ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN

  • rojane
  • 09:00 13 Cotmeh 2020
  • |
img

* Ev demeke ku di navbera rêveberiya herêma di bin serweriya PDK’ê de û navenda Iraqê de li ser Şengal, Kerkûk û Maxmûrê hin hevdîtin tên kirin. Ev hevdîtin bi daxwaza Amerîka û Tirkiyê tên kirin. Ji kolandina xendekên li kolanan ên ji Şengalê heya Zaxoyê û jinûve sazkirina kelehên berê yên Seddam, ambargoya ku nêzî sal û nîvekê ye ji aliyê hikumeta Hewlêrê li ser Kampa Maxmûrê didome û her wiha hewildanên ji bo ku Eniya Tirkmenan li Kerkûkê bibe desthilatdar hemû nîşan didin ku li van herêman armanca kê çi ye û çi tê kirin.

* Doç. Dr. Hakan Guneş, diyar kir ku Kurd û Fîlîstîniyan bi tekoşînên xwe, nexşeya siyasî û îdarî ya heyî ya Rojhilata Navîn ku di dorpêça hêzên kurewî de ye, dane zorê got: “Hebûn û rastiya van gelan bi rastiya emperyalîzmê re li hev nake. Ji ber vê plana emperyalîzmê kurd û filîstiyan nehat û red kirin.”
 
* Mexdûrê êşkenceya salên 1984’an Mehmet Emîn Başaran e. Bi darê zorê ji gundê xwe tê derxistin. Li qereqolê êşkence lê tê kirin û di 10 rojan de 12 diranên wî bi penseye dikişînin. 35 sal in bi êşkenceyê, zext û girtinan re rûbirû ye û bajêr bi bajêr koçber dibe. Başaran niha jî ji bo lawê xwe Îdrîs ê girtî ku nexweş e têdikoşe.  
 
* Ji Ocaxa Derwêş Cemal Pîr Ahmet Şanli ku "sererastkirina hawirdorê" ya li Avzêmên Mûnzûrê seh kir, diyar kir ku li cihê ku av lê diherike beton hatiye rijandin û got: "Piştî bertekên li dijî texrîbatê kêm bûn, armanca eslî ya projeyê derket holê. Deverên baweriyê kirin cihê rantê." 
 
* Dema polîsan avêtibû ser mala Endamê Meclîsa Şaredariya Qersê Hamît Taşdelen, keça wî ya astengdar a 10 salî tirsiyabû û lal bûbû. Keça Taşdelen niha hêdî hêdî dest bi xeberdanê kiriye. Dayika wê anî ziman ku hîn jî her cara ku deriyê wan lê dikeve keça wê ditirse û xwest hevjînê wê yê nexweş bê berdan. 
 
* Wê 4'emîn Mîhrîcana Fîlm û Çanda Kurdî ya Newyorkê bi awayekî onlîne bê lidarxistin û wê têmaya mîhrîcanê yekîtiya neteweyî ya kurd be. 
 
* Piştî şewata daristanan a li Arsûzê, derketibû holê ku wê li cihê şewat çêbûye madena kromê bê derxistin. Lewma gelê Arsûzû li dijî vê qadên xwe yên jiyanê diparêzin. 
 
* Rojnamevan Kadrî Bagdû, ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû kuştin û ji kiryaran Servet Koç li xwe mikur hatibû. Lê belê niha tê xwestin cinayeta Bagdû daxilî nava ya kiryar nediyaran bê kirin. 
 
* Rojnamevan Dîlan Oynaş ku di Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de ye ragihand ku gardiyanan ji wan re goitye "telîmat a jor e" û betaniyên wan ji wan stendine. 
 
* Li Wanê AKP'iyên ku çûn konteynerên kesên ji ber erdhejê mexdûr bûne û lê dimînin, ji bo tabletan bidin xwendekaran şert danîn ber xizmên wan û ji wan re gotin bibin endamên AKP'ê. Hin malbatan bertek nîşan dan û gotin: "Em heysiyeta xwe nadin bi tabletekê." 
 
* Şanoya Bajêr a Amedê di serdema nû de bi lîstîka Dario Fo ya bi navê "Elîzabeth" dika xwe vedike. Şanoger got ew bi lîstikek nû deriyên xwe ji temaşevanan re vedikin û xwest temaşevan biçin li lîstika wan temaşe bikin.  
 
*  Kovara Zrîng a ku ji ber pêvajoya pandemiyê 6 meh in dernediket, li ser daxwaza xwînêran bi hejmara nû û bi mijarên cûrbicûr derket.
 
* Xeyrî Demîr ê ku 30 sal in li navçeya Basa hesinkariyê dike, ji bo ku hesinkarî neyê jibîrkirin û tune nebe, hewl dide vê pîşeya kevnare derbasî nifşên nû bike. 
 
* Ji 1'ê Cotmehê heta niha di nava 12 rojan de polîs û eskeran di navde hevserok, rêveber û endamên HDP û DBP, rojnameger, hevşaredar, parazvanên mafên mirovan, parêzer nivîskar û welatî jî heye 94 kes binçav kirin. Dadgehê 94 kesên ku hatin binçavkirin jê 42 kes girtin û şandin girtîgehê.
 
* Danişîna doza Midurê Karên Nivîsan a rojnameya Demokratîk Ûlûs Arafat Dayan dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (09.50)
 
* Danişîna doza rojnamevan Denîz Yucel dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (09.55)
 
* Danişîna doza xebatkarên TV10 a bi KHK'ê hatibû girtin Kemal Demîr û Kemal Karagoz dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.00)
 
*Danişîna doza xebatkar^ne Rojnameya Bîrgunê dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (11.15)
 
* HDP, CHP, MHP û Partiya Îyî yên li Meclîsê dê komcivînên xwe yên heftane li dar bixin. (09.45 - 13.30)
 
Şaxa TUMBEL SEN a Amedê dê têkildarî karmendên ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatine îxrackirin bi beşdariya serokên giştî yên KESK û TUMBEL SEN'ê li ber şaredariyê daxuyanî bê lidarxistin. (12.30)

Sernavên din

14/10/2020
12:05 HDP: Kurdî û şanoya kurdî nikare bê qedexekirin
11:52 Şandeyeke Şengalê çû Bexdayê
11:25 Cezayê 19 bersûcên Komkujiya Enqereyê hatin erêkirin
11:25 Lîstikvanên Bêrûyê: Kurdî temûl nakin
09:16 Di şikefta sedsalane de kevneşopiya veşartina penîr û mast didome
09:15 Bîlgen: Operasyona hat kirin operasyoneke piralî ye
09:15 Cenazeyên penaberên eskeran berê wan dabû nav erdê bi mayin li morgê tên sekinandin
09:13 Karkerên madenê: Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin
09:13 Binpêkirinên mafan û qedexeyên li girtîgehan ên di dema şewbê de
09:12 ‘Mirinên gumanbar baş nayên lêkolînkirin û ser wan tê girtin'
09:11 PADÊ: Wê zarokên êzidî Şengalê biparêzin
09:11 Şakar: Tekane alternatîfa Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokratik e
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2020'AN
13/10/2020
23:59 'Qedexekirina Bêrûyê li dijî kurdî û xweîfadekirina azad darbeyeke mezin e'
19:25 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:01 Helbestvan Ulku Bîngol 'Dengê Pepûkê' îmze kir
18:25 Nehiştin parêzer muwekîla xwe rojnamevana girtî Şehrîban Abiyê bibîne
18:11 Lîstika kurdî bi hinceta 'pergala cemaweriyê xera dike' hat qedexekirin
17:51 Hevseroka HDP'a Sûrê Hatûn Yildiz hat berdan
16:26 Wê li 10 cihên dîrokî dengê stran û muzîka kurdî olan bide
15:27 Derbarê kesên ku bertek nîşanî Avzêmên Mûnzûrê dan lêpirsîn dan destpêkirin
15:19 Welatiyê ku li Sûsûrlûkê hatibû kuştin li Mêrdînê hat veşartin
15:04 Cenazeyê Ferhat Y. di avahiyek kavil de hat dîtin
15:04 Sîxûrtî li rêveberê HDP’ê hat ferzkirin
14:37 Li Meletiyê kesek din hat girtin
14:37 Sancar: Meşa me ya pîroz berdewam dike
14:19 Dema binçavkirina dayikên aştiyê cara duyemîn hat dirêjkirin
14:01 Li Îzmîrê, parêzer wê tevlî danişînan nebin
14:00 Rojnameger: Ji bo rojnamegeriyê qerta çapemeniyê ne pîvan e
13:44 Seroka Odeya Bijîjkan a Aydinê Esat Ulku jiyana xwe ji dest da
13:35 Ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê endamtiya AKP’ê pêşniyarî wan kirin
13:31 Li Antalyayê 2 kes hatin binçavkirin
13:20 Li rojnameger Dayan 5 sal û 10 meh cezayê girîgehê hat birîn
13:19 Danişîna doza rojnameger Dogrû taloq bû
12:46 Danişîna xebatkarên TV10 hat taloqkirin
12:44 Hevrîn Xelef li ser gora wê bi bîr anîn
12:23 Cenazeyê Karay di bin dorpêça eskeran de hat definkirin
11:27 Wê wezaret hêzên ewlehiyê yên sûc dikin biparêzin!
11:10 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Qeyûmê Qersê dest bi tesfiyekirina şaredariya civakî kir
10:24 Li 6 taxên Sûrê kevir nehiştine, niha çav berdane taxên din
10:14 35 sal in êşkence, zext, girtin û koçberî li ser wan tê sepandin
10:02 'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'
09:17 Pîşeya hesinkariyê li dijî teknolojiyê li ber xwe dide
09:17 Piştî 7 mehan Kovara Zrîngê bi formatek nû derket
09:16 Di 12 rojan de ji 94 kesan 42 kes hatin girtin
09:15 Li Kerkûk-Şengal-Maxmûrê çi tê armanckirin?
09:14 Şert danîn ber wan: Bibin endamên AKP'ê em tabletê bidin we!
09:14 Girtîgehê betaniyên girtiyan ji wan stendine
09:13 6 sal in cinayeta Kadrî Bagdû nehatiye zelalkirin
09:12 Arsûzî ne kana madenê jiyanê dixwazin
09:12 Temaya îsal a Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Newyorkê yekîtiya neteweyî ye
09:11 Piştî polîsan bi ser malê de girt lal bû
09:11 Pîr Şanli: Piştî bertek kêm bûn armanca eslî ya li avzêman derket holê
09:10 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Elîzabeth' deriyê xwe vedike
09:09 Doç. Dr. Guneş: Plana emperyalîzmê li Kurd û Filîstîniyan nehat
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN
12/10/2020
20:56 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 895
16:17 Li Meletiyê 4 kes hatin girtin
16:15 Mizrakli: Ger hûn rêwiyê heqîqetê bin, divê her rewşê hûn wê biparêzin
16:03 Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût
15:16 HDP çû serdana malbatên xizmên xwe di teqînê de winda kiribûn
15:10 Endezyar Arîn Zumrut hat berdan
15:08 Polis û leşkeran karkerên medenê asteng kirin
15:06 TTB: Daneyên koronayê yên fermî û yên di destên me de hev nagirin
14:53 Li Girtîgeha Menemenê hejmera girtiyên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
14:43 KESK’ê serdana ajansa me kir
14:38 Serokê Baroya Rihayê: Gotinek em bêjin nema, parastin tê darizandin
14:37 Ji CHP’ê serdana piştevaniya HDP’ê
14:11 Kaçmaz girtina rojnamevanan bir rojeva Meclîsê
13:50 Akman ê AKP’yî 3 keçên xwe di saziyên cemaweriyê de bicih kir
13:31 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ji her demê bêtir bi biryar in
13:02 Rêveberê berê yê HDP’ê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:01 Bersiva Babacan a ji bo îşkenceya helîkopterê: Îhtîmal jî karesat e
11:58 DÎB: Dewlet zemîna êrîşên nijadperest amade dike
10:31 Rojnamevanên hatin girtin bi muameleya dij mirovahî re rûbirû mane
10:28 Vurgun ê li Sûsûrlûkê rastî êrîşê hatibû, jiyana xwe ji dest da
10:02 Qeyûm parkeyên ku mehek berê danî dîsa rakir
10:01 Şaredarê Kîlîsê jiyana xwe ji dest da
09:05 Çerkezoglu: Tenê rêya çareseriyê yekîtî ye
09:05 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar ji rastiyan ditirse
09:04 Ji ber rîsk nikare perçeyê şarapnelê ji bedena xwe derxe
09:04 Keya bi hinceta di zeviya wî re derbas dibe rêya gund girt
09:02 Baroya Wanê: Em şahidê rojnamegeriya wan in
09:01 Qada şerê hêzên kurevî: Rojhilata Navîn
09:01 ‘Êrîşa li dijî Ermenistanê amadekariya şerê li dijî Îranê ye'
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2020'AN
11/10/2020
22:12 TJA'yê li Pîranê polîtîkayên şer û tecawizê niqaş kirin
21:22 'Ocalan bi şev û roj têdikoşe'
21:02 59 kes li Tirkiyeyê bi Covit-19 mirin
20:51 Hevseroka HDP'ê Çetîner: Gefa êrîşa zayendî li min xwarin
15:53 Bi artêşa parastvanên xwe re çû sedana karkerên nijadperestan êrîşî wan kiribûn
15:44 Ji xwişka Dokû îdîa: Waliyê berê û alîkarî wî dixwazin ser bûyerê bigirin
14:28 Vurgun yê rastî êrîşê hat, li nexweşxanê têkoşîn jiyanê dide
14:24 Li Şirnexê li hemberî Bolunmezê AKP’î êrîşa çekdarî pêk hat
14:15 Ocalan: Qedexeya telefonê bêehleq û bêqanûnî ye
14:15 Qeyûm xeta otobusê ya gel derxist îhalê
12:44 HDP: Em êrîşa li dijî xwezayê şermezar dikin
12:43 Adule Kardaş întîhar kir an kuştin?
11:18 Li dijî şerê Ermenistan-Azerbeycanê danezana aştiyê