5 sal in li hestiyê kurê xwe digere

  • rojane
  • 09:08 5 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Dayika Mehmet Temîzer ku dema qedexeyên derketina derve yên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû Sakîne Yildirim, diyar kir ku 5 sal in ji bo kurê xwe tu deriyekî ku lê nedabe nemaye û hemû derî yek bi yek lê hatine girtin.

 
Mehmet Temîzer, di qedexeya derketina derve ya ku di 29’ê mijdara 2015’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat îlankirin de jiyana xwe ji dest da. Malbata Temîzer 5 sal in li cenazeyê kurê xwe digire û nabîne. Malbata Temîzer, ji ber ku nikare debara xwe bike, beriya 11 salan, Nisêbînê koçî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê dike û ji vir jî koçî Stenbolê dike. Ji bo ku debara mala bike, Temîzer li Stenbolê dev ji dibistanê ber dide û dest bi kar dike. Di van salan de tevlî xebatên ciwanan dibe û gelek caran tê binçavkirin. Ji ber zext û tundiya polisan a li hemberî xwe Temîzer, di sala 2014’an de vedigere Nisêbînê. 
 
Temîzer, dema qedexeyên derketina derve jiyana xwe ji dest dide lê li gel ku bi ser mirina wî de 5 sal derbas bûne jî cenazeyê wî nehatiye dîtin. Dayika Temîzer Sakîna Yildirim jî ku mirina kurê xwe ji televîzyonan hîn dike, piştî rabûna qedexeyê tê Nisêbînê û dixwaze cenazeyê kurê xwe bigire, lê hemû serlêdanên wê yên li saziyên dewletê bê encam dimînin. 
 
BI SALAN E LI BENDA ENCAMA DNA’YÊ YE
 
Yildirim, serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dide û mînaka DNA’yê jê tê xwestin, li gel ku mînaka DNA’yê dide jî bi salan e serlêdana wê bi encam nebûye. Yildirim, da zanîn ku dema ku herî dawî bi Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê re axiviye, serdozger jê re gotiye, ‘Niha biçe kîjan dema ku cenazeyê te derket, em ê ji te re agahî bişînin. Êdî 10 sal şûn de 20 sal şûn de dertê ez nizanim’.  
 
‘VÊ ZILMÊ NEKIN’ 
 
Yildirim ku 5 sal in li cenazeyê kurê xwe digere, diyar kir ku her dema ku diçe Nisêbînê li taxên ku qedexe li wan hatine ragihandin çavên xwe li kurê xwe digerîne û wiha got: “Heta ku cenazeyê kurê xwe bibinim ez ê vê lêgerîna xwe bidomînim. Gelek malbatên mîna min hene, ew jî li cenazeyên xwe digerin. Êdî vê zilmê li me nekin û cenazeyên me bidin me.”
 
‘CENAZE NAYÊN CEZAKIRIN’
 
Di berdewamê de Yildirim, destnîşan kir ku bi nedayîna cenaze hem cenaze hem jî malbatê ceza dikin û wiha domand: “Kurê min tu sûcek nekiribû. Tenê xaka xwe parastibû. Li kesî nedabû û zilma ku lê û li gelê wî dihat kirin qebûl nekir. Ji ber vê têkoşiya. Kurê min niha tuneye. Li tu dera dinyayê cenaze nayên cezakirin.”
 
JI BILÎ HESTIYAN TIŞTEKÎ DIN NAXWAZE! 
 
Yildirim, bi bîr xist ku di qedexeyên derketina derve yên li Nisêbîn, Cizîr, Sûrê û bajarên din de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di her fersendê de bang li partiyên siyasî û komeleyan dikin. Lê em encamek bi dest naxin. Êdî nizanim çêbikim. Bila rojek zûtir hestiyên kurê min bidin min. Min wî careke dawîn nedît, tiştekî din naxwazim, qene bila hestiyên wî bidin min.” 
 
MA / Erdogan Alayûmat
 

Sernavên din

06/10/2020
09:22 Serlêdanên ji bo atolyeya muzîkê ya NÇM'ê didomin
09:22 Dadgehek tuneye M.A.'yê ku tecawizî zarokeke 15 salî kiriye bidarizîne!
09:21 Li vî gundî sermiyana şexsî tuneye!
09:20 Karkerên Bîmeksê bal kişandin ser 2'yê Mijdarê: Em ê kon vedin
09:19 ‘Li herêmê rojnamevanî zehmet e'
09:11 Şert û mercên xebata li nav erda giran dibin
09:09 Garadiyanan gef li girtiyan xwariye: Hûn baş dizanin em ê çawa we geber bikin
09:08 ‘Rêveberê esil ê lêpirsînê ne dozger û polîs in'
09:02 Li Şirnexê xebatên 'Xweparastinê' dest pê kirin: Em xwezaya xwe diparêzin
09:01 Mele Ahmet Turhalli: Desthildatdarî û qeyûm me bi navê ‘Xwedê’ dixapînin
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:02 Bi ser buroya ajansa me ya Wanê de girtin: 4 rojnameger binçav kirin
05/10/2020
20:22 Hejmara pêketiyan bû 326 hezar û 46
17:01 Baroya Amedê biryara betalkirina hilbijartinê îttîraz kir
16:56 Malbata girtî Emîr ku li Girtîgeha Elbistanê jiyana xwe ji dest da: Cenazeyê me radest bikin
16:14 Karkerê ji Sûriyê jiyana xwe ji dest da
16:13 Doza şermezarkirina qeyûm hat beratkirin
15:42 Baroya Êlihê li dijî taloqkirina hilbijartina baroyan doz vekir
15:19 Li Rihayê lêpirsîna 1’ê Îlonê derbarê siyasetmedaran de hat destpêkirin
14:16 Bijişkê GATA'yê yê gotibû 'Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
14:13 Girtiyên Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin: Yên rewşa wan giran in jî hene
14:03 Xelata Tip a Nobelê ya 2020'an hat dayîn
13:39 Qeyûmê Amedê 25 karker û karmendî îxrac kir
13:01 Li qatilê Karaman 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn
12:58 Li Şaredariya Bismilê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin angaşta nelêritiyê
12:48 Li dijî taloqkirina hilbijartinê bertek: Em her kesî vedixwînin kongereyê
12:44 Welatiyê Amerîkî yê li Sûrê hatibû binçavkirin hat berdan
12:32 Destûr nehat dayîn şandeya Swêdê biçe serdana Demîrtaş
12:13 Sedema mirina girtî Emîr corona ye
11:56 Sancar: Hefteyek beriya 6-8’ê Cotmehê wezîrek min derbasî Kobanê kir
11:18 Piştî operasyonê daristan hat şewitandin
11:15 Ji Girtîgeha Mêrdînê 4 jin sewqî Girtîgeha Amedê hatin kirin
11:09 Di xwepêşandanên Kobanê de yên tên zanîn û yên nayên zanîn
11:07 Bi soza kar tecawiz kir û piştre radestî çeteyan fuhûşê kir!
09:40 Li Bazîdê şer: Leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:08 “Nexşerêya” ku bûye hinceta qedexeya parêzeran: Ji bo Pirsgirêka Kurd çareseriyê pêşkêş dike
09:08 5 sal in li hestiyê kurê xwe digere
09:08 Qersî ji bo qeyûm çi dibêjin?
09:05 Êdî parêzerê Elkê jî heye!
09:05 Serlêdana girtiya nexweş red kirin: Tu başî, îdare bike
09:03 Amed bûye pêlîstoka qeyûman
09:00 Di 5 salan de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN
04/10/2020
19:45 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên coronayê derketin 8 hezar û 441 kesî
19:09 Li Girtîgeha Elbîstanê mirineke bi guman
16:13 Qeyûmê Qersê Meclîsa Şaredariyê betal kir, hesabê kurdî jê bir
14:29 Rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan HDP'ê
14:09 Wê dema binçavkirina hevşaredar Alaca û 14 kesên din dirêj bikin
13:53 67 hilbijêrên Swîsreyî banga ‘Serbest berana HDP’iyan’ kirin
12:44 Bîlgen: Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn paşguh kirin
12:15 Baroya Îzmîrê: Biryara wezaretê ne hiqûqiye
11:33 Zaroka 6 salî mirî hat dîtin
11:30 Elîaçik: Nimêja li ber şaredariyê, nîşaneya hişmendiya dagirkirinê ye
10:30 Mezlûm Ebdî: Em ê destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
09:01 Gulum: Xwedîderketina gel feraseta îqtidarê pûç kir
09:01 Der barê rojnamevan Boltan de 6 lêpirsîn û 5 doz
09:01 Sîne-Sen: Em li setan şert û mercên insanî dixwazin
09:01 Nazlioglû: Yek ji tevdîrên pêşîlêgirtina cinayetên jinan avakirina qadên îstihdamê ye
09:00 Xetereya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç didome
09:00 Dîwana Mûhasebatê xwest lêpirsîn bê destpêkirin, lê şaredarî û daraz li ber xwe didin
09:00 Pirtûka 'Cinawira Gola Wanê' derket
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN
03/10/2020
22:58 Guven: Êdî wê tu tişt ne wekî berê be
19:48 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:00 Di Lijneya Giştî ya EFA'yê de biryara piştevaniya HDP’ê girtin
16:19 9 meh piştî karesata keştiyê 7 kes hatin girtin
16:16 Erdogan sînyala destwerdana li dijî Bakurê Sûriyê da
15:53 AKP’ê hewl da bi beramberî pereyan endamê HDP’ê bike endamê xwe
15:13 ‘Mirinê li girtiyê nexweş Guneş ferz dikin'
14:29 Îfadegirtina Hevşaredara Qersê Alaca û 20 kesan dest pê kir
14:16 Yildirim ê ji sedî 95 astengdare darman nakin
14:02 Zarokên Abdulmecît Baskin: Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye
13:41 Di meha Îlonê de 64 rojnameger hatin darizandin
13:18 Sekreterê Giştî yê qeyûm wê ji ‘sûc lêanînê’ îfade bide
13:13 Sedema qedexeya hevdîtina Ocalan Nexşerêya DMME'ê ye
12:41 Aqûbeta Dagli yê dibin çavan de wêneyê wî hatibû kişandin pirsîn
12:40 MYK’a HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan
12:00 HDP'ê ji bo Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand
11:47 Parêzerên MA’yê îtîrazî biryara astengkirina ragihandinê kirin
11:44 Tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji Wezîr Gul hat pirsîn
11:07 Hevberdevka DÎK’ê Kaya: Dizek nikarin bi nimêjê xwe xilas bikin
11:03 Dozger lêpêrsînê daye destpêkirin, lê haya wî ji dosyeyê tune ye
10:45 Pirtûkek sûd wergirtinê: Navên Kurdî
10:13 Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne
09:41 Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e
09:09 Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne
09:09 Welatiyên bûn endamên HDP'ê: Em bibin yek
09:07 ‘Kuçe ji bo heywanan ne ewle ne, pêşî divê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin'
09:06 Bavê Ekrem Kaceroglû: Wexta lawê min hat kuştin jî me doza aştiyê kir
09:05 Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in
09:05 Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin
09:01 Li dijî şidetê divê jin bên cem hev du
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN
02/10/2020
23:27 Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin
20:44 Bi dengê Egîdê Cimo kilama 'De Lê Wayê'
20:12 Ji ber Covîd-19'ê 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 1442 kes jî pê ketine
18:02 Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin
16:22 Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endamê Meclîsa HDP’ê hatin berdan
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?