NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Kovîd-19'ê 72 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û bi hezar û 815 kesên pêketî hatin tespîtkirin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên derbarê şewba Kovîd-19'ê de parve kirin.
Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 72 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 815 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyê heya niha 9 hezar û 296 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 347 hezar û 493.