ŞIRNEX - Li qûntarên Çiyayê Cûdî di encama gulebarana eskeran de şewat derket.
Li Çiyayê Cûdî ya girêdayî navenda Şirnexê 2 roj berê li Geliyê Hirçan, Geliyê Zingilî û gundê Cifanê şewata ku rû da bû berdewam dike. Di serê vê sibê de, hatibû ragihandin ku di encama gulebarana eskeran de li herêma Kaniya Mêwa û Dêguhka, nêzî mewkiya Atatûrk Burnuyê şewat derketiye.
Hat diyar kirin ku li herêma şewat lê dewam dike, tevgera hewayî didome û bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin.