Dayikên 9 roj di binçavan de man: Têkoşîna me ya aştiyê dê bidome

  • rojane
  • 09:04 19 Cotmeh 2020
  • |
img

RIHA - Dayikên Aştiyê yên 9 rojan di binçavan de man û hatin berdan diyar kirin ku ew bi serdana sersaxiyan hatine sûcdarkirin û ew ê bi hesreta aştiyê pêk bînin têkoşîna xwe bidomînin. 

Li Rihayê di 6’ê cotmehê de Dayikên Aştiyê Hadlê Ogûr, Fatma Akbaş, Adalet Çay û Meyaser Korkmaz bi 8 kesên din re di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. 9 roj li Miduriyeta Polîsan a Rihayê di binçavan de hatin ragirtin. Mehkemê Adalet Çay bi biryara “hepsa malê” û her sê dayikên din jî bi şertê kontrola edlî ku dê di hefteyê de sê rojan biçin emniyetê îmzeyê da berdan. Dayikên Aştiyê Hadlê Ogûr û Meyaser Korkmaz ku heta îro gelek carên din jî hatine binçavkirin û hatine berdan têkildarî binçavkirina xwe axivîn. 
 
YA WÊ YAN JÎ MALBATA WÊ BINÇAV DIKIN 
 
Dayika Aştiyê Hadlê Ogûr (49) diyar kir ku wê seranserî jiyana xwe gelek caran bi tundî û zordestiya dewletê re rûbirû maye û got: “Ev rûbirûbûna tundiyê û zordestiyê didome. Ji ber em aştiyê qîr dikin bi van zextan re rûbirû dimînin û tên girtin. Heta niha ez 5 caran hatime binçavkirin. Ji ber min piştevanî da çalakiyên greva birçîbûnê hatim girtin û 7 meh zîndankirî mam. Min li girtîgehê jî çalakiya greva birçîbûnê domand. Tevî vê yekê jî min her tim aştî û biratiyê xwest. Li ber vê xwesteka me her tim bi ser me ve hatin. Me dikin hedef. Her cara tên me binçav dikin. Piştî 10 -15 rojan berdidin. Bi awayên kêfî me binçav dikin. Di binçavan de serdana min a sersaxiyan pirs kirin. Salên bihûrî jî gef li min xwarin. Ji min re digotin ‘tu ji mirinê natirsî?’ Ya min binçav dikin an jî zarokek min binçav dikin. Herî dawî jî min û hevjînê min binçav kirin. Her tim me çaverê dikin. Di nav zeviyên me de jî fotografên me dikişînin. Êdî em paxava xwe jî bi wan nakin.” 
 
PIRSA MERASÎMA CENAZE JÊ KIRINE 
 
Ogûr destnîşan kir ku tekane daxwaza dayikan aştî ye û got: “Divê êdî şer bi dawî bibe. Daxwaza aramiyê mafê herî bingehîn ê dayikan e. Çimkî dayikan gelek ewladên xwe di ber vî şerî de dane. Min her tiştê xwe da vê riyê. Me zarokên xwe bi nirx da û me gelek êşan kişand. Bila kesên din vê êşê nekişînin. Hêj bi ser me ve tên û dixwazin em teslîm bibin. Em teslîm nabin. 9 rojan di binçavan de mam. Beşdariya merasîma cenazeyê dayikej di hepsê de jiyana xwe ji dest da ji min pirsîn û dibêjin ‘çima tevlî bûyî?’ Serdana însanan a sersaxiyê û beşdariya merasîman çawa dibe sûc? Dema van pirsan ji min kirin min ji mirovatiya xwe şerm kir.” 
 
‘TECRÎD RABE WÊ AŞTÎ JÎ WERE’ 
 
Ogûr destnîşan kir ku pêwîste tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û dema ev bi dawî bibe dê aramî jî were û wiha got: “Heta azadî pêk neyê wê bêaramî bidome. Heta ku aştî neyê em ê her tim bigirîn. 15 dayhikên aştiyê jiyana xwe ji dest dan. Ji me re digotin ‘dema şatî hat werin li ser gora me bêjin aştî hatiye.’ Her ku ez gorên wan ziyaret dikim şerm dikim û nikarim tiştek bêjim. Daxwaza wan dayikan tenê aştî bû. Bi vê hesretê jiyana xwe ji dest dan. Em jî dibêjin qet nebe em aştî bibînin û loma em têdikoşin.” 
 
SERDANA WÊ YA SERSAXIYÊ PIRS KIRIN E 
 
Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz (49) jî da zanîn ku bi salan e di nava siyasetê de cih digire û têkoşîna ji bo aştiyê were dayîn gelek bi nirx e û wiha got: “Cih girtina di nava dayikên aştiyê de rûmet e. Dayikên atşiyê naxwazin ku kêzikek û moriyek jî were kuştin. Daxwaza me ew e ku şer were rawestandin û rondik neyên rijandin. Daxwaza me sereke ev e. Di nava vê pêvajoyê de 3 caran min binçav kirin. Gelek caran bangî min kirin ku biçim îfade bidim. Bi sedema serdana sersaxiyan û daxuyaniyên çapemeniyê dozan vedikin. Her carê bi van sedaman min binçav dikin. Çûna min a sersaxiyê pirs dikin. Sersaxî parçeyek çanda me ye. Wezîfeyek mirovî ye. Çûna sersaxiyê ne qedexe ye.” 
 
DAYIKA WÊ BI HESRETA AŞTIYÊ  KOÇ DIKE 
 
Korkmaz anî ziman ku her car daxwaza aştiyê bêbersiv tê hiştin û bi girtina dayikên aştiyê jî wek “sabotekirina aştiyê” pênase kir û wiha got: “Naxwazin ku du dayik werin gel hev. Dayika min jî dayika aştiyê bû. Dayika min heta bêhna xwe ya dawî aştiyê xwest. Dayika min aştiyê nedît. Ez ê qet wê daxwaza dayika xwe ji bîra nekim. Heta ji destê me were em ê bo aştiyê têbikoşin.” 

Sernavên din

20/10/2020
10:40 ‘Li dinyayê 700 milyon însan hêj birçî ye’
10:07 Ji esnafan nirxandina krîzê: Aborî nemaye
10:01 Salih Muslim: Tirsa Tirkiye û Sûriyeyê ew e ku gel bibin yek
10:00 Danişîna doza Tahîr Elçî piştî 5 salan sibê dest pê dike
09:12 Ji bo bîra civakî belgefîlma Heskîfe kişand
09:06 'Hiyerarşiya dewletê xwe bi nîjadperestiyê xweyî dike'
09:06 Qeyûm wê budçeya îtfaiyeyê ji bo çêkirina kursên Qur'anê xerc bike!
09:05 17 sal in rêya dubleyî nehatiye temamkirin
09:05 Wê kursên zimanê kurdî di 24'ê Cotmehê de dest pê bikin
09:04 Li Otogara Amedê rewşa penaberan
09:04 Zilamê tundiya sistematik pêk tîne nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2020'AN
19/10/2020
20:03 75 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:59 Tê gotin li Girtîgeha Kirikkaleyê gardiyanan girtî Tûmay kuştiye
16:36 Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr binçav kirin
16:25 Sevmîşa ku li dadgehê ji ser hişê xwe ve çû şandin girtîgehê
16:19 TTB û TPD: Dema ku kedkarên tenduristiyê têk biçin wê cihê wan neyê girtin
15:53 Ji bo 43 qurbaniyên serhildanên Kobanê 43 pêşnûme
15:36 Li Herêma Egeyê di 4 mehan de 4 hezar û 536 binpêkirinên mafan qewimîne
14:49 HDK: Îqtîdar ji bo hebûna xwe biparêze nijadperestiyê xistiye dewrê
14:49 Li Geverê şewat gihîşt gundan
14:30 Wêneyê Ocalan li kolanên Sûrê bi dûwaran ve hatin zeliqandin
14:14 Paylan: Budçeya Qesrê budçeya şer û hevalbendê wê ye
13:43 Ahmet Turk îfade da: Lêpirsînek siyasî ye
13:38 Leşkeran meşa karkerên madenê asteng kir
12:44 Polîsê ku pişta parêzera jin şikandibû: Yê di wêne de ez im
12:31 Parêzerên Şeker serî li îstînafê dan
11:55 Mujde Ar xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî û Kavala kir
11:24 Ahmet Turk di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de îfade dide
11:07 Waliyê derket kontrola maskeyan maske bi kar nayne!
09:50 3 gundên Qersê kirin karantînayê
09:05 Başaran: Em seferberiya xweparastinê û rêxistinkirinê didin destpêkirin
09:05 Bi tehdîta ‘tu yê hêza dewletê bibînî’ li girtî dane
09:04 Dayikên 9 roj di binçavan de man: Têkoşîna me ya aştiyê dê bidome
09:04 ‘Heta ku kêşeya kurd çareser nebe, kêşeyên din çareser nabin’
09:04 Kenanoglû: Xwedî derketina HDP’ê xwedî derketina demokrasiyê ye
09:04 Bûrç: Peymana Şengalê wê rê li ber komkujiyên nû veke
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2020'AN
18/10/2020
20:59 Kongreya SES'ê bi dawî bû
20:44 Ersîn Tatar bû serokkomarê nû yê Bakurê Qibrisê
19:57 Li Tirkiyê 72 kesên din jî ji koronayê mirin
18:42 Bi hezaran kes beşdarî şahiya salvegera HDP'ê bûn: Em bernadin vê dîlan û meydanê
17:23 Ji bo Cîhan Erdal kampanya îmzeyan hat destpêkirin
16:27 Parêzerên Îpek Er: Ji bo Musa Orhan bê girtin heta dawî emê dozê bişopînin
15:39 Nexweşê epîlepsî li girtîgehê derket holê
15:10 Li herêmên operasyonê tevgereke zêde ya hewayî heye
14:49 Ozturk: Aştî bi Birêz Ocalan pêkane
14:30 Pasdaran kolberek din kuştin
14:02 Kongreya Giştî ya SES’ê bi hilbijartinê dewam dike
14:02 Rêxistinên ciwanan: Li ber zextan bersiva me têkoşîna hevpar e
12:57 'Dewletê biryara aştiyê xera kir'
12:30 Kalê 76 salî girtin
12:04 Li Egeyê bi pileya 4.3 erd hejiya
11:17 Li dijî wêneyê çarmend, berteka ‘bîrdoziya fermî ya dewletê ye’
11:03 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
10:37 ‘Cadeya bi xalî’ ya qeyûm di bin tozê de maye
10:10 Li Qersê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:08 'Bi taloqkirinê dixwazin doza Îpek Er bidin ji bîr kirin'
09:02 Şaredariya AKP'ê li Şirnexê li dijî endamên meclîsa HDP'ê kampanyaya reşkirinê da destpêkirin
09:02 Berpirsiyarê mirinên li sînor diqewimin dewlet e
09:02 Xwişka Gulîstan Dokûyê: Êdî bila Zaînal û malbata wî bên darizandin
09:01 Li Dersimê dêra ermeniyan pevre hatiye xirabkirin!
09:01 Mehmet Ocalan: Banga me ji bo hemû gelan e, tecrîd giran dibe
09:00 Çima operasyonên nelirêtiyê yên li Şaredariya Mêrdînê sekinîn?
09:00 Li Licê wextê mehseran
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2020'AN
08:25 Li Colemêrgê 2 kes hatin girtin
17/10/2020
19:40 71 kesên jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine
19:37 Li Bismilê wesayîta karkeran qelibî: 2 karker mirine, 15 jê jî birîndar bûne
19:32 Bijîşkek din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
19:28 Der barê Yuksekdag û Demîrtaş de cardin biryara berdewamiya girtinê
16:20 Li Çiyayê Cûdî di encama gulebaranê de şewat derket
15:59 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê: Bila ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin
15:54 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan zêde ne
15:40 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsî
15:31 Pisgirêka kurd wê bi Ocalan çareser bibe
15:11 Ji xizmên windayan şîroveya wêneyê çarmend: Wê welat her tarî bimîne
15:06 Karkerên madenê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:05 ÎHD: Zêdeyî milyonek koçberên Sûriyeyî bê qeyd in
14:36 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyek bi vîrûsa koronayê ket
14:20 ÎHD’ê têkildarî şewata Hatayê rapor amade kir: Dereng mudaxile kirin
14:19 Keça Fehmî Tosûn: Heta em nebêjin qediya wê neqede
13:53 MYK’a HDP’ê li Stenbolê civiya
13:29 Hevseroka DBP’ê ya berê hat berdan
13:20 HDK’iyan ji Hevberdevkê xwe Şenoglû re name şandin
13:10 TJA’yê atolyeya ‘parastina çewherî’ li dar xist
13:10 Li Wanê li 2 girtîgehan kota danîn ser avê
12:45 Avahiya PDK’ê ya li Bexdayê hat şewitandin
11:57 Li Êlihê xebatkareke tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:53 Karkerên madena Soma yên xwestin bimeşinê Enqerê hatin binçavkirin
11:50 ‘Cihê kesê winda got, li girtîgehê hat kuştin’
11:30 Jinên rojnameger di korîdora girtiyên edlî yên zilam de tên girtin
10:57 Rojnameger Ûgûr: Ji bo rûmeta pîşeya rojnamegeriyê em hemû bedêlan bidin
10:37 Li Mûşê kesek hat kuştin
09:57 Di hevdîtina kar de tundiya devkî li namzeta rojnameger hat kirin
09:56 Wê HDP ne ji bo qesrê ji bo gel budçeyê bixwaze
09:09 'Îqtidarê wijdan û ehlaqê xwe li Kîlyosê li bin peyarêyan veşart'
09:08 Girtî Saçal: Ji bin banê qawîşê ava lexemê tê
09:08 Dest bi çêkirina bastêqê kirin
09:07 Destpêka zext û zoriyan Îmralî ye