Qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

  • rojane
  • 13:06 10 Cotmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo kesên di Komkujiya Gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hat lidarxistin. Di çalakiyên bîranînê yên li goristanan pêk hatin de, hat diyar kirin ku AKP’ê zemîna komkujiyê amade kir û bertek nîşanî ne darizandina berpirsiyaran hat dayîn. 

Di salvegera Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li Meydana Gara Enqerê ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat de, kesên di komkojiyê de jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajaran hatin bibîranîn. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê çalakiya bîranînê li dar xist. Di çalakiyê de, pankarta “Em ê Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nekin, nedin ji bîr kirin” hat vekirin û wêneyên 103 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bûn hatin hilgirtin. Ji bo ku qûrbaniyên komkujiyê, deqeyek rêz hat girtin û dirûşmeyên “Bijî aştî”, “Destên dirêjî aştiyê dibin bişikin” û “10’ê Cotmehê ji bîr neke, ne de ji bîr kirin” hatin berzkirin. 
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Amedê Dogan Hatûn, di bîranînê de axivî û wiha got: “Di 10’ê Cotmehê de, bi heviya aştiya gelên Tirkiyeyê me ber bi Enqerê ve ketin rê. Lê ev hêvî qetil kirin.” 
 
Hevberdevka Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Gonul Adibelî jî, diyar kir ku li dijî kesên li hemberî şer derketin û gotin aştî êrîş pêk hat û wiha got: “Kesên şer dixwazin û xwe li ser rageşiyê, kaosê û cudakariyê xwedî dikin, ev komkujî pêk anîn.” 
 
Piştî daxuyaniyê, ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, nepoxên spî hatin firanadin.
 
LI GORISTANAN BÎRANÎN 
 
Li Stenbolê jî, kesên jiyana xwe di komkujiyê de ji dest dayîn, li ser gorên xwe yên li Sultangaziyê, Gaziosmanpaşa, Esenler, Eyup, Faîh, Arnavutkoy, Bayrampaşa, Sariyer, Beşiktaş, Şîşlî, Beyoglu, Kagıithane û Zeytinburnuyê hatin bibîranîn. Rêveber û endamên rêxistînên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajar û navçeya û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. 
 
Endamê MYK’a HDP’ê Ferhat Encu û endamên Sendîkaya Karkerên Înşaetê (Înşaet-Îş) beşdarî bîranîna Serdar Ben ê li Goristana Gazî hat bibîranîn. Di bîranînê de pankarta “Şerê me hê ne qediyaye, dewam dike…” hat vekirin. 
 
'AKP’Ê ZEMÎNA KOMKUJIYÊ AMED KIR’
 
Endamê MYK’a HDP’ê Ferhat Encu, diyar kir ku berpirsê komkujiyê desthilatdariya AKP’ê ye û wiha axivî: “Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê xwe li ser şer, kîn, cudakarî û rijandina xwînê xwedî dike.”
 
ÎHD: DIVÊ BERPIRSIYAR BÊN DARIZANDIN
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirvan (ÎHD) ya Stenbolê jî, derbarê komkujiyê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê CHP’ê Tûran Aydogan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûnê. Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Leman Yurtsever, bal kişand ser hêzên komkujî pêk anîn û wiha got: “10 roj berî komkujiyê, ixbar hatibû kirin. Lê hêzên ewlekariyê pêşiya vê komkujiyê ne girtin. Bi zanebûn ev komkujî pêk anîn. Divê kesên di nava dewletê de cih digirin bên darizandin.
 
Piştî daxuyaniyê, pankarta “Di sala 5’emîn de, me Komkujiya 10’ê Cotmehê Gara Enqerê ji bîr nekir,  nedin ji bîr kirin! Emê teslîmî taritiyê nebin” bi pencereya ÎHD’ê ve hat kirin.
 
WÊ KOMKUJIYÊ NEDIN JI BÎR KIRIN 
 
Li Îzmîr û Manîsayê jî, rêxistinên civaka sivîl û demokratîk bi heman armancê çalakiyên bîranînê li dar xistin, xwestin berpirsên komkujiyên bên darizandin û peyama ewê komkujiyê nedin ji bîr kirin dan. 
 
EDENE
 
Li Edenê jî, saet 10.00’an li ber Gara Trenê bîranîn hat lidarxistin. Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, rêveberên DÎSK, KESK, Baroya Edenê, Odeya Bijîşkên Edenê, TMMOP, HDP, EMEP, ESP, SYKP, Partiya Çep, Maa Gel û CHP’ê beşdarî bîranînê bûn. Berdevka Demî ya Platforma Şaxa KESK’ê ya Edenê Fatma Sariogûz Guney, daxuyanî da û wiha got: “Heya ku bersûcên komkujiyê neyin darizandin, ewê destûr nedin ku dosyeya 10’ê Cotemehê bê girtin.”

‘ZAROKÊN ME AŞTÎ DIXWESTIN’

Dayika Dîlan Sarikaya ya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Neslîgul Sarikaya jî, got: “Gelo çima ev êş bi me dan jiyîn. Ma em dijminê wan bûn. Me aştî dixwest. Zarokên me aştî dixwestin. Ma kî aştiyê naxwaze. Ger bixwestna dikaribûn pêşiya vê komkujiyê bigirin.”

Dayika Şebnem Yûrtman a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Şafak Yûrtman jî, bal kişand ser komkujiyê û wiha axivî: “Dema ku Şebnem çû wê derê hîna 23 salî bû. Biçûka malê bû. Digot ‘aştî,’ digot ‘demokrasî.’ Di got ‘bila cudakariya Kurd û Elewiyan neyê kirin. Em hemû bi hevre guvendê bigerînin.’ Gelo çiya vê sûc bû? Çi gunehê wan hebûn? Bombe avêtin wê derê û fîdana min ji min girtin. Êdî dest ji vê cihêkariyê berdin.

Biraya Fevzî Sert Saadettîn Sert jî, diyar kir ku qatilan ji Dîlokê heya Gara Enqerê dest û milên xwe hejandin û çûn wê derê û pirsa, “gelo ev çawan çû wê derê?” kir.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan jî, dest nîşan kir ku berpirsiyarê esasî yê komkujiyê hikumet û dewlet bi xwe ye.  

HATAY

Hêzên Ked û Demokratiyê yên Hatayê jî, gora Necla Dûran a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da ya li Goristina Aşagiokçûlarê ziyaret kirin û bi bîr anîn.

ANTALYA

Li Antalyayê jî, Hêzên Ked û Demokrasiyê li ber Birdariya Attalos hatin gel hev û deqeyek rêz girtin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven û nûnerên partiyên siyasî beşdarî bîranînê bûn.

ÊLIH

Meryem Bûlût û Mûhammet Veysel Atilgan ên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest da bûn li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî, parazvanên mafên mirovan û rêxistinên kedê yên beşdarî bîranên bûn çîçek danîn ser gorên wan.

Kesên tevlî bîranînê bûn, dûre derbasî goristana Kercewsê bûn û Mûhammet Veysel Atilgan li ser gora wî bi bîr anîn.

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, KESK û HDP'ê ve 103 kesên di Komkujiya Gara Enqerê de jiyanên xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn û daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya KESK'ê  hat dayîn. Endamên SES'ê û Egîtîm-Senê  tevlî bûn. Daxuyaniya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir ji aliyê Serokê Şaxa Egîtîm-Sen û Berdevkê serdêmê yê KESK'ê Nîzam Kaplan ve hat xwendin. 

Kaplan, kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û got:" Em ê hêrsa xwe zindî bihêlin û heya ku  berpirsiyarên bûyerê tên cezakirin em ê tebikoşîn û hesab bipirsîn. Kesên ku di komkujiya 10 cotmehê de  rol lîstin, yên ku wezîfa xwe paşguh kirin, rê dan ber qetlîamê û ferman dan, werin darizandin û cezayê ku heq dikin negirin em ê dev ji têkoşînê bernedîn. Em ê nehêlin komkujî were ji bîr kirin. Em ê teqez hesabê hevalên
xwe yên ku hatin qetilkirin bipirsîn."
 
'EM Ê JIBÎR NEKIN Û NEDIN JIBÎRKIRIN'
 
Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê jî li ber avahiya xwe bi tevlîbûna rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyê bi daxuyaniyekî kesên ku komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Daxuyaniya ku ji hêla Hevserokê HDP'ê yê rêxisyina Cizîrê Ûzeyîr Kilinc ve hatî xwendin wiha hat gotin: "Em ê ne rawestin, heya ku hemû berpirsiyar tên darizandin û ji wan hesab neyê pirsîn em ê dev ji têkoşîna lêgerîna xwe ya edeletê bernedîn. Em kesên ku jiyana xwe ji dest dan, di 5'emîn salvegera wan de bi bîr tînin. Em ê tu carî ji bîr nekin û em ê nedin ji bîr kirin."
 
BAJAR BI BAJAR BI BÎR ANÎN 
 
Di heman demê de li Hatay, Enqere, Semsûr, Riha, Erzîncan, Dersim, Wan û Xerpetê jî bi boneya 5'emîn salvegera komkujiyê, çalakî û bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de, hat dest nîşan kirin ku êşa komkujiyê weke roja ewil zindiye û hat xwestin ku komkujî bê ronîkirin û kujer bên cezakirin. 
 

Sernavên din

11/10/2020
10:40 Li Agirê şer: Esker mir
10:38 Li Qersê zemîna qeyûm bi awayekê bêhiqûqî amed kirin
10:17 Arîs Nalci: Rusya Tirkiye xist valahiyê
10:04 Wêjekar û Nivîskaran Mehmet Ûzûn bi bîr anî
09:44 Qeyûm 9 karker û karmendan ji kar derxist
09:09 Pismamê Servet Tûrgût: Rojnamevanên dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin
09:08 Her cara mirina jinekê dibihîse diçe ser gora keça xwe
09:07 4 penaberên ku cendirmeyan berê wan dan devera bimayin jiyana xwe ji dest dane!
09:06 Gida-Îş: Bi YEP'ê re tazmînata kidemî tê betalkirin
09:06 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê pêdiviyên girtiyan nadin wan
09:02 Ciwanên HDP û DBP'î: Deklerasyon ji bo gelan wekî derman e
09:01 Çandek kevnare conî û destar: Bi destê jinan zindî maye
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2020'AN
10/10/2020
22:13 Platforma Ked û Demokrasiye kesen di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn
21:28 Wê li devera ku agir bi daristanan ketiye krom bê derxistin
21:19 Pakdemîrlî: Şewata li Hatayê hatiye kontrolkirin
20:34 Li Tirkiyeyê 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:48 Hatay ji duh ve dişewite: Sedema şewatê rant û talanî ye
16:19 ‘Em ê radestî sepanên faşîzan nebin’
16:06 Gef li kesên di bîranîna 10’ê Cotmehê de hatin binçavkirin xwarin
15:28 Girtiya nexweş Karaguzel bi rîska felçê re rûbirû ye
15:27 Hevseroka HDP’a Rihayê Çetîner hat binçavkirin
15:09 HDP û DBP'ê girtina rojnamegeran şermezar kir
15:06 Babacan: Yên hatine bijartin îradeya gel in
14:49 ‘Bi kîjan hincetî qedexeya ragihandinê ji bo Ocalan hat dayîn?’
14:47 Şandeya DÎB'ê çû serdana malbata Tûrgût û Şîban
14:30 Li Meletiyê hejmara binçavkiriyan derket 11 kesan
14:21 Bal kişandin ser rewşa jinên girtî yên li Kayseriyê
14:17 Dayikên Şemiyê Cemîl Kirbayir bibîr anî: Hişmendiya 12'ê îlonê didome
13:56 Rojnamevanan serdana ofîsa me ya Wanê kirin
13:49 Kongreya Baroya Stenbolê jî hat astengkirin
13:28 Serdozgerê Wanê ‘malpera tetikkêş’ eciband!
13:26 DFG, MKGP û TGS: 4 rojnamegerên li Wanê hatin girtin bi lez berdin
13:10 Li aqûbeta Çîçek ê 26 sal in winda ye pirsîn
13:06 Qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
12:07 Destûra li dar xistina kongreya Baroya Amedê nehat dayîn: Ji rastiyan ditirsin
12:00 Kiliçdaroglû qûrbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bîranî
11:31 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê vê axê bi aştiyê tacîdar bikin
11:25 Qûrbaniyên Komkujiya Garê li Ûlûsê hatin bibîranîn
11:06 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Okûr di xetereyê de ye
10:49 Azerbaycan û Ermenîstan li ser agirbesê li hev kirin
10:31 Dadgehê hevdîtina telefonê jî li Ocalan qedexe kir
10:22 Ûgûrlû: Qedexeya parêzeran dewama komployê ye
10:08 Malbat û rêxistinên demokratîk li Enqereyê meşiyan: Polîsan 11 kes binçav kirin
09:58 Parêzer Merve Nûr Dogan hat girtin
09:55 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de projeya rantê
09:54 Abassanova: Tevlêbûna Rusya û Tirkiye dê Karabaxê bikin wekî Sûriyeyê
09:09 Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin
09:08 Dayika Zeynep Şenpinar: Heger Peymana Stenbolê pêk bianîna dê keça min sax bûya
09:07 Gundî li benda çêkirina rê ne
09:07 Konteynerên ji bo penaberan anîne deriyên wan jî nehatine vekirin
09:06 Hindik maye kuafor jî îflas bikin
09:05 ‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e'
09:04 'Çêkirina qereqolên li ser sînor operasyonek mihtemel dide nîşandan'
09:03 Şêniyên Şîşliyê ne avahiyan, qada kombûnê ya erdhejê dixwazin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN
09/10/2020
21:44 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:10 4 rojnamevan hatin girtin
16:36 Temel: Li Îmraliyê netewek tê tecrîdkirin
15:37 Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan