MÊRDÎN – Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê berê yê Nisêbînê Cengîz Kok birî.
Hevşaredarê berê yê Nisêbînê Cengîz Kok bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” di sala 2017’an de hatibû girtin û salek girtî mabû. Kok beriya were girtin qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Kok ne girtî tê darizandin. Danişîna biryarê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Mêrdînê hat lidarxistin. Cengîz Kok û parêzerê xwe Mazlûm Dînç beşdarî danişînê bûn.
Di danişînê de parêzer Mazlûm Dînç parastina miwekîlê xwe kir, sûcên li ser wî red kir û beraetê xwest.
Dozger xwest Kok bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” were cezakirin.
Şandeya dadgehê bi heman îdiayê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Kok birî.