* Koçberên ku ji Afxanîstanê ber xwe dane Îranê û ji wir jî hatine Tirkiyeyê, niha li Otogara Amedê di şert û mercine xirab de li ber xwe didin.
* Wê kûrsên Komeleya Lêkolînên Kurdî di 14'ê Cotmehê de dest pê bikin. Hevseroka komeleyê Leman Elam got: "Em dikarin bi xwedîderketina li çand û zimanê kurdî li ber polîtîkayên asîmlasiyonê rabin."
* Rêya dubleyî ya di navbera Misirc-Sêrtê de ku 32 kîlometre ye, 20 kîlometreyê wê 17 sal in nehatiye çêkirin.
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû, biryar girt ku bi budçeya îtfaiyeya şaredariyê li 3 navçeyan Kursên Qur'anê yên Leylî yên Keçikan bên çêkirin.
* Endama Komîsyona Koçber û Penaberan a HDK'ê Muge Yamanyilmaz, diyar kir ku wê bi Peymana Koçberî û Îlticayê ku YE'yê daxuyandibû wê di 1'ê Çileya 2021'ê de têkeve meriyetê, wê gotina "îltica maf e" ya di Peymana Cenewreyê de bê betalkirin û got, hiyerarşiya dewletê xwe bi nîjadperestiyê xweyî dike.
* Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim, anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paradîgmayeke ku wê gel ji bo siyaseta hin kesên din neyên bikaranîn avakirine û got, lê belê tirsa Tirkiye û Sûriyeyê ew e ku kurd, ereb û gelên din bibin yek.
* Derhêner Elîf Yîgît derbarê belgefîlma xwe ya Heskîfê de diyar kir ku ji bo bîra civakî neyê jêbirin biryar daye ku belgefîlmeke wisa bikişîne û got: “Dema min di televîzyonê de dît ku pêvajoya xerabkirina Heskîfê dest pê kir, Palmîraya ku DAÎŞ'ê ji holê rakir hat bîra min û bandoreke mezin li min kir.”
* Piştî kuştina Tahîr Elçî 5 al şûn ve danişîna ewil a doza derbarê 3 jê polîs ku 4 bersûc tên darizandin wê were lidarxistin. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî got “Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina wî mirinek tesadufî ye.”
* Hasan Eneş ku li navçeya Artûklûyê tundî li Ceyhan Eneş kiribû, li gel giliya bi rapora derpkirinê jî hat berdan. Eneşa ku tundî lê hatibû kirin banga piştgiriyê kir.
* Komcîvinên HDP, CHP, MHP û İYİ Partiyê yên meclisê pêk bên.
* Danişîna doza Hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz û danişîna doza Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu, li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)
* Di çarçoveya Kampanya TJA'yê ya "Em Xwe Diparêzin" de li navçeya Rezan wê bi ser navê "Jin tecrîdê nîqaş dikin" çalakiya kursiyê serbest bê lidarxistin. (13.00)
* Wê Rêxistina HDP'ê ya Bajar, pêvajoya kongreya xwe deklare bike. (14.00)
* Wê danişîne doza Hunermend Hozan Canê li 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edîrneyê bê dîtin. (15.00)