Arîs Nalci: Rusya Tirkiye xist valahiyê

  • rojane
  • 10:17 11 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Rojnameger Arîs Nalci, bal kişand ser nêzîkatiya Tirkiye ya li dijî Azerbaycan û Ermenistan û wiha got: "Azerbeycanê li Ermenîstanê armanca dixwest bi dest nexist. Piştî Rusya bang li herdu welatan kir û agirbest îlan kirin, Tirkiye li dervê sînor hiştin û Tirkiye xistin valahiyê."

 
Azerbaycan û Ermenistanê di 27'ê îlonê de li ser Karabaxa Çiyayî şer kirin. Piştî civîna sê alî ya wezîrên derve yên Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê li Moskowê di pêşkêşiya Rûsyayê de pêk hat, di 10'ê Cotmehê de Azerbeycan û Ermenîstanê agirbest îlan kirin. Ermenîstan û Azerbeycan li ser agirbesta herêma Nagorno Karabaxê li hev kirin. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ragihand aşkere kir ku Ermenîstan û Azerbeycanê li herêma Nagorno-Karabaxê, ji demjimêr 12:00'ê nîvro yê 10'ê Cotmehê agirbest îlan kirine. Di şerê di 27'ê îlonê de dest pê kir herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî civînê bi navbênkariya Komîteya Kizilxaçê ya Navneteweyî ji bo cenaze, kesên dîl hatine girtin û girtiyan taqas bikin agirbest îlan kirin. 
 
Têkildarî şer û Agirbesta navbera Azerbeycan û Ermenîstanê û helwesta Tirkiye û Rûsya Rojnameger Aris Nalci ji Ajansa me Mezopotamya re axivî. Nalci, anî ziman der barê naveroka civîna li Rusya pêk hat de zede ne xwedî agahnî ne û tenê bi qasî di çapemeniyê de hatiye parvekirin xwedî agahî ne. Nalci, da zanîn ku ji bo herdu alî cenazeyê eskerên xwe kom bikin û kesên dîl hatine girtin taqas bikin agirbest îlan kirine û wiha got: "Dema Rusya Hêza Aştiye bişîne Karabaxê, divê Azerbaycan jî vê yekê erê bike. Azerbaycan berê digot Eger Ermenistan axê paşve bide ezê erê bikim. Piştre got Eger Ermenistan şer bi dawî bike ezê erê bikim. Niha li rêyên lihevkirinê digerin. 
 
Hem ji bo agirbestê û hem jî ji bo li hevhatin û çareseriyê hevdîtin tên kirin. Lavrov ji bo rêbazên şerê Nîsana 2016'an banga çareseriyê dike. Di vê planê de armanc dikin ku herdu aliyan jî kêfxweş bikin. Dixwatin li gorî protokola Zurîhê herdu alî li hev bikin û li rêyekê digerin. Li gorî plana Lavrov dê Ermenistan ji hin herêman xwe vekişîne. Herêm dibe ku qada di navbera 7 herêmên ku Azerbaycan qalê dikê be. Li hemberî vê yekê Azerbaycan jî dê ambargoya ragihandina navbera herêman ji holê rake. Ev yek dê şer rawestîne û rêya hevdîtinan veke. Li gorî daxuyaniya Lavrov dê Tirkiye li dervê sînor bimîne. Ji xwe Çavuşoglu jî got dê li gorî daxwazên Azerbaycan tev bigerin. Ev jî nîşan dide ku Rusya Tirkiye li dervê sînor hişt û xist valahiyê. " 
 
'ERMENÎSTAN BERÊ XWE DA WELATÊN ROJAVA' 
 
Nalci, anî ziman ku Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan Karabax ziyaret kir û got 'Ev herêm ya ermeniyan e.' û wiha got: "Vê gotina Paşînyan, Aliyev bêzar kir. Ermenistan piştî Şoreşa Kadife bi rêveberiya Nikol Paşinyan re berê xwe da welatên Rojava. Ev yek bû sedema ku li Karabaxê razemenî bê kirin. Piştî vê yekê li Karabaxê di asta biçûk de qadên hilberînê û piştî Enstîtuya Fransî kesên navendên çandê vekirin çêbûn. Ev yek bû sedem ku hêzên navneteweyi bêtir eleqeyê nîşanî Karabagê bidin. Di 2 salên dawî de ji ber Federasyona Ermenî ya Ewropa bûn alîgir hêjmara parlamenter û rêxistinên civakî yên Ewropa ku hatin Karabax ziyaret kirin zêde bûn. Ji ber vê yekê dibe ku Azerbaycan ketibe nava fikara 'Gelo Karabax hat naskirin?' Dîsa dibe ji ber Aliyev di aliyê siyaseta hundir de tengav bûbe be. 
 
'AZERBEYCAN NEGIHIŞT ARMANCA XWE' 
 
Nalci, destnişan kir ku tu armanca Ermenistanê ku şer derxe û şer bide destpêkirin tune û nabe û wiha lê zêde kir: "Hem dinaze ku hêza wê ya ku şer derxe tune, hem jî li gorî vê rewşê stabilize bûye. Di vê pêvajoya ku aboriya wê baş bûye de naxwaze bi cîranê xwe Azerbaycanê re şer bike. Herêma ku qala wê tê kirin, herêma di navbera herdu welatan de herêma tampon e. Artêşa Azerbaycanê ketiye vê herêmê. Herdu herêmê qala wê tên kirin pir nêzî hev in. 
Hedefgirtina Paytext Karabaxa Çiyayî, rewşek bi zanebûn û raste rast e. Dîsa herêma Şusî û Nikatedral bombe kirin. Şer li vê herêmê zêde bû. Azerbaycan di esasê xwe de dixwaze vê herêmê bi dest bixe û têkiliya Ermenistan û Îranê qut bike. Lê Azerbaycan negihişt armanca xwe. 
 
'ROLA TIRKIYE DI ŞER DE ZÊDE YE' 
 
Nalci, da zanîn ku moral û baweriya gelê Ermenistanê pir bilind e û wiha berdewam kir: "Sedema vê yekê Tirkiye jî li gel Azerbaycanê tev li şer bû. Ji xwe Karabax ji bo wan têkoşîna hebûnê bû. Ermenistanê ji ber ku ev şer sedema hebûnê dît piştgirî da. Tirkiye û Azerbaycan raste rast nîjada Ermenî kirin hedef. Ji ber vê yekê Karabax ji bo Ermenîstanê bû sedema têkoşîna hebûnê. Ez beşdarî gotina 'Ne ji Rûsya bûya Azerbaycan tev li şerekî wisa nedibû' nabim. Rusya her tim li wir rola navbênkariyê dilîze. Di sala 1994'an de dema şer bi dawî bû, Hêza Aştiyê ya Rus  xwest biçe wir. Lê herdu aliyan ev yek nexwest. Rusya jî dixwaze bikeve Karabaxa Çiyayî û wir têxe destê xwe. Di şerê dest pê kir de ji Rusya zêdetir Tirkiye xaz da Azerbaycanê û xist nava şer. Li vir rola Tirkiye zêde ye. Dema hamleya Tirkiye ya li Suriye, Libya û Derya Spî ya Rojhilat li ber çavan bê girtin, tê dîtin ku Tirkiye taşeroniya şer dike. Nijadperestiyê geş dike. Armanc dike ku Ermenistanê bike hedef. Her ku Tirkiye tengav dibe Ermeniyan dike hedef. Di heman demê de Kurdan dikin dijmin û dixwazin vê yekê pêk bînin. " 
 
'HER KU TIRKIYE TENGAV DIBE BI ERMENÎ Û KURDAN DE ŞER DIKE' 
 
Nalci, bal kişand ser îdeayên ku şervanên PKK'ê birine Ermenîstanê û wiha bi dawî kir: "Daxuyaniyên ku şervanên PKK'ê birine Ermenîstanê pir eletewş û bê bingeh in. Dixwazin di ser dijminantiya Kurd û Ermeniyan de dijminê xwe bikin hevpar. Li Tirkiyeyê li dijî Ermeniyan nefter zêde bûye. Ev pir talûke ye. Her ku Tirkiye tengav dibe bi Ermenî, Rûm, Cûhî û Kurdan re şer dike."  
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 
 

Sernavên din

14/10/2020
12:05 HDP: Kurdî û şanoya kurdî nikare bê qedexekirin
11:52 Şandeyeke Şengalê çû Bexdayê
11:25 Cezayê 19 bersûcên Komkujiya Enqereyê hatin erêkirin
11:25 Lîstikvanên Bêrûyê: Kurdî temûl nakin
09:16 Di şikefta sedsalane de kevneşopiya veşartina penîr û mast didome
09:15 Bîlgen: Operasyona hat kirin operasyoneke piralî ye
09:15 Cenazeyên penaberên eskeran berê wan dabû nav erdê bi mayin li morgê tên sekinandin
09:13 Karkerên madenê: Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin
09:13 Binpêkirinên mafan û qedexeyên li girtîgehan ên di dema şewbê de
09:12 ‘Mirinên gumanbar baş nayên lêkolînkirin û ser wan tê girtin'
09:11 PADÊ: Wê zarokên êzidî Şengalê biparêzin
09:11 Şakar: Tekane alternatîfa Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokratik e
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2020'AN
13/10/2020
23:59 'Qedexekirina Bêrûyê li dijî kurdî û xweîfadekirina azad darbeyeke mezin e'
19:25 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:01 Helbestvan Ulku Bîngol 'Dengê Pepûkê' îmze kir
18:25 Nehiştin parêzer muwekîla xwe rojnamevana girtî Şehrîban Abiyê bibîne
18:11 Lîstika kurdî bi hinceta 'pergala cemaweriyê xera dike' hat qedexekirin
17:51 Hevseroka HDP'a Sûrê Hatûn Yildiz hat berdan
16:26 Wê li 10 cihên dîrokî dengê stran û muzîka kurdî olan bide
15:27 Derbarê kesên ku bertek nîşanî Avzêmên Mûnzûrê dan lêpirsîn dan destpêkirin
15:19 Welatiyê ku li Sûsûrlûkê hatibû kuştin li Mêrdînê hat veşartin
15:04 Cenazeyê Ferhat Y. di avahiyek kavil de hat dîtin
15:04 Sîxûrtî li rêveberê HDP’ê hat ferzkirin
14:37 Li Meletiyê kesek din hat girtin
14:37 Sancar: Meşa me ya pîroz berdewam dike
14:19 Dema binçavkirina dayikên aştiyê cara duyemîn hat dirêjkirin
14:01 Li Îzmîrê, parêzer wê tevlî danişînan nebin
14:00 Rojnameger: Ji bo rojnamegeriyê qerta çapemeniyê ne pîvan e
13:44 Seroka Odeya Bijîjkan a Aydinê Esat Ulku jiyana xwe ji dest da
13:35 Ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê endamtiya AKP’ê pêşniyarî wan kirin
13:31 Li Antalyayê 2 kes hatin binçavkirin
13:20 Li rojnameger Dayan 5 sal û 10 meh cezayê girîgehê hat birîn
13:19 Danişîna doza rojnameger Dogrû taloq bû
12:46 Danişîna xebatkarên TV10 hat taloqkirin
12:44 Hevrîn Xelef li ser gora wê bi bîr anîn
12:23 Cenazeyê Karay di bin dorpêça eskeran de hat definkirin
11:27 Wê wezaret hêzên ewlehiyê yên sûc dikin biparêzin!
11:10 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Qeyûmê Qersê dest bi tesfiyekirina şaredariya civakî kir
10:24 Li 6 taxên Sûrê kevir nehiştine, niha çav berdane taxên din
10:14 35 sal in êşkence, zext, girtin û koçberî li ser wan tê sepandin
10:02 'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'
09:17 Pîşeya hesinkariyê li dijî teknolojiyê li ber xwe dide
09:17 Piştî 7 mehan Kovara Zrîngê bi formatek nû derket
09:16 Di 12 rojan de ji 94 kesan 42 kes hatin girtin
09:15 Li Kerkûk-Şengal-Maxmûrê çi tê armanckirin?
09:14 Şert danîn ber wan: Bibin endamên AKP'ê em tabletê bidin we!
09:14 Girtîgehê betaniyên girtiyan ji wan stendine
09:13 6 sal in cinayeta Kadrî Bagdû nehatiye zelalkirin
09:12 Arsûzî ne kana madenê jiyanê dixwazin
09:12 Temaya îsal a Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Newyorkê yekîtiya neteweyî ye
09:11 Piştî polîsan bi ser malê de girt lal bû
09:11 Pîr Şanli: Piştî bertek kêm bûn armanca eslî ya li avzêman derket holê
09:10 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Elîzabeth' deriyê xwe vedike
09:09 Doç. Dr. Guneş: Plana emperyalîzmê li Kurd û Filîstîniyan nehat
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN
12/10/2020
20:56 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 895
16:17 Li Meletiyê 4 kes hatin girtin
16:15 Mizrakli: Ger hûn rêwiyê heqîqetê bin, divê her rewşê hûn wê biparêzin
16:03 Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût
15:16 HDP çû serdana malbatên xizmên xwe di teqînê de winda kiribûn
15:10 Endezyar Arîn Zumrut hat berdan
15:08 Polis û leşkeran karkerên medenê asteng kirin
15:06 TTB: Daneyên koronayê yên fermî û yên di destên me de hev nagirin
14:53 Li Girtîgeha Menemenê hejmera girtiyên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
14:43 KESK’ê serdana ajansa me kir
14:38 Serokê Baroya Rihayê: Gotinek em bêjin nema, parastin tê darizandin
14:37 Ji CHP’ê serdana piştevaniya HDP’ê
14:11 Kaçmaz girtina rojnamevanan bir rojeva Meclîsê
13:50 Akman ê AKP’yî 3 keçên xwe di saziyên cemaweriyê de bicih kir
13:31 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ji her demê bêtir bi biryar in
13:02 Rêveberê berê yê HDP’ê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:01 Bersiva Babacan a ji bo îşkenceya helîkopterê: Îhtîmal jî karesat e
11:58 DÎB: Dewlet zemîna êrîşên nijadperest amade dike
10:31 Rojnamevanên hatin girtin bi muameleya dij mirovahî re rûbirû mane
10:28 Vurgun ê li Sûsûrlûkê rastî êrîşê hatibû, jiyana xwe ji dest da
10:02 Qeyûm parkeyên ku mehek berê danî dîsa rakir
10:01 Şaredarê Kîlîsê jiyana xwe ji dest da
09:05 Çerkezoglu: Tenê rêya çareseriyê yekîtî ye
09:05 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar ji rastiyan ditirse
09:04 Ji ber rîsk nikare perçeyê şarapnelê ji bedena xwe derxe
09:04 Keya bi hinceta di zeviya wî re derbas dibe rêya gund girt
09:02 Baroya Wanê: Em şahidê rojnamegeriya wan in
09:01 Qada şerê hêzên kurevî: Rojhilata Navîn
09:01 ‘Êrîşa li dijî Ermenistanê amadekariya şerê li dijî Îranê ye'
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2020'AN
11/10/2020
22:12 TJA'yê li Pîranê polîtîkayên şer û tecawizê niqaş kirin
21:22 'Ocalan bi şev û roj têdikoşe'
21:02 59 kes li Tirkiyeyê bi Covit-19 mirin
20:51 Hevseroka HDP'ê Çetîner: Gefa êrîşa zayendî li min xwarin
15:53 Bi artêşa parastvanên xwe re çû sedana karkerên nijadperestan êrîşî wan kiribûn
15:44 Ji xwişka Dokû îdîa: Waliyê berê û alîkarî wî dixwazin ser bûyerê bigirin
14:28 Vurgun yê rastî êrîşê hat, li nexweşxanê têkoşîn jiyanê dide
14:24 Li Şirnexê li hemberî Bolunmezê AKP’î êrîşa çekdarî pêk hat
14:15 Ocalan: Qedexeya telefonê bêehleq û bêqanûnî ye
14:15 Qeyûm xeta otobusê ya gel derxist îhalê
12:44 HDP: Em êrîşa li dijî xwezayê şermezar dikin
12:43 Adule Kardaş întîhar kir an kuştin?
11:18 Li dijî şerê Ermenistan-Azerbeycanê danezana aştiyê