 Baroya Îzmîrê: Biryara wezaretê ne hiqûqiye
11:33 Zaroka 6 salî mirî hat dîtin
11:30 Elîaçik: Nimêja li ber şaredariyê, nîşaneya hişmendiya dagirkirinê ye
10:30 Mezlûm Ebdî: Em ê destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
09:01 Gulum: Xwedîderketina gel feraseta îqtidarê pûç kir
09:01 Der barê rojnamevan Boltan de 6 lêpirsîn û 5 doz
09:01 Sîne-Sen: Em li setan şert û mercên insanî dixwazin
09:01 Nazlioglû: Yek ji tevdîrên pêşîlêgirtina cinayetên jinan avakirina qadên îstihdamê ye
09:00 Xetereya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç didome
09:00 Dîwana Mûhasebatê xwest lêpirsîn bê destpêkirin, lê şaredarî û daraz li ber xwe didin
09:00 Pirtûka 'Cinawira Gola Wanê' derket
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN
03/10/2020
22:58 Guven: Êdî wê tu tişt ne wekî berê be
19:48 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:00 Di Lijneya Giştî ya EFA'yê de biryara piştevaniya HDP’ê girtin
16:19 9 meh piştî karesata keştiyê 7 kes hatin girtin
16:16 Erdogan sînyala destwerdana li dijî Bakurê Sûriyê da
15:53 AKP’ê hewl da bi beramberî pereyan endamê HDP’ê bike endamê xwe
15:13 ‘Mirinê li girtiyê nexweş Guneş ferz dikin'
14:29 Îfadegirtina Hevşaredara Qersê Alaca û 20 kesan dest pê kir
14:16 Yildirim ê ji sedî 95 astengdare darman nakin
14:02 Zarokên Abdulmecît Baskin: Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye
13:41 Di meha Îlonê de 64 rojnameger hatin darizandin
13:18 Sekreterê Giştî yê qeyûm wê ji ‘sûc lêanînê’ îfade bide
13:13 Sedema qedexeya hevdîtina Ocalan Nexşerêya DMME'ê ye
12:41 Aqûbeta Dagli yê dibin çavan de wêneyê wî hatibû kişandin pirsîn
12:40 MYK’a HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan
12:00 HDP'ê ji bo Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand
11:47 Parêzerên MA’yê îtîrazî biryara astengkirina ragihandinê kirin
11:44 Tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji Wezîr Gul hat pirsîn
11:07 Hevberdevka DÎK’ê Kaya: Dizek nikarin bi nimêjê xwe xilas bikin
11:03 Dozger lêpêrsînê daye destpêkirin, lê haya wî ji dosyeyê tune ye
10:45 Pirtûkek sûd wergirtinê: Navên Kurdî
10:13 Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne
09:41 Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e
09:09 Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne
09:09 Welatiyên bûn endamên HDP'ê: Em bibin yek
09:07 ‘Kuçe ji bo heywanan ne ewle ne, pêşî divê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin'
09:06 Bavê Ekrem Kaceroglû: Wexta lawê min hat kuştin jî me doza aştiyê kir
09:05 Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in
09:05 Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin
09:01 Li dijî şidetê divê jin bên cem hev du
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN
02/10/2020
23:27 Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin
20:44 Bi dengê Egîdê Cimo kilama 'De Lê Wayê'
20:12 Ji ber Covîd-19'ê 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 1442 kes jî pê ketine
18:02 Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin
16:22 Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endamê Meclîsa HDP’ê hatin berdan
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?