Stenbolî ji rewşa aborî ya heyî nerazî ne

  • rojane
  • 09:10 15 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Stenboliyan bal kişand ser zemên tên kirin û fatûreyên ji ber zeman zêde bûne û gotin, ji zexîre heya tenduristiyê, ji perwerdehiyê heya hêwirandinê ji her tiştî kêm kirine lê cardin jî nikarin debara xwe bikin. 

Yek ji bajarên ku herî zêde bandor ji krîza aborî girtiye jî Stenbol e. Stenboliyan, destnîşan kir ku ji ber heqê kirê, ceryan, gaza xwezayî û avê û mesrefên metbaxê tu tişt di dest wan de namîne. 
 
REWŞA TEKSTÎLÊ 
 
Ahmet Çinar ê 54 salî ku tekstîla wî heye, anî ziman ku hema bibêje bazirganî nemaye. Çinar, diyar kir ku piyaseya tekstîlê serobino bûye û got, AKP ji bo pirsgirêkan xwe li nedîtinê datîne. Çinar got: "Hikûmet tim bi înşeat û piran re eleqedar dibe. Lê esnaf nikarin li ser pêyan bisekinin. Divê bala xwe bidin ser rewşa tekstîlê jî. Her wiha krîza aborî bandorê li etvahiya jiyanê dike. Em bibêjin meaşê akrkerekî 2 hezar û 500 lîre ye û heqê kirêya herî erzan jî hezar 200 lîre ye. Fatûreya herî kêm 200 lîre tê. Wê ev mirov çawa debara xwe bikin, wê çi bixwin û çi vexwin. Wê çawa debara zarokên xwe bikin. Yanî krîza aborî bandoreke pir nebaş li jiyanê dike." 
 
‘SEDEMA KRÎZÊ AKP YE' 
 
Çinar, diyar kir ku sedema krîzê ji ber polîtîkayên navxweyî û derveyî yên AKP'ê ye û got: "Sedema krîzê polîtîkayên îqtidarê ne. Polîtîkaya wan li ser şer e. Ev polîtîka bi kêrî kesî nayê. Tu û tu kesî ne li hev in. Bi muxalefetê, bi karkeran, bi gel re şer dikin. Mafên mirovan naparêzin. Ev yek bi kêrî kesî nayê. Hema bibêje em û tu welatî bi hev re xeber nadin. Her kes ji me xeyidiye. Em bi her kesî re şer dikin. Li Sûriye, Lîbya, li Azerbêcanê û li kû derê şereke hebe yên me li pêş in. Di nava her aloziyê de hene. Di her aloziyê de tiliya wan heye. Di warê bazirganiyê de têkiliyeke me ya baş bi Iraqê re hebû. Lê niha nemaye. 3 sal in bazirganiya bi Îranê re tuneye. Û ji welatên din jî kes naxwaze were." 
 
‘EM JI HER TIŞTÎ KÊM DIKIN CARDIN JÎ...' 
 
Karkerê tekstîlê Yûsûf Topal jî anî ziman ku krîza aborî piştî şewba Covîd-19'ê xgirnatri bûye. Topal, bilêv kir ku ev yek bandor li wî û karkerên din jşî kiriye û saleke meaşê wan nayê zêdekirin. Topal, destnîşan kir ku çi dike nake jî nikare debara malbata xwe bike û got: "Em ji her tiştî kêm dikin. Pêdiviya me bi hin tiştan çêdibe, lê cardin jî meaşê me têrê nake. Em bi nas û dostan deyn dikin, bi vî awayî debara xwe dikin. Meaş têra me nake. Her roj eşya û tiştên din biha dibin. Fiyetê goşt, penêr, zexîre her roj biha dibin. Lê meaşê me zêde nabe. Hîn em heqê fatûreyên ceryan, avê, gaza xwezayî û mesrefên metbaxê nadin te dît meha din hat." 
 
Asiye Baş a 69 salî jî destnîşan kir ku her diçe rewş xirabtir dibe û got: "Heqê kirêyan pir zêde ye, li bazaran tiştek nayê kirîn. Em ji her tiştî kêm dikin. Berî em ji bo alvêrê derkevin em hesabê xwe dikin. Heger em nekin em ê perîşan bibin." 
 
Xwediyê telstîlê Metîn Akşahîn jî got: "Krîzê bandor li me jî kir. Bixwe ez nîvî nîvî heliyame. Hecma min a par em bibêjin 500 hezar bû, lê belê niha bûye 250 hezar. Kêmasiyên hikûmetê hene. Ev du sal in guh nade piyaseya hundirîn. Ên tahde dibînin jî ên bi emaşê kêmtirîn dixebitin. Ma wê 2 hezar û 500 TL têra çi bike. Lewma divê ev mesele rojek berî rojekê bê helkirin." 
 
‘ROJA MEAŞ DIGIRIM; WÊ ROJÊ JÎ DIQEDE' 
 
Halîl Îbrahîm Camci yê 61 salî jî anî ziman ku piştî teqawid bûye li şîrketeke taybet dest bi notirvaniyê kiriye û got, çawa meaşê xwe distîne di eynê rojê de jî diqede. Camci, anî ziman ku meaşê wî yê etqawidbûyînê 2 hezar û 500 TL ye û ji ber nikare debara xwe pê bike dixebite. Camci, got: "Ez ji mecbûrî dixebitim. Heqê kirêya min hezar û 500 TL ye. Tu fatûreyên ceryan, av û gaza xwezayî û mesrefê metbaxê jê derdixî te dît tiştek nemaye. Niha zivistan tê. Em ê bêtir zehmtiyê bikişînin." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan 

Sernavên din

17/10/2020
09:09 'Îqtidarê wijdan û ehlaqê xwe li Kîlyosê li bin peyarêyan veşart'
09:08 Girtî Saçal: Ji bin banê qawîşê ava lexemê tê
09:08 Dest bi çêkirina bastêqê kirin
09:07 Destpêka zext û zoriyan Îmralî ye
09:06 ‘Baterî, ne qewet û masûlke ne'
09:06 Tenê ji bo muxalifan tuneye!
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2020'AN
01:10 Di lêpirsîna Kobaniyê de Kişanakê cardin girtin, li Yildirimê jî cezayê 'hepsa malê' birîn!
16/10/2020
20:31 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1812 kes jî pê ketine
18:43 Daxwaza ji bo girtina Mûsa Orhan hat redkirin
16:31 Parêzerê Mûsa Orhan, beriya dozger û dadger biryarê da
16:18 Li Wanê di 9 mehan de hezar û 721 binpêkirinên mafan qewimîne
15:54 Danişîna Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kiribû dest pê kir
15:44 ‘Bila Mûsa Orhan were girtin’
15:34 Girtiyên Girtîgeha Mereşê li dijî binpêkirina mafan ketin grevê
15:27 Dayika Îpek: Heqê me ji wan re nehêlin
15:16 Îtîrazî girtina rojnamevanan hat kirin
15:11 Danişîna doza endezyar Cîhan Can hat taloqkirin
15:00 ‘Divê cenaze ji peyarêyê werin derxistin û ji malbatan lêborîn were xwestin’
14:41 Xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:39 Bavê Bagatûr ê li ser sînorê Îranê birîndar bû: Dij hiqûqiye
14:33 ‘Di salên 90’î de cenaze winda dikirin, niha jî îşkence li wan dikin’
14:05 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:02 CÎSST'ê giliyên ku ji 114 girtîgehan kom kirin, kirin rapor
13:38 TSK'ê li Eyn Îsa xist: Zarokekê jiyana xwe ji dest da
13:20 2 endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
13:08 Şandeya CHP’ê serdana Ayhan Bîlgen kir
13:06 Gunay: Em ê bloka dijfaşîst mezin bikin
12:57 Dozgerê îdîanameya Kavala amade kir hat terfîkirin
12:36 Koca: Li Stenbol û Bûrsayê, hejmara pêketiyan zêde dibe
12:22 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:14 Karkerên demsalî di vegera malê de qeza kirin: 11 kes birîndar bûn
11:05 TTB: Em ê li her qadê gotina xwe bêjin
09:31 Li Gabar û Cûdî şewat
09:15 Yekane hosteya jin a baxlemayê: Senem Arîn
09:14 Girtiyên ku xwestin qawîşên xwe biguherînin gardiyanan li wan xistiye
09:14 Makînîstê 50 salan: Pêdiviya me bi piştgiriyê heye
09:11 Rêveberiya AKP'î Şaredariya Çewligê xesirand: 20 milyon TL zirar
09:10 Navê navçeyan û gundan ên bi kurdî dinexşîne
09:09 'Dewletê nikaribû 2 mehan debara gel bike'
09:09 Li Marmarayê kampanyaya TJA'yê: Me dîtina zayendîparêz da ber lêpirsînê
09:08 Bariş: Plansazkarên sereke yên peymana Şengalê, Enqere û Hewlêr in
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2020'AN
15/10/2020
20:15 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi sê deveran ketiye
20:12 66 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:34 DBP: HDP ji bo gelên Tirkiyeyê bû hêvî
16:33 Danişîna rojnamevan Temîzkan ji bo biryarê hat taloqkirin
16:19 6 sal cezayê hepsê li Kok hat birîn
15:55 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:50 Ji bo Dokû xebata lêgerînê dîsa hat destpêkirin
15:35 Salvegera 8’emîn a HDP’ê hat pîrozkirin
15:21 Di bin navê ‘testa Kovîd-19’ de sewqî girtîgehên cuda kirin
15:01 Piştgirî dan Kûş ku li civîna meclisê axaftina wê hat astengkirin
13:54 Rêxistinên pîşeyî serdana piştevaniyê kirin
13:38 ‘Divê berjewendperest werin darizandin’
13:17 “Jimartina li ser pêya” li girtiyan ferz dikin
13:06 Ji bo Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameyê cezayê girtîgehê hat birîn
12:50 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Bafra derman nakin
12:38 Şahidê derbarê nûçegihanê me de ifade da li holê tuneye
12:01 Îdîaya di Girtîgeha Amedê de lingê girtiyekê şikandin…
12:01 Li 4 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:34 Ayhan Bîlgen ji doza Ozgur Gundemê bereet kir
11:33 Li Rihayê qeza: 13 jê karker 15 kes birîndar bûn
11:25 Di şewata Çemişgezegê de 4 mal şewitîn
10:34 Faîlê destdirêjiyê Orhan sibê dertê pêşberî dadger
09:56 HDP 8 salî ye
09:47 Gefa ‘tu yê serê xwe bitewînî’ li girtî xwarin e
09:11 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê di roja 32'yan de ye
09:11 Ên xwezayê diparêzin tên cezakirin
09:11 Karkerên Soda Sanayiyê: Taloqkirina grevê êdî bûye polîtîkayeke asayî ya hikumetê
09:11 Partiyên siyasî: Welêt nayê birêvebirin, hilbijartina pêşwext divê
09:11 ‘Xebatên siyasî bûn mijara fezlekeyan'
09:11 Qedexeya li Wanê 4 sal in didome: Binpêkirinên mafan zêde dibin
09:10 Stenbolî ji rewşa aborî ya heyî nerazî ne
09:10 MED-DER perwerdehiya kurdî ya serdema nû dide destpêkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2020'AN
14/10/2020
22:38 Extiyar û astengdar jî di nav de gelek kes li Colemêrgê binçav kirin
21:11 9 hezar û 14 mirov li Tirkiyeyê bi Covîd-19'ê mirin
17:22 Kadrî Bagdû li ser gora xwe hat bibîranîn
16:50 Derket holê ku hemşîreya hatiye revandin hatiye qetilkirin
16:45 Tanrikûlû: Gelo wê destûr ji tu lîstika kurdî re neyê dayîn?
16:39 Ozsoy: Helwesta Tirkiyê Ewropayê dide zorê
16:25 Dayikên aştiyê piştî 9 rojan derxistin edliyeyê
16:23 Adnan Bîlen: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêz in
16:13 Ji Walîtiya Stenbolê lêpirsîna ‘Bêrû’yê
16:07 Beştaş: Di bin navê ‘piraniyê’ de saziyên xwe çê dikin
15:43 Konseya Ewropayê: Girtina nûçegihanên MA’yê tehdîda di asta yekemîn de ye
15:21 Kadrî Bagdû hat bibîranîn: Bila lêpirsîn bi bandor bê kirin
15:06 Platforma Zimanê Kurdî ji Dîyanetê daxwaz kir ku xizmetên bi kurdî bên dayîn
15:05 Rojda Bariş a endama Komeleya Rosayê hat berdan
15:03 ÎHD’ê xwest ji bo bûyera penaberan lêpirsîna çalak were destpêkirin
14:50 Li Meletiyê 5 kesên din jî hatin girtin
14:29 Îmamoglû bertek nîşanî qedexeya ‘Bêrû’ da
14:08 Derbarê 6 parlamenteran de 10 fezlekeyên nû hatin amadekirin
13:42 Şandeya HDP’ê li cihên şewatê lêkolînan kir
13:27 Ji bo lêkolîna bûyera helîkopterê wê li benda encama lêpirsînê bê sekinandin
13:07 AYM: Hesabê medya civakî yê şexsî nêrîna saziyê nîşan nade
12:58 Polisan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û TAYAD’ê de girtin
12:51 Şertê ‘girtîgeha malê’ ya hevşaredar Dîken rabû
12:49 20 roj in 8 cenazeyan li morgê radiwestînin