Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar ji rastiyan ditirse

  • rojane
  • 09:05 12 Cotmeh 2020
  • |
img

AMED – Rêxistinên rojnamegeran, bertek nîşanî girtina 4 rojnamegeran dan û diyar kirin ku rojnamegerên hatin girtin ji ber rastî nivîsandine hatin girtin û gotin: “Îqtîdara ji rastiyan ditirse tolê hildîne. Li holê sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin heye. Rayedar li şûna vê yekê lêkolîn bike, tol ji rojnamegerên rastî ronî kirin hilda."

Li Navçeya Şaxê ya Wanê di 11'ê Îlonê de, eskerên derketin operasyonê welatî Servet Tûrgût û Osman Şîban binçav kirin û piştî îşkenceyê ji helîkopterê avêtibûn. Piştî bûyerê bi 20 rojan Servet Tûrgût li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Osman Şîban jî li Mêrsînê hîn jî li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Rojnamevanên ku bûyera du welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin kiribin û nûçe û bi raya giştî re parve kiribûn, di 6'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin. Rojnameger di 9'ê Cotmehê de sewqî dadgehê kirin û Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtin. Nûçegihên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala hatin girtin. Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara rojnameyê ya berê Şukran Erdem jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. 
 
Li ser navê Pilatforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) Roza Metîna, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG) Serdar Altan û Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) Mahmut Oral bertek nişanî girtina rojnamgeran dan. Rojnamegeran anîn ziman ku girtina rojnamegeran nîşan dide ku pîşeyê rojnamegeriyê di bin talûkeyek mezin de ye. 
 
JI SALÊN 90'Î HETA NIHA ZEXT HENE 
 
Hevserokêk DFG'ê Serdar Altan, anî ziman ku girtina rojnamegeran a li Wanê nîşan dide ku îqtîdar çiqas ji rastiyan ditirse û wiha got: "Ji ber tirsa xwe dengê rojnamegeran qut dikin. Lê dê nikaribin bigêjin armanca xwe. Ji ber ku ji salên 90’î heta niha zextên li ser rojnamegeran berdewam dike, lê nikarin dengê rojnamegeran qut bikin. Rojnameger ji bo gelê me û rastiyan têdikoşin. Ev têkoşînek girîng e. Çi ji destê me bê em ê bikin û em ê wan bi tenê nehêlin. Bi girtina 4 rojnamegeran li Tirkiyeyê hêjmara rojnamegerên girtî derket 93'an. Ji ber rojnameger zext û zilma li gel tê kirin ronî dikin dixwazin bi vê yekê tolê ji wan hilînin. Ji ber vê yekê bi hincetê pûç rojnamegeran digirin.
 
‘ISRARA RASTIYAN HER TIM WAN ACIZ DIKE' 
 
Li ser navê MKGP'ê Roza Metina jî bertekên xwe yên li dijî girtina rojnamegeran anîn ziman û wiha got: "Çapemeniya azad di ronîkirina rastiyan de xwedî cihekî taybet û girîn e. Ji ber vê yekê îqtîdar her tim wan dike hedefaı xwe. Li gel binçavkirin, girtin û zextên li ser rojnamegeran, rojnameger dîsa bi israr rastiyan digine gel. Lê îqtîdar armanc dike ku medya yek deng û yek reng ava bike. Derewên medya îqtîdarê, bi kevneşopiya çapemeniya azad pûç dibin. Pratîka salên 90’î îro jî li ser welatî û çapemeniyê didome. Di salên 1990'an de dîsa welatî ji helikopteran davêtin xwar. Rojnamegerên ku ev yek ronî kirin binçav kirin û girtin. Ligel ew qas êrîş, binçavkirin û girtinan wekî salên 90’î niha jî çapemeniya azad kevneşopiya xwe berdewam dike. Rastiyan digîne gel û cîhanê. Kesên êrîşî rojnamegeran dikin tu carî nagêjen armanca xwe. Niha jî nagêjin armanca xwe. 
 
TALÛKEYEK NÛ LI PÊŞ ROJNAMEGERAN E
 
Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral jî anî ziman ku îqtîdarê welat ji bo rojnamegeran kiriye dojeh û wiha got: “Her roj rojnameger tên binçavkirin û girtin. Yên nayên girtin jî lêpirsîn û doz li wan tên vekirin. Bi vê yekê dixwazin rastiyan têxin bin zextan û nehêlin rastî ronî bibin. Me bûyera Wanê pir aşkere dît. Bûyerek pir girîng bû. Sûcê li dijî mirovahiyê bû. Rayedar li şûna bi şopa vê bûyerê bikevin û hesap jê bipirsin, tola xwe ji rojnamegerên ku ev bûyer ronî kir û aşkere kir stendin û ew girtin. Girtina rojnamegeran ne tenê bincilkirina rastiyan e. Dema em biryara dadgehê dixwînin, talûkeyek heye. Qala qersa zer a rojnamegeran dikin. Rojnamegeriyê tenê bi kesên qerta zer bi sînor dike. Hevalên me yên Serhedê jî dê ji niha û şunde rastî astengiyên polîs esker û bekçeyan bê. Ev talûke ye."
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/10/2020
12:05 HDP: Kurdî û şanoya kurdî nikare bê qedexekirin
11:52 Şandeyeke Şengalê çû Bexdayê
11:25 Cezayê 19 bersûcên Komkujiya Enqereyê hatin erêkirin
11:25 Lîstikvanên Bêrûyê: Kurdî temûl nakin
09:16 Di şikefta sedsalane de kevneşopiya veşartina penîr û mast didome
09:15 Bîlgen: Operasyona hat kirin operasyoneke piralî ye
09:15 Cenazeyên penaberên eskeran berê wan dabû nav erdê bi mayin li morgê tên sekinandin
09:13 Karkerên madenê: Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin
09:13 Binpêkirinên mafan û qedexeyên li girtîgehan ên di dema şewbê de
09:12 ‘Mirinên gumanbar baş nayên lêkolînkirin û ser wan tê girtin'
09:11 PADÊ: Wê zarokên êzidî Şengalê biparêzin
09:11 Şakar: Tekane alternatîfa Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokratik e
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2020'AN
13/10/2020
23:59 'Qedexekirina Bêrûyê li dijî kurdî û xweîfadekirina azad darbeyeke mezin e'
19:25 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:01 Helbestvan Ulku Bîngol 'Dengê Pepûkê' îmze kir
18:25 Nehiştin parêzer muwekîla xwe rojnamevana girtî Şehrîban Abiyê bibîne
18:11 Lîstika kurdî bi hinceta 'pergala cemaweriyê xera dike' hat qedexekirin
17:51 Hevseroka HDP'a Sûrê Hatûn Yildiz hat berdan
16:26 Wê li 10 cihên dîrokî dengê stran û muzîka kurdî olan bide
15:27 Derbarê kesên ku bertek nîşanî Avzêmên Mûnzûrê dan lêpirsîn dan destpêkirin
15:19 Welatiyê ku li Sûsûrlûkê hatibû kuştin li Mêrdînê hat veşartin
15:04 Cenazeyê Ferhat Y. di avahiyek kavil de hat dîtin
15:04 Sîxûrtî li rêveberê HDP’ê hat ferzkirin
14:37 Li Meletiyê kesek din hat girtin
14:37 Sancar: Meşa me ya pîroz berdewam dike
14:19 Dema binçavkirina dayikên aştiyê cara duyemîn hat dirêjkirin
14:01 Li Îzmîrê, parêzer wê tevlî danişînan nebin
14:00 Rojnameger: Ji bo rojnamegeriyê qerta çapemeniyê ne pîvan e
13:44 Seroka Odeya Bijîjkan a Aydinê Esat Ulku jiyana xwe ji dest da
13:35 Ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê endamtiya AKP’ê pêşniyarî wan kirin
13:31 Li Antalyayê 2 kes hatin binçavkirin
13:20 Li rojnameger Dayan 5 sal û 10 meh cezayê girîgehê hat birîn
13:19 Danişîna doza rojnameger Dogrû taloq bû
12:46 Danişîna xebatkarên TV10 hat taloqkirin
12:44 Hevrîn Xelef li ser gora wê bi bîr anîn
12:23 Cenazeyê Karay di bin dorpêça eskeran de hat definkirin
11:27 Wê wezaret hêzên ewlehiyê yên sûc dikin biparêzin!
11:10 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Qeyûmê Qersê dest bi tesfiyekirina şaredariya civakî kir
10:24 Li 6 taxên Sûrê kevir nehiştine, niha çav berdane taxên din
10:14 35 sal in êşkence, zext, girtin û koçberî li ser wan tê sepandin
10:02 'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'
09:17 Pîşeya hesinkariyê li dijî teknolojiyê li ber xwe dide
09:17 Piştî 7 mehan Kovara Zrîngê bi formatek nû derket
09:16 Di 12 rojan de ji 94 kesan 42 kes hatin girtin
09:15 Li Kerkûk-Şengal-Maxmûrê çi tê armanckirin?
09:14 Şert danîn ber wan: Bibin endamên AKP'ê em tabletê bidin we!
09:14 Girtîgehê betaniyên girtiyan ji wan stendine
09:13 6 sal in cinayeta Kadrî Bagdû nehatiye zelalkirin
09:12 Arsûzî ne kana madenê jiyanê dixwazin
09:12 Temaya îsal a Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Newyorkê yekîtiya neteweyî ye
09:11 Piştî polîsan bi ser malê de girt lal bû
09:11 Pîr Şanli: Piştî bertek kêm bûn armanca eslî ya li avzêman derket holê
09:10 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Elîzabeth' deriyê xwe vedike
09:09 Doç. Dr. Guneş: Plana emperyalîzmê li Kurd û Filîstîniyan nehat
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN
12/10/2020
20:56 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 895
16:17 Li Meletiyê 4 kes hatin girtin
16:15 Mizrakli: Ger hûn rêwiyê heqîqetê bin, divê her rewşê hûn wê biparêzin
16:03 Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût
15:16 HDP çû serdana malbatên xizmên xwe di teqînê de winda kiribûn
15:10 Endezyar Arîn Zumrut hat berdan
15:08 Polis û leşkeran karkerên medenê asteng kirin
15:06 TTB: Daneyên koronayê yên fermî û yên di destên me de hev nagirin
14:53 Li Girtîgeha Menemenê hejmera girtiyên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
14:43 KESK’ê serdana ajansa me kir
14:38 Serokê Baroya Rihayê: Gotinek em bêjin nema, parastin tê darizandin
14:37 Ji CHP’ê serdana piştevaniya HDP’ê
14:11 Kaçmaz girtina rojnamevanan bir rojeva Meclîsê
13:50 Akman ê AKP’yî 3 keçên xwe di saziyên cemaweriyê de bicih kir
13:31 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ji her demê bêtir bi biryar in
13:02 Rêveberê berê yê HDP’ê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:01 Bersiva Babacan a ji bo îşkenceya helîkopterê: Îhtîmal jî karesat e
11:58 DÎB: Dewlet zemîna êrîşên nijadperest amade dike
10:31 Rojnamevanên hatin girtin bi muameleya dij mirovahî re rûbirû mane
10:28 Vurgun ê li Sûsûrlûkê rastî êrîşê hatibû, jiyana xwe ji dest da
10:02 Qeyûm parkeyên ku mehek berê danî dîsa rakir
10:01 Şaredarê Kîlîsê jiyana xwe ji dest da
09:05 Çerkezoglu: Tenê rêya çareseriyê yekîtî ye
09:05 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar ji rastiyan ditirse
09:04 Ji ber rîsk nikare perçeyê şarapnelê ji bedena xwe derxe
09:04 Keya bi hinceta di zeviya wî re derbas dibe rêya gund girt
09:02 Baroya Wanê: Em şahidê rojnamegeriya wan in
09:01 Qada şerê hêzên kurevî: Rojhilata Navîn
09:01 ‘Êrîşa li dijî Ermenistanê amadekariya şerê li dijî Îranê ye'
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2020'AN
11/10/2020
22:12 TJA'yê li Pîranê polîtîkayên şer û tecawizê niqaş kirin
21:22 'Ocalan bi şev û roj têdikoşe'
21:02 59 kes li Tirkiyeyê bi Covit-19 mirin
20:51 Hevseroka HDP'ê Çetîner: Gefa êrîşa zayendî li min xwarin
15:53 Bi artêşa parastvanên xwe re çû sedana karkerên nijadperestan êrîşî wan kiribûn
15:44 Ji xwişka Dokû îdîa: Waliyê berê û alîkarî wî dixwazin ser bûyerê bigirin
14:28 Vurgun yê rastî êrîşê hat, li nexweşxanê têkoşîn jiyanê dide
14:24 Li Şirnexê li hemberî Bolunmezê AKP’î êrîşa çekdarî pêk hat
14:15 Ocalan: Qedexeya telefonê bêehleq û bêqanûnî ye
14:15 Qeyûm xeta otobusê ya gel derxist îhalê
12:44 HDP: Em êrîşa li dijî xwezayê şermezar dikin
12:43 Adule Kardaş întîhar kir an kuştin?
11:18 Li dijî şerê Ermenistan-Azerbeycanê danezana aştiyê