Bûldan: Dozgerê operasyonê Erdogan e

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de komploya siyasî tê amadekirin û got: “Dosyeya vê operasyonê bixwe li Qesrê hatiye amadekirin. Dozgerê vê dosyeyê jî Erdogan û zavayê dozger e.” 

 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Komcivîna Meclîsê ya partiya xwe de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Bûldan di axaftina xwe zêdetir bal kişand zextên li ser HDP’ê. Beşek ji axaftina Bûldan a Komcivînê wiha ye: 
 
“Ne wê kompoloyên siyasî yên îqtîdarê û ne jî faşîzm dikaribe dengê HDP’ê qût bike. Nîvê me di girtîgehê de be jî wê HDP ji bo têkoşîna aştî, demokrasî, azadî û parastina nirxên gelan li ser pêya be. 
 
NAVÊ BERXWEDANÊ HDP YE’ 
 
Bi ‘Lêpirsîna Kobanê’ re piştevaniya ji bo HDP’ê zêde bûye û her diçe mezintir dibe. Vaye em ê bi vê piştevaniyê re ber bi serkeftinê ve bimeşin. HDP kevneşopiya dîrokî û civakî xwedî têkoşînek bi hêz e. Vê kevneşopiyê her tim xwe li ser pêya girt û hebûna xwe parast. Ji niha şûn ve jî wê xwe biparêz e. Bi taybetî dixwazin viya destnîşan bikim; Em tenê HDP’iyek jî bimînin em ê bibin dengê mezlûman û bibin bêhn sitendina gelan. Çimkî HDP tenê ne tevgerek siyasî ye. Awayê jiyanê ku fikrên wê azadî û wekheviyê aj dide ye. Heke navek din ê jiyankirinê berxwedan be, navê berxwedanê jî HDP ye. Yên ku her roj fermana operasyonên bi ser HDP’ê de didin hêj ji me fêm nekirine. HDP wek we ne şirketek berjwendiyê û hevkarê rantê ye. HDP nasname, bawerî ye. HDP hevkariya têkoşîna bi milyonan e. Hevkariya têkoşîna her tim ji bedel dayînê re amade ye.
 
KOMPLOYA DARAZÊ 
 
Bi fermana şirîkatiya komploya AKP-MHP’ê di 25’ê Îlonê de li dijî partiya me operasyona komployek siyasî pêk anîn. 17 hevalên me bi komploya darazê hatin girtin. Hêceta girtina wan jî xwepêşandanên Kobanê yên sal berê ne. Xwedîgiravê HDP’ê serhildanê daye destpêkirin. Bi ser bûyeran re 6 sal derbas bûye. 6 sal fikirî ne ka wê çi bikin. Biryara operasyona li dijî partiya me dane. Biryarên derew dane û hêcetên pûç rêz kirine. Niha em bi bayê derewan re rûbirû ne. Teoriya Derewên Mezin a Wezîrê Propagandaya Nazî di dewrê de ye. Li gorî vê ‘hûn derewekî hezar car bêjin, wê derew ji derewbûna xwe derkeve, wê eynî bibe rastî.’ Niha jî diyar e ku îqtîdarê van gotinan ji xwe re kiriye rêber û em bi îqtîdarek wiha derewkar re rûbirû ne. Bi taybetî dixwazin vê îfade bikim; Derewkarî bûye navê îqtîdarê.
 
PROVAKASYON
 
Îro salvegera 6’ê Cotmehê ya çalakiyên Kobanê ye. Ez ji vir hezkirin û hurmet gelê Kobanê silav dikim. DAIŞ’ê piştî qirkirina li Şengalê li dijî civaka êzidî pêk anî, di 15’ê Îlona 2015’an de li Kobanê qirkirinê da destpêkirin .Gelê Kobanê jî bi rûmetî jiyan, mal û milk û axa xwe parast. Di wê pêvajoyê de li Tirkiyê û li 70 welatên cîhanê xelk bi gelê Kobanê re bû û ji bo wan li ser pêya bû. Şermezarkirina DAIŞ’ê beriya 7’ê Cotmehê dest pê kiribû. Tenê daxwaziyek hebû, ew jî rawestandina komkujiyên DAIŞ’ê bû û vekirina korîdora alîkariya mirovî ya ji bo Kobanê bû. Di şermezarkirina DAIŞ’ê ya roja 7’ê Cotmehê de li Gimgimê ciwanê me Hakan Buksur ê 25 salî bû armanca guleyên polîsan û hat qetilkirin. Ew tam provokasyonek bû. 
 
HÊZÊN PARAMÎLÎTER Û NIJADPEREST XISTIN DEWRÊ
 
Belê heman rojê Erdogan li Dîlokê bi hezkirinek mezin got ‘Wa Kobanê ket û dikeve.’ Ev gotin tam jî bûn sedema mezinkirina hêrsa gel. Pişt re hêzên paramîlîter û komên nijadperest bi awayek rêxistinkirî û organîzeyî daxistin kolanan. Xwînê rijandin ser bertekên demokratîk. Heke komkujiya li Gimgimê û daxuyaniyên tevdanê yên Erdogan nebûna, polîs û eskeran sîleh bikar neanîna wê mirin çênebûna. Heta ku muaxeleyên dewletê dest pê nekiribûn di xwepêşandanan de tu tundî neqewimî bû. Yên jiyana xwe ji dest dan bi piranî alîgirên partiya me bûn. Bi guleyên polîs 3u eskeran hatin kuştin. Bi êrişên komên nijadperest hatin qetilkirin. Hêj em bi êşa wan însanên xwe dijîn. 
 
WEZÎRÊ KARÊN NEVXWEYÎ ŞAHID E 
 
Ne HDP’ê bûyeran dest pê kiriye. Berevajî vê yekê HDP ji bo çalakiyan belav bike di nava hewldanan de bû.  Wê serdemê û piştî wê serdemê jî. Bi taybetî şandeya me di kêliya bûyeran de 48 saetan li Wezareta Karên Navxweyî bû. Serokwezîrê demê, Wezîrê Karên Navxweyî û Musteşarê Ewlehiya Cemaweriyê cahidê vê yekê ne. Piştî rawestandina bûyeran bi taybetî nûnerên hikumetê spasiyê xwe li partiya me kirin. Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê ji şandeya HDP’ê ya muzakereyan birêve dibir re gotibû ‘Di nava hêzên ewlehiyê de hêzên nayên kontrolkirin hene.’ Ew jî bi xwe di ferqa vê yekê de bûn. Hêzên xwepêşandana guhertin û arasteyî komkujiyan kirin dewlet bi xwe bû. Lê li gel dizanin jî dixwazin ser rastiyan bigirin û em şahidya vê yekê dikin. Em dizanin derdê wan çi ye. Dixwazin berpirsiyariya kuştinan bixin stûyê HDP’ê û ev yek jî ji bilî komploya siyasî ne tiştekî din e. 
 
OPERASYON TOLHILDINA KOBANÊ YE 
 
Xwestin bidawîanîna pêvajoya çareseriyê plan bikin. Lê bi ser neketin. Ev operasyona tolhildana neketina Kobanê ye. Heke Kobanê li ber xwe neda û dinya xwedî liv ê derneketa, Kobanê biketa, niha DAIŞ’ê li aliyê din ê sînor dewletek ava kiribû. Wê niha ala wê ya reş cînarê Tirkiyê bûya. Û wê nûnertiya xwe ya mezin jî li Tirkiyê vekirina. Plana dagirkerî û komkujiyan hemû li ser Tirkiyê dê birêve bibirina û wê li vir bikirina. Tabî heke Kobanê biketa. 
 
OPERASYON LI QESRÊ HATIYE AMADEKIRIN 
 
Heke li hêceta banga tundiyê digerin bila ewilî li provokasyona Gimbimê û gotinên ‘Kobanê ket û dikeve’ binêrin û li gorî wê biryar bidin. Ez pir eşkere dibêjim; ji mirin abi dehan însan îqtîdara AKP’ê û hêzên paramîlîter ên di nava dewletê de berpirsiyar in. Dosyeya vê operasyonê bixwe li Qesrê hatiye amadekirin û dozgerê vê dosyeyê Erdogan û zavayê dozger e. Erdogan dibêje ‘dozgerê me hesabî çalakiyên Kobanê dipirse.’ Li holê darazek nîne ku hesap bipirse. Hûn qala kîjan darazê dikin? Hûn qala wê daraza ku ketiye bin fermana te û şirîkên te. Dibêje berdin, berdidin. Dibêjin bigirin, digirin. Birêz Erdogan bi rastî em dixwazin li vir ji te re bêjin; ew ne daraz e, hêzên operasyona we ne. Daraza rasteqîn girêdayî hiqûq, edalet û heqîqetê ye. Ne girêdayî Qesran û îqtîdaran e.” 
 
'WÊ GELÊ QERSÊ BIÇE TESLÎM NEBE' 
 
Bûldan bal kişand ser tayînkirina Qeyûmê Qersê û got: "Dibe ku hûn şaredariyê bi awayek dij hiqûq desteser bikin. Lê belê qet hûn nikarin vîna gelê Qersê teslîm bigirin. Wê gelê Qersê qeyûmê ji dizî, talan, neheqî û bêhiqûqiyê re dibêje 'amîn' wê qebûl neke. Wê gelê Qersê vê dizî û bêariya we ji bîr neke. Qeyûm ewilî meclîsa şaredariyê betal kir û hesabê kurdî jê bir. Meraq nekin wê Qelê Qersê jî we paqij bike."
 
AVÊTINA WELATIYAN A JI HELÎKOPTÊRÊ
 
Bûldan bal kişand ser avêtina ji helîkoptêrê ya Servet Tûrgût û Osman Şîban û got: "Êşkenceya salên 90'î û JÎTEM'ê dubare dikin. Em dizanin ku hûn JÎTEM'a xwe birêxistin dikin. Li şûna Torosên Spî welatiyan ji Helîkoptêrê diavêjin. Qey tu yê bêjî ev rastî nayên zanîn û dixwazin ser bûyerê bigirin. Hûn rastiyê ji kî vedişêrin. Însanetî, derew û dijminatiya we li holê ye. Rastî wek roniya rojê li holê ne." 
 
BINÇAVKIRINA ROJNAMEVANAN ŞERMEZAR KIR 
 
Bûldan binçavkirina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya yên Wanê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala jî nirxand û got: "Vê sibehê rojnamevanên êşkenceya helîkoptêrê eşkere kirin û piştrast kirin binçav kirine. Dixwazin tola xwe ji rojnamevanan bistînin. Ez vê operasyonê şermezar dikim. Rojnamevanên we bêhiqûqî binçav kiriye demildest berdin." 
 
 

Sernavên din

08/10/2020
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
09:01 Rojnamevan: Naxwazin binpêkirinên mafan bên nivîsandin
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN
08:41 Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin
07/10/2020
20:03 Bêrîtiya Tûma Çelîk hat betalkirin
19:34 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609
19:07 Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin
17:02 Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin
16:03 Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin
15:54 Li Licê muhîmata leşkerî bi şivanekî ve teqiya
15:49 Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin
15:45 Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê
15:31 Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê
15:10 Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest
15:02 Îtîraza dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
15:01 Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e
15:01 Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin
14:45 Polîsan gef lê xwarine û sîxûrtiyê lê ferz kirine
14:12 Qeyûm şopîneriya Ayhan Bîlgen a Twîttera Şaredariyê asteng kir
13:29 Ji kesên ku li Qersê hatibûn binçavkirin 10 jê sewqî edliyeyê kirin
13:21 Dema binçavkirina rojnamevanan hat dirêjkirin: Sedema operasyonê nûçeyên helîkopterê ne
13:20 Bertek nîşanî binçavkirina dayikên aştiyê dan
12:38 MKGP: Ersoz, çawaniya têkoşînê ji me re mîrate hişt
12:32 Qeyûmê Sûrê ku budçeya şaredariyê qedand bi deyn pere ji şaredariya mezin stend
12:24 Gava ewil a destwerdana li dijî Rojhilata Navîn
12:19 Ji bo karê ‘nelirê’ şertê ‘mafê feragatê’
12:00 Li Rihayê tundiya zilam
11:42 Şahidê mirina li ser sînor vegot
11:31 'Darazê guh neda delîlan, der barê polîsan de biryara beraetê da'
10:39 Gulmehemedî: Kurd li dijî polîtîkayên teslimiyetê kolberiyê dikin
10:11 Darizandina têkildarî Yasîn Boru çima ji bo yên din nehat kirin?
09:18 Li Cudî û Bestayê cihekî ku heywanên xwe lê biçêrîne nemaye
09:17 Sarisaç: Ji ber ku bûyer eşkere kirin hedef hatin girtin
09:17 Heger 'Nexşerê'ya Ocalan pêk bihatana...
09:16 Berfîn Ozek: Niha wateya hevoka 'heya neyê serê mirov, mirov fêm nake' baş fêm dikim
09:16 ‘Li dijî zext û zoriyan têkoşîneke hevpar divê'
09:08 Tê gotin di dema qawîşguherandinê de hatiye îşkencekirin
09:08 Ji ber tevlî çalakiya Peymana Stenbolê bûye cezayê pereyî lê birîne
09:04 Xêrûbera wan zêde ye lê bihayê wan kêm e
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Polisan li Stenbolê gelek ESP ve SGDF'iyan binçav kir
06/10/2020
20:32 Îro li Tirkiyeyê 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1511 kes jî pê ketine
20:29 Agirê bi Baxçeyên Hewselê ket hat tefandin
16:56 Birayê Tûrgût : Rojnamegerên dibin çavan de bûn dengê me
16:25 Hat îdiakirin ku gardiyanan lingê girtî şikandin e
15:49 Li Ebexê li ser sînor welatiyek hat kuştin
15:34 Hemû girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin
15:06 Mirina bi guman a li Girtîgeha Elbîstanê birin rojeva Meclîsê
14:50 Hinceta cezayê parlamenter Tosûn diyar bû
14:33 Li El Babê teqînek mezin rû da
14:26 Bûldan: Dozgerê operasyonê Erdogan e
13:51 Ji bo Îmraliyê ji parêzeran serlêdaneke nû
13:51 Dadgehê hinceta Demîrtaş qebûl nekir
13:40 ‘MA li vî welatî kok berdaye, êrîş nikarin wê bêbandor bikin’
12:43 Belavkara berê ya rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
12:36 ÎHD: Divê çalakiyên Kobanê ji hemû aliyan ve bê lêkolînkirin
12:25 23 salên bê Gûrbetellî: Wêrekî, biryardarî û xîreta wê li her deverê ye
12:03 Li Rihayê qezaya trafîqê: 15 karker birîndar bûn
12:00 3 kes li Mêrdînê hatin girtin
11:33 Sînorkirina hevdîtina parêzeran danîn ser rojnamevanên di binçavan de
11:11 Jinên kurd ên rojnameger: Em ê pêşengtiya xwe mezin bikin
11:06 Rêxistinên rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
11:05 Aydenîz: Em derbasî têkoşîneke nû bûn
10:37 Parêzerê Ocalan: Li Îmraliyê biryara ‘kopye bike û bizeliqîne’ tê girtin
10:24 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:11 Bêcezahiştina ku mirinan zêde dike
10:10 Rojnamevanên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê piştrast kiribûn di binçavan de ne