Ji xwişka Dokû îdîa: Waliyê berê û alîkarî wî dixwazin ser bûyerê bigirin

  • rojane
  • 15:44 11 Cotmeh 2020
  • |
img
DERSIM - Xwişka Gulîstan Doku ya ku 281 rojin li Dersimê windaye Aygûl Dokû, diyar kir ku Alîkarê Waliyê berê Ferhat Haneden Guven û Midûrê Îş-Kurê yê Bajêr Ozdemîr Aktaş her tim  zextê li wan dikin û  ji bo ku ji çapemeniyê re ne axivin, wan tim hişyar dikin.
 
Xwendekara pola 2’yemîn a Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû (21) ji 5’ê Çileya 2020’an ve bi tu awayî agahî jê nayê girtin. 281 roj bi ser windabûna Dokû re derbas bû. Lê di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dersimê têkildarî bûyerê dest pê kir de, tu pêşketine tuneye.  
 
Xwişka Gulîstan Dokû Aygul Dokû, di parvekirina xwe ya medya civakî de, diyar kir ku piştî alîkarê Waliyê Dersimê Ferhat Haneden Guven ji peywirê hat girtin û ji bo Serokatiya Kizilayê hat erkdarkirin, bi Midurê Saziya Xebat û Kar ê Dersimê Ozdemîr Aktaş re her tim zexta ku ji çapemeniyê re ne axivin li wan dikin.   
 
Xwişka Dokû, di dewama parvekirina hesabê xwe yê medya civakî de wiha got: “Guven û Aktaş, her tim tên Mala Mamosteyan û me li vê derê hişyar dikin. Ji me re dibêjin Waliyê Dersimê yê berê Tuncay Sonel ew şandine. Gelo ev kes çima tên ji me re dibêjin, ‘li ser Twîtterê pirsa Gulîstan nekin?’ Yan jî ev Midûrê Îş-Kurê Ozdemîr Aktaş kiye ku tê me hişyar û ber alî dike? Zextê li me dikin. Di xwazin me bitirsînin. Gelo ev her du kes çimanê evqas bi bûyera Gulîstan re eleqedar dibin? Êdî rewş wisan bûye, ez difikirim ku dibe van kesan tecawîzî Gulîstanê kiribin. Çima naxwazin dengê Gulîstanê derbikeve û ji vê yekê ne rehet dibin.  Gelo çima zextê li me dikin? Tên ji min re dibêjin, ‘Walî Tuncay em şandine. Walî Tuncay, gotiye bila malbat dengê xwe dernexe, di twîtterê de pirsa Gulîstan neke û bila malbat bi gel û çapemeniyê re hevdîtinê neke.’ Qeydên dengên wan û şahidên min di vî warî de hene. Yan ev jî sûcdarin, yan jî tiştekê dizanîn. Ger ne wisan bûya, wê demê dê çima zext li bikiran. Gelo hûn çima ditirsin û dixwazin çi veşêrin? 
 
'DIVÊ KU WALIYÊ BERÊ DAXUYANIYEKÊ BIDE’
 
Dokû, da zanîn ku divê Waliyê Dersimê yê berê Tuncay Sonel daxuyaniyekê bi de gel-wan û wiha pê de çû: “Walî Tuncay divê daxuyaniyekê bi de vê malbatê. Ew deydarê vê malbatê ye. Gelo çima Walî Tuncay wan her du kesan dişîne ba me? Hinek dixwazin vê bûyerê bi ber aliyekê din ve bibin. Yan walî ew ne şandine, yan jî ev dide nîşandan ku têkiliya wan bi vê bûyerê re heye. Ger Walî şandibe jî, divê daxuyaniyekê bide.” 
 
‘DAYIKA ALÎKARÊ WALÎ, LI GEL ME PAQIJIYÊ DIKE’ 
 
Dokû, dest nîşan kir ku ew hînbûn ku dayika Alîkarê Waliyê berê Ferhat Hanedan Guven li Mala Mamosteyan ku li wê derê dimînin paqijiyê dike û wiha got: “Piştî ku em ji Mala Mamosteyan veqetiyan, em fêrî vê yekê bûn. Gelo Ferhat Hanedan Guven dayika xwe ya li mala mamosteyan paqijiyê dike ji me veşart? Dayika ku her tim bi me re diaxivî û ji me agahî digirtin. Me jî ne dizanî dayika wî ye.” 
 
Xwişka Gulîstan Dokû Aygul Dokû, bertek nîşan da û wiha got: “Gelo çima Ferhat Haneden Guven erka Serokê Kizilay hîna jî dewam dike. Çawan dibe ku kesekê navê wî di vê bûyerê de derbas dibe bikin peywirdar? Vî kesî çavê xwe ji windabûna jinekê re girt û hewl dide ser bûyerê bê girtin. Çawan dibe ku hûn kesekê wisan bidin xebitandin? Ev malbat, 281 rojin bi qîr û hawar li her derê li keça xwe digere. Yan hûnê vî kesî ji vê serokatiyê bigirin, an jî hûnê navê Kizilayê bi kesekê wisan dibin tawanbariyê de bihêlin.”
 

Sernavên din

14/10/2020
12:05 HDP: Kurdî û şanoya kurdî nikare bê qedexekirin
11:52 Şandeyeke Şengalê çû Bexdayê
11:25 Cezayê 19 bersûcên Komkujiya Enqereyê hatin erêkirin
11:25 Lîstikvanên Bêrûyê: Kurdî temûl nakin
09:16 Di şikefta sedsalane de kevneşopiya veşartina penîr û mast didome
09:15 Bîlgen: Operasyona hat kirin operasyoneke piralî ye
09:15 Cenazeyên penaberên eskeran berê wan dabû nav erdê bi mayin li morgê tên sekinandin
09:13 Karkerên madenê: Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin
09:13 Binpêkirinên mafan û qedexeyên li girtîgehan ên di dema şewbê de
09:12 ‘Mirinên gumanbar baş nayên lêkolînkirin û ser wan tê girtin'
09:11 PADÊ: Wê zarokên êzidî Şengalê biparêzin
09:11 Şakar: Tekane alternatîfa Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokratik e
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2020'AN
13/10/2020
23:59 'Qedexekirina Bêrûyê li dijî kurdî û xweîfadekirina azad darbeyeke mezin e'
19:25 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:01 Helbestvan Ulku Bîngol 'Dengê Pepûkê' îmze kir
18:25 Nehiştin parêzer muwekîla xwe rojnamevana girtî Şehrîban Abiyê bibîne
18:11 Lîstika kurdî bi hinceta 'pergala cemaweriyê xera dike' hat qedexekirin
17:51 Hevseroka HDP'a Sûrê Hatûn Yildiz hat berdan
16:26 Wê li 10 cihên dîrokî dengê stran û muzîka kurdî olan bide
15:27 Derbarê kesên ku bertek nîşanî Avzêmên Mûnzûrê dan lêpirsîn dan destpêkirin
15:19 Welatiyê ku li Sûsûrlûkê hatibû kuştin li Mêrdînê hat veşartin
15:04 Cenazeyê Ferhat Y. di avahiyek kavil de hat dîtin
15:04 Sîxûrtî li rêveberê HDP’ê hat ferzkirin
14:37 Li Meletiyê kesek din hat girtin
14:37 Sancar: Meşa me ya pîroz berdewam dike
14:19 Dema binçavkirina dayikên aştiyê cara duyemîn hat dirêjkirin
14:01 Li Îzmîrê, parêzer wê tevlî danişînan nebin
14:00 Rojnameger: Ji bo rojnamegeriyê qerta çapemeniyê ne pîvan e
13:44 Seroka Odeya Bijîjkan a Aydinê Esat Ulku jiyana xwe ji dest da
13:35 Ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê endamtiya AKP’ê pêşniyarî wan kirin
13:31 Li Antalyayê 2 kes hatin binçavkirin
13:20 Li rojnameger Dayan 5 sal û 10 meh cezayê girîgehê hat birîn
13:19 Danişîna doza rojnameger Dogrû taloq bû
12:46 Danişîna xebatkarên TV10 hat taloqkirin
12:44 Hevrîn Xelef li ser gora wê bi bîr anîn
12:23 Cenazeyê Karay di bin dorpêça eskeran de hat definkirin
11:27 Wê wezaret hêzên ewlehiyê yên sûc dikin biparêzin!
11:10 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Qeyûmê Qersê dest bi tesfiyekirina şaredariya civakî kir
10:24 Li 6 taxên Sûrê kevir nehiştine, niha çav berdane taxên din
10:14 35 sal in êşkence, zext, girtin û koçberî li ser wan tê sepandin
10:02 'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'
09:17 Pîşeya hesinkariyê li dijî teknolojiyê li ber xwe dide
09:17 Piştî 7 mehan Kovara Zrîngê bi formatek nû derket
09:16 Di 12 rojan de ji 94 kesan 42 kes hatin girtin
09:15 Li Kerkûk-Şengal-Maxmûrê çi tê armanckirin?
09:14 Şert danîn ber wan: Bibin endamên AKP'ê em tabletê bidin we!
09:14 Girtîgehê betaniyên girtiyan ji wan stendine
09:13 6 sal in cinayeta Kadrî Bagdû nehatiye zelalkirin
09:12 Arsûzî ne kana madenê jiyanê dixwazin
09:12 Temaya îsal a Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Newyorkê yekîtiya neteweyî ye
09:11 Piştî polîsan bi ser malê de girt lal bû
09:11 Pîr Şanli: Piştî bertek kêm bûn armanca eslî ya li avzêman derket holê
09:10 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Elîzabeth' deriyê xwe vedike
09:09 Doç. Dr. Guneş: Plana emperyalîzmê li Kurd û Filîstîniyan nehat
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN
12/10/2020
20:56 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 895
16:17 Li Meletiyê 4 kes hatin girtin
16:15 Mizrakli: Ger hûn rêwiyê heqîqetê bin, divê her rewşê hûn wê biparêzin
16:03 Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût
15:16 HDP çû serdana malbatên xizmên xwe di teqînê de winda kiribûn
15:10 Endezyar Arîn Zumrut hat berdan
15:08 Polis û leşkeran karkerên medenê asteng kirin
15:06 TTB: Daneyên koronayê yên fermî û yên di destên me de hev nagirin
14:53 Li Girtîgeha Menemenê hejmera girtiyên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
14:43 KESK’ê serdana ajansa me kir
14:38 Serokê Baroya Rihayê: Gotinek em bêjin nema, parastin tê darizandin
14:37 Ji CHP’ê serdana piştevaniya HDP’ê
14:11 Kaçmaz girtina rojnamevanan bir rojeva Meclîsê
13:50 Akman ê AKP’yî 3 keçên xwe di saziyên cemaweriyê de bicih kir
13:31 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ji her demê bêtir bi biryar in
13:02 Rêveberê berê yê HDP’ê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:01 Bersiva Babacan a ji bo îşkenceya helîkopterê: Îhtîmal jî karesat e
11:58 DÎB: Dewlet zemîna êrîşên nijadperest amade dike
10:31 Rojnamevanên hatin girtin bi muameleya dij mirovahî re rûbirû mane
10:28 Vurgun ê li Sûsûrlûkê rastî êrîşê hatibû, jiyana xwe ji dest da
10:02 Qeyûm parkeyên ku mehek berê danî dîsa rakir
10:01 Şaredarê Kîlîsê jiyana xwe ji dest da
09:05 Çerkezoglu: Tenê rêya çareseriyê yekîtî ye
09:05 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar ji rastiyan ditirse
09:04 Ji ber rîsk nikare perçeyê şarapnelê ji bedena xwe derxe
09:04 Keya bi hinceta di zeviya wî re derbas dibe rêya gund girt
09:02 Baroya Wanê: Em şahidê rojnamegeriya wan in
09:01 Qada şerê hêzên kurevî: Rojhilata Navîn
09:01 ‘Êrîşa li dijî Ermenistanê amadekariya şerê li dijî Îranê ye'
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2020'AN
11/10/2020
22:12 TJA'yê li Pîranê polîtîkayên şer û tecawizê niqaş kirin
21:22 'Ocalan bi şev û roj têdikoşe'
21:02 59 kes li Tirkiyeyê bi Covit-19 mirin
20:51 Hevseroka HDP'ê Çetîner: Gefa êrîşa zayendî li min xwarin
15:53 Bi artêşa parastvanên xwe re çû sedana karkerên nijadperestan êrîşî wan kiribûn
15:44 Ji xwişka Dokû îdîa: Waliyê berê û alîkarî wî dixwazin ser bûyerê bigirin
14:28 Vurgun yê rastî êrîşê hat, li nexweşxanê têkoşîn jiyanê dide
14:24 Li Şirnexê li hemberî Bolunmezê AKP’î êrîşa çekdarî pêk hat
14:15 Ocalan: Qedexeya telefonê bêehleq û bêqanûnî ye
14:15 Qeyûm xeta otobusê ya gel derxist îhalê
12:44 HDP: Em êrîşa li dijî xwezayê şermezar dikin
12:43 Adule Kardaş întîhar kir an kuştin?
11:18 Li dijî şerê Ermenistan-Azerbeycanê danezana aştiyê